Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Tu Yehowa wek Nûh, Danîêl û Eyûb Nas Dikî?

Gelo Tu Yehowa wek Nûh, Danîêl û Eyûb Nas Dikî?

“Yên xerab, edaletê fehm nakin, lê belê yên ku li Yehowa digerin her tiştî fehm dikin” (MTL. 28:5, WDN).

KILAM: 126, 150

1-3. (a) Em çawa dikarin li van rojên dawîn li ber Xwedê dilsoz bimînin? (b) Li vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin?

HER KU em nêziktirî dawiya vê dinyayê dibin, însanên xerab ‘wek giya şîn dibin’ (Zeb. 92:7). Loma em şaş namînin ku exlaq her ku diçe xera dibe. Lê belê em çawa dikarin “di xerabiyê de bibin zarokên biçûk, lê di aqil de gihîştî bin”? (1. Kor. 14:20).

2 Ayeta temayê nîşan dide ku kesên ku li Yehowa digerin dikarin ‘her tiştî fehm bikin’ – yanî her tiştê ku gerek ew zanibin ku ew rizaya wî bistînin (Mtl. 28:5, WDN). Methelokên Silêman 2:7, 9 jî dibêje ku Yehowa “kesên rast digihîne serfiraziyê [hîkmetê]”. Loma ew dikarin ‘her rêya ku qenc e fehm bikin u ka çi bi dadî, biheqî û rast e’.

3 Nûh, Danîêl û Eyûb ev hîkmet standibû (Hêz. 14:14). Xizmetkarên Xwedê yên îroyîn jî dikarin vê hîkmetê bistînin. Gelo tu jî her tiştî fehm dikî, yê ku lazim e ku tu rizaya Yehowa bistînî? Ji bo vê, lazim e ku tu wî rind nas bikî. Niha emê şêwir bikin ku (1) Nûh, Danîêl û Eyûb Xwedê çawa nas kir, (2) wan ji vê melûmatê çawa feyde distand û (3) em çawa dikarin wek wan bibin xwediyê baweriyê.

NÛH LI DINYAYA XERAB BI XWEDÊ DIMEŞIYA

4. Nûh Yehowa çawa nas kir? Melûmata ku wî bi dest xist çawa alî wî kir?

4 Nûh Yehowa çawa nas kir? Ji destpêka tarîxa însanan ve, kesên bawerdar bi saya sê riyan Xwedê nas kir: (1) Bi temaşekirina tiştên afirandî, (2) ji xizmetkarên Xwedê yên din û (3) bi saya nîmetên ku wan distandin gava ew li gor rêberiya Xwedê dijiyan (Îşa. 48:18). Wexta ku Nûh li tiştên afirandî dinêrî, wî bêguman rind fehm kir ku Xwedê heye. Wekî din, Nûh sifatên Xwedê yên ku nayên dîtin, mesela “hêza wî ya herheyî û Xwedêtiya wî”, dît (Rom. 1:20). Di netîceyê de, Nûh ne tenê fehm kir ku Xwedê heye; wekî din, ew bû xwediyê baweriyeke xurt.

5. Nûh armanca Xwedê ji ku derê elimî?

5 Li gor Kitêba Pîroz, “bawerî ji bihîstinê tê” (Rom. 10:17). Nûh çawa der heqê Yehowa de bihîstibû? Ew bêguman ji merivên xwe pir tiştan dielimî. Mesela, bavê wî Lamex mirovekî bawerdar bû, û wî Adem jî nas dikir. (Li resmê ewilî binêre.) Wekî din, heta ku Nûh 366 salî bû, kalikê wî Metûşela û kalikê kalikê wî Yarêd jî sax bûn * (Lûqa 3:36, 37). Dibe ku Nûh ji van kesan û belkî jî ji pîrekên wan dielimî ku Xwedê erd û mirov çawa afirandibûn, ku wî dixwest ku erd bi mirovên dilpak ve tije bibe û ku li baxçeyê Adenê de îsyan çawa rabûbû. Nûh xwe bi xwe dikaribû bibîne ku netîceyên vê îsyanê çi qas xerab bûn (1. Mû. 1:28; 3:16-19, 24). Xuya ye ku tiştên ku Nûh elimîbû li dilê wî tesîr dikir û bûn sebeb ku ew ji Xwedê re xizmetê bike (1. Mû. 6:9).

6, 7. Hêviyê çawa baweriya Nûh zexm dikir?

6 Bawerî bi saya hêviyê zexmtir dibe. Navê Nûh tê maneya “Aramî” an “Teselî”, yanî maneya navê wî jî hêviyê dida (1. Mû. 5:29, jêrenot). Vê yekê bêguman baweriya wî zexmtir dikir. Lamex bi îlhama Xwedê der heqê Nûh de wisa got: “Ji ber vê axa ku XUDAN binalet kiriye û ji zehmeta destên me, ew ê me teselî bike.” Hêviya Nûh bi Xwedê hebû. Wek Habîl û Henox, ew jî bawer bû ku “zuriyet” wê serê mar bipelçiqîne (1. Mû. 3:15, WDN).

7 Dibe ku Nûh teferuatên pêxembertiya li 1. Mûsa fehm nedikir. Dîsa jî, wî bêguman fehm dikir ku ev pêxembertî hêviyê dide. Wekî din, Henox jî îlan kiribû ku Yehowa wê xeraban helak bike (Chd. 14, 15). Gotinên Henox – ên ku li Harmagedonê bi temamî bên cih – bêguman bawerî û hêviya Nûh zexm dikir!

8. Zanîna Xwedê Nûh çawa diparast?

8 Zanîna Xwedê çawa ji Nûh re bifeyde bû? Bi saya zanîna rast, Nûh bû xwediyê bawerî û hîkmeta Xwedê. Bi vî awayî, ew ji talûkeyan – bîlhesa ji talûkeyên ruhî – dihat parastin. Mesela, ji ber ku Nûh “di rêya Xwedê de dimeşiya”, ew bi kesên ku guhdariya Yehowa nedikir, nedimeşiya, yanî wî bi kesên wisa hevaltî nedikir. Ew ji aliyê cinên ku daketibûn dinyayê ve nedihat xapandin. Li wê demê, mirovên nebawermend bêguman ji qudreta cinan re heyran diman. Dibe ku hinekan ji wan re îbadet jî dikir (1. Mû. 6:1-4, 9). Wekî din, Nûh dizanibû ku gerek însan zêde bin û dinyayê tije bikin (1. Mû. 1:27, 28). Loma Nûh dizanibû ku munasebeta cinsî di nav pîrek û cinan de tiştekî nenormal û xerab e. Wexta ku zarokên cinan mezin bûn, halê wan hê jî aşkera bû. Bi zeman re Xwedê ji Nûh re got ku ewê dinyayê bi tofanekê helak bike. Nûh bi gotinên Xwedê bawerî dianî û gemiyek çêkir. Gava tofanê dest pê kir, Nûh û malbata wî ketin hundirê gemiyê û sax man (Îbr. 11:7).

9, 10. Em çawa dikarin baweriya Nûh ji xwe re bikin nimûne?

9 Baweriya me çawa dikare bibe mîna baweriya Nûh? Gerek em Kitêba Pîroz hûr û kûr bixwînin û lêkolîn bikin, gotinên Kitêba Pîroz têkin dilê xwe û pey rêberiya vê melûmatê herin (1. Ptr. 1:13-15). Eger em wisa bikin, bawerî û hîkmeta Xwedê wê me ji hîleyên Îblîs û ji bandora vê dinyayê biparêze (2. Kor. 2:11). Li vê dinyayê, gelek kes ji zordarî û bêexlaqiyê hez dikin û dikevin pey nefsa xwe (1. Yûh. 2:15, 16). Hin kesên ku ji aliyê ruhî ve sist in, îsbatên ku roja Xwedê pir nêzik e, ji nedîtî ve tên. Ji bîr neke ku wexta ku Îsa got ku rojên dawîn wê wek rojên Nûh bin, wî bala guhdarên xwe kişand li ser vê ku mirov wê ji aliyê ruhî ve bêxem bin, ne li ser vê ku mirov wê zordar û bêexlaq bin (Metta 24:36-39 bixwîne).

10 Ji xwe wisa bipirse: “Gelo hal û hereketên min nîşan didin ku ez Yehowa bi rastî nas dikim? Gelo baweriya min dibe sebeb ku ez qanûnên Xwedê hem bînim cih hem jî îlan bikim?” Xwezî ku cewabên te nîşan bidin ku tu jî ‘bi Xwedê dimeşî’.

DANÎÊL LI BABÎLA PÛTPEREST HÎKMETA XWEDÊ EYAN DIKIR

11. (a) Dilsoziya ku Danîêl di ciwantiya xwe de eyan dikir der heqê perwerdeya wî de çi rêyî me dide? (b) Tu dixwazî kîjan sifatên Danîêl ji xwe re bikî nimûne?

11 Danîêl Yehowa çawa nas kir? Xuya ye ku dê û bavê Danîêl rêyî wî dabû ku ew ji Yehowa û ji Nivîsarên Pîroz hez bike. Danîêl di hemû emrê xwe de dev ji vê hezkirinê berneda. Wexta ku ew êdî kal bû jî, wî dîsa jî Nivîsarên Pîroz lêkolîn dikirin (Dan. 9:1, 2). Duaya Danîêl a dilnizm û jidil a ku li Danîêl 9:3-19 derbas dibe, nîşan dide ku wî Yehowa nas dikir û têkiliyên Xwedê yên bi miletê Îsraêl rind dizanibûn. Ma tu naxwazî vê duayê bixwînî û li ser wê kûr bifikirî? Ji vê duayê, tuyê fehm bikî ku Danîêl kesekî çawa bû.

12-14. (a) Danîêl çawa hîkmeta Xwedê eyan dikir? (b) Danîêl seba cesaret û dilsoziya xwe çi bereket standin?

12 Zanîna Xwedê çawa ji Danîêl re bifeyde bû?Ji bo Cihûyên dilsoz, jiyana li Babîla pûtperest ne hêsan bû. Mesela, Yehowa ji wan re wisa got: “Li xweşiya ku bajarê we ajotime wir, bigerin” (Yêr. 29:7). Lê ji aliyê din ve, Yehowa dixwest ku ew tenê ji wî re îbadetê bikin (2. Mû. 34:14). Danîêl çawa dikaribû her du daxwazên Xwedê jî bîne cih? Bi saya hîkmeta Xwedê, wî fehm dikir ku gerek ew serê pêşîn ji Yehowa re û paşê jî ji hikumdarên beşerî re îtaet bike. Çend sedsal piştî vê, Îsa jî behsa vê tabiyeta nisbî dikir (Lûqa 20:25).

13 Carekê, fermanek derketibû ku bi 30 rojî, her kes tenê ji Padîşah re dua bike. Duayên ji îlah û însanên din re qedexe bûn. Danîêl çi kir? (Danîêl 6:7-10 bixwîne). Wiyê bikaribuya bigota ku “30 roj ne pir e”. Lê belê wî îzin neda ku fermana Padîşah ji îbadeta wî girîngtir be. Wiyê helbet bikaribuya bi dizîka dua bikira ku tu kes wî nebîne. Lê belê ji ber ku gelek kesan dizanibû ku ew her roj dua dike, wî nedixwest ku ew bifikirin ku wî dev ji îbadeta xwe berdaye.

14 Yehowa cesaret û dilsoziya Danîêl bibereket kir û ew ji devê şêran filitand. Bi saya dilsoziya Danîêl, mirovên li hemû padîşahiya Med û Farisan der heqê Yehowa de bihîst (Dan. 6:25-27).

15. Em çawa dikarin baweriya Danîêl ji xwe re bikin nimûne?

15 Baweriya me çawa dikare bibe mîna baweriya Danîêl? Ji bo ku baweriya me xurt be, ne bes e ku em Kitêba Pîroz tenê bixwînin. Wekî din, gerek em wê ‘fehm bikin’ (Met. 13:23). Em dixwazin rind fehm bikin ku Yehowa çi difikire. Loma lazim e ku em der heqê qismên ku em dixwînin, kûr bifikirin. Wekî din, gerek em her tim ji dil dua bikin, bîlhesa gava em li ber tengahiyan dimînin. Em dikarin bawer bin ku Yehowa wê guh bide duayên me û bi comerdî hîkmet û qewetê bide me (Aqûb 1:5).

EYÛB HER TIM LI GOR RÊBERIYA XWEDÊ DIJIYA

16, 17. Zanîna rast a der heqê Xwedê de çawa gihîşt guhê Eyûb?

16 Eyûb Yehowa çawa nas kir? Eyûb ne Îsraêlî bû. Dîsa jî, ew ji dûr ve merivê Birahîm, Îshaq û Aqûb bû, û Yehowa teferûatên der heqê xwe û mexseda xwe de ji wan re daxuyanî kiribûn. Xuya ye ku Eyûb jî gelek ji wan rastiyan bihîstibûn (Eyûb 23:12). Wî wisa got: “Min ji bo te, ji guh ve bihîstibû” (Eyûb 42:5). Wekî din, Yehowa got ku Eyûb der heqê wî de rast gotibû (Eyûb 42:7, 8).

Gava em sifatên Xwedê, yên ku nayên dîtin, di tiştên ku wî afirandine dibînin, baweriya me xurttir dibe (Li paragrafa 17an binêre 17)

17 Eyûb gelek sifatên Xwedê, yên ku nayên dîtin, di tiştên afirandî de didîtin (Eyûb 12:7-9, 13). Paşê, ji bo ku Eyûb fehm bike ku mirov li gor mezinahiye Xwedê çi qas biçûk e, hem Elîhû hem Yehowa bala wî kişand li ser hin teferuatên tiştên afirandî (Eyûb 37:14; 38:1-4). Aşkera ye ku gotinên Yehowa gihîştin dilê Eyûb, çimkî wî bi dilnizmî ji Xwedê re wisa got: “Tu dikarî her tiştî bikî, ez pê dizanim ... Ji ber vêya, ez xwe biçûk dibînim û di xwelî û tozê de di tobe kirinê de me” (Eyûb 42:2, 6).

18, 19. Eyûb çawa nîşan dida ku ew Yehowa bi rastî nas dike?

18 Zanîna Xwedê ji Eyûb re çawa bifeyde bû? Eyûb fikir û qanûnên Xwedê rind dizanibûn. Wî Yehowa bi rastî nas dikir, û ew li gor vê melûmatê dijiya. Mesela, Eyûb dizanibû ku mirovekî ku ji Xwedê hez dike gerek ji kesên din re jî baş be (Eyûb 6:14). Wî xwe ji kesên din mezintir nedigirt, lê wî her kesî – bila zengîn an feqîr be – wek xwişk û birayên xwe didîtin. Wî wisa got: “Yê di rehmê de şikil daya me, ne yek e?” (Eyûb 31:13-22). Wek tê dîtin, Eyûb îzin nedida ku şan û şohreta wî bibe sebeb ku ew xwe mezin bibîne an kesên din biçûk bibîne. Eyûb ji gelek kesên dewlemend û hêzdar çi qas cuda bû!

19 Eyûb di dilê xwe de jî ji her cure pûtperestiyê dûr disekinî. Wî dizanibû ku eger ew bi zêdeyî ketiba li pey mal û milk, wî bi eslê xwe “Xwedayê li jorê înkar kiriba” (Eyûb 31:24-28 bixwîne). Wî dizanibû ku zewac, peymaneke pîroz e. Wî soz da xwe ku ew li qîzekê bi şehwet nenêre (Eyûb 31:1). Li wê demê, Xwedê hê destûr dida ku zilamek bi çend jinan bizewice. Loma eger Eyûb bixwesta, wiyê bikaribûya jineke din jî bistenda. Lê belê wisa xuya dike ku wî zewaca ku Xwedê li baxçeyê Adenê saz kiribû, ji xwe re kiribû emsal * (1. Mû. 2:18, 24). Kêm zêde 1.600 sal piştî vê, Îsa Mesîh jî ji guhdarên xwe re got ku wekî ku Adem tenê bi yek jinê zewicîbû, gerek ew jî wisa bikin (Met. 5:28; 19:4, 5).

20. Zanîna Yehowa û qanûnên wî çawa alî me dikin ku em hevalên baş û kêf û şahiya rind hilbijêrin?

20 Baweriya me çawa dikare bibe mîna baweriya Eyûb? Ji bo vê, gerek em Yehowa ji nêzik ve nas bikin û li gor vê melûmatê bimeşin. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa ji kesên ku ji zordariyê hez dikin, nefret dike. Ji xeynî vê, Kitêba Pîroz me hişyar dike ku em ji kesên durû dûr bisekinin (Zebûr 11:5; 26:4 bixwîne). Ji van ayetan, tu der heqê fikra Xwedê çi fehm dikî? Ev melûmat li ser fikrên te çawa tesîr dike? Mesela, di jiyana te de, tu herî zêde bala xwe didî çi? Tu li înternetê li çi dinêrî? Tu çi cure hevalan û çi cure kêf û şahiyê hildibijêrî? Bi saya cewabên van pirsan, tuyê fehm bikî ku tu Yehowa çi qas nas dikî. Ji ber ku em li vê dinyaya xerab bêleke bimînin, gerek em “têgihîştina” xwe perwerde bikin ku em karibin hem rastî û nerastiyê hem jî aqilmendî û neaqilmendiyê ji hev veqetînin (Îbr. 5:14; Ef. 5:15).

21. Gerek em çi bikin ku em karibin ‘her tiştî fehm bikin’ û rizaya Yehowa bistînin?

21 Ji ber ku Nûh, Danîêl û Eyûb xîret dikir ku ew Yehowa rind nas bikin, wî alî wan kir ku ew ‘her tiştî fehm bikin’, ê ku lazim e ku ew rizaya Xwedê bistînin. Bi vî awayî, ew bûn emsalên rastdariyê, û ew di jiyana xwe de pir serkeftî bûn (Zeb. 1:1-3). Loma ji xwe wisa bipirse: “Gelo ez wek Nûh, Danîêl û Eyûb Yehowa rind nas dikim?” Îro ronahiya ruhî ew qas pir bûye ku em dikarin wî hê jî zêdetir nas bikin! (Mtl. 4:18). Ji ber vê yekê, di Kitêba Pîroz de hûr û kûr lêkolîn bike. Li ser wê kûr bifikire. Wekî din, dua bike ku Xwedê ruhê pîroz bide te. Eger tu wisa bikî, tuyê nêziktirî Bavê xweyî ezmanî bibî û tuyê li vê dinyaya xerab bi hîkmet û aqilmendiyê hereket bikî (Mtl. 2:4-7).

^ par. 5 Kalikê kalikê Nûh Henox jî “di rêya Xwedê de meşiya”. Lê belê 69 sal berî ku Nûh hat dinyayê, Xwedê ‘ew girt’ (1. Mû. 5:23, 24).

^ par. 19 Nûh jî wisa kiribû. Her çi qas piştî îsyana li Adenê hinek bi çend jinan zewicîbûn jî, tenê yek jina Nûh hebû (1. Mû. 4:19).