Here Naverokê

Here naverokê

Em Çawa Dikarin Bibin Xwediyê Zîhniyeta Ruhî?

Em Çawa Dikarin Bibin Xwediyê Zîhniyeta Ruhî?

“Bila Xweda ... bike ku hûn li gor Mesîh Îsa hemfikir bin” (ROM. 15:5).

KILAM: 17, 13

1, 2. (a) Hin xwişk û birayên me der heqê zîhniyeta ruhî de çi difikirin? (b) Emê li ser kîjan pirsan bişêwirin?

XWIŞKEKE li Kanadayê wisa dibêje: “Zîhniyeta ruhî dilşadiyê dide min û alî min dike ku ez serî bi zehmetên xwe re derxînim.” Birayekî li Brazîlê jî wisa dibêje: “Bi saya xîreta me ku em bibin xwediyê zîhniyeta ruhî, 23 salên zewaca me pir baş derbas bûn.” Birayekî li Filîpînê wisa vedibêje: “Zîhniyeta ruhî hizûrê dide min û alî min dike ku îrtibata min bi xwişk û birayên ji kokên cuda re baştir be.”

2 Belê, zîhniyeta ruhî tiştekî baş e. Loma, wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Ez çawa dikarim zîhniyeta ruhî hê jî bi pêş bixim û jê zêdetir feyde bistînim?” Lê belê serê pêşîn lazim e ku em rind fehm bikin ku Kitêba Pîroz li ser “mirovên ruhanî”, yanî li ser kesên bi zîhniyeta ruhî çi dibêje. Li vê meqaleyê, emê cewabên van sê pirsên muhîm bistînin: (1) Zîhniyeta ruhî çi ye? (2) Kîjan serpêhatî dikarin alî me bikin ku em zîhniyeta ruhî bi pêş bixin? (3) Ji bo ku em bibin kesên bi zîhniyeta ruhî, gerek em çima xîret bikin ku em bibin xwediyê “fikra Mesîh”?

ZÎHNIYETA RUHÎ ÇI YE?

3. Li gor Kitêba Pîroz, ferqa di nav ‘mirovê nefsperest’ û ‘mirovê ruhî’ de çi ye?

3 Ji bo ku em fehm bikin ku zîhniyeta ruhî çi ye, Pawlosê şandî rêyî me dide ku ferqa di nav ‘mirovê ruhî’ û ‘mirovê nefsperest’ de çi ye (1. Korîntî 2:14-16 bixwîne). Ferqa di nav wan de çi ye? “Mirovê nefsanî tiştên Ruhê Xwedê qebûl nake, ev jê re bêaqilî ne. Nikare wan bizane.” Lê belê “yê ruhanî dikare her tiştî fêm bike”, û ew xwediyê “fikra Mesîh” e. Kesên bi zîhniyeta nefsperest û yên bi zîhniyeta ruhî ji kîjan aliyên din ve ji hev cuda ne?

4, 5. Zîhniyeta nefsperest çawa xuya dibe?

4 Zîhniyeta nefsperest çi ye? Dinya ji her tiştî zêdetir bala xwe dide nefsê. Pawlos ji vê zîhniyetê re dibêje “ruhê ku niha di nav mirovên neguhdar de dixebite” (Ef. 2:2). Piraniya însanan li bin bandora vî ruhî ne – her kes çi dike, ew jî wisa dikin. Ji ber ku ew bala xwe didin nefsê, piraniya wan li gor dilê xwe hereket dikin û xîret nakin ku qanûnên Xwedê bînin cih. Gelek kesên nefsperest dikevin pey mal û milk an şan û şohretê. Gelek ji wan jî difikirin ku heqên wan ên şexsî ji her tiştî muhîmtir in.

5 Wekî din, zîhniyeta nefsperest ji “kirinên nefsê” xuya dibe (Gal. 5:19-21). Li nameya xwe ya pêşîn a ji civata Korîntê re, Pawlos behsa hin sifatên din dike, yên ku kesên bi zîhniyeta nefsperest eyan dikin. Mesela, kesên wisa bi hev re şer dikin, li hev nakin, xwişk û birayên xwe didin mehkemeyê, li ber serîtiyê bêhurmet in û bi zêdeyî dikevin pey xwarin û vexwarinê. Gava kesekî bi zîhniyeta nefsperest tê ceribandin, ew zû dikeve gunehê (Mtl. 7:21, 22). Cihûda behsa kesên wisa kir û got ku ew “ji Ruh bêpar in” (Chd. 18, 19).

6. Zîhniyeta ruhî çawa xuya dibe?

6 ‘Mirovê ruhî’ ji ‘mirovê nefsperest’ çawa cuda ye? Kesên bi zîhniyeta ruhî pir qîmetê didin dostiya xwe bi Xwedê re. Ew dixwazin “mîna Xwedê bikin” (Ef. 5:1). Yanî, ew dixwazin wek Yehowa bifikirin û wek wî li meseleyan binêrin. Baweriya wan bi Xwedê tam e. Ew xîret dikin ku hemû kirinên wan bi qanûnên Yehowa ve ahengdar bin (Zeb. 119:33; 143:10). Li şûna ku ew bala xwe bidin kirinên nefsê, ew hewl didin ku ew “berê Ruh” eyan bikin (Gal. 5:22, 23). Ji bo ku em peyva “zîhniyeta ruhî” baştir fehm bikin, vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Ji bo kesekî ku ji aliyê tîcaretê ve jêhatî ye tê gotin ku ew xwediyê “zîhniyeta tîcarî” ye. Mîna vê, kesekî ku qîmetê dide meseleyên ruhî an dînî dibe xwediyê zîhniyeta ruhî.

7. Kitêba Pîroz der heqê kesên bi zîhniyeta ruhî de çi dibêje?

7 Kitêba Pîroz pesnê kesên bi zîhniyeta ruhî dide. Metta 5:3 wisa dibêje: “Xwezî bi wan ên ku bi ruh belengaz in, çimkî Padîşahiya Ezmanan ya wan e.” Romayî 8:6 bala me dikişîne li ser feydeyên zîhniyeta ruhî: “Dawiya fikirîna li gor nefsê mirin e, lê dawiya fikirîna li gor Ruh jiyan û aştî ye.” Belê, gava em bala xwe didin tiştên ruhî, em hem bi Xwedê re hem jî bi xwe re di selametê de dimînin. Wekî din, em dibin xwediyê hêviya jiyana herheyî.

8. Gerek em çima xîret bikin ku em zîhniyeta ruhî zêde bikin û wê biparêzin?

8 Îro, dinya pir bitalûke ye. Ji ber ku derdora me bi zîhniyeta nefsperest ve tije ye, gerek em pir xîret bikin ku em zîhniyeta ruhî zêde bikin û wê biparêzin. Eger kesek zîhniyeta xwe ya ruhî winda bike, ewê bikeve li ber bayê vê dinyayê. Em çawa dikarin xwe ji tiştekî wisa dûr bigirin? Em çawa dikarin ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin?

EMSALÊN ZÎHNIYETA RUHÎ

9. (a) Em çawa dikarin ji aliyê ruhî ve mezintir bibin? (b) Emê niha li ser kê bişêwirin?

9 Ji bo ku zarokek gihîştî bibe, lazim e ku ew dê û bavê xwe ji xwe re bike nimûne. Mîna vê, ji bo ku em ji aliyê ruhî ve mezintir bibin, wê baş be ku em kesên bi zîhniyeta ruhî ji xwe re bikin nimûne. Ji aliyê din ve, kesên nefsperest ji me re dibin îbret (1. Kor. 3:1-4). Kitêba Pîroz hem emsalên baş hem jî emsalên xerab rêyî me dide. Ji bo ku em dixwazin zîhniyeta xwe ya ruhî zêde bikin, emê niha li emsalên Aqûb, Meryem û Îsa binêrin û bibînin ku em çawa dikarin wan ji xwe re bikin nimûne.

Em dikarin ji serpêhatiya Aqûb çi bielimin? (Li paragrafa 10an binêre)

10. Aqûb çawa eyan dikir ku ew xwediyê zîhniyeta ruhî ye?

10 A yekê, serpêhatiya Aqûb bîne ber çavê xwe. Wekî ku îro jiyana gelek kesan pir bizehmet e, jiyana Aqûb jî ne hêsan bû. Birayê wî Esav kesekî nefsperest bû, û wî dixwest Aqûb bikuje. Bi ser de, xezûrê wî pir caran dixwest wî bixapîne. Dîsa jî, mirovên li derdora Aqûb her çi qas kesên nefsperest bûn jî, Aqûb zîhniyeta xwe ya ruhî winda nedikir. Wî bi sozê ku Yehowa dabû Birahîm bawerî dianî. Wî dizanibû ku di pêkhatina mexseda Xwedê de, malbata wî roleke mezin dilîze. Loma wî malbata xwe rind xwedî dikir (1. Mû. 28:10-15). Gotin û kirinên Aqûb nîşan dikir ku wî bala xwe dida daxwaz û qanûnên Xwedê. Mesela, gava Aqûb ji Esav ditirsiya, wî ji Xwedê re wisa got: “Min ji destê Esav ve biparêze! ... Te soza: Bi biryarî ez ê te serfiraz bikim û nîjada te jî qasî qûma behran ku nayê jimartin zêde bikim dabû min!” (1. Mû. 32:6-12). Xuya ye ku wî bi sozên ku Xwedê dabû wî û bapîrên wî bawerî dianî, û wî dixwest li gor daxwaz û armanca Xwedê hereket bike.

Em dikarin ji serpêhatiya Meryemê çi bielimin? (Li paragrafa 11an binêre)

11. Em ji ku dizanin ku Meryem xwediyê zîhniyeta ruhî bû?

11 Wekî din, li ser Meryemê bifikire. Yehowa ew çima hilbijart ku ew bibe diya Îsa? Meryem bêguman kesekî bi zîhniyeta ruhî bû. Em vêya ji ku dizanin? Gava ew çû ziyareta merivên xwe Elîzabet û Zekerya, wê zîhniyeta xwe ya ruhî bi pesnan eyan kir (Lûqa 1:46-55 bixwîne). Gotinên Meryemê nîşan didin ku ew ji Peyva Xwedê pir hez dikir û Nivîsarên Pîroz ên Îbranî rind dizanibûn (1. Mû. 30:13; 1. Sam. 2:1-10; Malx. 3:12). Ji xeynî vê, bîne bîra xwe ku gava Meryem û Ûsiv zewicîn, ew heta çêbûna Îsa bi hev re raneketin. Ev yek eyan dike ku ew herî zêde bi daxwaza Yehowa ve eleqedar bûn, ne bi xwestekên xwe ve (Met. 1:25). Wekî din, Meryemê bala xwe dida serpêhatiyên Îsa, û wê gotinên Îsa “di dilê xwe de hilanîn” (Lûqa 2:51). Xuya ye ku mexseda Xwedê ya der heqê Mesîh de pir bala Meryemê dikişand. Ma em naxwazin Meryemê ji xwe re bikin nimûne û daxwaza Xwedê têxin cihê pêşîn?

12. (a) Îsa bi çi awayî dişibiya Bavê xwe? (b) Em çawa dikarin Îsa ji xwe re bikin nimûne? (Li resmê ewilî binêre.)

12 Emsala herî mezin a zîhniyeta ruhî kî ye? Helbet Îsa Mesîh e. Wî di hemû emir û xizmeta xwe de dixwest wek Bavê xwe Yehowa bibe. Îsa bi fikir, hîs û hereketên xwe mîna Yehowa bû û li gor daxwaz û qanûnên Xwedê dijiya (Yûh. 8:29; 14:9; 15:10). Mesela, bîne ber çavê xwe ku Îşaya pêxember der heqê dilşewatiya Yehowa de çi gotibû. Paşê, van gotinan bi gotinên Marqos ên li ser dilovaniya Îsa muqayese bike (Îşaya 63:9; Marqos 6:34 bixwîne). Gelo em jî wek Îsa ne? Gava em rastî kesan tên, ên ku hewceyî alîkariyê ne, gelo dilê me bi wan dişewite? Ji vê pê ve, Îsa mizgîn bi dil û can belav dikir (Lûqa 4:43). Zîhniyeteke ruhî bi hîs û hereketên wisa xuya dibe.

13, 14. (a) Em dikarin ji kesên bi zîhniyeta ruhî çi bielimin? (b) Mîsalekê bide.

13 Îro jî, gelek kes xwediyê zîhniyeta ruhî ne. Şexsiyeta wan dişibe şexsiyeta Îsa. Bêguman te jî dîtiye ku ew di xizmetê de çi qas bixîret in û çi qas mêvanperwer û dilşewat in. Ew helbet ne bêqisûr in, lê ew pir xîret dikin ji bo ku ew bibin xwediyê sifatên baş û ji bo ku daxwaza Xwedê bînin cih. Xwişkeke ji Brazîlê ya bi navê Rachel wisa dibêje: “Min modaya vê dinyayê pir hez dikir. Loma kincên min carinan ne mutewazî bûn. Lê wexta ku ez rastiyê elimîm, min êdî dixwest bibim xwediyê zîhniyeta ruhî. Ji bo min zor bû ku ez şekil û şemala xwe biguherînim, lê di netîceyê de, ez hê bextewar û dilxweş bûme.”

14 Xwişkeke ji Filîpînê ya bi navê Reylene li zorahiyeke din rast hat. Ji bo ku ew di jiyana xwe de serkeftî be, wî dixwest li zanîngehê bixwîne û ji xwe re îşekî baş bibîne. Reylene wisa dibêje: “Armancên min ên ruhî her ku diçû winda dibûn. Paşê min fehm kir ku di jiyana min de tiştek kêm e – tiştekî ku ji îşê min pir muhîmtir e. Loma min dîsa bala xwe da xizmeta Yehowa.” Ji wê wextê û pê ve, Reylene’ê xwe spartiye sozê Yehowa, yê ku li Metta 6:33, 34 derbas dibe. Ew wisa dibêje: “Ez rind dizanim ku Yehowa wê min xwedî bike!” Dibe ku li civata te jî kesên wisa hene. Ma em naxwazin wek wan bin û Îsa ji xwe re bikin nimûne? (1. Kor. 11:1; 2. Sel. 3:7).

BIBIN XWEDIYÊ “FIKRA MESÎH”

15, 16. (a) Ji bo ku em wek Mesîh bin, gerek em çi bikin? (b) Em çawa dikarin zîhna xwe bi “fikra Mesîh” ve tije bikin?

15 Em çawa dikarin Îsa Mesîh ji xwe re bikin nimûne? 1. Korîntî 2:16 behsa “fikra Mesîh” dike. Romayî 15:5 jî dibêje ku gerek em “li gor Mesîh Îsa hemfikir bin”. Loma, eger em dixwazin wek Îsa Mesîh bin, gerek em şexsiyet û fikrên wî ji nêzik ve nas bikin. Paşê jî gerek em wî bişopînin. Ji bo Îsa, dostiya bi Xwedê re tiştê herî muhîm bû. Loma, em her çi qas wek Îsa bin, emê ew qas wek Yehowa bin. Ji ber vê yekê, lazim e ku em hînî “fikra Mesîh” bibin.

16 Em çawa dikarin vêya bikin? Şagirtên Îsa mucîzeyên wî didîtin û guhdariya gotarên wî dikir. Wekî din, wan didît ku ew li cure cure însanan çawa muamele dikir, û ew şahid bûn ku wî çawa li gor rêberiya Yehowa hereket dikir. Wan wisa got: “Em ji hemû tiştên ku wî ... kirin re şahid in” (Kar. 10:39). Helbet em nikarin wî rasterast bibînin. Lê belê Yehowa qeydên Mizgînê dane me ku em karibin şexsiyeta Îsa bînin ber çavê xwe. Wexta ku em kitêbên Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna dixwînin, zîhna me bi “fikra Mesîh” ve tije dibe. Bi vî awayî em dikarin “di şopa wî de biçin” û “bi vî fikrî ve xwe biçek bikin” (1. Pet. 2:21; 4:1, KP).

17. Eger em wek Îsa bifikirin, emê çi feydeyan bibînin?

17 Eger em wek Mesîh bifikirin, emê çi feydeyan bibînin? Wekî ku xwarin bedena me xwedî dike, gava em zîhna xwe bi “fikra Mesîh” ve tije dikin, siheta me ya ruhî baştir dibe. Bi zeman re, emê fehm bikin ku wexta ku meseleyek derdikeve, em çawa dikarin vî meseleyî wek Mesîh hel bikin. Bi saya vê, wijdanê me wê rihet bibe û emê rizaya Xwedê bistînin. Belê, eger em “Îsa Mesîh li xwe bikin”, emê pir feydeyan bibînin! (Rom. 13:14).

18. Ji vê meqaleyê, tu der heqê zîhniyeta ruhî de çi elimiyî?

18 A yekê, me dîtiye ku zîhniyeta ruhî çi ye. A diduyan, me dîtiye ku em dikarin ji kesên bi zîhniyeta ruhî dersan bistînin. A sisêyan jî, em elimîne ku “fikra Mesîh” çawa dikare alî me bike ku zîhniyeta me ya ruhî xurttir bibe. Dîsa jî, wê baş be ku em li çend nuqteyên din ên zîhniyeta ruhî binêrin. Mesela, em çawa dikarin fehm bikin ku zîhniyeta me ya ruhî çi qas xurt e? Em çawa dikarin vê zîhniyetê hê jî bi pêş bixin? Zîhniyeta ruhî çawa dikare li ser jiyana me tesîr bike? Meqaleya din wê cewabên van pirsan bide.