Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çi tê Hesabê Bibin Merivê Ruhanî?

Çi tê Hesabê Bibin Merivê Ruhanî?

“De bira Xwedê . . . bîna li ber her kesî bide we, ku hûn hindava hevda ser nêtekê bin, weke nexş-terzê Mesîh Îsa” (ROM. 15:5).

KILAMÊN: 17, 13

1, 2. a) Hine xûşk-bira derheqa ruhaniyê çi dibêjin? b) Emê vê gotarêda derheqa ruhaniyê kîjan pirsa şêwir kin?

XÛŞKEKE me ji Kanadayê dibêje: “Ez diha bextewar bûme û minra hê hêsa ye çetinaya safî kim, çimkî ez bûme merivê ruhanî”. Birak jî ji Brazîlyayê gilî dike: “Îda 23 sal e ez zewacêda nim, û em bextewar in, çimkî em aliyê xweda her tiştî dikin seva bibine merivên ruhanî”. Û birak jî ji Fîlîpînê dibêje: “Ji bo vê yekê ku ez ruhanîda gihîştime, ez dilrihet im, û diha bi sebir im hindava xûşk-birên cûre-cûre mileta û kûltûra”.

2 Belê, ji giliyên wan eşkere tê kifşê, wekî gelek kar e çaxê meriv ruhanîda gihîştî ye. Dibeke hûn pirseke usa didine xwe: “Ça ez dikarim bibime merivê ruhanî û ji vê yekê hê zêde karê bistînim?” Ya pêşiyê, em gerekê fem kin ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa merivên ruhanîda gihîştî. Vê gotarêda emê caba wan pirsa şêwir kin: 1) Çi tê hesabê bibine merivê ruhanî? 2) Kîjan mesele dikarin alî me bikin ku ruhanîda pêşda herin? 3) Hergê em ser “nêt-fikira” Îsa bin, ça ew yek wê alî me bike bibine merivne ruhanî?

MERIVÊ RUHANÎ ÇI CÛREYÎ YE?

3. Kitêba Pîroz ça firqiyê dike orta merivê ruhanî û merivê neruhanî?

3 Pawlosê şandî alî me dike, ku fem kin çi tê hesabê merivê ruhanî. Ewî merivê ruhanî beramberî “merivê nexweyî-ruh” kir, dêmek merivê neruhanî. (Bixûne 1 Korintî 2:14-16.) Lê çi firqî heye orta van du meriva? Merivê nexweyî-ruh “tiştêd ruhê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhişî ne û nikare jî fem bike”. Lê merivê ruhanî ew e, yê ku “her tiştî enene dike” û ser “nêt-fikira Mesîh” ye, dêmek nihêrandina wî mîna ya Îsa ye. Pawlos me hemûya hêlan dike ku ruhanî bin. Lê gelo dîsa çida merivê ruhanî cude dibe ji yê neruhanî?

4, 5. Merivê neruhanî kîjan xeyset-hunura dide kifşê?

4 Pêşiyê were em şêwir kin derheqa merivê neruhanî. Îro dinyayêda fikir û nihêrandina geleka tenê ser tiştên bedenî ye. Pawlos derheqa vê yekê got ku “ruhê ku niha . . . nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gura Xwedêda ne” (Efes. 2:2). Ev ruh heçî zef meriva hêlan dike ku pey geleka herin, dêmek çev bidine wan. Ewana tenê derheqa xwestinên xwe difikirin. Lema jî ewana wan tişta dikin kîjan ku ewana hesab dikin rast e, û prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêjin. Ewê nexweyî ruh, dêmek yê ku pey xwestinên bedenê dikeve, gelek dikeve heyra navê xwe, hebûkê, yan jî bona wî îzina wîye şexsî ya lape ferz e.

5 Dîsa ça tê kifşê ku meriv neruhanî ye? Merivên ku dikevine ber bayê “kirêd binyata însên”, merivne neruhanî ne (Galt. 5:19-21). Pawlos nema xweye pêşinda Korintiyara, besa xeyset-hunurên din dike, kîjan ku merivê bi hiş-aqilê bedenî dide kifşê. Mesele, ewî got ku merivên wî cûreyî orta meriva xirab dikin, dew-doza pêşda tînin, hevrikiyê dikin, hevdu didine dîwanê, bêşêkir in hindava wan yên ku rêberiyê didine wan, û pey xwarin-vexwarinê dikevin. Çaxê merivê bedenî dikeve cêribandinê, ew nikare xwe rast bide kifşê, sist dibe û dikeve telikê (Metlk. 7:21, 22). Cihûda derheqa merivên wî cûreyî hela hê jî got, wekî “ruhê pîroz” bal wan tune (Cihûd. 18, 19).

6. Merivê ruhanî çi cûreyî ye?

6 Lê merivê ruhanî kê ye? Merivê ruhanî her gav derheqa heleqetiya xwe tevî Xwedê difikire. Merivên usa dixwazin “çev bidine Xwedê” (Efes. 5:1). Ev tê hesabê ku ewana dixwazin mîna Yehowa bifikirin û ser tişta pê çevê wî binihêrin. Xwedê bona wan rêalî ye. Ewana hemû tiştada prînsîpên Yehowa hildidin hesab (Zeb. 119:33; 143:10). Merivên bi hiş-aqilê ruhanî ser xwe dixebitin, wekî berê ruhê pîroz bidine kifşê, ne ku bikevine pey xwestinên bedenê (Galt. 5:22, 23). Seva fem kin ku çi tê hesabê merivê ruhanî, were meseleke usa bînin: Merivê ku bi hiş-aqilê xwe pêda dikeve bîznêsê û vê yekêda pêşda diçe, wî nav dikin ça bîznêsmên. Lê ewê ku hiş-aqilê wan ser tiştên ruhanî ye, dikarin wî nav kin ça merivê ruhanî. Belê, merivê ku gelek qîmet dike tiştên ruhanî, ew merivê ruhanî ye.

7. Derheqa merivên bi hiş-aqilê ruhanî Kitêba Pîrozda çi tê gotinê?

7 Kitêba Pîroz derheqa merivên ruhanî dibêje ku ewana bextewar in. Metta 5:3-da em dixûnin: “Xwezî li ruhfeqîra, çimkî Padşatiya Ezmana ya wan e”. Usa jî Romayî 8:6-da em dixûnin derheqa vê karê, kîjan ku merivê bi hiş-aqilê ruhanî distîne: “Axiriya fikira binyata merivayê mirin e, lê axiriya fikira ruh jîyîn û edilayî ye”. Belê, çaxê hiş-aqilê me ser tiştên ruhanî ye, edilaya me tevî Xwedê û tevî meriva heye, û hin jî baweriya me heye ku emê axiriyêda jîyîna heta-hetayê bistînin.

8. Çira hêsa nîne ku ruhanîda pêşda herin û ruhaniya xwe xwey kin?

8 Em îro dinyake xirabda dijîn. Dor berê me hemû meriv tenê derheqa tiştên bedenî difikirin, û lema mera lazim e ruhanîda gihîştî bin û ruhaniya xwe xwey kin. Hergê em ruhaniya xwe unda kin, ev dinê wê hiş-aqilê me bi fikirên bedenî tije ke. Lê çi dikare alî me bike wekî nekevine vê qeziyê? Ça em dikarin ruhanîda mezin bin?

MESELÊN KU DERSÊ DIDINE ME

9. a) Çi dikare alî me bike ruhanîda mezin bin? b) Kîjan mesela merivên ruhanî emê vê gotarêda şêwir kin?

9 Zar dikare bibe gihîştî, hergê dîna xwe bide dê-bavê xwe û çev bide mesela wane baş. Mîna vê yekê, em jî dikarin ruhanîda mezin bin, hergê dîna xwe bidin merivên ruhanîda qewî û çev bidine wan. Lê em dikarin dersê xwera hîn bin ji mesela merivên ku dîna wan ser tiştên bedenî ne, û nebine mîna wan (1 Korn. 3:1-4). Kitêba Pîrozda meselên baş jî hene û yên xirab jî. Lê nêta me ew e ku ruhanîda mezin bin, lema jî were em şêwir kin çend meselên merivên ruhanî, û bivînin ku çida em dikarin çev bidine wan. Emê şêwir kin mesela Aqûb, Meryemê, û Îsa.

Em ji mesela Aqûb çi dersê hîn dibin? (Binihêre abzasa 10)

10. Ji çi dihate kifşê ku Aqûb merivekî ruhanî bû?

10 Pêşiyê were şêwir kin serhatiya Aqûb. Çawa îro emirê me nehêsa ye, emirê Aqûb jî nehêsa bû. Birê wîyî helal Esaw, kîjan ku merivekî bi hiş-aqilê neruhanî bû, dixwest wî bikuşta. Xêncî vê yekê, xezûrê Aqûb jî jêra heyf nîbû û timê bona kara xwe wî dida xebatê. Lê yeke Aqûb nav ewan merivên neruhanîda, ruhaniya xwe xwey kir. Ewî bawer dikir ev sozê ku Xwedê da Birahîm. Aqûb zanibû ku ev soz malbeta wîva jî girêdayî ye, lema ew timê miqatî neferên xwe dibû (Destp. 28:10-15). Pê xeberdan û kirên Aqûb dihate kifşê, wekî prînsîp û sozên Xwedê timê bîra wîda bûn. Besa xeberê çaxê Aqûb tirsiya çimkî birê wî dixwest wî bikuşta, ewî duada ji Yehowa hîvî kir: “Kerema xwe, min . . . xilaz ke . . . Ne te gotîye: ‘Ezê eseyî qencîyê li te bikim û zureta te bikime weke qûma berê’” (Destp. 32:6-12). Belê, eşkere ye ku Aqûb sozên Xwedê hindava xwe û kal-bavên xwe, qayîm bawer dikir û li gora qirara Xwedê dijît.

Em ji mesela Meryemê çi dersê hîn dibin? (Binihêre abzasa 11)

11. Ji çi tê kifşê ku Meryem meriveke ruhanî bû?

11 Were niha mesela Meryemê şêwir kin. Gelo çira Yehowa Meryem bijart seva bibe diya Îsa? Bêşik dikarin bêjin, çimkî ew meriveke ruhanî bû. Lê ji ku em vê yekê zanin? Ruhaniya wê tê kifşê ji vê yekê, ku ewê ça bi giliya Yehowa rûmet kir çaxê teseliya merivên xwe Zekerya û Êlîzabêtê kir. (Bixûne Lûqa 1:46-55.) Ji giliyên wê eyan tê kifşê, wekî ewê Xebera Xwedê çiqas qewî hiz dikir, û Nivîsarên Îbranî rind zanibû (Destp. 30:13; 1 Sam. 2:1-10; Malx. 3:12). Usa jî çaxê ew û Ûsiv teze zewicîbûn, safî kiribûn ku heta Îsa wanra nebe, ça jin-mêr tevî hev ranezên. Gelo ev yek çi dide kifşê? (Met. 1:25). Ev dide kifşê, wekî bona wan herda jî hê zêde qirara Yehowa ferz bû, ne ku xwestinên wan (Met. 1:25). Wede derbaz dibû, Meryemê dîna xwe didayê ku çi diqewime emirê Îsada û guh dida her gotinên Îsaye bîlan. Xêncî vê yekê, ewê “ev hemû tişt dilê xweda xwey dikirin” (Lûqa 2:51). Ew gelek difikirî derheqa qirara Xwedê hindava Mesîh. Were em çev bidine Meryemê, û emirê xweda timê qirara Xwedê daynin ciyê pêşin.

12. a) Îsa çida mîna Bavê xwe bû? b) Ça em dikarin çev bidine Îsa? (Binihêre şiklê ewlin.)

12 Lê gelo kê ye mesela lape mezin aliyê ruhanîda? Ew heye Îsa! Ewî temamiya emirê xweda û xizmetiyêda îzbat kir, wekî dixwaze bi temamî çev bide Bavê xwe Yehowa. Ewî her tiştîda, mesele xeberdanêda, fikir û kirên xweda çev dida Yehowa. Ewî li gora qirar û prînsîpên Xwedê dijît (Yûhn. 8:29; 14:9; 15:10). Besa xeberê, dîna xwe bidinê kitêba Îşayada ça dilşewatiya Yehowa tê kifşê, û beramber kin ku kitêba Marqosda ça dilşewatiya Îsa tê kifşê. (Bixûne Îşaya 63:9; Marqos 6:34.) Lê gelo em çev didine Îsa, û timê hazir in dilşewat bin hindava merivên ku hewcê vê yekê ne? Îsa usa jî wedê xwe û qewata xwe bi temamî xerc dikir ser şixulê belakirina mizgîniyê (Lûqa 4:43). Ew hemû xeyset-hunur û kirên wî nîşan dikin ku ew ruhanî bû.

13, 14. a) Em çi dikarin hîn bin ji xûşk-birên ruhanî? b) Meselê gilî kin.

13 Îro jî hene gelek xûşk-birên ruhanîda gihîştî, yên ku çev didine Îsa. Diqewime hûn divînin xûşk-birên usa ku xizmetiyêda xîret in, mêvanhiz in, dilşewat in, û hunurên wane baş hene. Rast e kêmasiyên wan jî hene, çimkî ewana gunekar in, lê yeke ewana her tiştî dikin seva nav xweda pêşda bînin wan hunura, kîjan ku Xwedê xweş tên. Xûşkeke me ji Brazîlyayê bi navê Rêyçêl, dibêje: “Min hiz dikir pey moda vê dinyayê herim. Lema jî min kincê nelayîq xwe dikir. Lê çiqas zef min rastî fem kir, haqas zef ez hêlan bûm ku nav xweda guhastina bikim û bibime merivê ruhanî. Rast e hêsa nîbû xwe biguhêzim, lê ez diha bextewar bûme û nêta emirê min jî heye”.

14 Ralên ku ji Fîlîpînê ye, rastî çetinayîke din hatiye. Ewê dixwest pêşdaçûyî be, lema jî nêt xwera danî wekî xwendina bilind bistîne û xebateke baş xwera bivîne. Ew gilî dike: “Nêtên mine ruhanî îda hêdî-hêdî bîra min diçûn. Lê paşê min têderxist, wekî emirê minda tiştek min kêm e, çi ku ji xebatê diha ferztir e. Lema min îda nêtên xwe guhast û dîna xwe da ser xizmetiya xwe Yehowara”. Ji wî wedeyî, Ralên bi temamî nava şixulê Yehowada ne û bawer dike, wekî Xwedê xweyê sozê xwe ye ku Metta 6:33, 34-da nivîsar e. Ew dibêje: “Ez qe dudilî nînim ku Yehowa wê bona min xem bike!” Dibeke civata weda jî hene xûşk-birên ku usa dijîn. Çaxê em divînin ku ça ewana çev didine Îsa, em jî dixwazin çev bidine wan (1 Korn. 11:1; 2 Têsln. 3:7).

SER “NÊT-FIKIRA MESÎH” BIN

15, 16. a) Seva bibine mîna Mesîh, em gerekê çi bikin? b) Ça nêt-fikira Mesîh dikare serê meda be?

15 Ça em dikarin çev bidine Mesîh? Kitêba Pîrozda 1 Korintî 2:16-da tê gotinê, wekî nêt-fikira Mesîh gerekê serê meda be. Lê Romayî 15:5-da tê gotinê wekî em gerekê “ser nêtekê bin, weke nexş-terzê Mesîh Îsa”. Dêmek, seva ku em bibine wek Îsa, em gerekê bizanibin ku nêt-fikirên wî çi bûn û ew ça difikirî, û derheqa xeyset-hunurên wî jî pêbihesin. Paşê em gerekê pêgeha wîda herin. Îsa hiş-aqilê xwe dabû ser heleqetiya xwe tevî Xwedê. Lema jî hergê em bibine mîna Îsa, emê hê zef çev bidine Yehowa. Ji vê yekê tê kifşê, wekî çiqas ferz e em hîn bin mîna Îsa bifikirin.

16 Lê ça em dikarin vê yekê bikin? Şagirtên Îsa keremetên wî didîtin, guh didan hînkirinên wî, dîna xwe didan ku ew ça bû hindava hemû cûre meriva, û didîtin ku ewî çawa prînsîpên Xwedê dianî sêrî. Lema jî wana got: “Em xwexa şedêd wan hemû tişta ne” (Kar. Şand. 10:39). Rast e em nikarin Îsa bivînin, lê Yehowa ji hizkirinê mizgînî daye nivîsarê, kîderê em derheqa Îsa dixûnin û dikarin xeyset-hunurên wî bivînin. Çaxê em bixûnin û bifikirin ser kitêba Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna, wê nêt-fikira Mesîh serê meda be. Wî cûreyî em dikarin “pêgeha wîda herin” û “bi wê nêt-fikirê sîlihkirî bin” çawa Mesîh (1 Pet. 2:21; 4:1).

17. Hergê em mîna Îsa bifikirin, ew yek çida wê alî me bike?

17 Hergê em mîna Îsa bifikirin, ev yek wê çida alî me bike? Çawa xwarina baş sihet-qewata me qewî dike, usa jî çaxê em hişê xwe tije dikin bi nêt-fikirên Îsa, ew yek ruhaniya me xwey dike. Paşê, hêdî-hêdî emê îda têderxin ku çi derecada Îsa wê çi bikira. Bi saya vê yekê, emê safîkirinên baş bikin û wê îsafa me ber Xwedê temiz bimîne. Dibeke hûn jî qayîl bin ku hergê em “Xudan Îsa Mesîh li xwe bikin mertal”, emê kareke mezin bistînin (Rom. 13:14).

18. Vê gotarêda derheqa merivê ruhanî hûn çi pêhesiyan?

18 Me şêwir kir ku çi tê hesabê bibine merivê ruhanî. Me usa jî dît ku em ji merivên ruhanî çi dikarin hîn bin. Û em usa jî pêhesiyan ku çaxê “nêt-fikira Mesîh” serê meda ye, ça ew yek alî me dike ku ruhanîda gihîştî bin. Lê hene dîsa tiştên din, ku em gerekê dîna xwe bidinê. Mesele, ça em dikarin têderxin ku em ruhanîda ça nin? Em çi dikarin bikin seva ruhanîda hê qewî bin? Û çawa ruhaniya me ser emirê me hukum dike? Gotara dinda emê cabên wan pirsa pêbihesin.