Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Berdewam kin Ruhanîda Pêşda Herin

Berdewam kin Ruhanîda Pêşda Herin

“Bi saya ruhê pîroz bimeşin” (GALT. 5:16).

KILAMÊN: 22, 75

1, 2. Ça birakî têderxist ku aliyê ruhanîda kêmasiya wî heye, û bona vê yekê ewî çi kir?

BIRAKÎ me bi navê Robêrt cahiltiyêda hatiye nixumandinê, lê bona wî xizmetî Xwedêra ciyê ferz nedigirt. Ew gilî dike: “Min tu car xirabî nedikir, lê xizmetiya min bê hemdê min bû. Alîkîva dihate kifşê ku ez ruhanîda qewî me, çimkî ez timê dihatime civatê û salê çend cara min ça pêşengê komekdar xizmet dikir. Lê tiştek emirê minda kêm bû”.

2 Robêrt fem nekir ku çi wî kêm bû, heta ku ew nezewicî. Ewî û jina wî gelek car lîstikek dilîstin, kîjan ku pirsên Kitêba Pîrozva girêdayî didane hev. Jina wî ruhanîda yeke qewî bû û hêsa caba wan pirsa dida. Lê Robêrt têderxist ku ew ne jî zane ça caba xwe bide û timê şerm dikir. Ew dibêje: “Min xwe usa texmîn dikir ku ez qe tiştekî nizanim. Min dilê xweda got, ‘Hergê ez dixwazim malxêkî ruhanî bim, ez gerekê guhastina bikim’”. Û Robêrt hema usa jî kir. Ew gilî dike: “Min Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, hê zêde û zêde, û hêdî-hêdî bal min her tişt cîwar bû. Min femkarî qazanc kir, û ya lape ferz ew e ku ez hê nêzîkî Yehowa bûme”.

3. a) Ji serhatiya Robêrt em çi dikarin hîn bin? b) Kîjan pirsên sereke emê niha şêwir kin?

3 Ji serhatiya Robêrt em derseke ferz xwera hîn dibin. Dibeke zanebûna me heye û em timê têne civata, lê tenê ew tişt me nakine merivê ruhanî. Yan jî dibeke em ruhanîda pêşda çûne, lê çaxê em xwe dicêribînin, em têderdixin wekî hene tişt kîjanada em gerekê dîsa pêşda herin (Fîlî. 3:16). Seva ku em berdewam kin ruhanîda pêşda herin, emê vê gotarêda caba sê pirsên sereke şêwir kin: 1) Çi wê alî me bike, ku em têderxin ruhanîda em ça nin? 2) Ça em dikarin ruhanîda qewî bin? 3) Çaxê em ruhanîda qewî ne, ça ew yek dikare jîyîna meda alî me bike?

RUHANIYA XWE BICÊRIBÎNIN

4. Şîreta ji Efesî 4:23, 24 bona kê ye?

4 Çaxê em bûne xizmetkarên Xwedê, em gelek tiştada hatine guhastinê. Ew yek hemû aliyava ser jîyîna me hukum bû. Lê paşî nixumandinê jî me berdewam dikir bêne guhastinê. Kitêba Pîroz dibêje, wekî em gerekê berdewam kin “bi ruh û fikirêd xweda nûyejiyîn bin” (Efes. 4:23, 24). Em gişk gunekar in, lema em gerekê timê guhastina bikin. Hela hê xizmetkarên Yehowa yên ku gelek sala jêra xizmet dikin, ew jî gerekê miqatî ruhaniya xwe bin (Fîlî. 3:12, 13).

5. Kîjan pirs dikarin alî me bikin ruhaniya xwe bicêribînin?

5 Seva ruhanîda pêşda herin û ruhaniya xwe xwey kin, em gerekê helal xwe bicêribînin. Firqî tune em cahil in yan emirda mezin in, her kes ji me dikare pirsên usa bide xwe: “Gelo ez ruhanîda hê pêşda diçim, yan na? Gelo xeyset-hunurada ez dibime mîna Mesîh? Gelo nihêrandina min û rabûn-rûniştina min civatêda, derheqa min çi eyan dikin? Gelo xeberdana min derheqa xwestinên min çi dide kifşê? Hînbûna şexsî, kincxwekirin, xemilandin, û ew yek ku ez ça qebûl dikim şîreta, çi eyan dikin derheqa min? Çaxê ez rastî cêribandina têm, ez ça xwe didime kifşê? Gelo ez bûme Mesîhiyê gihîştî?” (Efes. 4:13). Çaxê em kûr bifikirin ser cabên wan pirsa, ew yek wê alî me bike fem kin ku ruhanîda em çiqas pêşda çûne.

6. Seva em fem kin ku ruhanîda em ça nin, dîsa çi dikare alî me bike?

6 Seva em têderxin ku ruhanîda em gihîştî ne yan na, cara alîkariya merivên din mera lazim e. Pawlosê şandî got ku merivê neruhanî, yanê yê bedenî, fem nake ku ew ber Xwedê çi tiştên nerast dike. Lê merivê ruhanî fem dike nihêrandina Xwedê derheqa tişta û divîne ku Xwedê hiz nake jîyîna ku merivê bedenî dijî (1 Korn. 2:14-16; 3:1-3). Rûspî çev didine nêt-fikira Îsa, zû texmîn dikin çaxê nav xûşk-birada fikirên bedenî pêşda tên. Hergê ewana vê yekê nav meda bivînin û nêzîkî me bin seva alîkariyê bidine me, gelo emê şîreta wan qebûl kin? Hergê em usa bikin, emê nîşan kin ku em dixwazin ruhanîda merivne qewî bin (Waîz 7:5, 9).

RUHANÎDA PÊŞDA HERIN

7. Çira seva bibine merivne ruhanî, tenê zanebûn bes nîne?

7 Bîr nekin ku zanebûna Kitêba Pîroz bes nîne seva em bibine merivên ruhanî. Silêman Padşa gelek tişt zanibû derheqa Yehowa. Gotinên wî hela hê jî bûne para Kitêba Pîroz. Lê xilaziyêda ewî ruhaniya xwe unda kir û Yehowara amin nema (1 Padş. 4:29, 30; 11:4-6). Dêmek, xêncî zanebûna Kitêba Pîroz, dîsa çi lazim e? Lazim e em berdewam kin ruhanîda pêşda herin (Kols. 2:6, 7). Lê çawa vê yekê bikin?

8, 9. a) Çi wê alî me bike baweriya xwe qewî kin? b) Nêta me gerekê çi be çaxê em lêkolîna dikin û difikirin? (Binihêre şiklê ewlin.)

8 Pawlosê şandî Mesîhiyên qirna yekê şîret kir wekî bibine “gihîştî” (Îbrn. 6:1). Lê evê şîretê em ça dikarin bidine xebatê? Gaveke ferz ew e, ku kitêba “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey kin” xwera lêkolîn bikin. Ev kitêb wê alî we bike prînsîpên Kitêba Pîroz jîyîna xweda bidine xebatê. Hergê we ev kitêb îda xilaz kiriye, wê baş be hûn edebyetên din lêkolîn bikin, kîjan ku wê alî we bikin baweriya xwe qewî kin (Kols. 1:23). Usa jî hûn gerekê bifikirin ser wan tişta çi ku hîn dibin, û Yehowara dua bikin, wekî alî we bike wan tişta emirê xweda bidine xebatê.

9 Bîr nekin ku çaxê em lêkolîna dikin û difikirin, nêta me gerekê ew be wekî xwestina me qewî be ku dilê Yehowa şa kin û gura qanûnên wî bikin (Zeb. 40:8; 119:97). Xêncî vê yekê, em gerekê înkar kin her tiştî çi ku dikare rê me bigire ruhanîda pêşda herin (Tîto 2:11, 12).

10. Cahil çi dikarin bikin seva ruhanîda qewî bin?

10 Hergê tu cahil î, gelo nêtên teye ruhanî hene? Birakî me yê ku Beytelêda xizmet dike, xwera kire xeyset wekî wedê civata mezin xeber de tevî wan, yên ku gerekê bêne nixumandinê. Gelek ji wan cahil in. Ev bira ji wana dipirse ku çi nêtên wane ruhanî hene. Caba geleka eyan dike ku ewana pêşda fikirîne ku çawa ewana dixwazin Yehowara xizmet kin, mesele bibine pêşeng yan jî derbazî wî cîyî bin kîderê hewcetiya mizgînvana heye. Lê cara hene cahilên usa, yên ku nizanin ça caba xwe bidin. Gelo ev tê hesabê ku ewana difikirin wekî nêtên ruhanî wanra nelazim in? Hergê tu cahil î, pirsên usa bide xwe: “Gelo ez seva xatrê dê-bavê xwe xizmet dikim û tême civatê? Gelo ez hê nêzîkî Xwedê dibim û heleqetiya xweye şexsî tevî Yehowa qewî dikim?” Femdarî ye ku nêtên ruhanî bal me her kesî gerekê hebin, ne ku tenê bal cahila. Ev nêt wê alî me bikin ku ruhaniya xwe qewî kin (Waîz 12:1, 13).

11. a) Em gerekê çi bikin seva ruhanîda pêşda herin? b) Em dikarin çev bidine kîjan xizmetkarê Xwedê?

11 Çaxê em kêmasiya nav xweda divînin, em gerekê derbêra ser xwe bixebitin û guhastina bikin. Gelek ferz e wekî em merivne ruhanî bin, çimkî ew emirê meva girêdayî ye (Rom. 8:6-8). Lê bibine merivne ruhanîda gihîştî, nayê hesabê ku bêkêmasî bin. Ferz e em aliyê xweda her tiştî bikin seva ruhanîda pêşda herin. Vê yekêda ruhê Yehowayî pîroz dikare alî me bike. Birakî me bi navê Con Bar ku berê endemê Koma Rêberiyê bû derheqa rêza ji Lûqa 13:24 got: “Gelek nikarin vê yekê bikin, çimkî ewana êpêce ser xwe naxebitin seva qewî bin”. Em gerekê çev bidine Aqûb, kîjan ku tevî milyaket kete hucetê heta ku kerem nestand (Destp. 32:26-28). Xwendina Kitêba Pîroz hewas e, lê bona me ew gerekê ça mijûlbûn nîbe. Em gerekê kûr lêkolîn bikin seva ku xiznên ruhanî bivînin kîjan ku wê kêrî me bên.

12, 13. a) Çi wê alî me bike seva şîreta ji Romayî 15:5 bidine xebatê? b) Çawa mesele û şîreta Petrûsê şandî dikare alî me bike? c) Hûn çi dikarin bikin seva ruhanîda pêşda herin? (Binihêre çargoşe “ Gav ku Em Dikarin Bavêjin seva Ruhanîda Pêşda Herin”.)

12 Hergê em ruhaniya xwe qewî kin, ruhê pîroz wê qewatê bide me seva em fikirên xwe biguhêzin. Û bi saya ruhê pîroz emê bikaribin ser nêt-fikirên Mesîh bin (Rom. 15:5). Xêncî vê yekê, ew yek wê alî me bike xwestinên bedenî kokêva nav xwe derxin û xeyset-hunurên usa nav xweda pêşda bînin ku Xwedê xweş tên (Galt. 5:16, 22, 23). Hergê we têderxistiye ku hiş-aqilê we diçe ser hebûkê yan jî xwestinên bedenî, xwe egle nekin, ser xwe bixebitin. Timê ji Yehowa ruhê pîroz bixwazin, û ew wê alî we bike, wekî hûn nihêrandina xwe biguhêzin û hiş-aqilê xwe daynin ser tiştên ferz (Lûqa 11:13). Bînin bîra xwe Petrûsê şandî. Çend cara ewî tiştên usa kir ça merivekî neruhanî (Met. 16:22, 23; Lûqa 22:34, 54-62; Galt. 2:11-14). Lê ew dilteng nebû, û Yehowa alî wî kir. Hêdî-hêdî Petrûs hîn bû mîna Îsa bifikire û ewî nihêrandina xwe guhast. Em jî gerekê usa bikin.

13 Petrûs paşê derheqa çend hunura got, kîjan ku dikarin alî me bikin. (Bixûne 2 Petrûs 1:5-8.) Hergê em “her aliyava xîret kin” seva hunurên usa nav xweda pêşda bînin ça xwegirtin, sebir, û hizkirin hindava xûşk-bira, emê ruhanîda hê pêşda herin. Wê baş be em her roj pirseke usa bidine xwe: “Îro ez ser kîjan hunurî dikarim bixebitim seva ruhanîda pêşda herim?”

XEBITANDINA PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA HERROJÎDA

14. Hergê em merivne ruhanî ne, ew yek wê ça hukum be ser jîyîna meye herrojî?

14 Hergê em mîna Mesîh bifikirin, ew yek wê hukum be ser xeberdan, rabûn-rûniştina me xebatêda yan jî mektebêda, usa jî ser safîkirinên meye herrojî. Ew safîkirinên me wê eyan kin, wekî em dixwazin çev bidine Îsa. Çawa merivne ruhanî, em naxwazin tiştek heleqetiya me tevî Bavê meyî ezmana xirab ke. Çaxê em rastî cêribandina bên, nihêrandina mîna ya Mesîh wê alî me bike ku amin bimînin Xwedêra. Û usa jî çaxê em safîkirina bikin, emê lez nekevin û bifikirin ser van pirsa: “Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz vê safîkirinêda wê alî min bikin? Gelo Mesîh vê derecêda wê çi bikira? Kîjan safîkirin wê Yehowa xweş bê?” Em gerekê xwera bikin xeyset ku usa bifikirin. Were em derheqa vê yekê çend dereca şêwir kin. Her derecekêda, emê bivînin ku kîjan prînsîpa Kitêba Pîroz wê alî me bike safîkirina rast bikin.

15, 16. Meselê bînin ku çawa nêt-fikirên mîna yên Mesîh, dikarin alî me bikin safîkirinêda wedê a) bijartina hevalzewac. b) bijartina hevala.

15 Bijartina hevalzewac. Derheqa vê yekê Kitêba Pîrozda prînsîp heye 2 Korintî 6:14, 15-da. (Bixûne.) Giliyên Pawlos eyan didine kifşê, ku merivê ruhanî gelek cude dibe ji merivê bi hiş-aqilê bedenî. Gelo çawa ev prînsîp dikare alî we bike, ku hevalzewac rast bijbêrin?

16 Hevaltî. Dîna xwe bidin prînsîpa ji 1 Korintî 15:33. (Bixûne.) Merivê ruhanî wê tevî wan meriva hevaltiyê neke, yên ku dikarin ruhaniya wî sist kin. Lê kîjan pirs dikarin alî we bikin bi aqilayî hevala bijbêrin? Mesele, çawa hûn întêrnêtê didine xebatê? Yan jî ça ew prînsîp dikare alî we bike, çaxê hûn tevî merivên nenas lîstikên onlayn dilîzin?

Gelo safîkirinên min wê alî min bikin ez ruhanîda mezin bim? (Binihêre abzasa 17)

17-19. Çawa ruhaniya me dikare alî me bike a) şixulê bêkêr nekin? b) nêtên baş daynin pêşiya xwe? c) çetinayên orta xwe û meriva safî kin?

17 Şixulên ku rê me digirin ruhanîda mezin bin. Pawlosê şandî Mesîhî pêşda şîret kirin, wekî ewana fesal bin. (Bixûne Îbranî 6:1) Lê gelo em gerekê ji kîjan “kirinêd ku dibine berbi mirinê” xwe dûr xwey kin? Ew hene nêt û şixulên pûç ku tu karê mera naynin. Ev prînsîp dikare alî me bike ku em xwe bicêribînin, mesele van pirsa bidine xwe: “Gelo ev şixul ku ez dixwazim bikim, şixulê bedenî ye? Gelo lazim e ez bikevime nava wî şixulî, kîjan ku tenê seva pereçêkirinê ye? Çira ez gerekê nekevime nav wan koma, yên ku dixwazin halê dinyayê biguhêzin?”

Gelo safîkirinên min wê alî min bikin ez nêtên ruhanî daynim pêşiya xwe? (Binihêre abzasa 18)

18 Nêtên ruhanî. Îsa wedê dannasînkirina ser çiyê, derheqa nêtên ruhanî rêberiya zelal da (Met. 6:33). Belê, merivê ruhanî nêtên ruhanî datîne pêşiya xwe. Û ev prînsîp alî me dike caba wan pirsa bidin: “Gelo lazim e ez paşî mektebê xwendina bilind bistînim? Gelo gerekê ez evê xebatê qebûl kim?”

Gelo safîkirinên min wê alî min bikin ez edilayîhiz bim? (Binihêre abzasa 19)

19 Hevnefemkirin. Çawa şîreta Pawlosê şandî dikare alî me bike çaxê kesek me dide xeydandinê? (Rom. 12:18) Çawa şagirtên Mesîh, emê her tiştî bikin seva “tevî hemû meriva edilayîyêda bin”. Çaxê çetinayî orta me û kesekîda pêşda tê, gelo em ça xwe didine kifşê? Mera çetin e ber hev daxin? Gelo em têne naskirinê ça merivê ku edilayê çêdike? (Aqûb 3:18).

20. Çira hûn dixwazin ruhanîda pêşda herin?

20 Ev tenê çend mesele ne ku didine kifşê, wekî çawa prînsîpên Xwedê dikarin alî me bikin ku safîkirinên rast bikin. Hergê em ruhanîda qewî bin, emê hê bextewar û dilrihet bin. Robêrt besa kîjanî me jorê kir, dibêje: “Çaxê heleqetiya min tevî Yehowa qewî bû, ez bûme malxê û bavê hê baş. Ez dilrihet û bextewar bûme”. Em jî dikarin keremên usa bistînin, hergê ruhanîda pêşda herin. Çawa merivên ruhanî, emê hê bextewar bin, hin niha, hin jî çaxê “jîyîna ku rastî jîyîn e” qazanc kin (1 Tîmt. 6:19).