Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

JI ARXÎVÊN ME

Îrlendêda bi Saya Gotara Mizgînî Bela bû

Îrlendêda bi Saya Gotara Mizgînî Bela bû

SALA 1910 meha Gulanê ye. Gemî berbi Tengava Bêlfastê tê wekî bisekine, ew tengava berê ye. Komeke biçûk ku vê gemiyêda ne, tepên kesk dinihêrin yên ku şewqa şebeqê avîtibû ser. Nava wan merivada ku gemiyêda nin, Çarlz Têyz Rassêl e. Ew îda cara pênca ye ku tê Îrlendê. Dûrva ew divîne karxana çêkirina gemiya, kîderê gemiya mezin “Tîtanîk” û ya mîna wê “Olîmpîk” * tê çêkirinê. Gelek Lêkolînkarên Kitêba Pîroz pişt vê karxanê li ciyê sekinandina gemiya, sekinîne û hîviya wî ne.

Weke 20 sal pêşiya vê yekê, Rassêl difikirî ku çawa hê baş mizgînî dikare bela be nav temamiya dinyayê, û safî kir wekî ji Amerîkayê der çend rêwîtiya bike. Ewî rêwîtiya xwe destpêkir sala 1891 meha Tîrmehê û çû Îrlendê. Çaxê ew ser gemiyê bû, nêzîkî Qûînstonê dibû û dinihêrî ça ro diçe ava, ewî diqewime dianî bîra xwe giliyên dê-bavê xwe derheqa Îrlendê, çimkî ewana ji wêderê bûn. Çaxê yên rêwî û Rassêl bira didîtin ew şeherên terbet û ciyên bedew, wana fem kir ku ew deşt “hazir e û hîviya nandirûnê ye”.

Bi temamî Rassêl bira heft cara teseliya Îrlendê kir. Ça tê kifşê ji bo teseliya pêşin, hewasa gelek meriva pêşda hat hindava mizgîniyê, çimkî paşê bi seda meriva, cara bi hezara jî, guh didane wî çaxê ew dîsa hate wêderê. Çaxê ew cara duda hate Îrlendê, sala 1903 meha Gulanê, rojnamada hate elamkirinê, wekî wê Bêlfastêda û Dublînêda civîn hebin kîderê ku gotar bêne xwendinê. Rassêl got wekî çaxê gotara wîye derheqa baweriya Birahîm û keremên axiriyê bona însanetê dibihîstin, “guhdarvana gelek rind guhê xwe didan”.

Rassêl dît ku merivên Îrlendê guh didine mizgîniyê, lema jî Îrlenda kete nava rêwîtiya wîye sisiya nav Ewropayêda. Şebeqê meha Nîsanê sala 1908, çaxê ew Bêlfastêda ji gemiyê derket, pênc bira hatin pêşiya wî. Êvarê ser gotara bi navê “Kutakirina Împêriya Şeytan”, kîjan ku pê rojnamê hatiye elamkirinê, weke 300 meriv hatin. Merivekî dixwast evê civînê tevhev xe, lê Rassêl pê Kitêba Pîroz caba wî da û ew nimiz bû. Lê Dublînêda, 1 000 meriva zêdetir hatibûn, wekî gotarê bibihên. Merivekî bi navê Mr. O’Konêr, yê ku alîkarçiyê “Teşkîleta Mesîhiyên Xort” (YMCA) bû, hatibû ser vê civînê. Ewî dixwast wan guhdarvana miqabilî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz derxe. Lê bi rastiyê çi qewimî?

Were em pêbihesin çi qewimî wêderê. Merivek yê ku dixwast rastiya Kitêba Pîroz pêbihese, safî kir ku bê ser gotarê, kîjan ku rojnemêda ya bi navê “Îrîş Tayms” (“The Irish Times”) hatibû elamkirinê. Ew tê civînê, ancax xwera cî digire û rind guhê xwe dide gotarvan, dêmek Rassêl, kîjanî bi porê sipî, bi rû û bi qapûtê (plaş) reş û dirêj bû. Rassêl gotara xwe çaxê dixûne, ser sênê diçe-tê, destê xwe dibe-tîne, û bi hostetî rêz pey rêza şirovedike. Bi vê yekê hişê wî merivî rastiya Kitêba Pîrozra vedibe. Rast e hacetên dengî tune ne, lê dengê gotarvan odêda hemû aliyava rind tê bihîstin, û guhdarvan sihet nîvekî gotara wî dibihên. Paşê wedê pirs û caba, O’Konêr hevalên xweva dixwestin ku Rassêl bicêribînin, lê yeke ewî ser hîmê Kitêba Pîroz rind caba wan da. Guhdarvana destên xwe hevxistin û qayîlbûna xwe nîşan kirin. Çaxê her tişt seqirî, ew mêrikê ku dixwast rastiya Kitêba Pîroz pêbihese, nêzîkî bira dibe seva hê zêde pêbihese. Li gora giliyên şeda, gelek meriv bi wî cûreyî rastiyê pêhesiyan.

Çaxê Rassêl bira meha Gulanêda sala 1909 cara çara pê gemiyê hate Îrlendê, ewî Hûntsîngêr bira tevî xwe anî, yê ku stênograf bû. Rassêl dixwast wekî heta ewana okêanêda pê gemiyê rêwîtiyê dikin, ewî wedeyî bidine xebatê seva gotarên Birca Qerewiliyê binivîsin. Bêlfastêda ser gotara Rassêl 450 meriv hatin, û ji wana weke 100 meriv piya sekinîbûn, çimkî cî tune bû.

Ç. T. Rassêl bira ser gemiya “Lûsîtanya”

Wedê teseliya wîye pênca jî, Rassêl bira caba wan dida yên ku miqabilî wî derdiketin. Dublînêda paşî xwendina gotarê, têologê nav-deng tevî O’Konêr hat seva Rassêl bicêribîne, lê yeke Rassêl ser hîmê Kitêba Pîroz usa rind caba wî dida, ku gelek guhdarvana xweş hat. Roja din, Rassêl hevalên xweva pê gemiya poştê çûne Lîvêrpûlê û paşê pê gemiya bi navê Lûsîtanya çûne Niyû Yorkê. *

Gotar tê elamkirinê rojnemêda bi navê “Îrîş Tayms”, 20 Gulan, sala 1910

Çaxê Rassêl bira sala 1911-da cara şeşa û hefta hate Îrlendê, ewî ew gotar xwendin yên ku rojnameda hatine elamkirinê. Meha Nîsanê, 20 Lêkolînkarên Kitêba Pîroz 2 000 meriv qebûl kirin ser gotarê bi navê “Jîyîn Paşî Mirinê”. O’Konêr Dublînêda tevî xizmetkarekî rêlîgiyake din dîsa pirs dida, lê guhdarvana destên xwe hev dixistin ser cabên ku bi Kitêba Pîroz dihatine dayînê. Dîsa vê salê payîzê, Rassêl teseliya çend şehera kir û ser gotara wî gelek meriv hatin. O’Konêr û 100 merivên miqabil, dîsa xwestin Dublînêda civînê tevhev xin, lê dîsa jî guhdarvana bi dil û can piştgiriya gotarvan kirin.

Rast e hingê Rassêl diha zef gotar dixwendin, lê ewî fem dikir wekî tu meriv usa nîne ku kes tune be ciyê wî bigire, çimkî “ew ne ku şixulê meriva ye, lê ew şixulê Xwedê ye”. Gotarên ku pêşda rojnamada dihatine elamkirinê, mecalên baş bûn wekî rastiya Kitêba Pîroz bê belakirinê. Axiriya vê yekê çi bû? Bi saya van gotara mizgînî dihate belakirinê û nav temamiya Îrlendêda gelek şeherada civat saz bûn (“Ji arxîvên me Brîtanyayêda”).

^ abz. 3 Paşî 2 sala gemiya “Tîtanîk” çû bin avê.

^ abz. 9 Ev gemî hate hûrdexweşîkirinê pê torpêdo (bombe), sala 1915-da.