Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Esaw mafê nixurîtiya xwe firote Aqûb, gelo lema Aqûb kete xeza wan kal-bava, ji kîjana Mesîh gerekê bihata?

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Hêna berêda, gelo ese bû wekî mêr nixurî bûya, seva ku biketa rêza wan kal-bava ji kîjana Mesîh gerekê bihata?

Edebyetên meda me çend cara besa vê pirsê kiriye. Îbranî 12:16-da tê gotinê, ku Esaw “tiştên pîroz qîmet nekir” û “mafê nixurîtiya xwe, bona zike xwarin [Aqûbra] firot, DT”. Ji vê yekê tê kifşê, ku çaxê Aqûb “mafê” nixurîtiyê stand, ew jî kete nava rêza kal-bava, ji kîjana Mesîh gerekê bihata (Met. 1:2, 16; Lûqa 3:23, 34).

Lê ji hine serhatiyên Kitêba Pîroz tê kifşê, ku mêr seva bikeve nav rêza wan kal-bava, ji kîjana Mesîh gerekê bihata, ese nîbû ku nixurî bûya. Were çend îzbatkirinên vê yekê şêwir kin:

Ji kurên Aqûb (Îsraêl) ku Lêayê jêra anî, nixurî Rûbên bû. Lê kurê pêşin ji Rahêlê, ya ku Aqûb gelek lê hiz dikir, Ûsiv bû. Çaxê Rûbên gune kir, maf, dêmek îzina nixurîtiyê, gihîşte Ûsiv (Destp. 29:31-35; 30:22-25; 35:22-26; 49:22-26; 1 Dîr. 5:1, 2). Lê yeke ewana herdu jî neketine nav rêza wan kal-bava, ji kîjana Mesîh gerekê bihata. Kurê Aqûb yê çara Cihûda, kîjan ku Lêayê jêra anî, kete nava vê rêzê (Destp. 49:10).

Lûqa 3:32-da tê rêzkirinê pênc navê kal-bavên ji xeza Mesîh. Ça tê kifşê her yek ji wan nixurî bû. Mesele, nixuriyê Bowaz Ovêd bû, lê nixuriyê Ovêd Yêşa bû (Rût 4:17, 20-22; 1 Dîr. 2:10-12).

Lê em zanin ku Dawidê kurê Yêşa, nixurî nîbû. Ew ji heyşt kura yê lapî biçûk bû. Lê yeke Mesîh ji rikiniyata Dawid bû (1 Sam. 16:10, 11; 17:12; Met. 1:5, 6). Rast e Silêman nixuriyê Dawid nîbû, lê ew jî kete rêza wan kal-bava (2 Sam. 3:2-5).

Lê ew nayê hesabê ku nixurtî ferz nîbû. Çimkî malbetêda yê nixurî xweyîqedir bû, û gelek car paşî malxê malê, ew dibû serwêr. Usa jî malbetêda hebûk dubare didane wî (Destp. 43:33; Qan. Dcr. 21:17; Yêşû 17:1).

Lê mafê nixurîtiyê dikaribû bigihîşta kurekî din. Ew yek tê kifşê çaxê Birahîm nixurîtiya Îsmayîl da Îshaq (Destp. 21:14-21; 22:2). Û usa jî ça me dît, nixurîtiya Rûbên gihîşte Ûsiv.

Niha werên em dîsa bixûnin Îbranî 12:16: “Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bênamûs be, yan mîna Esaw be, yê ku tiştên pîroz qîmet nekir û mafê nixurîtiya xwe, bona zike xwarin firot, DT”. Gelo Pawlos bi vê rêzê çi dixwest bigota?

Vê rêzêda Pawlos ne ku dîna Mesîhiya dida ser xeza kal-bavên Mesîh, lê ewî dixwest wana şîret kira, wekî “nigên xwe riya rastda” bavêjin. Ewana gerekê miqatî xwe bûna ku neketana nav bênamûsiyê, û “destê xwe ji kerema Xwedê” nekirana (Îbrn. 12:12-16). Lê hergê wana usa nekira, wê bibûna mîna Esaw, yê ku “tiştên pîroz qîmet nekir”, û bû yekî dinêhiz.

Esaw dijît hêna baveşîrada, û diqewime cara îzina wî hebû hela hê jî qurbana bîne (Destp. 8:20, 21; 12:7, 8; Îb. 1:4, 5). Lê Esaw bi binyata merivayî difikirî, lema ewî bona tase şorba nîsika pişta xwe da hemû keremên xwe. Diqewime ewî ew yek kir, çimkî nedixwest wî cefayî bikişîne, kîjan ku zureta Birahîm gerekê bidîta, çawa hatibû pêxembertîkirinê (Destp. 15:13). Esaw du jinên pûtparist anî, û bi vê yekê jî da kifşê ku ew dinêhiz bû û tiştên pîroz nedişêkirand. Ew du jin bûne kula dilê dê-bavê Esaw (Destp. 26:34, 35). Lê Aqûb çev neda birê xwe û jineke usa anî ya ku Xwedêyê rast diheband (Destp. 28:6, 7; 29:10-12, 18).

Axiriyêda, em çi dikarin bêjin derheqa xeza Mesîh? Ça me dît vê xezêda ne hemûşk nixurî bûn. Cihûya ew yek zanibûn û qebûl dikirin, usa jî qebûl dikirin wekî Mesîh bi rikiniyata Dawid hat, kîjan ku kurê Yêşa yê biçûk bû (Met. 22:42).