Here Naverokê

Here naverokê

Terbiye – Îsbata Hezkirina Xwedê

Terbiye – Îsbata Hezkirina Xwedê

“Xudan, wî yê ku jê hez dike, edeb dike” (ÎBR. 12:6).

KILAM: 123, 86

1. Li gor Kitêba Pîroz, maneya terbiyeyê çi ye?

GAVA tu peyva “terbiye” dibihîzî, çi tê bîra te? Gelek kes difikirin ku terbiye û cezakirin wek hev in, lê bi eslê xwe, maneya terbiyeyê ji cezakirinê firehtir e. Li gor Kitêba Pîroz, terbiye tiştekî baş e û bi zanîn, hîkmet, hezkirin û jiyanê ve girêdayî ye (Mtl. 1:2-7; 4:11-13). Gava Xwedê me terbiye dike, ev yek îsbat dike ku ew ji me hez dike û dixwaze ku em heta bi hetayê bijîn (Îbr. 12:6). Belê, terbiyeya wî carinan bi ceza dibe, lê tu caran bêrehm an bi zilm nabe. Peyva “terbiye” bi perwerdekirinê ve girêdayî ye, wek ku dê û bav zarokên xwe bi hezkirinê perwerde dikin.

2, 3. Terbiye çawa dikare hem bi cezayê hem jî bi perwerdekirinê girêdayî be? (Li resmê ewilî binêre.)

2 Li ser vê mîsalê bifikire: Zarokekî bi navê Johnny li hundirê malê bi topê dilîze. Diya wî jê re dibêje: “Kuro, ma tu nizanî gerek tu li hundirê malê bi topê nelîzî! Tuyê tiştekî bişikînî!” Lê belê Johnny, guh nade diya xwe û dewam dike. Paşê top li kûpekî dikeve, û kûp dişike. Diya wî wê çawa terbiyeyê bide wî? Ew dikare hem şîret hem jî ceza bide Johnny. Dê dixwaze ku Johnny fehm bike ku gerek ew çima guh bide dê û bavê xwe, û rêyî wî bide ku qaîdeyên malê çima lazim û bifeyde ne. Paşê, ew dikare cezayeke minasib bide wî. Mesela, ew dikare topê heta demekê veşêre. Bi vî awayî, zarok wê fehm bike ku eger ew guhdariya diya xwe neke, netîce wê çi be.

3 Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em aîdî mala Xwedê ne (1. Tîm. 3:15). Loma em qebûl dikin ku heqê Yehowa heye ku standardan çêke û terbiye bide me eger em ji van standardan derkevin. Wekî din, gava kirinên me dibin sebeba netîceyên nexweş, terbiyeya Yehowa dikare alî me bike ku em bînin bîra xwe ku çi qas muhîm e ku em guh bidin wî (Gal. 6:7). Xwedê ji me pir hez dike, û ew naxwaze ku serê me bikeve belayê (1. Ptr. 5:6, 7).

4. (a) Yehowa dixwaze ku em zarok û xwendekarên xwe çawa perwerde bikin? (b) Di vê meqaleyê de emê li ser çi şêwir bikin?

4 Bi terbiyeya li gor Kitêba Pîroz, em dikarin alî zarokê xwe an jî xwendekarekî Kitêba Pîroz bikin ku ew bibe şagirtê Îsa. Belê, Peyva Xwedê “ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê”. Bi saya vê perwerdeyê, zarokê me an jî xwendekarê Kitêba Pîroz dikare ‘hemû tiştên ku Îsa emir kirine pêk bîne’ (2. Tîm. 3:16; Met. 28:19, 20). Yehowa dixwaze ku em zarok an xwendekarên xwe wisa perwerde bikin ku ew jî karibin mirovên din bikin şagirtên Îsa (Tîtos 2:11-14 bixwîne). Niha emê cewabên sê pirsên muhîm bibînin: (1) Terbiyeya Xwedê çawa hezkirina wî eyan dike? (2) Em dikarin ji kesên ku li zemanên berê hatibûn terbiye kirin, çi bielimin? (3) Gava em terbiye didin, em çawa dikarin Yehowa û Kurê wî ji xwe re bikin nimûne?

XWEDÊ BI HEZKIRINÊ TERBIYE DIKE

5. Terbiyeya Yehowa çawa îsbat dike ku ew ji me hez dike?

5 Yehowa me bi hezkirinê edeb dike, hîn dike û perwerde dike ku em karibin di hezkirina wî de û di riya jiyanê de bimînin (1. Yûh. 4:16). Xwedê me tu caran kêm naxe û nabe sebeb ku em xwe bêqîmet bibînin (Mtl. 12:18). Li şûna vê, Yehowa bala xwe dide sifatên me yên baş û hurmetê dide îradeya meye azad. Terbiyeya ku em ji Peyva Xwedê, ji weşanên li ser Kitêba Pîroz, ji dê û bavê xwe an jî ji kalên civatê distînin îsbat dike ku Yehowa ji me hez dike. Belê, gava kalên civatê me bi dilnermî û hezkirinê tînin ser rê, ew hezkirina Yehowa eyan dikin (Gal. 6:1).

6. Eger terbiye dibe sebeba windakirina îmtiyazan, ev yek hezkirina Xwedê çawa eyan dike?

6 Terbiye carinan tenê bi şîretkirinê nabe. Eger kesek gunehekî giran bike, dibe ku hin îmtiyazên civatê ji destê wî bên girtin. Dîsa jî, ev terbiye nîşan dide ku Xwedê ji wî hez dike. Mesela, gava mirov îmtiyazên xwe winda dike, dibe ku ew bi vî awayî fehm bike ku gerek ew bala xwe zêdetir bide lêkolîna Kitêba Pîroz, fikirîna kûr û duayê, ku ji alîye ruhî ve xurttir bibe (Zeb. 19:7). Bi zeman re, dibe ku ew îmtiyazên xwe dîsa bistîne. Gava kesek ji civatê tê derxistin, ev yek jî hezkirina Yehowa eyan dike, çimkî bi vî awayî civat ji bandora xerab tê parastin (1. Kor. 5:6, 7, 11). Ji xeynî vê, bi saya terbiyeya Xwedê, dibe ku kesê ku ji civatê hatiye derxistin fehm bike ku gunehê wî çi qas giran e û tobe bike (Kar. 3:19).

TERBIYEYA YEHOWA BIFEYDE YE

7. Şebna kî bû, û bi zeman re kîjan sifata xerab eyan kir?

7 Ji bo ku em qîmeta terbiyeyê fehm bikin, emê niha bala xwe bidin du kesên ku ji aliyê Yehowa ve hatibûn terbiye kirin: Şebna, mirovekî ku di dema Hîzkiya de dijiya, û birayekî me yê bi navê Graham. Şebna “li ser mala qiral” bû, yanî ew bi îhtimaleke mezin li ser mala Hîzkiya bû (Îşa. 22:15). Lê çi heyf e ku ew bi zeman re bû yekî pozbilind. Şebna ji xwe re tirbeyeke biha çêkir û li erebeyên bişatafat siwar dibû (Îşa. 22:16-18).

Eger em nêrîna xwe bi dilnizmî rast bikin, emê bereketa Xwedê bistînin (Li paragrafên 8-10an binêre)

8. Yehowa çawa terbiye da Şebna, û netîce bû çi?

8 Berî ku padîşahê Asûrê Sanherîb êrîşî Orşelîmê kir, Şebna li rûmeta xwe digeriya. Loma Yehowa îşê wî ji destê wî girt û da Elyakîm (Îşa. 22:19-21). Paşê, Sanherîb memûrên xwe û ordiyeke mezin şandin Orşelîmê ji bo ku cesareta Cihûyan bişikîne û Hîzkiya bitirsîne ku ew teslîm bibe (2. Qra. 18:17-25). Wexta ku Elyakîm çû cem memûrên Asûrê, tevî wî du mirovên din hebûn. Yek ji wan Şebna bû, yê ku êdî bûbû katib. Li şûna ku Şebna hêrs bikeve ji ber ku wî îşê xweyî bilind winda kiribû, wî bi dilnizmî îşekî biçûktir qebûl kir. Em ji vê çi dielimin?

9-11. (a) Serpêhatiya Şebna çi rêyî me dide? (b) Ev yek ku Yehowa çawa terbiye da Şebna çawa cesaretê dide te?

9 A yekê, Şebna îmtiyaza xwe winda kir. Ev yek nîşan dide ku netîceya pozbilindiyê felaket e (Mtl. 16:18). Eger di civatê de îmtiyazên te hebin, gelo tuyê dilnizm bimînî? Ji bîr neke ku çi qabiliyet an serkeftinên te hebin, ew gişt ji Yehowa ne (1. Kor. 4:7). Pawlosê şandî wisa got: “Bila tu kes ji ya ku pêwist e zêdetir li ser xwe nefikire, lê bila li gor pîvana baweriya ku Xwedê li her kesî leva kiriye, bi sergiranî bifikire” (Rom. 12:3).

10 A diduyan, ev yek ku Yehowa şîreteke sert da Şebna, nîşan dide ku wî hêviya xwe ji Şebna nebirîbû (Mtl. 3:11, 12). Wê baş be ku kesên ku îro îmtiyazên xizmetê winda kirine, li ser vê bifikirin. Li şûna ku ew hêrs bikevin, wê baş be ku ew dîsa jî bi dil û can ji Yehowa re xizmetê bikin. Belê, terbiyeya Yehowa hezkirina wî eyan dike. Loma eger em xwe li ber Xwedê nizm bikin, ewê me zû dereng xelat bike (1. Petrûs 5:6, 7 bixwîne). Terbiyeya ku Xwedê bi hezkirinê dide me, dikare alî me bike ku em xwe li gor daxwaza wî rast bikin.

11 A sisêyan, ev yek ku Yehowa çawa terbiye da Şebna rêyî me dide ku gerek dê û bav an kalên civatê çawa terbiyeyê bidin. Terbiyeya Yehowa nîşan dide ku ew ji gunehan nefret dike. Lê ji aliyê din ve, terbiyeya wî nîşan dide ku ew xema mirovan dixwe, yên ku ji rê derketine. Eger lazim be ku tu terbiyeyê bidî kesekî, gelo tuyê jî wisa bikî? (Chd. 22, 23).

12-14. (a) Hinek li terbiyeya Xwedê çawa dinêrin? (b) Peyva Xwedê çawa alî birayekî me kir ku ew nêrîna xwe rast bike, û netîce bû çi?

12 Çi heyf e ku hin kesên ku terbiyeyê distînin ew qas dixeyîdin ku ew xwe ji Xwedê û ji civatê dûr dixin (Îbr. 3:12, 13). Gelo kesên wisa bêçare ne? Na! Li serpêhatiya birayê me Graham binêre: Graham ji civatê hatibû derxistin. Paşê, ew vegeriya civatê. Lê bi zeman re, wî dev ji xizmet û civînan berda. Kalekî civatê, yê ku dixwest alî wî bike, bi wî re hevaltî kir. Di netîceyê de, Graham ji wî xwest ku ew kursa Kitêba Pîroz bide wî.

13 Graham çima ji aliyê ruhî ve sist bû? Kalê civatê problema wî wisa tarîf dike: “Graham hebekî qure bû. Ew di heqê kalên ku ew ji civatê derxistibûn de, baş nedipeyivî. Loma di çend rûniştinê de, me li ser ayetên der heqê quretî û netîceyên quretiyê de şêwir kir. Peyva Xwedê çavê Graham hêdî hêdî vekir. Wî fehm kir ku ew bi rastî jî qure ye. Piştî ku Graham qebûl kir ku ‘kalasê’ quretiyê ew kor kiribû û ku nêrîna wî problema bû, wî xwe zû rast kir. Loma Graham ji nû ve diçû civînan, û wî Kitêba Pîroz bi kûrahî lêkolîn dikir û her roj dua dikir. Wekî din, Graham di malbatê de mesûliyetên xwe yên ruhî dianîn cih. Xanim û zarokên wî ji vê pir kêfxweş bûn” (Lûqa 6:41, 42; Aqûb 1:23-25).

14 “Rojekê, Graham tiştekî pir xweş got: ‘Çend sal e ez rastiyê dizanim, û min pêşengî jî dikir. Lê ancax niha, ez dikarim bi rastî bibêjim ku ez ji Yehowa hez dikim.’ Pir wext derbas nebû ku îşê gerandina mîkrofonê ji wî re hat dayîn, û ew jî ji vê mesûliyetê pir kêf distand. Ji serpêhatiya wî, min fehm kir ku eger kesek xwe li ber Xwedê nizm bike û terbiyeyê qebûl bike, Xwedê wê li ser wî bereketan bibarîne!”

XWEDÊ Û MESÎH JI XWE RE BIKE NIMÛNE

15. Eger em dizwazin şîretê bidin kesekî, gerek em çi bikin?

15 Ji bo ku mirov bibe mamosteyekî baş, gerek ew serê pêşîn bibe xwendekarekî baş (1. Tîm. 4:15, 16). Loma eger em dixwazin şîretê bidin kesekî, gerek em bi xwe jî rêberiya Yehowa bi dilnizmî qebûl bikin. Eger em wisa bikin, kesên din wê qedrê me bigirin û qîmetê bidin şîretên me.

16. Di warê terbiye û hînkirinê de, em dikarin ji Îsa çi bielimin?

16 Di vî warî de, Îsa ji me re bû emsal. Çi qas zor bû jî, Îsa her tim guh dida Bavê xwe (Met. 26:39). Wî her tim digot ku hîkmet û gotinên wî ji Yehowa ne (Yûh. 5:19, 30). Ji ber ku Îsa dilnizm û guhdar bû, ew mamosteyekî dilovan bû, û kesên dilpak ji wî hez dikir (Metta 11:29 bixwîne). Gotinên Îsa cesaret dida dilşikestî û belengazan (Met. 12:20). Mesela, gava şandiyên Îsa muneqeşe kir ku kî ji wan ê herî mezin e, wî dîsa jî bi nezaket û bi dilovanî şîret da wan (Mar. 9:33-37; Lûqa 22:24-27).

17. Wê baş be ku kalên civatê çawa şivantiyê bikin?

17 Gava kalên civatê xwişk û birayan terbiye dikin, gerek ew Îsa ji xwe re bikin nimûne. Bi vî awayî, ew dikarin nîşan bidin ku ew rêberiya Xwedê û Îsa qebûl dikin. Petrûsê şandî wisa got: “Şivantiya keriyê Xwedê yê ku li ber we ye, ne ji mecbûrî lê ji dil bikin. Îcar vê ne ji bo qezenceke bêserûber, lê bi dilxwazî bikin. Ne wek ku hûn hukumdariyê li wan ên ku li we hatine spartin bikin, lê belê ji bo kerî bibin mînak” (1. Ptr. 5:2-4). Belê, qebûlkirina rêberiya Xwedê û Mesîh hem ji bo kesên ku şîretê didin hem jî ji bo yên ku şîretê distînin, bifeyde ye (Îşa. 32:1, 2, 17, 18).

18. (a) Yehowa ji dê û bavan çi dixwaze? (b) Xwedê çawa alî dê û bavan dike ku ew mesûliyetên xwe bînin cih?

18 Gerek em van prensîpan di malbatê de jî bi kar bînin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bavno! Hûn jî hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin” (Ef. 6:4). Ev yek çi qas muhîm e? Methelokên Silêman 19:18 (WDN) wisa dibêje: “Heta ku îmkan hebe, kurê xwe terbiye bike, û nebe sebeba mirina wî.” Belê, eger dê û bav zarokên xwe terbiye nekin, Yehowa wê ji wan hesab bipirse (1. Sam. 3:12-14). Yehowa hîkmet û qewetê dide dê û bavên ku bi dilnizmî li rêberiya Kitêba Pîroz û ruhê pîroz digerin (Aqûb 1:5 bixwîne).

TERBIYEYÊ QEBÛL BIKE Û NÎMETAN BISTÎNE

19, 20. (a) Eger em terbiyeya Xwedê qebûl bikin, emê kîjan nîmetan bistînin? (b) Li meqaleya bê, emê li ser çi şêwir bikin?

19 Eger em terbiyeya Xwedê qebûl bikin û di warê terbiyekirinê de Yehowa û Îsa ji xwe re bikin nimûne, emê pir nîmetan bistînin. Malbat û civatên me wê tijî hizûr û selametê bibin, û her kes wê ji hev hez bike û qîmetê bidin hevdû (Zeb. 72:7). Belê, terbiyeya Yehowa hînî me dike ku em çawa dikarin heta bi hetayê di selamet û yekîtiyê de wek malbatekê bi hev re bijîn (Îşaya 11:9 bixwîne). Belê, terbiyeya Xwedê îsbat dike ku Xwedê ji me çi qas hez dike.

20 Li meqaleya din, emê li ser terbiyeya di malbat û di civatê de şêwir bikin. Wekî din, emê bielimin ku em çawa dikarin xwe terbiye bikin. Ji xeynî vê, emê tiştekî bibînin, ê ku ji êşa terbiyeyê xerabtir e.