Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Hê Zêde” Dil Bidine Hev

“Hê Zêde” Dil Bidine Hev

“Bira em bona hevdu xem bikin, . . . dil bidine hev û hê zêde, çimkî em dibînin ku roja axretê nêzîk dibe” (ÎBRN. 10:24, 25).

KILAMÊN: 90, 87

1. Çira Pawlosê şandî Mesîhiyên Cihû hêlan dikirin, wekî “hê zêde” dil bidine ber hev?

ÇIRA lazim e em dil bidine hev? Pawlosê şandî nema xweda Mesîhiyên Îbranîra giliyên usa nivîsî: “Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev. Bira em dest ji lihevcivînê nekişînin, çawa ku hineka xwera kiriye xeyset, lê em dil bidine hev û hê zêde, çimkî em dibînin ku roja axretê nêzîk dibe” (Îbrn. 10:24, 25). Hê pênc sal derbaz nebû, Mesîhiyên Cihû ku Orşelîmêda dijîtin, fem kirin ku “roja Xudan” nêzîk e. Wana nîşana Îsa têderxist ku ewana gerekê ji şeher birevin seva emirê xwe xilaz kin (Kar. Şand. 2:19, 20; Lûqa 21:20-22). Ev roja Xudan hat sala 70 D.M., gava Romaya Orşelîm kuta kirin.

2. Çira îlahî îro em gerekê hê zêde hêlana bidine hev?

2 Îro jî em dereca usada nin. Roja Yehowa ku “mezin û zef tirsehêz e”, ber şêmîkê ye (Yowl. 2:11). Sêfanya pêxember got: “Roja mezin ya Xudan nêz e [nêzîk e], nêz e û zef bilezî tê” (Sêfn. 1:14). Ew pêxembertî usa jî derheqa rojên me ye. Lema jî çawa Pawlos got, em gerekê “bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev” (Îbrn. 10:24). Belê, îlahî îro em gere hê zêde bona xûşk-bira xem bikin, û gava ewana hewce bin, em bikaribin dil bidine wan.

KÊ HEWCÊ DILDAYÎNÊ YE?

3. Pawlosê şandî çi got derheqa dildayînê? (Binihêre şiklê ewlin.)

3 “Kul-derd dilê mêriv . . . dihelîne, lê gotineke qenc wî şa dike” (Metlk. 12:25). Her kes ji me cara hewcê dildayînê û giliyên şîrin e. Pawlos da kifşê, wekî hela hê jî ewê ku cabdar e hêlana bide meriva, ew jî hewcê dildayînê ye. Ewî Mesîhiyên Romêra nivîsî: “Ez gelekî heyra dîtina weda me, wekî pêşkêşeke ruhanî bigihînime we, ku hûn baweriyêda bişidin. Awa gotî ez jî tevî we, em dil bidin ber hev, bi wê baweriya min û weye her du aliyava” (Rom. 1:11, 12). Belê, Pawlos ku mesela mezin hîşt dildayînêda, cara xwexa jî hewcê vê yekê bû. (Bixûne Romayî 15:30-32.)

4, 5. Îro em dikarin dil bidine kê, û çira?

4 Ewên ku seva xizmetiya hertim qurbana dikin, hêjayî paya ne. Nava wanda pêşeng in. Gelek ji wan zef qurbana dikin seva ku bikaribin ça pêşeng xizmet kin. Usa jî mîsyonêr, xizmetkarên Beytelê, berpirsiyarên mihalê û jinên wan, û ewên ku ofîsên welgerandinêda dixebitin, emirê xweda tişta ji xwe kêm dikin seva hê zêde Yehowara xizmet kin. Lema jî em gerekê dil bidine wan û payê wan bidin. Û usa jî ewên ku berê xizmetkarên hertim bûn, lê îda nikarin usa xizmet kin, wê şa bin hergê em dil bidine wan jî.

5 Xûşk-birên ku azep dimînin çimkî gura vê temiyê dikin ku “tenê bawermendê Xudan” bistînin, ewana jî hêjayî dildayînê ne (1 Korn. 7:39). Usa jî, jin geş dibin û dişidin çaxê mêrê wan paya didine wan bona şixulê ku ewana dikin (Metlk. 31:28, 31). Hin jî xûşk-birên ku wedê peyketinada yan jî çaxê nexweş in, Xwedêra amin dimînin, hewcê dildayînê ne (2 Têsln. 1:3-5). Yehowa û Mesîh jî ber dilê wan hemû xizmetkarên aminda tên. (Bixûne 2 Têsalonîkî 2:16, 17.)

RÛSPÎ DIKARIN DIL BIDINE ME

6. Li gora Îşaya 32:1, 2, şixulê rûspiya çi ye?

6 Bixûne Îşaya 32:1, 2. Bi saya “seroka”, dêmek rûspiyên ji Mesîhiyên bijartî û pezên din, Îsa Mesîh berdilî û rêberiyê dide wan, yên ku dilşkestî ne û dilteng in. Ew rûspî “hukumî” ser baweriya xûşk-bira nakin, lê tevî wan dixebitin wekî ewana baweriyêda şidiyayî bin (2 Korn. 1:24).

7, 8. Xêncî giliyên dildayînê, dîsa ça rûspî dikarin xûşk-bira bişidînin?

7 Pawlosê şandî meseleke mezin hîşt dildayînêda. Ewî Mesîhiyên Têsalonîkîra yên ku rastî zêrandinê dihatin, nivîsî: “Dilê me ser we dişewitî, heta ku me dixwest ne ku tenê Mizgîniya Xwedê bida we, lê emirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delaliyêd me” (1 Têsln. 2:8).

8 Cara tenê pê giliya dil bidine kesekî bes nîne. Çira? Pawlos rûspiyên civata Efesîra nivîsî: “Gerekê bixebitin komekê bidine ketiya û xebera Xudan Îsa bîr bînin ku digot: ‘Xwezî li dayiya, ne ku li standiya’” (Kar. Şand. 20:35). Belê, Pawlos hazir bû ne ku tenê dil bide xûşk-bira, lê usa jî “xwe jî û mal-halê xwe jî” bide (2 Korn. 12:15). Usa jî rûspî gerekê ne ku tenê pê giliya xûşk-bira bişidînin, lê pê kirên xwe. Ew yek dide kifşê wekî ewana bi rastî bona xûşk-bira xem dikin (1 Korn. 14:3).

9. Çawa rûspî dikarin usa şîreta bidin wekî bişidînin?

9 Cara bona hevşidandinê şîret lazim in. Lê hingê rûspî gerekê guh bidine Kitêba Pîroz ku usa şîret kin, wekî wana qewî kin. Îsa vê yekêda meseleke mezin hîşt. Îsa paşî rabûna xwe şîretên sert da hine civatên Asya Biçûkda. Lê dîna xwe bidinê, Îsa ew yek ça kir. Pêşiya şîretkirinê, ewî bi dil û can payî da civata Efesî, Pergamayê û Tiyatîrayê (Eyan. 2:1-5, 12, 13, 18, 19). Ewî civata Lawdikyayêra got: “Ez kîjana hiz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim. Bona vê yekê xîret ke û ji gunekirinê vegere!” (Eyan. 3:19). Wê baş be hergê rûspî çev bidine Îsa çaxê şîreta didine xûşk-bira.

NE TENÊ RÛSPÎ CABDAR IN DIL BIDIN

Dê-bavno, hûn zarên xwe hîn dikin ku dil bidine xûşk-bira? (Binihêre abzasa 10)

10. Ça em hemûşk dikarin hevdu bişidînin?

10 Bi rastî tenê rûspî borcdar nînin ku dil bidine xûşk-bira û wana qewî kin. Pawlos hemû Mesîhî hêlan dikirin, wekî xeber din derheqa “tiştêd ku kêrî guhdara tên û karê didine wan” (Efes. 4:29). Her kes ji me gerekê dîna xwe bide hewcên xûşk-bira. Pawlos şîret da Mesîhiyên Îbranî: “Milêd xweye sistbûyî û qudûmê çokêd xweye bê taqet bişidînin û nigêd xwe riya rastda bavêjin, ku yê dikule hol nebe, lê serda qenc be” (Îbrn. 12:12, 13). Her kes ji me, usa jî cahil dikarin pê giliya hevdu qewî kin û bişidînin.

11. Çawa xûşkeke me alîkarî stand çaxê dêprêsiyêda bû?

11 Xûşkeke me gilî dike ku wedekî ew ketibû dêprêsiyê. Ewê got: “Rojekê çaxê min dua kir, wekî dildayînê bistînim, ez rastî xûşkeke emirda mezin hatim. Ew ber dilê minda hat û ez dilgerm kirim. Hingê hema ew yek minra gelek lazim bû. Ewê usa jî derheqa cêribandina xwe minra gilî kir, ku mîna ya min bû û min îda xwe tenê texmîn nedikir”. Diqewime ew xûşka emirda mezin ne jî têderxist, wekî ewê pê giliyên xwe ew xûşk gelek qewî kir.

12, 13. Çawa em dikarin şîreta ji Fîlîpî 2:1-4 bidine xebatê?

12 Pawlos şîreteke usa da Mesîhiyên Fîlîpî: “Awa heger tevbûna weye tevî Mesîh bîna ber we ye, heger hizkirina wî dil dide ber we, heger ruhê pîroz we dike yek, heger dilşewatî û rema we heye, eşqa dilê min bi tifaqa xwe hûn bigihînine sêrî: Bira ew hizkirina nava weda be û ser nêt û fikirekê bin. Tiştekî bi hevrikiyê nekin û li navê xwe negerin, lê ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire. Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlî. 2:1-4).

13 Belê, her kes ji me gerekê aliyê xweda her tiştî bike, wekî bi hizkirinê, dilşewatiyê û remê, dil bide ber xûşk-bira û bona wan xem bike.

ÇAWA BER DILÊ XÛŞK-BIRADA BÊN?

14. Çawa em dikarin dil bidine xizmetkarên hertim?

14 Em gelek şa dibin çaxê pêdihesin, wekî ew merivên ku me alî wan kiriye, amin dimînin. Yûhennayê şandî nivîsî: “Şabûna mine ji vê mestir tune, çaxê dibihêm ku zarêd min nava rastiyêda dijîn” (3 Yûhn. 4). Gelek pêşeng zef qewî dibin, çaxê pêdihesin ku ew meriv, kîjanara wana alîkarî daye ku bêne ser riya rast, berdewam dikin amin bimînin û dibeke bûne pêşeng jî. Lema jî çaxê em divînin ku pêşeng dilteng e, em dikarin kirên wîyî baş bînin bîra wî, ku ewî alîkarî daye yên mayîn.

15. Dîsa çi cûre em dikarin dilgerm kin wana, yên ku bi aminî xizmet dikin?

15 Gelek berpirsiyarên mihalê dibêjin, ku ewana û jinên wan gelek dilgerm dibin, çaxê nemên razîbûnê distînin ji xûşk-bira paşî teseliya civatê. Rûspî, mîsyonêr, pêşeng û xizmetkarên Beytelê jî gelek şa dibin û qewî dibin çaxê xûşk-bira pê giliya razîbûna xwe wanra didine kifşê.

ÇAWA HER KES JI ME DIKARE DIL BIDE BER HEV

16. Dîsa çi dikeve nava dildayînê?

16 Diqewime mera çetin e ber dilê kesekîda bên û wî qewî kin, lê bi rastî gelek tişt nelazim e seva vê yekê. Mesele, em dikarin bi beşera xweş kesekî silav kin. Lê hergê ew meriv mera nakene, diqewime problêmên wî hene, û jêra lazim e guh bidinê, usa emê ber dilê wîda bên (Aqûb 1:19).

17. Birakî meyî cahil çawa alîkarî stand çaxê dilteng bû?

17 Hênrî, birakî meyî cahil, gelek dilteng bû çaxê merivên wîyî nêzîk û bavê wî ku rûspî bû, rastî hîştin. Berpirsiyarê mihalê çaxê ew yek dît, wî teglîfî kafê kir seva tevî wî xeber de. Ewî mecal da ku Hênrî dilê xwe jêra veke û xemên xwe jêra gilî ke. Hênrî fem kir, wekî ew dikare alî malbeta xwe bike ku dîsa vegerin rastiyê, hergê ew berdewam ke bi aminî Xwedêra xizmet ke. Ew gelek dilgerm bû çaxê xwend rêzên ji Zebûr 46; Sêfanya 3:17; û Marqos 10:29, 30.

Her kes ji me dikare dil bide xûşk-bira û wana bişidîne (Binihêre abzasa 18)

18. a) Silêman Padşa çi nivîsî derheqa dildayînê? b) Kîjan şîreta Pawlos em dikarin bidine xebatê?

18 Mesela xûşka me besa kîjanê me jorê kir û usa jî ya Hênrî, nîşan dikin, wekî her kes ji me dikare ber dilê merivada bê. Silêman Padşa nivîsî: “Çiqas xweşe her xeber wextê xweda! Ronaya çeva dil şa dike, mizgînîya xêr jî hestûya dişidîne” (Metlk. 15:23, 30). Em dikarin ewên ku dilşkestî ne bişidînin, mesele hergê ji “Birca Qerewiliyê”, yan jî ji malpera me tiştekî wanra bixûnin. Pawlos got ku çaxê em tevayî kilamên Padşatiyê distirên, usa em hevdu dilgerm dikin. Ewî nivîsî: “Bi hemû serwaxtiyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûre stiranêd ruhanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên” (Kols. 3:16; Kar. Şand. 16:25).

19. Çira mera wê hê lazim be dil bidine ber hev?

19 Em divînin ku roja Yehowa gelek “nêzîk dibe”, mera wê hê zêde lazim be dil bidine hevdû û hev bişidînin (Îbrn. 10:25). Lema jî were em vê şîreta Pawlos bidine xebatê: “Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî” (1 Têsln. 5:11).