Here Naverokê

Here naverokê

Serpêhatî

Riya Min Heta Dewlemendiya Ruhî

Riya Min Heta Dewlemendiya Ruhî

Ez li bajarê Liberty’yê (Indiana, DYA), li malikeke ji texte hatim dinyayê. Wê çaxê, du xwişk û birayekî min hebûn. Piştî min, diya min dîsa du kur û qîzek anîn dinyayê.

Malika ku ez tê de hatim dinyayê

GAVA ez biçûk bûm, heyat pir nediguherî. Li bajarê me, her kesî hev nas dikir. Li mekteba min, hevaldersên sinifa pêşîn û sinifa dawîn jî her tim eynî bûn.

Ez yek ji heft zarokan bûm, û gava ez ciwan bûm, ez hînî cotkariyê bûm

Li derdora bajarê Liberty’yê, gelek çewlik hebûn û milet bi gelemperî garis diçandin. Gava ez hatim dinyayê, bavê min li çewlikekê dişixulî. Wexta ku ez ciwan bûm, ez ajotina traktorê û îşên çewlikê elimîm.

Gava ez hatim dinyayê, bavê min 56 salî bû. Ji ber vê yekê bavê min li ber çavên min her ku diçû kal dibû. Diya min jî 35 salî bû. Lê belê bavê min bisihet û biqewet bû. Wî ji xebatê pir hez dikir û em hîn kirin ku em jî ji xebatê hez bikin. Wî pir pere qezenc nedikir, lê belê em tu caran li kuçê neman, û wî em tazî û birçî nedihiştin. Wî em her tim rind xwedî dikirin. Bavê min di 93 saliya xwe de, û diya min jî di 86 saliya xwe de mir. Her du jî ne xizmetkarên Yehowa bûn. Le belê birayekî min ji sala 1970î û vir de kalê civatê ye.

SALÊN CIWANTIYÊ

Diya min pir dîndar bû. Her roja yekşemê, wê em dibirin dêra Baptîst. Gava ez 12 salî bûm, min behsa Teslîsê (Sêyane) bihîst. Min ji diya xwe wisa pirsî: “Îsa çawa hem Kur hem jî Bav e?” Wê jî got: “Kurê min, ev sir e. Aqlê me nagihîjê ku em vêya fehm bikin.” Bi rastî jî aqlê min negihîşt vê sirê! Dîsa jî, gava ez 14 salî bûm, ez di çemekî biçûk de sê caran hatim bin av kirin – ji bo Bav, ji bo Kur û ji bo Ruhê Pîroz!

1952 Gava ez 17 salî bûm, ez bûm leşker

Gava ez diçûm lîseyê, hevalekî minî boksor hebû, û wî ez îqna kirim ku ez jî bibim boksor. Loma min dest pê kir, û ez bûm sporvanê koma Golden Gloves, organîzasyoneke boksê. Ez ne pir serkeftî bûm û piştî sê çar maçan, min dev ji vê sporê berda. Paşê, dewletê ji bo leşkeriyê gazî min kir û ez şandim Almanyayê. Wexta ku min li wir xizmeta leşkeriyê dikir, serokên min ez şandim Akademiya Leşkeriyê, ji ber ku ew difikirîn ku qabiliyeta min ya seroktiyê heye. Wan dixwest ku ez îşê leşkeriyê berdewam bikim. Lê belê, min nedixwest li leşkeriyê bimînim, û piştî ku min xizmeta mecbûrî xelas kir, li sala 1956an wan ez bi şeref terhîs kirim. Lê belê, piştî vê pir wext derbas nebû ku ez ketim ordiyeke pir cuda.

1954-1956 Ez du salan li ordiya DYAyê mam

JIYANEKE NÛ DEST PÊ DIKE

Heta wê demê, ez elimîbûm ku gerek zilam “maço” be. Fikra ku zilam gerek çawa be, wekî ku di fîlman û derdora me de dihat nîşan dayîn, gelek li ser min bandor kiribû. Ji bo min, alimên dînî ji aliyê mêranî ve sist bûn. Lê paşê, ez hêdî hêdî tiştekî wisa elimîm ku jiyana min bi temamî guherand. Rojekê, gava ez li bajêr bi erebeyê li ser rê bûm, du qîz silav da min. Min ew nas dikirin, ew xwişkên zavê me bûn. Ew du qîz Şahidên Yehowa bûn. Wan berê kovarên Birca Çavdêriyê û Hişyar Bin! dabûn min, lê Birca Çavdêriyê ji min re giran dihat. Wê carê, wan ez ji bo Lêkolîna Kitêbê dawet kirim, yanî civîneke biçûk a ku li malan dihat saz kirin. Min got ku ezê li ser vê bifikirim. Wan ji min re got: “Tu soz didî?” Min jî got: “Erê, ez soz didim.”

Paşê, ez ji sozê xwe poşman bûm, lê min dîsa jî sozê xwe anî cih. Li wê civînê, ez li zarokan pir şaş mam. Wan Kitêba Pîroz çi qas rind dizanibû! Ez ew qas caran tevî diya xwe çûbûm dêrê, lê zanîna min der heqê Kitêba Pîroz de hindik bû. Wê êvarê, min qerar da ku ez zêdetir bielimim. Min kursa Kitêba Pîroz qebûl kir. Ez elimîm ku navê Xwedê Yehowa ye. Çend sal berê, gava min ji diya xwe pirsîbû ku Şahidên Yehowa kî ne, ew ji min re wisa gotibû: “Ew ji kalekî bi navê Yehowa re îbadetê dikin.” Lê niha çavên min êdî vebûn!

Di demeke kin de ez gelek tişt elimîm û ji aliyê ruhî ve pêş ve çûm, çimkî min dizanibû ku rastî ev e. Li meha sisêyan a sala 1957an, nêzikî neh meh piştî ku ez cara pêşîn çûbûm civînê, ez hatim bin av kirin. Nêrîna min li ser jiyanê êdî guherî. Ji gotinên Kitêba Pîroz, min fehm kir ku mêraniya rastîn çi ye. Îsa zilamekî bêqisûr bû, û ew ji her kesî xurttir bû. Dîsa jî, wî qet şer nedikir, û wek ji berê de hatibû pêxemberî kirin, wî îzin da ku mirov lê zordariyê bikin (Îşa. 53:2, 7). Ez elimîm ku gerek şagirtekî Îsa “li hember hemûyan nerm be” (2. Tîm. 2:24).

Li sala 1958an, min dest bi peşengiyê kir. Lê paşê, lazim bû ku ez ji bo demeke kin pêşengiyê berdim. Çima? Min dixwest bi Gloriayê bizewicim – yek ji wan 2 qîzên ku ez wê rojê ji bo Lêkolîna Kitêbê dawet kiribûm! Ez ji vê qerarê zewacê qet poşman nebûme. Gloria li wê demê delal bû, û ew îro jî delala min e! Pir wext derbas nebû ku em zewicîn. Bila Gloria jî hebekî behsa xwe bike:

“Li malbata min, ez yek ji 17 zarokan bûm. Diya min Şahideke dilsoz bû. Gava ez 14 salî bûm, diya min mir. Wê çaxê bavê min dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Ji ber ku diya min miribû, bavê min ji midûrê mektebê dixwest ku ez û xwişka mine mezin, a ku diçû sinifa dawîn a lîseyê, li rojên cuda herin mektebê. Ji ber ku bavê min diçû îşê xwe, lazim bû ku yekî li malê bimîne ku li zarokan binêre û xwarinan hazir bike. Midûrê mektebê daxwaza bavê min qebûl kir, û me wisa berdewam kir heta ku xwişka mine mezin mekteba xwe xelas kir. Du malbatên Şahidên Yehowa kursa Kitêba Pîroz da me, û ji me zarokan, 11 bûn Şahidên Yehowa. Her çi qas ez şermok im jî, ez ji xizmetê pir kêfê distînim. Bi salan, Samuel di vê problema min de gelek alî min kiriye.”

Ez û Gloria, em li meha diduyan a sala 1959an zewicîn. Me ji xizmeta pêşengiyê pir kêf distand. Li meha heftan a wê salê, me ji bo xizmeta Beytelê murecaet kir, çimkî me dixwest li merkeza me ya cîhanî xizmetê bikin. Birayekî delal bi navê Simon Kraker bi me re qise kir. Wî ji me re got ku niha Beytel cotên zewicî qebûl nake. Dîsa jî, xwesteka me ji dilê me derneket, lê heta roja ku em ketin Beytelê, gelek sal derbas bûn.

Me ji merkeza cîhanî re nivisî ku em dixwazin herin cihekî ku hewceyî mizgînvanan e. Wan cewab da ku em dikarin herin bajarê Pine Bluffê (Arkansas). Wê çaxê, li Pine Bluffê 2 civat hebûn – yek ji bo xwişk û birayên çermespî û yek ji bo xwişk û birayên çermereş. Em çûn civata çermereş, ku li wê civatê tenê 14 mizgînvan hebûn.

PROBLEMA CIHÊBÛN Û KÊMDÎTINA MILETÊN DIN

Di civatên Şahidên Yehowa de, cihêbûna miletan çima hebû? Bi kurtasî, em dikarin bibêjin ku wê çaxê, çare tunebû. Qanûnê îzin nedida ku kesên çermespî û çermereş bi hev re bijîn, û hevdîtina van kesan bitalûke bû. Li gelek deran, bira ditirsiyan ku eger kesên spî û kesên reş bi hev re kom bibin, dibe ku Salona Îbadetê bê xera kirin. Tirsa wan ne bêsebeb bû. Eger xwişk û birayên çermereş li taxa çermespiyan mal bi mal xizmet bikira, dibe ku ew bihatana girtin û kutan. Ji bo ku em karibin xebata belavkirinê pêk bînin, me guhdariya qanûnan dikir, û me hêvî dikir ku qanûn û şertên jiyanê wê rojekê baştir bibin.

Xizmeta me carinan zor bû. Wexta ku em li warê çermereşan xizmet dikir, em carinan li mirovên spî jî rast dihatin. Gava wisa bû, me carinan mizgîn bi kurtasî da wan an jî efû xwest û çûn maleke din. Li wê demê, xizmeta me li hin deran wisa bû.

Helbet, ji bo ku em pêşengiyê bikin, lazim bû ku em ji bo debara xwe bişixulin. Me ji bo piraniya şixulên xwe di rojekê de 3 dolar qezenc dikirin. Gloriayê di çend malan de paqijî dikir. Li malekê, xwediyê malê îzin da min ku ez alî Gloriayê bikim ku ew îşê xwe zû xelas bike. Li wê malê, xwarineke hazir didan me. Berî ku em derketin, me ev xwarin dixwarin. Her hefte, Gloria diçû malekê ji bo ku kincên wan ûtî bike. Min jî li baxçe kar dikir, pencere paqij dikirin û îşên din dikirin. Li xaniyê malbateke çermespî, me pencere paqij dikirin. Gloria li hundir û ez jî ji derve dişixulîm. Ji ber ku em heta êvarê dişixulîn, wan xwarin dida me. Gloria li hundirê malê dixwar, lê belê ne tevî xwediyê malê, û min jî li derve li garajê dixwar. Ji bo min problem nebû. Xwarin pir xweş bû. Ew bi eslê xwe mirovên baş bûn, lê çi heyf e ku ew jî li bin bandora fikra cihêbûnê bûn. Tê bîra min ku carekê em li îstasyona benzînê sekinîbûn. Piştî ku depo hat tije kirin, min îzin xwest ku Gloria here tuwaletê. Karker tenê ters ters li min mêze kir û got: “Tuwalet kilîtkirî ye!”

QENCÎYÊN KU EM JI BÎR NAKIN

Ji aliyê din ve, me bi xwişk û birayên xwe re wexteke baş derbas dikir, û me ji xizmeta xwe pir hez dikir! Gava em nû gihîştin Pine Bluffê, em li cem birayekî man, ê ku li wê demê xizmetkarê civatê bû. Pîreka wî ne xwişka me bû, û Gloriayê bi wê re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Min jî bi qîz û zavê wan re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Bi zeman re, her du jî bûn Şahidên Yehowa.

Di civata spî de hevalên me yên hêja hebûn. Wan em ji bo şîvê dawet dikirin, lê belê ancax piştî ku dinya tarî dibû. Li wê demê, “Ku Klux Klan” (KKK) – teşkîlateke nijadperest û zordar – pir aktîf bû. Tê bîra min ku carekê, li şeva cejna cadûyan, zilamek wek endamên KKKyê çarşeveke spî li ser xwe kiribû û qure qure li ber mala xwe rûniştibû. Lê belê tiştên wisa nebûn sebeb ku xwişk û birayên me dev ji qencîkirinê berdin. Havînekê, ji me re pere lazim bû ku em herin civîna mezin. Birayekî me erebeya me ji me kirî ku em karibin herin civînê. Mehek bi şûn de, me li bin tavê xizmet kiribû û westîbûn. Gava em vegeriyan malê, erebeya me li ber malê bû. Li ser camê notek hebû: “Ez dixwazim erebeya we wek hediye bidim we. Birayê we.”

Qenciyek heye ku heta îro ji bîra min naçe. Li sala 1962yan, ez hatim dawet kirin ji bo Kursa Xizmeta Padîşahiyê li South Lansingê (New York). Di wê kursa yekmehî de, kalên civatê û nazirên herêmî û mintiqeyî dihatin perwerde kirin. Çaxa min ev dawet stand, ez bêxebat û bêpere bûm. Lê belê li Pine Bluffê, şîrketeke telefonê gazî min kir ku bi min re der heqê xebatê de bipeyivin. Eger wan ez ji bo vê xebatê qebûl bikirama, ezê di wê şîrketê de mirovê pêşîn ê çermereş bûma. Di netîceyê de wan qebûl kir ku ez li wê derê bixebitim. Min nizanibû ku çi bikim. Pereyê min tune bû ji bo ku ez herim New Yorkê. Hindik ma ku min ev xebat qebûl bikira û neçûma kursê. Wexta ku ez rûniştim ku nameyekê binivîsim ku ez nikarim herim kursê, tistekî wisa qewimî ku ezê tu car ji bîr nekim.

Xwişkeke ji civata me, ku zilamê wê ne şagirtê Îsa bû, serê sibê li derî xist û zerfek da min. Zerf tijî pere bû! Ew tevî zarokên xwe çend caran sibê zû radibû diçû çolê, nava pembû zîwan derdixist ji bo ku pere qezenc bikim ku ez herim New Yorkê. Wê wisa got: “Here kursê û rind bielime, paşê jî vegere û me hîn bike!” Paşê, min ji şîrketa telefonê re got ku ez dikarim 5 hefte dereng dest bi xebatê bikim. Cewab sert bû: “Nabe!” Lê ne xema min bû. Min êdî qerarê xwe dabû. Ez poşmam nebûm ku min dest bi vê xebatê nekir!

Gloria dema Pine Bluffê wisa tîne bîra xwe: “Dilê min ketibû wê warê! Li wê derê, min kursa Kitêba Pîroz dida 15-20 kesan. Em sibê mal bi mal digeriyan. Paşê, me kursa Kitêba Pîroz da mirovan, carinan şevê heta saet 11an. Xizmet pir xweş bû! Minê nexwesta dev ji vî warî berdim û têkevim îşê naziriya herêmî. Lê belê Yehowa ji bo me tiştekî din hazir dikir.” Bi rastî jî wisa bû.

ÎŞÊ NAZIRIYA HERÊMÎ

Gava me li Pine Bluffê pêşengî dikir, me ji bo pêşengiya mexsûs murecaet kir. Hêviya me pir mezin bû, çimkî nazirê meyî mintiqeyî dixwest ku em bibin pêşengên mexsûs û alî civateke li Teksasê bikin. Ev fikir li me pir xweş hat. Loma em li bendê bûn û hêvî dikir ku teşkîlat cewabê bide, lê belê cewab nehat. Rojekê li meha yekê ya sala 1965an, nîhayet nameyek hat: Em ji bo îşê naziriya herêmî hatine tayîn kirin! Birayê Leon Weaver jî, ê ku niha koordînatorê Heyeta Temsîlkar a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, li wê demê bû nazirê herêmî.

Ez ji mesûliyeta nû ditirsiyam. Nêzikî salek berî vê, nazirê mintiqeyî James Thompson, Jr., li sifatên min nêrîbû. Wî bi nezaket rêyî min dabû ku gerek ez ji kîjan aliyan ve bi pêş ve herim, û wî gotibû ku nazirekî herêmî gerek xwediyê kîjan sifatan be. Gava ku min dest bi îşê naziriya herêmî kiribû, min zû fehm kir ku şîreta wî çi qas lazim e. Piştî ku ez hatim tayîn kirin, Birayê Thompson nazirê mintiqeyî yê pêşîn bû ku ez bi wî re xebitîm. Ez ji vî birayê dilsoz gelek tişt elimîm.

Ez seba alîkariya birayên dilsoz şikurdar im

Wê çaxê, perwerdeya ku ji nazirên herêmî re dihat dayîn, kêm bû. Min heftiyekê bala xwe da nazirekî herêmî gava ew çû ziyareta civatekê. Paşê, wî jî heftiyekê bala xwe da min gava ez çûm ziyareta civateke din û rêberî û şîret da min. Lê piştî vê, me bi tena serê xwe berdewam kir. Tê bîra min ku min ji Gloriayê wisa got: “Ew çima ew qas zû diçe?” Lê bi zeman re, ez tiştekî muhîm elimîm. Birayên baş, ên ku dikarin alî te bikin, wê her tim hebin – eger tu îzin bidî ku ew alî te bikin. Ez seba alîkariya birayên bitecrûbe wek James Brown, ê ku li wê demê nazirê rêwî bû, û Fred Rusk, ê ku endamê Beytelê bû, şikûrdar im.

Kêmdîtina miletên din li wê demê pir belavbûyî bû. Carekê, wexta ku em li bajarekî Tennesseeyê bûn, KKKyê meşek saz kiribu. Careke din, koma xizmetê ji bo xwarinê ket restoranekê. Gava ez çûm tuwaletê, min dît ku zilamekî bi deqa naziyan rabû û pey min hat. Lê birayekî spî, yê ku ji min û ji wî zilamî girtir bû, pey me hat. Wî ji min pirsî: “Tu baş î, Birayê Herd?” Zilamê din bi lez bêyî ku here tuwaletê ji wê derê derket. Niha ez rind dizanim ku sebeba pêşhikumê ne ji rengê çermê mirovan, lê ji guneh tê, yanî ji guneha ku me gişk ji Adem standiye. Wekî din, ez dizanim ku rengê çerm çi dibe bila bibe, bira bira ye, û eger lazim be, ewê canê xwe di oxira te de feda bike.

NETÎCEYEKE DEWLEMEND

Ez 12 sal nazirê herêmî û 21 sal jî nazirê mintiqeyî bûm. Ji bo me, ev 33 sal pir bibereket û tijî serpêhatiyên xweş bûn. Lê belê li meha heştan a sala 1997an, me xelateke hê mezintir stand. 38 sal piştî ku me cara pêşîn murecaet kiribû, em ji bo xizmeta li Beytela Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatin gazî kirin. Mehek bi şûn de, me dest bi xizmeta Beytelê kir. Min digot qey birayên mesûl tenê ji bo demeke kin gazî min kirine, lê wisa nebû.

Gloria delala min e

A pêşîn, min di Departmana Xizmetê de dest bi xebatê kir. Li wê derê, ez gelek tişt elimîm. Birayên vê departmanê bi pirsgirêkên dijwar ve eleqedar dibin, ên ku kalên civatan û nazirên herêmî dişînin Beytelê. Birayên vê departmanê ez bi sebir perwerde kirim. Dîsa jî, eger ez dîsa biketama vê departmanê, ezê di vî îşî de dîsa bibûma şagirtê nû.

Ez û Gloria, em ji jiyana Beytelê pir hez dikin. Berî ku em hatin Beytelê, em jixwe her tim sibê zû radibûn, û ev adeta me li Beytelê alî me dike. Piştî salekê, min dest bi alîkariya Heyeta Xizmetê ya Koma Rêberiyê kir. Paşê, li sala 1999an, ez bûm endamê Koma Rêberiyê. Di vê wezîfeyê de ez gelek tişt elimîm, lê belê dersa herî mezin ev e ku serê civatê Îsa Mesîh e, ne însanek e.

Li sala 1999an, ez bûm endamê Koma Rêberiyê

Gava ez der heqê emrê xwe de difikirim, ez xwe wek Amos pêxember dibînim. Yehowa bala xwe da vî gavanê dilnizm, ê ku “darên hêjîran yên bejî tîmar dikir”. Ev cure hêjîr xwarina feqîran bû. Xwedê ew hilbijart wek pêxember. Ji bo Amos, netîce bi rastî dewlemend bû (Amos 7:14, 15). Mîna vê, Yehowa bala xwe daye min, kurê cotkarekî feqîr, û nîmetên dewlemend li ser min barandin – ew qas zêde ne ku ez nikarim wan bihejmêrim! (Mtl. 10:22). Belê, gava ez hatim dinyayê, em feqîr bûn, lê ez êdî ji aliyê ruhî ve pir dewlemend im!