Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Destpêk Nebaş; Lê Axirî Geş

Destpêk Nebaş; Lê Axirî Geş

Ez koxekîda hatime bûyînê li şeherekî biçûkda bi navê Lîbertî, (Îndîana, Amerîka). Çaxê ez hatime bûyînê îda 3 zarên diya min hebûn, birê minî mezin û du xûşk. Paşî min, dîsa du bira û du xûşk hatine bûyînê.

Koxê ku ez têda hatime bûyînê

ÇAXÊ ez mektebêda hîn dibûm, şeherê meda gelek tişt nehate guhastinê. Vê mektebêda, zarên ku koma yekêda hîn dibûn, dîsa jî ewan zara tevayî mekteb xilaz dikirin. Lema jî wî şeherîda heçî zef meriva navê hev zanibûn.

Em 7 xûşk-bira bûn, û cahiltiyêda ez gelek şixulên karxanêva girêdayî hîn bûme

Dor berê şeherê Lîbêrtî, karxanên biçûk hebûn, kîjan ku heçî zef genimê misirê diçandin. Çaxê ez hatime bûyînê, bavê min karxanekêda dixebitî. Cahiltiyêda ez hîn bûm traktorê bajom, û usa jî tiştên din ku xebata karxanêva girêdayî bûn.

Min bavê xwe cahiltiya wîda nedîtiye, çimkî çaxê ez hatime bûyînê, ew îda 56 salî bû, diya min jî 35 salî. Lê bavê min yekî jar, sihet-qewat û qewî bû. Ew gelek xebathiz bû û ewî em jî hîn dikirin wekî xebathiz bin. Ewî gelek pere nedistand, lê yeke cî-sitara me hebû, kinc û xwarin jî me kêm nîbû. Ew 93 salî bû çaxê mir, lê diya min 86 salî bû mir. Herdu jî Şedên Yehowa nîbûn. Lê birakî min, ji sala 1972 bi aminî ça rûspî xizmet dike.

CAHILTIYA MIN

Diya min yeke bawermend bû. Her Led ewê em dibirine dêra Babtîsta. Çaxê ez 12 salî bûm, ez cara pêşin derheqa Sêyekane pêhesiyam. Hingê min ji diya xwe pirsî: “Ça Îsa dikare hin Kur hin jî Bav be?” Caba wê heta îro tê bîra min: “Kurê min, ew sur e. Em nikarin vê yekê fem kin”. Rastî jî ew yek bona min femdarî nîbû. Lê yeke çaxê ez weke 14 salî bûm, ez hatime nixumandinê çemê biçûkda, li gora Sêyekane sê cara min kirine avê!

1952; Ez 17 saliya xweda, pêşiya ku min birine eskeriyê

Çaxê ez mektebêda hîn dibûm, hevalekî min boksor bû û ewî ez hêlan dikirim, wekî ez jî bibim boksor. Lema jî min destpêkir hîn bim û ez bûm endemê teşkîleteke boksê ya bi navê Goldên Glavz. Ez rind hîn nedibûm, lema jî paşî çend şerê boksê, ez ji vê teşkîletê derketim. Paşê, gazî min kirin eskeriyê. Ji wêderê ez şandime Almanyayê. Û çaxê min wêderê qulix dikir, seroka ez şandime akadêmiya ofîsêra (Noncommissioned Officers Academy), çimkî difikirîn wekî ezê bibime serokekî baş. Wana dixwest wekî ez eskeriyêda pêşda herim. Lê min ev yek nedixwest, lema jî çaxê du salên qulixkirina min temam bûn, sala 1956 îda ez ji eskeriyê çûm. Paşî vê yekê, ez ketime ordîke din, dêmek nav cimeta Xwedê.

1954-1956; Min du sala qulix kir Eskeriya Amerîkayêda

EMIREKÎ TEZE DESTPÊDIKIM

Heta min rastî nas kira, fikirên min nerast bûn derheqa wê yekê, ku mêr gerekê bi rastî çi cûreyî be. Fîlm û merivên dor berê min ser nihêrandina min xirab hukum bibûn. Hin jî ez difikirîm, wekî mêrên ku derheqa rêlîgiyê xeber didin, ewana mêranî nînin. Lê paşê min destpêkir tiştên usa hîn bim, ku emirê min lapte guhastin. Rojekê, çaxê ez pê avta xweye sor nav şeherra diçûm, du keçika destên xwe minra hejandin silav dane min. Min ewana nas dikirin, ew baltûzên xûşka mine mezin bûn. Ew du keçik Şedên Yehowa bûn. Pêşiya vê yekê, wana jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar bin!” dabûne min, min tirê ku “Birca Qerewiliyê” bona min gelek çetin e. Lê vê rojê, wana ez teglîfî civatê kirim, ku mala wanda derbaz dibû. Min wanra got ku ezê bifikirim. Wana bi beşera xweş min pirsîn: “Soz didî?” Min jî got: “Erê, ez soz didim”.

Rast bêjim ez hinekî poşman bûm ku min wanra soz da, lê min xwest xweyê sozê xwe bim. Lema jî vê êvarê ez çûm ser civatê. Ez gelek ecêbmayî mam ku zara ça rind Kitêba Pîroz zanibûn. Çaxê ez berê tevî diya xwe her Led diçûme dêrê, min derheqa Kitêba Pîroz gelek hindik zanibû. Lê niha min xwest hê zêde pêbihesim. Ez qayîl bûm hînbûna Kitêba Pîroz destpêkim. Pêşiya vê yekê ez pêhesiyam, wekî navê Xwedêyê Himzor, Yehowa ye. Gelek sal pêşda, min ji diya xwe pirsîbû ku kê ne Şedên Yehowa, caba wê usa bû: “Ewana mêrekî emirda mezin bi navê Yehowa dihebînin”. Lê niha min fem kir ku çevên min vebûne.

Ez ruhanîda zû pêşda diçûm, çimkî min zanibû wekî min rastî dîtiye. Paşî civata mine pêşin, nava neh mehada ez hatime nixumandinê, meha Adarê sala 1957. Nihêrandina min ser emir hate guhastinê. Çaxê dihate bîra min, wekî berê ez nerast difikirîm, ku mêr gerekê çi cûreyî be, ez şa dibûm wekî ez pêhesiyame ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa vê yekê. Îsa merivekî bêkêmasî bû. Qewata wî usa mezin bû, ku tevî qewata tu mêrî nayê beramberkirinê. Yeke ew tu car nedikete nav şer-dewa, lê ewî hîşt wî bidine cefê, çawa hatibû pêxembertîkirinê (Îşa. 53:2, 7). Ez pêhesiyam wekî şagirtên Îsa gerekê “hindava hemûyada berbihêr” bin (2 Tîmt. 2:24).

Salek şûnda, dêmek sala 1958, min pêşengtî destpêkir. Lê hine wede şûnda min pêşengtiya xwe da sekinandinê. Çira? Çimkî min safî kir wekî Glorîayê bistînim, ew baltûza xûşka min e, ya ku tevî xûşka xwe ez teglîfî civatê kirim. Ez tu car poşman nabim ku min ew stand. Glorîa hingê bona min kevirê qîmet bû, û heta îro jî bona min gelek qîmet e. Ew bona min ji almazekî lapî biha qîmettir e, û ez gelek bextewar im ku ew bû jina min! Niha ewê wera hinekî derheqa xwe gilî ke:

“Em 17 xûşk-bira bûn. Diya min Şedê Yehowaye amin bû. Çaxê ez 14 salî bûm ew mir. Paşî mirina wê, bavê min destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Bavê min tevî dîrêktorê mektebê xeber da, wekî ew îzinê bide ku rojekê ez neçime mektebê, roja din jî xûşka mine mezin, ya ku îda koma xilaziyêda bû. Ewî usa dixwest seva ku rojê yek ji me malda bimîne ber zara be, û bona nefera xwarinê hazir ke, heta bavê me ji xebatê bê. Dîrêktorê mektebê qayîl bû, û ew yek usa bû heta ku ewê xûşka min mekteb xilaz kir. Du malbetên Şedên Yehowa tevî me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikirin, û ji me 11 zar bûne Şedên Yehowa. Rast e ez yeke şermoke bûm, lê min xizmetî gelek hiz dikir. Vê yekêda Sêm îda gelek sal e alî min dike”.

Min û Glorîayê sala 1959, meha Sibatê hev stand. Me tevayî ça pêşeng xizmet dikir. Vê salê meha Tîrmehê, me blanka xizmetiya Beytelê tije kir, çimkî me gelek dixwest ofîsa serekeda xizmet kin. Birakî meyî delal bi navê Sîmon Krakêr ku Beytelêda xizmet dikir û blanka me dît, derheqa xizmetiya Beytelê tevî me xeber da. Ewî gote me wekî Beytel niha cotên zewacê hê qebûl nake. Lê ew nêt ji dilê me tu car dernediket, û hêja bû wekî em gelek wext hîviyê bin!

Me nivîsî fîlîala serekera wekî ewana me bişînin wî cîyî, kîderê ku hewcetî heye. Mera cab usa dan: Herine şeherê Payn Blaf, Arkansas. Hingê, wêderê tenê du civat hebûn, yekîda mizgînvanên bi çermê spî xizmet dikirin, ya dinda mizgînvanên bi çermê reş. Em hatine kifşkirinê civata mizgînvanên bi çermê reşda, kîderê ku tenê 14 mizgînvan hebûn.

RASTÎ SÊGRÊGASIYA Û RASÎZMÊ TÊN

Dibeke hûn difikirin, wekî civata Şedên Yehowada çira sêgrêgasiya * hebû. Rêke din tune bû. Qanûn hebûn ku îzin nedidan wekî merivên ji cûre-cûre rasa tevayî top bin. Bi rastî ew yek gelek xof bû, çimkî şer-dewên mezin dikaribûn pêşda bihatana. Gelek ciyada, xûşk-bira ditirsiyan, wekî du rasa tevayî top bin, çimkî wê Oda Civatê kutakirana. Tiştên usa bi rastî îda qewimîbûn. Hergê Şedên Yehowa yên bi çermê reş, mal bi mal xizmet dikirin û xweyê malê çermê spî bû, ewana dikaribûn bihatana girtinê û dibeke bihatana kutanê jî. Lema jî seva berdewam kin xizmet kin, me ew qanûn nediteribandin, û em hîviyê bûn wekî ew derece aliyê başda bê guhastinê.

Xizmetiya xweda em rastî çetinaya dihatin. Me xizmet dikir mihala merivên bi çermê reşda, lê cara me derî dixist û didît wekî ewana merivên bi çermê spî ne. Hingê me gerekê derbêra safî kira ku çi bikin, yan pêşanînê bêjin û rêzekê bixûnin, yan jî bêjin wekî me şaş kiriye, û paşda herin. Hine ciyada, me usa xizmet dikir.

Em pêşeng bûn, lê mera lazim bû bixebitin seva ebûra xwe bikin. Me bona hine xebatên xwe rojê 3 dolar distand. Glorîa çend malada dixebitî. Cîkî minra îzin dan, wekî alî wê bikim, seva ew şixulê xwe zû xilaz ke. Rojê carekê xwarin didane me. Glorîayê her heftî malbetekêda ûtî dikir. Lê ez baxçeda dixebitîm, min agûşke dişûştin, û dîsa cûre-cûre xebatên din dikir. Malbetekêda ku merivên bi çermê spî bûn, me agûşke dişûşt, Glorîayê aliyê hundurva dişûşt, lê min aliyê dervava. Bona vê yekê temam roj lazim bû, lema jî wana xwarin didane me. Glorîayê mala wanda başqe dixwar, ne tevî neferên wan, lê min garajêda dixwar. Bona min ew yek problêm nîbû. Xwarineke gelek baş wana dida me. Ew malbet bi rastî baş bû, tenê nihêrandina wan nerast bû, çimkî diketine ber bayê merivên dor ber, dêmek firqî dikirine orta rasa. Tê bîra min carekê em sekinîbûn, wekî bênzînê berî avta xwe din. Çaxê me bênzîn dagirt, min ji xebatçî pirsî ku îzine Glorîa bikeve destavê. Ewî avir da min û got: “Dadaye”.

QENCÎ KU NAYÊNE BÎRKIRIN

Lê me wedekî baş derbaz dikir tevî xûşk-birên xwe, û me xizmetiya xwe hiz dikir! Çaxê em cara pêşin hatine Payn Blafê, me tevî birakî dijît, kîjan ku hingê xizmetkarê civatê bû. Jina wî hingê nebawer bû, û Glorîayê destpêkir tevî wê hînbûnê derbaz ke. Lê min tevî qîza wan û mêrê wê destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kim. Axiriyêda ew jinik û qîza wê hatin ser riya Yehowa û hatine nixumandinê.

Hevalên meye baş hebûn ji civata xûşk-birên çermê spî. Wana em teglîfî mala xwe dikirin, lê em hingê diçûne mala wan çaxê terî dikete erdê, seva tu kes me tevayî nevîne. Wî wedeyî teşkîlet bi navê “Kû Klûks Klan” (KKK), kîjan ku piştgiriya rasîzmê û zorbetiyê dikir, gelek navdar bû. Tê bîra min carekê, mêrikek ber mala xwe qure-qure rûniştibû, û kincên mîna yê endemên KKK lê bû. Lê xûşk-bira nedihîştin, wekî tiştên usa rê wan bigire qenciyê hevdura bikin. Carekê havînê, mera pere lazim bû seva herine civata sêrojî, û birakî me qayîl bû wekî avta me bikire, seva em herine civata mezin. Mehek derbaz bû, rojekê çaxê em qije-qije germêda ji xizmetiya mal bi mal têne mala xwe, ber mala xwe pêşkêşekê divînin! Ew avta me bû. Ser şûşa avtê kaxaz hebû û ser nivîsar bû: “Ewê avta xwe ji min pêşkêş hildin. Birê we”.

Qencîk jî heta îro bîra min naçe. Sala 1962, min teglîfî Mekteba Xizmetiyê kirin li Lansînga Başûrê, (Niyû York). Ew kûrs mehekê bû bona birên cabdar civatada, usa jî bona berpirsiyarên mihalê û nehiyê bû. Çaxê min teglîfkirin stand, ez bêxebat bûm û aliyê pereda çetinayên me hebûn. Lê Payn Blafêda kompaniyeke têla gazî min kirin, wekî tevî min xeber din derheqa xebatê. Hergê wana ez qebûl kirama ser vê xebatê, ezê vê kompaniyayêda merivê bi çermê reş yê pêşin bûma. Axiriyêda wana minra got, wekî qayîl in ez wêderê bixebitin. Lê min çi kir? Hingê perê min tune bû seva herim Niyû Yorkê kûrsê derbaz bim. Min dixwest bixebitim wî cîyî û ez fikirîm neçime mektebê. Û çaxê ez îda hazir bûm wekî neme binivîsim ku ez nikarim herim mektebê, nişkêva tiştekî usa qewimî ku ezê tu car bîr nekim.

Xûşkek ji civata me, mêrê kîjanê nebawer bû, şebeqê zû derê mala me xist û konvêrtek da me, têda tije pere bû. Ew şebeqê tevî çend zarên xwe, çend roja radibû diçû çolê, nava pembû zîwan derdixist, seva ku pera top ke, wekî ez herim Niyû Yorkê. Ewê gote min: “Here mektebê, û çiqas dikarî rind hîn be, wekî vegerî û paşê me hîn kî!”. Paşê, min ji vê kompaniya têlê pirsî hela ez dikarim wêderê xebatê destpêkim pênc heftî şûnda. Cab gelek sert bû: “Na”. Lê ez berxwe neketim. Min safîkirina xwe kir, û ez poşman nabim wekî ez neketime vê xebatê!

Glorîa tîne bîra xwe wedê xizmetiya me Payn Blafêda: “Min ew cî gelek hiz kir. Wêderê min 15 heta 20 hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir. Lema jî em şebeqê diçûne xebatê, û paşê temamiya rojê me hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikir. Cara em êvarê siheta 11 dihatine mal. Xizmetî gelek hewas bû! Min dixwest dîsa wî cîyîda bimama. Ez rast bêjim, min nedixwest wekî kifşkirina me bê guhastinê û şixulê berpirsiyartiyê bikin, lê Yehowa bona me dîsa tiştek hazir dikir”. Û rastî jî usa bû.

XIZMETIYA ŞIXULÊ BERPIRSIYARTÎDA

Çaxê me Payn Blafêda ça pêşeng xizmet dikir, me blank tije kir seva bibine pêşengên mexsûs. Em difikirîn wekî emê ese bêne kifşkirinê, çimkî berpirsiyarê nehiyê dixwest, wekî em ça pêşengên mexsûs xizmet kin seva alî civata şeherê Têxasda bikin. Û ew yek gelek me xweş dihat, lema jî em gelek wext hîviya caba ji fîlîalê bûn, lê cab nedihat. Axiriyêda, carekê neme hat, û em hatine kifşkirinê şixulê berpirsiyartiyê bikin. Ew sala 1965 bû, meha Çileyê. Birak bi navê Lêon Wîvêr, ku niha kordînatorê Komîtêya fîlîala Dewletên Yekbûyî ye, ew jî hingê hate kifşkirinê ça berpirsiyarê mihalê.

Ez berxwe diketim ku ez dibûme berpirsiyarê mihalê. Salek pêşda yan dibeke hê zêde, berpirsiyarê nehiyê bi navê Cêyms A. Tomson, nihêrî hela ez dikarim bibime berpirsiyarê mihalê. Ewî bi nermî minra nîşan kir, ku ez kîjan tiştada gerekê xwe biguhêzim, û got ku kîjan fereset lazim in bona berpirsiyarên mihalê. Hine wede şûnda paşî vê kifşkirinê min fem kir, ku şîretên wî çiqas minra lazim bûn. Cara ewlin min tevî Tomson bira xizmet dikir, yê ku berpirsiyarê nehiyê bû. Ez ji wî birê ruhanî û amin, gelek tişt hîn bûm.

Ez gelek dişêkirînim alîkariya ku min ji birên amin stand

Hingê, berpirsiyarên mihalê zef nedihatine hînkirinê. Min heftêkê dîna xwe da berpirsiyarê mihalê gava ewî teseliya civatê dikir. Paşê ewî heftêkê dîna xwe da min, çaxê min teseliya civata din dikir û ewî şîret û rêberî da min. Paşî vê yekê, em îda xwexa serî xwe bûn. Tê bîra min çaxê Glorîayê minra got: “Hêja ye ew niha bihêle here?” Wede derbaz bû, min tiştekî ferz fem kir. Timê wê hebin bira ku dikarin alî te bikin, lê tenê hergê tu bihêlî alî te bikin. Ez gelek dişêkirînim ku min alîkarî stand ji birên cêribandî, mesele ji C. R. Brawn kîjan ku hingê berpirsiyarê nehiyê bû, û Frêd Rask ku endemê Beytelê bû.

Rasîzm wî wedeyî gelek belabûyî bû. Carekê KKK nav şeherê Tênnêsîda ku em wêderê bûn, diçûn-dihatin. Usa jî tê bîra min çaxê em wedê xizmetiyê ketine rêstoranê seva xwarinê bixwin. Gava ez diçûme destavê, min têderxist ku pey min merivek hêrse-hêrs tê dikeve destavê, ji tatûîrovkên wîyî ser bedenê dihate kifşê, ku ew miqabilî merivên bi çermê reş e. Lê gava birakî me bi çermê spî ew yek dît, kîjan ku ji min û ji wî mêrikî girtir bû, pey me hat. Ewî ji min pirsî: “Hurd bira, hemû tişt baş e?” Ew mêrik jî kerba zûzû ji destave derket, destav ne jî da xebatê. Nava gelek salada ez divînim, wekî meniya rasîzmê ne ku rengê çermê meriva ye, lê menî gune ye, ku me hemûşka ji Adem standiye. Û ez zanim wekî bona xûşk-bira firqî tune çermê te çi rengî ye, ewana hazir in, hergê lazim be, emirê xwe jî bona te bidin.

AXIRIYA GEŞ

Ez 12 sala berpirsiyarê mihalê bûm, û 21 sala jî berpirsiyarê nehiyê bûm. Ew bona me wedekî gelek xweş bû, bi kerema tije, û usa jî gelek qewimandinên hewas hebûn. Lê dîsa keremek jî me stand. Sala 1997, meha Tebaxê, nêta me ku zûdava dilê meda bû, hate sêrî. Me teglîfî Beytela Amerîkayê kirin. Bidine hesabê xwe, nêta me hate sêrî 38 sal paşî vê yekê, gava me cara pêşin blank tije kir. Mehek derbaz bû û me xizmetiya xweye Beytelêda destpêkir. Min tirê birên cabdar dixwazin, wekî ez Beytelêda wedelû alî wan bikim, lê usa nîbû ça ez difikirîm.

Glorîa bona min kevirekî qîmet bû çaxê min lê stand, û ew heta niha jî gelek qîmet e

Ez Îdara Xizmetiyêda hatime kifşkirinê. Vê îdarêda ez gelek tişt hîn bûm. Birên vê îdarêda pirsên gelek çetin distînin. Ew pirs ji koma rûspiya û ji berpirsiyarên mihalê ne, nav temamiya welatda. Min gelek dişêkirand sebir û alîkariya wan, çaxê wan bira ez hîn dikirim. Niha hergê min dîsa vê îdarêda kifş kin, ezê dîsa jî çawa merivê teze gelek tişt wêderê hîn bim.

Ez û Glorîa jîyîna Beytelê gelek hiz dikin. Em timê şebeqê zû radibin û ew xeyset Beytelêda gelek kêrî me tê. Paşî weke salekê, min destpêkir xizmet kim ça alîkarçiyê Komîtêya Xizmetiyê ya Koma Rêberiyê. Paşê, sala 1999-da, ez hatime kifşkirinê ça endemê Koma Rêberiyê. Ez vê kifşkirinêda gelek tişt hîn bûm, lê bona min derseke lape mezin ew e, ku serê civata Mesîhîtî, ew heye ne ku meriv, lê Îsa Mesîh.

Ji sala 1999, min qedirekî mezin stand ku ez bûme endemê Koma Rêberiyê

Çaxê ez derheqa emirê xweyî berê difikirim, cara xwe mîna pêxember Amos texmîn dikim. Yehowa dîna xwe da wî şivanê milûk, kîjan ku şixuleke biçûk dikir hejîr top dikir. Hingê hejîr hesab dikirin ça xwarina kesîba. Lê Xwedê Amos bijart, wekî ew bibe pêxemberê wî, û ew cabdarî rastî jî gelek mexsûs û qîmet bû (Ams. 7:14, 15). Yehowa usa jî dîna xwe da min, kurê merivekî kesîb ku karxanêda dixebitî, û gelek kerem ser minda barand, haqas ku nikarim hesab kim jî! (Metlk. 10:22). Ez texmîn dikim ku rast e emirê min ji kesîbiyê destpêbû, lê axiriya min dewletiya ruhanî ye, çi ku hebûkeke mezin e, kîjan ku qe serê minra jî derbaz nedibû!

^ abz. 20 Sêgrêgasiya ew e çaxê merivên ji cûre-cûre rasa mecbûr in ji hev başqe bin û îzin tune ewana tevayî top bin.