Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çira Em Berdewam Dikin Gelek Ber Bidin?

Çira Em Berdewam Dikin Gelek Ber Bidin?

“Bi vê yekê Bavê minê bê rûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kifşê, ku hûn bûne şagirtêd min” (YÛHN. 15:8).

KILAMÊN: 53, 60

1, 2. a) Îsa pêşiya mirina xwe derheqa çi şêwir kir tevî şagirtên xwe? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Çira em gerekê bîr nekin meniya belakirina mizgîniyê? c) Emê vê gotarêda çi şêwir kin?

ÎSA êvara pêşiya mirina xwe, tevî şandiyên xwe derheqa gelek tişta xeber dida. Ewî wana dilgerm kir û got ku gelek wana hiz dike. Îsa usa jî wanra mesela derheqa kola tiriyê anî, kîjan ku me gotara pêşiya vêda şêwir kir. Bi saya wê meselê Îsa şagirtên xwe şidand, wekî ewana “gelek berdayînê bidine kifşê”, dêmek bi sebir mizgîniya Padşatiyê bela kin (Yûhn. 15:8).

2 Lê Îsa ne ku tenê got ku çi lazim e ewana bikin, lê ewî usa jî got ku çira ewana gerekê vê yekê bikin. Ewî wanra çend menî got ku çira ewana gerekê berdewam kin mizgîniyê bela kin. Çira ferz e em van meniya şêwir kin? Çimkî çaxê em zanin ku çira gerekê mizgîniyê bela kin, em hêlan dibin bi sebir “hemû miletara” şedetiyê bidin (Met. 24:13, 14). Vê gotarêda emê çar meniya şêwir kin, ku çira em gerekê xizmet kin. Usa jî emê şêwir kin çar pêşkêşên ji Yehowa, kîjan ku alî me dikin bi sebir ber bidin.

EM YEHOWA RÛMET DIKIN

3. a) Li gora Yûhenna 15:8, kîjan e meniya lape mezin ku çira em mizgîniyê bela dikin? b) Mesela Îsada çi tê hesabê tirî, û çira ew beramberîkirin layîq e?

3 Meniya lape mezin ku çira em mizgîniyê bela dikin ew e, ku ew şixul Yehowa rûmet dike û navê wî ber hemû meriva pîroz dike. (Bixûne Yûhenna 15:1, 8.) Dîna xwe bidin ku Îsa Bavê xwe Yehowa beramberî rezvan kir, yê ku tiriya diçîne, xwe beramberî kola tiriyê kir, lê şagirtên xwe beramberî çiqila kir (Yûhn. 15:5). Lê tirî tê hesabê berê Padşatiyê, ku şagirtên Îsa didin. Ewî gote şandiyên xwe: “Bi vê yekê Bavê minê bê rûmetkirinê, gava hûn . . . gelek berdayînê bidine kifşê”. Çawa tiriyên baş ya kola tiriyê rûmetê didine rezvan, usa jî em rûmetê didine Yehowa gava çiqas destê me tê, mizgîniya Padşatiyê bela dikin (Met. 25:20-23).

4. a) Çi cûre em navê Xwedê pîroz dikin? b) Çira bona we qedir e ku navê Xwedê pîroz kin?

4 Ça belakirina mizgîniyê navê Xwedê pîroz dike? Bi rastî navê Xwedê bi temamî pîroz e, zêde em nikarin navê wî pîroz kin. Lê dîna xwe bidinê, Îşaya pêxember got, ku em gerekê pîroziya Yehowa qebûl kin (Îşa. 8:13). Em navê Xwedê pîroz dikin bi wê yekê, ku navê wî nava hemû navada başqe dikin û çaxê alî meriva dikin, wekî ewana jî qebûl kin ku navê wî pîroz e (Met. 6:9). Besa xeberê, çaxê em derheqa hunurên Yehowa û qirara wî hindava însanetê merivara gilî dikin, bi vê yekê îzbat dikin, ku giliyên Şeytan derheqa Xwedê derew û qelp in (Destp. 3:1-5). Usa jî, çaxê em mihala xweda alî meriva dikin, wekî ewana bivînin ku tenê Yehowa hêja ye “rûmet, hurmetê û qewatê” bistîne, bi vê yekê jî em navê wî pîroz dikin (Eyan. 4:11). Birakî me bi navê Rînê, yê ku 16 sala pêşeng e dibêje: “Ez gelek dişêkirînim wê yekê ku dikarim şedê Efirandarê gerdûnê bim. Ew yek qewatê dide min, wekî berdewam kim mizgîniyê bela kim”.

EM YEHOWA Û KURÊ WÎ HIZ DIKIN

5. a) Yûhenna 15:9, 10-da derheqa kîjan meniyê tê gotinê, wekî mizgîniyê bela kin? b) Îsa ça da kifşê wekî sebir lazim e?

5 Bixûne Yûhenna 15:9, 10. Hizkirina me hindava Yehowa û Îsa, meniya ferz e ku mizgîniyê bela kin (Marq. 12:30; Yûhn. 14:15). Îsa gote şagirtên xwe, wekî ewana ne ku tenê hizkirina wîda bin, lê usa jî hizkirina wîda bimînin. Lê gelo çira ewî usa got? Çimkî ewî zanibû şagirtên wîra sebir lazim e, wekî bijîn çawa Mesîhiyên rast. Yûhenna 15:4-10-da Îsa gelek car xebera “bimînin” da xebatê seva bide kifşê, wekî şagirtên wîra wê sebir lazim be.

6. Em ça didine kifşê, ku em dixwazin hizkirina Îsada bimînin?

6 Em ça didine kifşê ku dixwazin hizkirina Îsada bimînin û qebûlkirina wî unda nekin? Em gerekê temiyên wî bînin sêrî, dêmek gura wî bikin. Îsa xwest ku em vê yekê bikin, çi ku ewî xwexa dikir. Ewî got: “Min temiyêd Bavê xwe xwey kirin û hizkirina wîda dimînim”. Belê, wê yekêda Îsa mera mesele hîşt (Yûhn. 13:15).

7. Çawa guhdarî û hizkirin hevva girêdayî ne?

7 Îsa got ku guhdarî û hizkirin hevva girêdayî ne. Ewî gote şandiyên xwe: “Ewê ku temiyêd min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku min hiz dike” (Yûhn. 14:21). Xêncî wê yekê temiya Îsa ku mizgîniyê bela kin, ji Bavê wî ye, lema jî çaxê em evê temiya Îsa tînin sêrî, em usa jî hizkirina xwe hindava Yehowa didine kifşê (Met. 17:5; Yûhn. 8:28). Çaxê em hizkirina xwe hindava Yehowa û Îsa didin kifşê, ewana jî me nava hizkirina xweda xwey dikin.

EM PÊŞDA ELAMÎ MERIVA DIKIN

8, 9. a) Dîsa kîjan menî heye ku em mizgîniyê bela dikin? b) Çira giliyên Yehowa ku Hezeqêl 3:18, 19 û 18:23-da nivîsar in, hêlanê didine me wekî berdewam kin mizgîniyê bela kin?

8 Meniya din ku çira em mizgîniyê bela dikin ew e, ku em merivara pêşda elam dikin derheqa roja Yehowa ku gelek nêzîk e. Kitêba Pîrozda derheqa Nuh tê gotinê, wekî ewî “dannasîn dikir”. (Bixûne 2 Petrûs 2:5.) Ewî merivara pêşda elam dikir wekî Sêlav wê rabe. Lê çira em dikarin usa bêjin? Dîna xwe bidinê Îsa çi got: “Çawa ku wan rojêd berî tofanê meriva dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, heta wê roja ku Nuh kete gemiyê û meriv pê nehesiyan, heta ku lêyî rabû û hemû jî xeniqandin. Hatina Kurê Însan jî wê usa be” (Met. 24:38, 39). Rast e gelek meriv elametiya Nuh pişt guhê xweva diavîtin, yeke ewî bi aminî berdewam dikir elametiya Xwedê bela ke.

9 Îro em mizgîniya Padşatiyê bela dikin, seva meriv pêbihesin qirara Xwedê hindava însanetê. Em jî mîna Yehowa dixwazin meriv guh bidine vê elametiyê û bijîn (Hezql. 18:23). Xêncî vê yekê çaxê em mal bi mal û ciyên ku gelek meriv hene, xizmet dikin, em merivara pêşda elam dikin derheqa Padşatiya Xwedê, kîjan ku wê bê û qira vê dinya xirab bîne (Hezql. 3:18, 19; Dan. 2:44; Eyan. 14:6, 7).

EM MERIVA HIZ DIKIN

10. a) Li gora Metta 22:39 dîsa çi menî heye ku mizgîniyê bela kin? b) Gilî kin ku çawa Pawlos û Sîlas Fîlîpiyayêda alî serwêrê kelê kirin.

10 Dîsa menîke ferz heye ku çira em berdewam dikin mizgîniyê bela dikin, ew heye hizkirina me hindava meriva (Met. 22:39). Ew hizkirin alî me dike bi sebir wî şixulî berdewam kin, çimkî em fem dikin ku nihêrandina meriva ji bo derecên wan dikare bê guhastinê. Bînin bîra xwe ku çi qewimî tevî Pawlosê şandî û hevalxizmetkarê wî Sîlas. Şeherê Fîlîpyayêda meriv miqabilî wan derketin û wana kirine kelê. Nîvê şevê erdhejeke usa qayîm qewimî, ku derên kelê vebûn. Serwêrê kelê tirsiya ku girtî wê birevin û xwest xwe bikuje. Lê Pawlos wî da sekinandinê û wîra got: “Tu ziyanê nede emirê xwe”. Serwêrê kelê jêra got: “Ez çi gerekê bikim ku xilaz bim?” Pawlos û Sîlas caba wî dan: “Baweriya xwe Xudan Îsa bîne, tê . . . xilaz bî” (Kar. Şand. 16:25-34).

Hizkirin hindava Yehowa, Îsa û meriva, me hêlan dike mizgîniyê bela kin (Binihêre abzasa 5, 10)

11, 12. a) Çawa serhatiya derheqa serwêrê kelê xizmetiya meva girêdayî ye? b) Çira em dixwazin berdewam kin mizgîniyê bela kin?

11 Ev mesela serwêrê kelê çi me hîn dike derheqa xizmetiya me? Bifikirin: Serwêrê kelê tenê paşî erdhejê nihêrandina xwe guhast û alîkarî xwest. Îro jî çaxê halê meriva nişkêva tê guhastinê, ewana hingê dikarin guh bidine mizgîniyê û bixwazin alîkariyê bistînin. Besa xeberê, hine meriv mihala meda dibeke nişkêva xebata xwe unda kirine û nizanin çi bikin. Hinek jî dibeke ji mêr yan jina xwe qetiyane. Hinek jî bînteng dibin, çimkî pêhesiyane ku nexweşiya wane giran heye, yan jî dilşkestî ne, çimkî merivê xweyî nêzîk unda kirine. Çaxê tiştên usa diqewimin, bal wan meriva pirsên nêta emirva girêdayî pêşda tên, derheqa kîjanî ku berê ne jî fikirîne. Diqewime ewana hela hê jî difikirin: “Ez gerekê çi bikim wekî xilaz bim?” Gava em rastî wan meriva tên, ewana dikarin guh bidine mizgîniya meye şa, ku wana emirê xweda tu car nebihîstiye.

12 Lema jî hergê em bi aminî berdewam kin mizgîniyê bela kin, emê bikaribin berdiliyê bidine meriva, gava ewana hazir bin guh bidine me û berdiliya me qebûl kin (Îşa. 61:1). Xûşkeke me bi navê Şarlot, ya ku îda 38 sal e pêşeng e, dibêje: “Meriv îro undabûyî ne. Ewana hewce ne ku mizgîniyê pêbihesin”. Lê Êvor ku 34 sal e pêşeng e, dibêje: “Îro wedekî usa hatiye, ku meriv êmosîalîda gelek sist in. Ez gelek dixwazim alî wan bikim û ew yek min hêlan dike wanra mizgîniyê gilî kim”. Hizkirin hindava meriva meniya mezin e, wekî berdewam kin mizgîniyê bela kin!

PÊŞKÊŞ KU ALÎ ME DIKIN SEBIR KIN

13, 14. a) Yûhenna 15:11-da derheqa kîjan pêşkêşê tê gotinê? b) Şabûna Îsa ça dikare bibe ya me? c) Şabûn ça hukum dike ser xizmetiya me?

13 Îsa êvara pêşiya mirina xwe, şandiyên xwera usa jî derheqa çend pêşkêşa got, kîjan ku wê alî wan bikira bi sebir ber bidana. Gelo ew çi pêşkêş in, û çawa ew pêşkêş dikarin alî me jî bikin?

14 Şabûn. Gelo belakirina mizgîniyê barekî giran e? Tu car na. Çaxê Îsa gilî kir mesela derheqa kola tiriyê, ewî got ku ji belakirina mizgîniyê emê şabûneke mezin bistînin. (Bixûne Yûhenna 15:11.) Bi rastî ewî got ku şabûna wî dikare dilê meda be jî. Lê ça? Çawa me îda jorê got, Îsa xwe beramberî kola tiriyê kir, lê şagirtên xwe beramberî çiqila kir. Kola tiriyê çiqila xwey dike. Heta ku ew çiqil kola tiriyêva nin, ewana av û tiştên din dikişînine xwe. Usa jî em, heta ku tevî Mesîh yektiyêda nin û pey wî diçin, em şabûneke mezin distînin, çawa ew distîne çaxê qirara Bavê xwe tîne sêrî (Yûhn. 4:34; 17:13; 1 Pet. 2:21). Xûşkeke me bi navê Hana, ya ku 40 salî zêdetir pêşeng e, dibêje: “Ew şabûna ku ez xizmetiyêda distînim, hêlanê dide min wekî berdewam kim Yehowara xizmet kim”. Belê, şabûn qewatê dide me, wekî berdewam kin mizgîniyê bela kin hergê jî hindik meriv guh didine me (Met. 5:10-12).

15. a) Yûhenna 14:27-da derheqa kîjan pêşkêşê tê gotinê? b) Çira edilayî alî me dike ku berdewam kin ber bînin?

15 Edilayî. (Bixûne Yûhenna 14:27.) Îsa berê êvarê pêşiya mirina xwe, gote şandiya: “Ez . . . edilayîya xwe didime we”. Lê çawa ew pêşkêş, dêmek edilaya wî, alî me dike ku ber bînin? Çaxê em bi sebir in, dilê xweda em edilayê texmîn dikin, çimkî zanin wekî Yehowa û Îsa me qebûl dikin (Zeb. 149:4; Rom. 5:3, 4; Kols. 3:15). Birakî me bi navê Ûlf, yê ku 45 sal e xizmetkarê hertim e, dibêje: “Rast e xizmetiyêda ez diwestim, lê xizmetî dilrihetiyê û nêta jîyînê dide min”. Em gelek razî ne wekî me dilrihetiya rast dîtiye!

16. a) Yûhenna 15:15-da derheqa kîjan pêşkêşê tê gotinê? b) Şandî ça dikaribûn dostiya wîda bimana?

16 Dostiya tevî Îsa. Paşî vê yekê çaxê Îsa gote şandiyên xwe ku dixwaze şabûna wan “temam be”, ewî wanra şirovekir, wekî çiqas ferz e hizkirina helal bidine kifşê (Yûhn. 15:11-13). Paşê ewî got: “Min hûn dost hesab kirin”. Rastî jî ew pêşkêşeke çiqas qîmet e ku bibine dostên Îsa! Lê şandiya çi gerekê bikirana, wekî dostiya wîda bimana? Îsa wanra got: “Herin ber bidin”. (Bixûne Yûhenna 15:14-16.) Weke 2 sal pêşda, Îsa rêberî da şandiyên xwe: “Gava hûn herin, dannasîn kin û bêjin: ‘Padşatiya Ezmana nêzîk bûye’” (Met. 10:7). Lê vê êvara xilaziyê Îsa wana qewî kir, wekî ewana wî şixulê ku wana destpêkir, bi sebir berdewam kin (Met. 24:13; Marq. 3:14). Evê temiya Îsa bînin sêrî şixuleke hêsa nîbû, lê wana ew şixul rind anîne sêrî û dostiya wîda man. Ça? Pê alîkariya pêşkêşeke din.

17, 18. a) Yûhenna 15:16-da derheqa kîjan pêşkêşê tê gotinê? b) Ça ewê pêşkêşê alî şagirtên Îsa dikir? c) Kîjan pêşkêş îro me qewî dikin?

17 Caba dua. Îsa got: “Hûn çi ku pê navê min ji Bavê bixwazin, ewê bide we” (Yûhn. 15:16). Bi rastî ewî sozî wê şandî gelek bişidanda! * Rast e wana bi temamî fem nedikir, wekî zûtirekê gerekê Îsa bimire, lê ewana wê bê alîkarî nemana. Yehowa timê hazir bû ku caba duayên wan bide, gava wanra alîkarî lazim bûya seva vê temiyê bînin sêrî ku mizgîniyê bela kin. Û bi rastî wede şûnda wana texmîn kir, ku ça Yehowa caba duayên wan da (Kar. Şand. 4:29, 31).

Em gerekê dudilî nebin ku Yehowa wê caba duayên me bide gava mera alîkarî lazim be (Binihêre abzasa 18)

18 Îro jî usa ne. Çaxê em bi sebir ber didin, em dostiya Îsada dimînin. Xêncî vê yekê, em dikarin dudilî nebin, wekî gava em xizmetiyêda rastî çetinaya bên û ji Yehowa alîkariyê bixwazin, ew wê ese caba duayên me bide (Fîlî. 4:13). Em çiqas razî ne ku Xwedê caba duayên me dide û ku em dostên Îsa ne! Ev pêşkêşên ji Yehowa me qewî dikin seva em bi sebir ber bidin (Aqûb 1:17).

19. a) Çira em berdewam dikin mizgîniyê bela kin? b) Çi alî me dike ku em şixulê Xwedê heta xilaziyê bînin sêrî?

19 Çawa me vê gotarêda dît, em berdewam dikin mizgîniyê bela kin seva Yehowa rûmet kin, navê wî pîroz kin, hizkirina xwe wîra û Îsara bidine kifşê, merivara pêşda elam kin derheqa roja Xwedê, û hindava meriva hizkirinê bidine kifşê. Xêncî vê yekê, ew pêşkêş dêmek, şabûn, edilayî, dostî, û caba duayên me, me qewî dikin seva em şixulê Xwedê heta xilaziyê bînin sêrî. Yehowa wê mera gelek şa be çaxê bivîne ku em bi dil û can berdewam dikin “ber” didin!

^ abz. 17 Wedê xeberdana tevî şandiya, Îsa gelek car wana qewî kir bi vê yekê, ku got wekî Xwedê wê caba duayên wan bide (Yûhn. 14:13; 15:7, 16; 16:23).