Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dijminê Xwe Nas ke

Dijminê Xwe Nas ke

“Em haş ji hunurêd [Şeytan] hene” (2 KORN. 2:11).

KILAMÊN: 150, 32

1. Edenêda, Yehowa çi eyan kir derheqa dijminê me?

BÊŞIK, Adem zanibû wekî mer nikarin xeber din. Lema jî dibeke ew difikirî, wekî efirînekî ruhanî bi vî merî tevî Hêwayê xeber daye (Destp. 3:1-6). Dikarin bêjin, wekî Adem û Hêwayê derheqa wî kesê ruhanî tiştek nizanibûn. Yeke, Adem bi hemdê xwe bijart ku pişta xwe bide Bavê xweyî ezmana û tevî wî kesê nenas bû yek, çimkî miqabilî qirara Xwedê derket (1 Tîmt. 2:14). Lê Yehowa derbêra destpêkir derheqa wî dijminê ku Adem û Hêwa xalifandin, hê zêde tişt eyan ke û soz da, wekî wê axiriyêda wî kuta ke. Lê Yehowa usa jî pêşda got, wekî ew efirînê ruhanî ku bi mer xeber da, wê miqabilî wan derê yên ku Xwedê hiz dikin (Destp. 3:15).

2, 3. Menî dibeke çi bû ku derheqa Şeytan, pêşiya hatina Mesîh hindik dihate gotinê?

2 Yehowa navê wî milyaketê ku miqabilî wî rabû, tu car eyan nekiribû. * Û tenê paşî weke 2 500 sala Xwedê safî kir, wekî sernavê wî dijminî eyan ke (Îb. 1:6). Bi rastî Nivîsarên Îbranîda tenê sê kitêb besa Şeytan dikin, 1 Dîrok, Îbo, û Zekerya. Ew nav tê hesabê “Yê Miqabil”. Lê gelo çira pêşiya hatina Mesîh derheqa wî dijminî hindik hate gotinê?

3 Tê kifşê Yehowa nexwestiye, wekî Nivîsarên Îbranîda gelek tişt derheqa Şeytan û kirên wî bê gotinê. Nêta Yehowaye sereke Nivîsarên Îbranîda ew bû, wekî Mesîh bê eyankirinê û cimeta Xwedê wî nas ke (Lûqa 24:44; Galt. 3:24). Gava ew yek hate sêrî û Mesîh hat, Yehowa wî û şagirtên wî da xebatê, seva hê zêde eyan kin derheqa Şeytan û wan milyaketa, yên ku tevî wî bûne yek. * Ew yek ecêbmayî nîne, çimkî Îsa û yên bijartî wê qira Şeytan û peyçûyên wî bînin (Rom. 16:20; Eyan. 17:14; 20:10).

4. Çira em gerekê ji Mîrê-cina netirsin?

4 Petrûsê şandî Şeytan Mîrê-cina nav dike ça “şêr”, yê ku “mire-mira wî ye”, lê Yûhenna wî nav dike “mer” û “ziya” (1 Pet. 5:8; Eyan. 12:9). Lê em gerekê ji Şeytan netirsin, çimkî qewata wî bi sînor e. (Bixûne Aqûb 4:7.) Yehowa, Îsa û milyaketên amin, me xwey dikin. Em pê alîkariya wan dikarin miqabilî dijminê xwe derên. Lê em gerekê bizanibin caba wan sê pirsên sereke: Qewat û hukumê Şeytan çiqas e? Ew hukumê xwe ça dide xebatê? Gelo hene tişt ku ew nikare bike? Were em caba van pirsa şêwir kin, û usa jî binihêrin çi dersa dikarin hîn bin.

QEWAT Û HUKUMÊ ŞEYTAN ÇIQAS E?

5, 6. Çira serwêrtiyên meriva nikarin guhastinên usa bikin ku meriv gelek hewce ne?

5 Gelek milyaket tevî raberîbûna Şeytan bûne yek. Pêşiya Sêlavê, Şeytan hine ji wan milyaketa hêlan kir, wekî tevî jina bênamûsiyê bikin. Kitêba Pîrozda derheqa ziya, dêmek Şeytan, tê gotinê wekî ewî ji sê para pareke steyrkên ezmên tevî xwe kişand (Destp. 6:1-4; Cihûd. 6; Eyan. 12:3, 4). Çaxê ewan milyaketa pişta xwe dane malbeta Xwedê, wana aliyê Şeytan girt û xwe kirin bin hukumê wî. Ew raber ne ku tenê komek e, ya ku çetinaya pêşda tîne, lê Şeytan çev daye Padşatiya Xwedê, û serwêrtiya xwe ku nayê dîtin, saz kiriye. Vê serwêrtiyêda ew e padşa, û ewî hukum daye cina jî wekî serwêrtiyê ser dinyayê bikin (Efes. 6:12).

6 Şeytan bi saya serwêrtiya xweye ku nayê dîtin, hukum dike ser hemû serwêrtiyên meriva. Ew yek rind hate kifşê çaxê Şeytan “hemû padşatiyêd dinyayê” nîşanî Îsa kir û jêra got: “Ezê rewş û serwêriya van hemûya bidime destê te, çimkî minra hatiye dayînê û kêra ku bixwazim ezê bidimê” (Lûqa 4:5, 6). Belê, hene gelek serwêrtiyên meriva ku tiştên baş dikin bona bajarvanên xwe, û hine serwêr bi dilê temiz dixwazin alî meriva bikin. Lê yeke tu serwêr nikare guhastinên usa bike, ku meriv gelek hewce ne (Zeb. 146:3, 4; Eyan. 12:12).

7. Şeytan ça xêncî serwêrtiyên meriva, usa jî rêlîgiya qelp û sîstêma komêrsî dide xebatê? (Binihêre şiklê ewlin.)

7 Şeytan û cin rêlîgiyên qelp û sîstêma komêrsî didine xebatê, seva “temamiya dinê” bixalifînin (Eyan. 12:9). Şeytan derheqa Yehowa bi rêlîgiyên qelp derewa bela dike. Xêncî vê yekê, Mîrê-cina usa dike wekî meriv navê Xwedê bîr kin (Yêrem. 23:26, 27). Lema jî gelek merivên dilsax difikirin wekî ewana Xwedê dihebînin, lê bi rastî cina dihebînin (1 Korn. 10:20; 2 Korn. 11:13-15). Şeytan usa jî bi saya sîstêma komêrsî tiştên qelp bela dike. Mesele, ew sîstêm meriva hîn dike, wekî ewana wê bextewar bin hergê pey pera kevin û gelek hebûkê xwera top kin (Metlk. 18:11). Ewên ku vê derewiyê bawer dikin, emirê xweda dibine xulamên “hebûkê”, ne ku xulamên Xwedê (Met. 6:24). Axiriyêda, hizkirina wane hindava hebûkê, dikare hizkirina wane hindava Xwedê bixeniqîne (Met. 13:22; 1 Yûhn. 2:15, 16).

8, 9. a) Em kîjan du dersa hîn dibin ji mesela Adem, Hêwayê û milyaketên raber? b) Çira kar e ku em zanin wekî Şeytan serwêrtiyê ser vê dinyayê dike?

8 Em ji mesela Adem, Hêwayê û milyaketên raber du dersa hîn dibin. Dersa pêşin ew e, wekî tenê du rê hene û em gerekê yekê bijbêrin. Dêmek, yan em aliyê Yehowa bigirin û jêra amin bimînin, yan jî xwe bikine bin destê Şeytan (Met. 7:13). Dersa duda jî ew e, wekî kesên ku aliyê Şeytan digirin, tenê kara wedelû distînin. Adem û Hêwa bûne xwe serî xwe seva xwexa safî kin çi qenc e û çi xirab e. Lê cina jî hine hukum standin ser serwêrtiyên meriva (Destp. 3:22). Belê, ewên ku aliyê Şeytan digirin, timê axiriya xirab distînin û qe karê jî nastînin (Îb. 21:7-17; Galt. 6:7, 8).

9 Lê çira kar e ku em zanin wekî Şeytan hukum dike ser dinyayê? Zanebûna vê yekê alî me dike ku rast binihêrin ser serwêra û xizmetkarên dewletê, û usa jî me hêlan dike ku mizgîniyê bela kin. Em fem dikin wekî Yehowa dixwaze em qedirê serwêrên dewletê bigirin (1 Pet. 2:17). Û ew dixwaze em gura qanûnên serwêrtiyên meriva bikin, hergê ewana miqabilî prînsîpên wî naçin (Rom. 13:1-4). Lê em usa jî zanin wekî em gerekê tevnebûyînê xwey kin, û piştgiriya tu partîake polîtîkî yan jî serwêrekî nekin (Yûhn. 17:15, 16; 18:36). Em zanin Şeytan dixwaze navê Yehowa bêhurmet ke, lema jî em her tiştî dikin seva meriva rastiya derheqa Xwedê hîn kin. Em firnaq dibin ku navê wî ser me ye û ku em navê wî hildidin. Xêncî vê yekê, hizkirina me hindava Xwedê, ji hizkirina hindava pera û hebûkê bilindtir û qîmettir e (Îşa. 43:10; 1 Tîmt. 6:6-10).

ÇAWA ŞEYTAN HUKUMÊ XWE DIDE XEBATÊ?

10-12. a) Şeytan kîjan telik da xebatê seva milyaketa bixalifîne? b) Em ji şaşiya wan milyaketa çi dersa hîn dibin?

10 Şeytan mêtodên qewî dide xebatê, seva ser meriva hukum bike. Mesele, ew telika datîne, wana dike cêribandinê û usa jî cara ew wana ditirsîne, seva bike bin hukumê xwe.

11 Dîna xwe bidinê, Şeytan ça bi hostetî telik da xebatê ku gelek milyaket xalifand. Ça tê kifşê Şeytan gelek wext wana lêkolîn dikir, seva têderxe hela ça wana bikişîne aliyê xwe. Çaxê hine milyaket ketine telikê û tevî jina bênamûsî kirin, paşê wanra zarên terikî hatine bûyînê, yên ku tirsa xwe dikirine ser meriva (Destp. 6:1-4). Xêncî telika bênamûsiyê, diqewime Şeytan usa jî wan milyaketên neaminra soz da, ku ewana wê hukumtiyê bikin ser hemû meriva. Nêta wî dibeke ew bû, wekî rê bigire seva pêxembertiya derheqa hatina zureta sozdayî, neyê sêrî (Destp. 3:15). Çi jî hebe, yeke Yehowa ew hemû nêtên Şeytan û milyaketên raber boş-betal kir, çaxê Sêlav anî ser dinê.

Şeytan dixwaze me bike telika bênamûsiyê, qurebûnê, û sêrbaziyê (Binihêre abzasa 12, 13)

12 Em çi dersê hîn dibin ji vê yekê? Bîr nekin, telikên bênamûsiyê û xwehiziyê gelek qewî ne. Milyaketên ku pişta Şeytan girtin, pêşiyê ser ezmana gelek sala kêleka Xwedê bûn, lê yeke gelek ji wana nav xweda xwestinên xirab pêşda anîn. Hergê milyaket ketine vê telikê, îlahî em gerekê çiqas fesal bin, wekî xwestinên xirab dilê meda kokên xwe nedin. Belê, firqî tune em çiqas sala Yehowara xizmet dikin, yeke em gerekê timê miqatî dilê xwe bin (1 Korn. 10:12). Belê, gelek ferz e em dilê xwe lêkolîn bikin, terka fikirên bênamûsî bikin, û ji xwehiziyê û qurebûnê dûr bin. (Galt. 5:26; bixûne Kolosî 3:5).

13. Şeytan dîsa kîjan telikê dide xebatê, û em ça dikarin xwe ji vê telikê xwey kin?

13 Dîsa telikeke Şeytan ku gelek meriv dikevinê, ew heye sêrbazî. Îro xêncî rêlîgiyên qelp, Şeytan usa jî cûre-cûre wedederbazkirina dide xebatê, seva merivara hewas be derheqa cina pêbihesin. Mesele, fîlm, lîstikên elektronîkî, mêdiya, sêrbaziyê û koçektiyê eyan dikin ça tiştekî baş. Lê ça em dikarin xwe xwey kin seva nekevine vê telikê? Teşkîleta Xwedêda em gerekê hîviyê nîbin, ku mera wê bê gotinê kîjan wedederbazkirin cayîz e kîjan na. Her kes ji me gerekê li gora prînsîpên Xwedê îsafa xwe hîn ke (Îbrn. 5:14). Lê emê bijartinên bîlan bikin, hergê şîreta Pawlosê şandî bidine xebatê, dêmek hizkirina me hindava Xwedê “hilekarî nîbe” (Rom. 12:9). Em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo bijartinên min bona wedederbazkirinê wê nîşan kin, wekî ez durû nînim? Hergê ew meriv, tevî kîjanî ez hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikim, yan jî serlêdana dubare dikim, bivînin ez kîjan wedederbazkirinê dijbêrim, wê çi bifikirin?” Kirên me çiqas anegorî xeberdana me bin, haqas wê mera hêsa be nekevine telikên Şeytan (1 Yûhn. 3:18).

Şeytan dixwaze me bitirsîne pê qedexekirina şixulê me aliyê serwêrada, zorbetiya aliyê hevalên mektebêda, û miqabilîbûna malbetêda (Binihêre abzasa 14)

14. Şeytan bi çi dikare me bitirsîne, û ça em dikarin qewî bimînin?

14 Şeytan xêncî telika, usa jî dixwaze me bide tirsandinê, seva em Yehowara amin nemînin. Mesele, ew dikare serwêra bide xebatê, wekî ewana şixulê meyî belakirina mizgîniyê qedexe bikin. Yan jî ew dikare hevalxebatçî yan jî hevaldersxanên me bide xebatê, seva ewana qerfa me bikin, çimkî em pê prînsîpên Kitêba Pîroz dijîn (1 Pet. 4:4). Ew usa jî dikare neferên mala me bide xebatê, seva ewana rê me bigirin em neçin civata (Met. 10:36). Lê ça em dikarin wan derecada qewî bisekinin? Ya pêşin, em gerekê ecêbmayî nemînin çaxê dikevine wan derecada, çimkî em fem dikin wekî Şeytan tevî me şer dike (Eyan. 2:10; 12:17). Usa jî em gerekê bîr nekin ev pirsa lape ferz: Şeytan dibêje wekî em Yehowara xizmet dikin, tenê hingê gava mera dest dide, lê tengasiyada emê pişta xwe bidine Xwedê (Îb. 1:9-11; 2:4, 5). Em gerekê timê qewatê ji Yehowa bixwazin, gava rastî cêribandina tên. Tu car em gerekê bîr nekin, wekî Xwedê wê me nehêle (Îbrn. 13:5).

ŞEYTAN ÇI NIKARE BIKE

15. Gelo Şeytan dikare zorê me bike ku em tiştên usa bikin, çi ku naxwazin? Şirovekin.

15 Şeytan nikare zorê meriva bike ku miqabilî xwestina xwe herin (Aqûb 1:14). Gelek meriv bi nezaniya xwe, ne jî têderdixin wekî aliyê Şeytan digirin. Lê çaxê ewana rastiyê pêdihesin, her kes ji wan xwexa dijbêre kêra xizmet ke (Kar. Şand. 3:17; 17:30). Hergê me dilê xweda safî kiriye ku qirara Xwedê bînin sêrî, Şeytan tu tiştî nikare bike seva aminiya me hilşîne (Îb. 2:3; 27:5).

16, 17. a) Şeytan û cinên wî dîsa çi nikarin bikin? b) Çira em gerekê netirsin bi dengê bilind Yehowara dua kin?

16 Dîsa hene tiştên usa ku Şeytan û cinên wî nikarin bikin. Mesele, Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, wekî ewana dikarin hişê me û dilê me bixûnin, tenê Yehowa û Îsa dikarin (1 Sam. 16:7; Marq. 2:8). Em zanin wekî Şeytan û cinên wî me dibihên, gava em xeber didin yan jî bi dengê bilind dua dikin. Lê gelo lazim e em bitirsin, wekî ewana çi ku dibihên, wê miqabilî me bidine xebatê? Tu car na! Lê çira? Em zanin Mîrê-cina me divîne, lê em natirsin kirên qenc bikin kîjan ku Yehowa xweş tên. Usa jî, em zanin ku ew me dibihê çaxê em bi dengê bilind dua dikin, lê em gerekê netirsin. Kitêba Pîrozda hene serhatiyên gelek xizmetkarên Xwedê, yên ku bi dengê bilind dua dikirin, û tu cîkî nayê gotinê, wekî ewana ditirsiyan ku Mîrê-cina wê wana bibihê (1 Padş. 8:22, 23; Yûhn. 11:41, 42; Kar. Şand. 4:23, 24). Hergê xeberdan û kirên me li gora qirara Xwedê ne, em gerekê dudilî nebin ku Yehowa wê nehêle, wekî Mîrê-cina ziyaneke usa bide me, ku jîyîna heta-hetayê nestînin. (Bixûne Zebûr 34:7.)

17 Em gerekê dijminê xwe rind nas bikin, lê em gerekê tu car ji wî netirsin. Pê alîkariya Yehowa hela hê merivên gunekar jî dikarin şerda tevî Şeytan serkevin (1 Yûhn. 2:14). Hergê em miqabilî wî bisekinin, ew wê ji me bireve (Aqûb 4:7; 1 Pet. 5:9). Şeytan îlahî pey cahila dikeve. Lê gelo ça ewana dikarin qewî bimînin û miqabilî wî bisekinin? Gotara dinda emê caba vê pirsê şêwir kin.

^ abz. 2 Kitêba Pîroz çend navê milyaketa eyan dike (Hakim. 13:18; Dan. 8:16; Lûqa 1:19; Eyan. 12:7). Usa jî Kitêba Pîroz dibêje, wekî Yehowa nav danî ser her steyrkekê (Zeb. 147:4). Ew yek dide kifşê, wekî Yehowa nav danî ser hemû milyaketên xwe, dêmek ser wî milyaketî jî, yê ku paşê bû Şeytan.

^ abz. 3 Nivîsarên Îbranîda ew nav, dêmek “Şeytan”, tenê 18 cara tê gotinê, lê Nivîsarên Yûnanîda 30 cara zêdetir.