Here Naverokê

Here naverokê

Civîna sêrojî ya li bajarê Nijniya Apşa (Ûkrayna), 2012

Genim Pir e!

Genim Pir e!

ÎSA ji şagirtên xwe re got ku di van rojên dawîn de, genim wê pir be (Met. 9:37; 24:14). Ev pêxembertî li herêmeke Transkarpatiyayê (Ûkrayna) jî hatiye cih. Di sê bajarên vê herêmê de, 50 civat û 5.400 mizgînvan hene. * Belê, 1 ji her 4 mirovên van bajaran Şahidê Yehowa ye!

Li wê derê, belavkirina mizgînê çawa diçe? Birayekî me Vasîle, yê ku li vê herêmê dijî, wisa dibêje: “Mirovên li vir qîmetê didin Kitêba Pîroz û edaletê. Ferdên malbatê bi hev ve pir girêdayî ne û alî hev dikin. Helbet her kes baweriya me qebûl nake. Lê belê gava em bala wan dikişînin li ser Kitêba Pîroz, ew rind guh didin me.”

Ji ber ku mizgînvan pir in, xizmet carinan hêsan nîne. Mesela, di civatekê de 134 mizgînvan hene, lê warê wan tenê 50 mal in. Mizgînvan çawa serî bi vî halî re derdixînin?

Gelek xwişk û birayên me pir xîret dikin ku mizgînê li warên din belav bikin. Birayekî me Yonaş, ê ku 90 salî ye, wisa dibêje: “Li warê civata me, ji her du malan re mizgînvanek dikeve. Ez mizgînê li gundê xwe belav dikim. Berê, gava siheta min baştir bû, ez nêzikî 160 km diçûm warekî nû. Li wê derê, min mizgîn bi zimanê Macarî belav dikir.” Ji bo ku xizmetê, lazim e ku mizgînvan fedakariyê bikin. Yonaş wisa dibêje: “Ji bo ku ez bigihîjim trenê, ez sibê li saeta 4an radibûm, û min heta êvarê saet 6an xizmet dikir. Paşê, ez dîsa li trenê siwar dibûm û vedigeriyam malê. Min her hefte du sê caran wisa dikir.” Yonaş der heqê vî îşî de wisa dibêje: “Min ji vê xizmetê pir kêf distand. Ez pir şabûm ku malbatek bi alîkariya min rastiya Kitêba Pîroz elimî.”

Helbet hemû mizgînvanên van civatan nikarin ji bo xizmetê herin cihên dûr. Lê belê her kes – û xwişk û birayên extiyar jî – di warê xwe de rind dixebitin. Bi saya xîreta wan, hejmara kesên ku hatin Bîranîna Mirina Îsa Mesîh ji hejmara mizgînvanan nêzikî du qat zêde bû, yanî nîvê nifûsa van sê bajaran hatin. Bê guman, em li ku derê xizmet bikin jî, gerek em “di karê Xudan de herdem xîretkêş bin” (1. Kor. 15:58).

^ par. 2 Navên van bajaran: Hlibokiy Potîk, Serednye Vodyane û Nijniya Apşa.