Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Civata mezine sêrojî Nîjnaya Apşada, Ûkraîna, sala 2012

Nandirûneke Mezin!

Nandirûneke Mezin!

ÎSA pêxembertî kir, wekî şagirtên wî wê wan rojên axiriyêda, ji gelek nandirûnê şabûnê bistînin (Met. 9:37; 24:14). Dîna xwe bidinê, çawa giliyên wî bi cûrekî mexsûs eyan bûn Zakarpatskaya Oblastêda, (Ûkraîn). Nava sê şeherên dor berê wî cîyî 50 civat hene û 5 400 mizgînvana zêdetir. * Bi rastî hergê van sê şeherada hejmara meriva hesab kin, dertê ku ji 4 meriva 1 Şedê Yehowa ye.

Lê çawa wan ciyada xizmetî diçe? Birakî me bi navê Vasîlî, gilî dike: “Merivên wira qedirê Kitêba Pîroz digirin, heqiyê qîmet dikin, tevî neferên xwe nêzîk in, û helal alîkariya hevdu dikin. Rast e ewana her gav tevî baweriya me qayîl nînin, lê çaxê ji Kitêba Pîroz wanra tiştekî nîşan dikî, ewana rind guh didin”.

Femdarî ye wekî xûşk-birên wira rastî hine çetinaya jî tên, çaxê wî cîyîda xizmet dikin kîderê haqas zef mizgînvan hene. Mesele, civatekêda 134 mizgînvan hene, lê mihala wanda tenê 50 mal in. Lê çawa ew mizgînvan vê derecêda xwe didine kifşê?

Gelek xûşk-bira destpêkirin xizmet kin wan ciyada, kîderê hewcetî heye. Birakî me bi navê Yonaş, ku 90 salî ye, dibêje: “Mihala meda mizgînvanekîra 2 mal dikevin. Ez gundê xweda xizmet dikim, lê heta ku sihet-qewata min diha xirab nebibû, min usa jî xizmet dikir cîkî din, kîderê ku civat tune û 160 kîlomêtr dûr e. Wêderê min ser zimanê Hûngarî mizgînî bela dikir”. Mizgînvan seva ku mihalên dinda alîkariyê bidin, gerekê qurbana bikin, dêmek hinekî zemetê bivînin. Yonaş dibêje: “Seva bigihîjime trênê, ez şebeqê siheta 4:00 radibûm. Min wêderê mizgînî bela dikir heta siheta 18:00, û dîsa pê trênê diçûme mala xwe. Min heftêkêda 2 yan 3 cara usa dikir”. Gelo Yonaş poşman bûye ku haqas cefa kişandiye? Ew dibêje: “Wî cûrê xizmetiyêda min şabûneke gelek mezin stand. Dilê min şa dibe ku wêderê min alîkarî da malbetekê, wekî rastiyê pêbihesin”.

Femdarî ye hemû mizgînvan ji wî cîyî wê nikaribin li ciyên dûr xizmet kin. Lê ewana her tiştî dikin seva mihala xweda rind xizmet kin. Bi saya xîreta wan, sala 2017 ser Êvara Bîranînê ji wan sê şehera meriv haqas top bibûn, ku weke du cara ji mizgînvana zêdetir bûn, dêmek nîvê bineliyên wan şehera hatibûn. Belê, firqî tune em kîderê xizmet dikin, yeke em dikarin “şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korn. 15:58).

^ abz. 2 Navê wan şehera ew in: Glûbokî Potok, Srêdnê Vodyanê, û Nîjnaya Apşa.