Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ewî Dikaribû Keremên Xwedê Bistanda

Ewî Dikaribû Keremên Xwedê Bistanda

EM YEHOWARA xizmet dikin û dixwazin qebûlkirin û keremên wî bistînin. Lê gelo Xwedê ji kîjan meriva razî ye? Serhatiyên ji Kitêba Pîroz didin kifşê, ku hine meriva gunê giran kirine, lê yeke Xwedê dîsa ewana qebûl kirine. Usa jî hebûne merivên bi xeyset-hunurên baş, lê axiriyêda qebûlkirina Xwedê unda kirine. Lema jî dibeke bal me pirs pêşda tê: “Gelo Yehowa berê ewlin çi dixwaze nav meda bivîne?” Serhatiya Rehobowam Padşê Cihûda, dikare alî me bike caba vê pirsê pêbihesin.

DESTPÊKA NEBAŞ

Bavê Rehobowam Silêman bû, kîjan ku 40 sala ser Îsraêlê padşatî dikir (1 Padş. 11:42). Silêman sala 997 B.D.M., mir, û hingê Rehobowam ji Orşelîmê çû Şekemê seva wî bikine padşa (2 Dîr. 10:1). Diqewime Rehobowam ditirsiya ku dibe padşa, çimkî bavê wî Silêman navdar bû pê bîlaniya xwe, lê niha îda ewî gerekê bîlaniya xwe îzbat kira wedê safîkirina çetinaya.

Rehobowam texmîn dikir, wekî Îsraêlêda tiştekî nebaş wê biqewime. Hine wede derbaz bû, cimet hat bal wî û gazinê xwe wî kirin: “Bavê te nîrê me dijwar kir û xizmeta bavê teyî dijwar û nîrê wî yê giranê ku daniye ser me, niha tu sivik bike û emê tera koletiyê [berdestiyê] bikin” (2 Dîr. 10:3, 4).

Rehobowam tevhevbû, û nizanibû çi bikira. Hergê ewî xwestina cimetê bianiya sêrî, ewî malbeta xweva û yên ku qesira wîda bûn, dikaribûn hebûk û tiştên qîmet unda kirana. Alîkî dinva jî, hergê ewî xwestina wan pişt guhê xweva biavîta, cimet wê miqabilî wî rabûya. Lê gelo ewî çi kir? Ew pêşiyê çû bal şîretkarên bavê xwe, yên ku emirda mezin bûn. Lê paşê ew çû bal cahilên ku emirda qasî wî bûn. Ewî şîretên wan cahila qebûl kir, û safî kir wekî tevî cimetê sert be. Ewî caba wan usa da: “Bavê min nîrê we giran kir; lê belê ezê bi ser wêva bixim; bavê min we bi qamçiyan perwerde kir; lê belê ezê we bi tûpişkanva perwerde bikim!” (2 Dîr. 10:6-14).

Vê yekêda em dikarin xwera dersê hîn bin. Eşkere ye ku emê hê zef karê bistînin, hergê guh bidine merivên emirda mezin, yên ku ruhanîda gihîştî ne. Ew meriv emirda cêribandî ne, lema jî ewana dikarin bêjin, wekî kîjan safîkirin wê çi axiriyê bîne, û ewana wê ser hîmê vê yekê şîretên baş bidin (Îb. 12:12).

WANA “GOTINA XUDAN GUHDARÎ KIRIN”

Rehobowam ordiya xwe hazir kir, wekî miqabilî cimeta raber derkeve. Lê Yehowa kete nava wî şixulî û bi Şemaya pêxember jêra got: “Hûnê dernekevin û li dijî birayên xwe lawên Îsraêlra cengê [şer] nekin; vegerin, bira her kes here mala xwe! Ji ber ku ev tişt ji min bû!” (1 Padş. 12:21-24). *

Bidine ber çevê xwe, Rehobowam dibeke çiqas berxwe ket, çaxê ew yek bihîst. Diqewime ew xwera difikirî ku cimet wê çi bêje, ne ewî ewana dane tirsandinê ku wê wana pê qamçiya ceza ke, lê niha jî tiştekî nikare bike (Beramber kin 2 Dîrok 13:7.) Yeke Rehobowam ordiya xweva “gotina Xudan guhdarî kirin û li gor gotina Xudan vegeriyan û riya xweva çûn”.

Em ji vê yekê çi dersê hîn dibin? Wê aqilayî be, wekî em timê gura Xwedê bikin, hingê jî hergê bona vê yekê meriv wê qerfa me bikin. Çaxê em gura Xwedê dikin, em qebûlkirin û keremên wî distînin (Qan. Dcr. 28:2).

Lê Rehobowam çi kerem sitand ku gura Xwedê kir? Ewî dîsa jî padşatiya xwe berdewam kir ser bereka Cihûda û Binyamîna. Xêncî vê yekê, ewî destpêkir têrîtoriya xweda şeherên teze ava ke. Ewî ew şeher “bi zêdeyî zeximand [qewî kir]” (2 Dîr. 11:5-12). Ya lape ferz ew bû, ku hingê ewî gura qanûnên Yehowa dikir. Çaxê padşatiya deh berekî destpêkir xudanên qelp bihebîne, ji wêderê gelek meriv çûne Orşelîmê, seva hebandina rastda piştgiriya Rehobowam bikin (2 Dîr. 11:16, 17). Rehobowam gura Yehowa kir û lema jî padşatiya wî qewî bû.

GUNE Û TOBEKIRINA REHOBOWAM

Çaxê Padşatiya wî qewî bû, ewî şaşîke mezin berda. Ewî qanûna Yehowa pişt guhê xweva avît û destpêkir xudanên qelp bihebîne. Lê çira? Diqewime ew kete ber bayê diya xwe ya ku Amonî bû (1 Padş. 14:21). Firqî tune menî çi bû ku ewî usa kir, lê yazix temamiya cimetê çev da wî. Lema jî Yehowa usa kir, wekî padşê Misirê Şîşak gelek şeherên Cihûda zeft ke. Rast e Rehobowam şeherên xwe qewî kiribû, lê ewê yekê rê Şîşak negirt (1 Padş. 14:22-24; 2 Dîr. 12:1-4).

Halê Rehobowam hê xirab bû gava Şîşak gihîşte Orşelîmê, kîderê Rehobowam padşatî dikir. Hingê Şemaya pêxember elametiya Xwedê, Rehobowamra û serokên wîra got: “We min berda, ji ber vêya ye ku min jî we bi destê Şîşakva berda”. Lê gelo ça Rehobowam xwe da kifşê gava ew gilî bihîst? Ew poşman bû. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Serokên Îsraêlê û qiral xwe nimiz kirin û: Xudan bi dadî ye! gotin”. Lema jî Yehowa Rehobowam xilaz kir û Orşelîm jî wêran nebû (2 Dîr. 12:5-7, 12).

Paşî vê yekê, Rehobowam berdewam dikir padşatiyê bike ser padşatiya başûrê. Gelek kurên Rehobowam hebûn, û paşî mirina xwe ewî wanra gelek pêşkêş bela kir. Ewî dibeke usa kir, çimkî dixwest wekî ewana miqabilî birê xwe Ebîya dernekevin, kîjan ku gerekê bibûya padşa (2 Dîr. 11:21-23). Ew yek aliyê wîda hê aqilayî bû, ne ku çawa ewî cahiltiyêda kir.

REHOBOWAM YEKÎ QENC BÛ YAN XIRAB?

Rast e Rehobowam hine tiştên qenc kir, yeke ewî qebûlkirina Xwedê unda kir. Kitêba Pîroz dibêje: “[Ewî] tiştê ku xirab e kir”. Lê çira? Çimkî ewî dilê xweda Yehowa nedigeriya (2 Dîr. 12:14).

Rehobowam mîna Dawid Padşa nîbû, çimkî heleqetiya wî tevî Yehowa qewî nîbû

Bifikirin ku em çi dikarin hîn bin ji serhatiya Rehobowam. Ewî cara gura Xwedê dikir û hine tiştên baş jî bona cimeta Yehowa kir. Lê heleqetiya wî tevî Yehowa sist bû û xwestina wî qayîm nîbû, wekî dilê Xwedê şa ke. Lema jî ewî tiştên nerast kir û kete nava pûtparistiyê. Diqewime hûn pirsê didine xwe: “Çaxê Rehobowam gura Xwedê dikir, gelo menî ew bû ku ew bi dil poşman dibû bona şaşiyên xwe û dixwest dilê Xwedê şa ke, yan çimkî meriva jêra digot?” (2 Dîr. 11:3, 4; 12:6). Rehobowam mîna kalikê xwe Dawid Padşa nîbû. Ewî emirê xweda paşê dîsa tiştên nerast kir. Belê, Dawid jî emirê xweda şaşî berdan. Lê yeke ewî temamiya jîyîna xweda bi dil û can Yehowa û hebandina rast hiz dikir, û helal gunên xwe dianî rûyê xwe (1 Padş. 14:8; Zeb. 51:1, 17; 63:1).

Ji serhatiya Rehobowam em dikarin rastî jî gelek tişta hîn bin. Em gişk gerekê miqatî neferên xwe bin û şixulekî hêja bikin. Lê seva ku Yehowa ji me razî be, tenê ew yek bes nîne. Lazim e em wî usa bihebînin ça dilê wî dixwaze û gerekê heleqetiya me tevî wî qewî be.

Ewê yekê em dikarin bikin hergê qayîm Yehowa hiz bikin. Çawa ku dar nahêle wekî agir vêse, usa jî em gerekê hizkirina xwe hindava Yehowa qewî xwey kin bi vê yekê ku Xebera wî lêkolîn bikin, ser bifikirin û dua kin (Zeb. 1:2; Rom. 12:12). Ew hizkirina qayîm wê me hêlan ke, wekî bi dil û can wan tişta bikin, kîjan ku dilê wî şa dikin. Usa jî ew hizkirin wê alî me bike, wekî çaxê em şaşiya dikin helal tobe kin. Usa emê nebine mîna Rehobowam, lê emê heta xilaziyê amin bimînin Yehowara (Cihûd. 20, 21).

^ abz. 9 Çimkî Silêman amin nîbû, Xwedê îda pêşda got, wekî ew padşatî wê parevebe (1 Padş. 11:31).