Here Naverokê

Here naverokê

Tu li Teqdîra Kê Digerî?

Tu li Teqdîra Kê Digerî?

“Xwedê ne bê dadperwerî ye ku kirinên û hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr bike” (ÎBR. 6:10).

KILAM: 39, 30

1. Daxwaza me hemûyan çi ye?

GAVA kesekî ku em nas dikin û hurmetê didinê, me nas nake an jî navê me ji bîr kiriye, ma em xemgîn nabin? Belê. Daxwaza me hemûyan ev e ku mirovên din me hem nas bikin hem jî me seba serkeftiyên me teqdîr bikin (4. Mû. 11:16; Eyûb 31:6).

2, 3. Eger em hay ji xwe nebin, dibe ku em bi zêdeyî li teqdîra kê bigerin? (Li resmê ewilî binêre.)

2 Lê belê eger em hay ji xwe nebin, dibe ku em bi zêdeyî li pesnê mirovan bigerin. Dinyaya Îblîs dikare bibe sebeb ku em bikevin pey şan û şohretê. Eger em wisa bikin, dibe ku em êdî bala xwe nedin Yehowa Xwedê, yê ku bi rastî hêjayî teqdîr û îbadetê ye (Pey. 4:11).

3 Li rojên Îsa, hin alimên dînî der heqê teqdîrê de bûn xwediyê fikrên nerast. Loma Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Hay ji wan Şerîetzanan hebin ku dixwazin bi xiftanên dirêj bigerin û hez dikin ku di sûkan de xelk silavê bidin wan û di kinîştan de li ser kursiyên pêşî û di ziyafetan de li cihên jorîn rûnin. ... Dîwana wan wê hê girantir be” (Lûqa 20:46, 47). Lê belê, gava jinebiyeke feqîr du pereyên biçûk avêtin peredanka perestgehê, Îsa pesnê wê da (Lûqa 21:1-4). Xuya ye ku fikrên Îsa yên li ser teqdîrê ji fikrên kesên din cuda bûn. Ev meqale wê alî me bike ku em li gor dilê Yehowa bibin xwediyê nêrîna rast.

TEQDÎRA HERÎ MUHÎM

4. Teqdîra herî muhîm kîjan e, û çima?

4 Mirovên îroyîn di warên xwendin, xebat û hunermendiyê de li şan û şohretê digerin. Lê belê teqdîra herî muhîm, teqdîra kê ye? Pawlos wisa got: “Niha piştî ku we Xwedê naskir, hê zêdetir: Hûn ji aliyê Xwedê ve hatin naskirin, êdi çawa dîsa hûn li wan hêzên ruhî yên bêhêz û reben [an “sist û bêqîmet”, WDN] vedigerin? Ma hûn dîsa dixwazin xulamtiyê ji wan re bikin?” (Gal. 4:9). Çi keremeke mezin e ku em “ji aliyê Xwedê ve hatin naskirin”! Xwedê Serwerê gerdûnê ye, lê ew me wek dostên xwe qebûl dike. Yehowa me nas dike, ji me hez dike û me teqdîr dike. Belê, Yehowa em wisa afirandine ku em nêzikî wî bibin (Waiz 12:13, 14).

5. Gerek em çi bikin ku Xwedê me nas bike?

5 Mûsa dostê Xwedê bû. Gava wî dixwest Yehowa zêdetir nas bike, Yehowa daxwaza wî qebûl kir û got: “Ez, te bi navê te dinasim” (2. Mû. 33:12-17). Eger Yehowa me jî wek Mûsa nas bike, emê jî bereketên mezin bistînin. Lê belê gerek em çi bikin ku em bibin dostên wî? Gerek em ji wî hez bikin û ji wî re weqf bibin (1. Korîntî 8:3 bixwîne).

6, 7. Eger em hay ji xwe nebin, dibe ku em dostiya xwe bi Yehowa re çawa winda bikin?

6 Lazim e ku em dostiya xwe bi Xwedê re rind biparêzin. Wek Pawlos got, gerek em ji tiştên “sist û bêqîmet” ên vê dinyayê re xulamtiyê nekin (Gal. 4:9). Şagirtên Îsa yên ku li Galatyayê dijiyan jixwe Xwedê naskiribû, û Xwedê jî ew naskiribûn. Lê wek Pawlos got, hinek ji wan vedigeriyan tiştên pûç. Pawlos mîna ku wisa got: “Hûn çima vedigerin û ji nû ve dibin xulamên van tiştên bêmane û bêfeyde?”

7 Gelo dibe ku em jî bikevin halekî wisa? Belê, talûkeyeke wisa heye. Wexta ku me Yehowa nas kir, dibe ku me jî wek Pawlos dev ji şan û şohreta vê dinyayê berda (Filîpî 3:7, 8 bixwîne). Dibe ku gava em aîdî vê dinyayê bûn, li ber me fersendên mezin hebûn ku em herin zanîngehê an pir pere qezenc bikin. An jî dibe ku fersenda me hebû ku em di warê spor an muzîkê de bigihîştana şan û şohretê. Lê belê gava me Yehowa nas kir, me dev ji van tiştan berda (Îbr. 11:24-27). Gerek em niha seba van qerarên rast poşman nebin û nefikirin ku “xwezî ku min dev ji wan fersendan bernedaya”, çimkî eger em wisa bifikirin, dibe ku em bikevin pey tiştên “sist û bêqîmet” ên vê dinyayê.

HER TIM LI TEQDÎRA XWEDÊ BIGERE

8. Çi wê alî me bike ku em li teqdîra Yehowa bigerin?

8 Em çawa dikarin daxwaza xwe xurt bikin ku em li teqdîra Yehowa bigerin, ne li teqdîra dinyayê? Ji bo vê, gerek em du rastiyên muhîm ji bîr nekin. A yekê, Yehowa kesên ku jê re bi dilsozî xizmet dikin her tim teqdîr dike (Îbranî 6:10 bixwîne; 11:6). Ew ji dil qîmetê dide hemû xizmetkarên xwe. Yehowa jibîrkirina kesên dilsoz wek neheqiyê dibîne. Loma ew “yên xwe nas dike” (2. Tîm. 2:19). Ew “riya qencan dizane” û ew dikare wan “ji ceribandinê rizgar bike” (Zeb. 1:6; 2. Ptr. 2:9).

9. Di demên berê de, Yehowa rizaya xwe çawa eyan dikir?

9 Yehowa rizaya xwe carinan bi mucîzeyan eyan kiriye (2. Dîr. 20:20, 29). Mesela, bîne bîra xwe ku Yehowa xizmetkarên xwe li ber Behra Sor çawa filitandin gava ordiya Fîrawûn ketibû pey wan (2. Mû. 14:21-30; Zeb. 106:9-11). Weke 40 sal piştî vê, mirovên li wê derê hê behsa vê mucîzeyê dikir (Yêşû 2:9-11). Wê baş be ku em bînin bîra xwe ku Yehowa xizmetkarên xwe çi qas hez dike û wan çawa difilitîne, çimkî hicûma Gogê ji welatê Magogê nêzik e! (Hêz. 38:8-12). Gava ew roj bê, emê şa bibin ku em li teqdîra Xwedê digeriyan, ne li teqdîra vê dinyayê.

10. Gerek em der heqê teqdîra Yehowa de çi ji bîr nekin?

10 Rastiya diduyan jî ev e ku Yehowa dikare teqdîra xwe bi awayên hêvînekirî eyan bike. Kitêba Pîroz dibêje ku kesên ku tenê ji bo pesnê mirovan xêrê dikin, xelata Yehowa nastînin. Çima? Çimkî gava kesên din pesnê wan didin, ew xelata xwe jixwe bi temamî distînin (Metta 6:1-5 bixwîne). Îsa got ku kesên ku xêrê dikin, lê ji aliyê mirovan ve teqdîr nabînin, wê teqdîra Xwedê bistînin, “yê ku tiştê veşartî tê kirin jî dibîne”. Belê, Xwedê vê xêrê dibîne û xelatê dide van kesan. Yehowa carinan xelatên hêvînekirî dide xizmetkarên xwe. Niha emê li ser çend mîsalan şêwir bikin.

YEHOWA KEÇIKEKÊ TEQDÎR DIKE

11. Yehowa teqdîra xwe ji Meryemê re çawa eyan kir?

11 Gava wext hat ku Kurê Xwedê bê dinyayê, Yehowa keçikeke dilnizm a bi navê Meryem hilbijart ku ew bibe diya Îsa. Meryem li Nisretê dijiya, bajarekî biçûk ê ku ji Orşelîmê û ji perestgeha bedew gelek dûr bû (Lûqa 1:26-33 bixwîne). Yehowa çima Meryem hilbijart? Melekê Cibrayîl jê re got ku kerema Xwedê li wê bûye. Ji gotinên Meryemê ji Êlîzabetê re aşkera ye ku ew bi rastî jî nêzikî Xwedê bû (Lûqa 1:46-55). Belê, Yehowa bala xwe dabû dilsoziya Meryemê û keremeke mezin da wê.

12, 13. Ji Îsa re çawa rûmet hat dayîn: (a) Gava ew hat dinyayê? (b) Gava dê û bavê wî ew bir perestgehê?

12 Gava Îsa hat dinyayê, Yehowa ev mizgîn da kê? Xwedê ji memûr û hikumdarên Orşelîm û Beytlehemê tiştek negot. Lê belê Yehowa melekên xwe şandin ba şivanên ku li nêzikî Beytlehemê pezên xwe diçêrandin (Lûqa 2:8-14). Paşê, ev şivan çûn serlêdana zarokê nû çêbûyî (Lûqa 2:15-17). Meryem û Ûsiv bêguman pir şa bûn ku Îsa hurmet û rûmeteke wisa dît! Xuya ye ku metodên Yehowa ji metodên Îblîs pir cuda ne. Gava Îblîs stêrnas şandin ba Îsa û dê û bavê wî, hemû Orşelîm seba xebera bûyîna Îsa “lerizî” (Met. 2:3). Di netîceyê de, gelek zarokên biçûk hatin kuştin (Met. 2:16).

13 Çil roj piştî bûyîna Îsa, lazim bû ku Meryem here perestgeha Orşelîmê, nêzikî 9 km ji Beytlehemê, da ku ji Yehowa re qurbanekê pêşkêş bike (Lûqa 2:22-24). Gava Meryem tevî Ûsiv û Îsa li ser rê bû, dibe ku wê meraq dikir ku ka kahîn wê rûmetê bidin Îsa an na. Belê, Îsa rûmet stend, lê ne ji aliyê kahîn ve. Li şûna vê, Yehowa bi navgîniya Şîmûn, zilamekî “rast û xwedêtirs”, û Hana pêxember, jinebiyeke 84 salî, îlan kir ku Îsa wê bibe Mesîhê sozdayî (Lûqa 2:25-38).

14. Yehowa kîjan bereket dan Meryemê?

14 Meryemê kurê xwe Îsa bi dilsozî mezin kir û xwedî kir. Gelo wê teqdîra Yehowa stend? Helbet. Xwedê kirin û gotinên wê li Kitêba Pîroz dan nivîsandin. Wisa tê fehm kirin ku di nav sê û nîv sala xizmeta Îsa de, Meryem li mala xwe ma. Ji ber ku ew jinebî bû, belkî lazim bû ku ew li warê xwe, yanî li Nisretê bimaya. Loma ew ji gelek serpêhatiyên xweş mehrûm ma. Dîsa jî, li dema mirina Îsa, Meryem li cem wî bû (Yûh. 19:26). Paşê, gava ruhê pîroz daket ser şagirtên Îsa, yên ku li Orşelîmê li hev top bûn, Meryem jî li wê derê bû (Kar. 1:13, 14). Bi îhtimaleke mezin, Meryem jî bi ruhê pîroz hat mesh kirin. Bi vî awayî, Yehowa riya Meryemê vekir ku ew karibe heta bi hetayê tevî Îsa li ezmanan bijî. Meryemê seba dilsoziya xwe bi rastî jî xelateke pir mezin stend!

YEHOWA KURÊ XWE TEQDÎR DIKE

15. Yehowa çawa nîşan da ku ew ji Kurê xwe razî ye?

15 Îsa nedixwest ku lîderên dînî an siyasî rûmetê bidin wî. Lê belê Yehowa sê caran rasterast ji ezmanan xeber da û got ku ew ji wî razî ye. Cara pêşîn, piştî ku Îsa li Çemê Urdunê hatibû bin av kirin, Yehowa wisa got: “Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e” (Met. 3:17). Xuya ye ku tenê Yehya ev gotin bihîstin. Cara diduyan, salek berî mirina Îsa, sê şandiyên wî bihîst ku Yehowa der heqê Îsa de wisa got: “Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e. Guhdariya wî bikin” (Met. 17:5). Cara sisêyan jî, çend roj berî mirina Îsa, Yehowa dîsa ji ezmanan bi Kurê xwe peyivî (Yûh. 12:28).

Yehowa teqdîra xwe çawa ji Îsa re eyan kir, û em dikarin ji vê çi bielimin? (Li paragrafên 15-17an binêre)

16, 17. Yehowa çawa bi awayekî hêvînekirî rûmet da Îsa?

16 Îsa dizanibû ku çi wê bê serê wî. Kitêba Pîroz ji berê de eyan kiribû ku mirov wê ji Mesîh re bibêjin kafir û wî bikujin. Dîsa jî, Îsa ji Xwedê re wisa dua kir: “Ne wek ez dixwazim, lê wek ku tu dixwazî be” (Met. 26:39, 42). Ji ber ku Îsa ne li teqdîra dinyayê, lê tenê li teqdîra Bavê xwe digeriya, wî şerma mirina li ser dîrekekê “bi tiştekî hesab nekir” (Îbr. 12:2). Yehowa teqdîra xwe ji Îsa re çawa eyan kir?

17 Gava Îsa li dinyayê bû, wî dixwest bigihîje rûmeta xwe ya berê (Yûh. 17:5). Kitêba Pîroz nabêje ku Îsa tiştekî ji vê zêdetir dixwest. Piştî ku wî daxwaza Xwedê li ser erdê anî cih, ew li benda xelateke xusûsî nebû. Lê belê Yehowa çi kir? Wexta ku wî Îsa ji miriyan rakir, wî “ew gelek bilind kir” û tiştekî nû da wî – jiyana wek ruhekî bêmirin! * (Flp. 2:9; 1. Tîm. 6:16). Belê, Yehowa teqdîra xwe ji bo dilsoziya Îsa bi xelateke mezin eyan kir.

18. Ji bo ku em li teqdîra vê dinyayê negerin, gerek em çi bikin?

18 Ji bo ku em ne li teqdîra dinyayê, lê li teqdîra Yehowa bigerin, gerek em çi bikin? Gerek em ji bîr nekin ku Yehowa xizmetkarên xwe yên dilsoz her tim teqdîr dike, û ew wan pir caran bi awayên hêvînekirî xelat dike. Em nizanin ku Yehowa wê me çawa bibereket bike. Heta ku derd û tengahiyên vê dinyaya xerab dewam bikin, bila em tu caran ji bîr nekin ku dinyaya Îblîs me çi qas teqdîr bike jî, ewê zû dereng tune bibe (1. Yûh. 2:17). Lê belê Bavê meyî dilovan Yehowa wê keda me û hezkirina ku em ji bo navê wî nîşan didin, qet ji bîr neke (Îbr. 6:10). Belê, ewê teqdîra xwe eyan bike – belkî jî bi bereketên hêvînekirî!

^ par. 17 Dibe ku ev keremeke hêvînekirî bû, çimkî fikra bêmiriniyê di Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî de derbas nabe.