Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Çavê Te li Yehowa ye?

Gelo Çavê Te li Yehowa ye?

“Çavên xwe ber bi te ve radikim, ya yê ku li ezmanan rûdinê!” (ZEB. 123:1, KP).

KILAM: 143, 124

1, 2. Çavê me çawa dikare li Yehowa be?

LI VAN rojên dawîn, jiyan pir bizehmet e (2. Tîm. 3:1). Berî ku Yehowa vê dinyaya xerab helak bike û aştiya rastîn bîne, jiyan wê hê jî dijwartir bibe. Loma wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Ez li alîkarî û rêberiya kê digerim?” Dibe ku em wisa bibêjin: “Helbet li alîkarî û rêberiya Yehowa!” Bi rastî jî, cewaba herî baş ev e.

2 Lê belê çavê me çawa dikare li Yehowa be? Wexta ku em rastî tengahiyan tên, em çawa dikarin li wî binêrin? Bi hezaran salan berê, zebûrbêj got ku ji bo hawarê, gerek em çavê xwe ber bi Yehowa rakin (Zebûr 123:1-4 bixwîne). Li gor vê zebûrê, çawa ku xulam li axayê xwe dinêre, gerek çavê me li Yehowa be. Maneya van gotinan çi ye? Ji bo ku xulam xwarin û starê bistîne, lazim e ku çavê wî li destê axayê wî be. Wekî din, lazim e ku çavê xulam li axa be ji bo ku emir û daxwazên wî bîne cih. Mîna vê, gerek em Kitêba Pîroz her roj lêkolîn bikin da ku em daxwazên Yehowa fehm bikin û li gor rêberiya wî bimeşin. Eger em wisa bikin, em dikarin bawer bin ku gava hewcedarî hebe, Yehowa wê bê hawara me (Ef. 5:17).

3. Çi dikare bibe sebeb ku çavê me carinan ne li Yehowa be?

3 Em rind dizanin ku çavê me gerek her tim li Yehowa be. Dîsa jî, tiştên din carinan dikarin me bi zêdeyî mijûl bikin. Ev yek hatibû serê Mertayê, hevaleke Îsa. Kitêba Pîroz dibêje ku ew “bi gelek tiştan ve pirr mijûl dibû” (Lûqa 10:40-42). Merta her çi qas jinikeke dilsoz bû û wê rojê Îsa li kêleka wê bû jî, wê bala xwe neda tiştên ruhî. Loma eger em hay ji xwe nebin, dibe ku çavê me jî carinan ne li Yehowa be. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku kirinên kesên din çawa dikarin riya me şaş bikin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin her tim bala xwe bidin Yehowa.

ZILAMEKÎ DILSOZ ŞAŞIYEKÊ DIKE

4. Dibe ku em çima şaş bimînin ji ber ku Yehowa îzin neda ku Mûsa bikeve Welatê Sozdayî?

4 Mûsa pêxember li rêberiya Yehowa dinêrî û “wek yê ku nayê dîtin dîtibe, tengahî radigirt” (Îbranî 11:24-27 bixwîne). Li gor Kitêba Pîroz, “li Îsraêlê peyxamberekî mîna Mûsa, yê ku XUDAN rû bi rû dizane, derneket” (5. Mû. 34:10). Lê belê Mûsa her çi qas dilsoz bû jî, Yehowa îzin neda ku ew bikeve Welatê Sozdayî (4. Mû. 20:12). Lê çima?

5-7. Piştî ku Îsraêlî ji Misrê derketibûn, kîjan problem hat meydanê, û Mûsa çi kir?

5 Nêzikî du meh piştî ku Îsraêlî ji Misrê derketin û berî ku ew gihîştin Çiyayê Sînayê, problemek hat meydanê. Xelk gilî û gazinên xwe kirin ji ber ku av tune bû. Problem ew qas mezin bû ku Mûsa bi hêrsa xwe ji Yehowa re wisa niyaz kir: “Ma ka ez çi ji vî netewî re bikim? Hinek din dê min bidin ber keviran!” (2. Mû. 17:4). Yehowa ji Mûsa re got ku gerek ew çi bike. Gerek wî bi çoyê xwe li zinarê li Horebê bixista, û av wê derketa. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Mûsa li ber kalepîrên Îsraêl wusa kir.” Îsraêliyan têra xwe av vexwar, û problem hel bû (2. Mû. 17:5, 6).

6 Li gor Kitêba Pîroz, Mûsa ev cih wek “Massa”, yanî “Ceribandin” û “Merîba”, yanî “Kişkişîn” bi nav kir, “ji ber ku lawên Îsraêl ketin keftûleftê û ji ber ku bi gotina: Gelo XUDAN di nav me de ye, an jî nîne? XUDAN ceribandin” (2. Mû. 17:7).

7 Yehowa li hadîseya Merîbayê çawa dinêrî? Di çavê wî de, Îsraêliyan ne tenê li hemberî Mûsa, lê li hemberî Xwedê û serweriya wî jî serî hildabû (Zebûr 95:8, 9 bixwîne). Îsraêliyan şaşiyeke pir mezin kiribû. Lê Mûsa mîna wan şaşî nekir. Ji ber ku çavê wî li Yehowa bû, wî guh da Yehowa.

8. Li dawiya sefera 40 salî ya Îsraêliyan çi qewimî?

8 Çil sal bi şûn de, piştî ku Îsraêlî di çolê re derbas bûn, dîsa tiştekî wisa qewimî. Îsraêlî êdî hatibûn cihekî nêzikî Kadeşê, li ser sînora Welatê Sozdayî. Ev cih jî paşê wek “Merîba” hat bi nav kirin. * Li vir, Îsraêliyan dîsa gilî û gazinên xwe kirin ji ber ku av tune bû (4. Mû. 20:1-5). Lê îcar, Mûsa şaşiyeke giran kir.

9. Yehowa ji Mûsa re got ku gerek ew çi bike, lê wî çi kir? (Li resmê ewilî binêre.)

9 Gava xelk serî hilda, Mûsa çi kir? Ew dîsa li rêberiya Yehowa geriya. Lê îcar, Yehowa ji wî re negot ku gerek ew li zinar bixe. Yehowa emir da Mûsa ku ew çôyê xwe bigire, xelkê li ber zinar top bike û ji zinar re tiştekî bibêje (4. Mû. 20:6-8). Lê belê Mûsa wisa nekir. Li şûna vê, ew ji xelkê re bi hêrs wisa got: “Ya asêno, niha guhdarî bikin; gelo em ji vî zinarî ji we re avê derxînin?” Paşê Mûsa du caran li zinar xist (4. Mû. 20:10, 11).

10. Reaksiyona Yehowa çi bû?

10 Yehowa li Mûsa pir bi hêrs ket (5. Mû. 1:37; 3:26). Çima? Çend sebebên muhtemel hene. A yekê, dibe ku Yehowa bi hêrs ket ji ber ku Mûsa guh nedabû wî.

11. Dibe ku kirinên Mûsa mucîzeya Yehowa çawa kêm xist?

11 Dibe ku sebebeke din jî hebû. Zinarên li derdora Merîbaya yekemîn, granît bûn. Mirov çi qas xurt lêxe jî, av jê dernayê. Lê belê piraniya zinarên li derdora Merîbaya duyemîn kevirê kilsînî bûn. Ev cure kevir nerm e û li bin kevirên wisa carinan av derdikeve. Gava Mûsa du caran li van zinaran xist, gelo dibe ku hinek difikirîn ku av ne bi mucîze, lê xwe bi xwe derket? Wexta ku Mûsa li zinar xist, gelo wî mucîzeya Xwedê bi vî awayî kêm xist? * Em vêya ji sedî sed nizanin.

MÛSA ÇAWA SERÎ HILDA?

12. Dibe ku çi sebeba din hebû ku hêrsa Yehowa li hemberî Mûsa û Harûn re rabû?

12 Dibe ku Yehowa seba tiştekî din jî li Mûsa û Harûn bi hêrs ket. Tê bîra te ku Mûsa ji xelkê re çi gotibû? “Gelo em ji vî zinarî ji we re avê derxînin?” Gava Mûsa got “em”, dibe ku wî behsa xwe û Harûn kir. Bi van gotinan, wan şerefa vê mucîzeyê neda Yehowa. Wisa tê fehm kirin ku Zebûr 106:32, 33 jî behsa vê bûyerê dike: “Li keviyên ava Merîva, wan cardin hêrs kir Xudan, bela hat serê Mûsa, ji rûyê wan. Çimkî wan êş bi ruhê wî da kişandin, peyvên bêtedbîr ji lêvên wî hatin der * (4. Mû. 27:14). Sebeb çi bû jî, wisa tê fehm kirin ku Mûsa hurmet neda Yehowa. Loma Yehowa ji Mûsa û Harûn re wisa got: “We li dijî gotinên min serî hildane” (4. Mû. 20:24). Wan bi rastî jî guneheke giran kiribû!

13. Cezaya ku Yehowa da Mûsa çima hem rast hem jî adil bû?

13 Ji ber ku Mûsa û Harûn serokên miletê Îsraêl bûn, mesûliyeta wan hê mezintir bû (Lûqa 12:48). Çend sal berê, gava piraniya Îsraêliyan serî hildabû, Xwedê nehiştibû ku ew bikevin welatê Kenanê (4. Mû. 14:26-30, 34). Niha Mûsa serî hilda, û Yehowa eynî ceza da wî jî. Çawa ku Xwedê îzin nedabû serhildêrên berê, wî niha îzin neda ku Mûsa bikeve Welatê Sozdayî.

SEBEBA PROBLEMÊ

14, 15. Mûsa çima serî hilda?

14 Mûsa çima serî hilda? Zebûr 106:32, 33 wisa dibêje: “Li keviyên ava Merîva, wan cardin hêrs kir Xudan, bela hat serê Mûsa, ji rûyê wan. Çimkî wan êş bi ruhê wî da kişandin, peyvên bêtedbîr ji lêvên wî hatin der.” Xelkê Îsraêl bi eslê xwe dilê Yehowa êşand, lê belê yê ku xeyidî, Mûsa bû. Mûsa ew qas bi hêrs bû ku wî xwe winda kir û bêfikir xeber da.

15 Cara pêşîn, Mûsa rast kiribû (2. Mû. 7:6). Lê paşê, Mûsa seba kirinên kesên din şaşî kir. Dibe ku piştî ku wî bi dehan salan li ber Îsraêliyên serhişk sebir kiribû, ew êdî westiyabû û aciz bûbû. Gelo dibe ku Mûsa bi zêdeyî ne li ser rûmeta Yehowa, lê li ser hîsên xwe fikirî?

16. Wê çima baş be ku em kirinên Mûsa bînin ber çavê xwe?

16 Madem ku pêxemberekî ew qas dilsoz dikare şaşiyên wisa bike, dibe ku tiştekî wisa bê serê me jî. Wek Mûsa, em jî li ber “welatekî sozdayî” ne, yanî li ber dinyaya nû (2. Ptr. 3:13). Em helbet naxwazin vê îmtiyaza mezin winda bikin. Loma ji bo ku em xelata xwe winda nekin, lazim e ku çavê me her tim li Yehowa be. Gerek em her tim xîret bikin ku em daxwaza wî bînin cih (1. Yûh. 2:17). Em dikarin ji şaşiya Mûsa çi bielimin?

SEBA KIRINÊN KESÊN DIN RIYA XWE ŞAŞ NEKE

17. Gerek em çi bikin ji bo ku em seba probleman bi zêdeyî aciz nebin?

17 Seba probleman bi zêdeyî aciz nebe. Hin problem hene ku dîsa û dîsa tên serê me. Eger wisa be, gerek em dîsa jî “ji qencîkirinê newestin, çimkî eger em sist nebin, emê di demsala wê de bidirûn” (Gal. 6:9; 2. Sel. 3:13). Gava tiştek an kesek me dîsa û dîsa aciz dike, gelo em xwe digirin û rind difikirin berî ku em bipeyivin? (Mtl. 10:19; 17:27; Met. 5:22). Gava kesên din dilê me diêşînin, gerek em “rê bidin xezeba Xwedê” (Romayî 12:17-21 bixwîne). Eger çavê me her tim li Yehowa be, emê bi sebir li benda wî bimînin ku ew di wexta xwe de mudaxile bike. Lê belê eger me rasterast heyfa xwe bistenda, vê yekê wê nîşan bidaya ku em qedrê Yehowa nagirin.

18. Gava rêberiya nû derdikeve, gerek em çi bikin?

18 Li pey rêberiya teşkîlata Yehowa here. Gelo em bi dilsozî li pey rêberiya Yehowa diçin? Eger em wisa bikin, emê nefikirin ku em her tim dikarin her tiştî li gor adetên xwe yên berê bikin. Li şûna vê, emê li pey rêberiya herî nû herin, a ku Yehowa bi destê teşkîlata xwe dide me (Îbr. 13:17). Wekî din, emê dîqat bikin ku em “dernekevin derveyî ya nivîsandî” (1. Kor. 4:6). Bi vî awayî, çavê me wê her tim li Yehowa be.

Gava kesên din şaşiyan dikin, gerek em ji serpêhatiya Mûsa çi dersê bistînin? (Li paragafa 19an binêre)

19. Gava dilê me seba şaşiyên kesên din teng dibe, em çawa dikarin dostiya xwe bi Yehowa re biparêzin?

19 Îzin nede ku şaşiyên kesên din dostiya te bi Yehowa re xera bikin. Eger çavê me her tim li Yehowa be, emê îzin nedin ku em seba kirinên kesên din bixeyidin an dostiya xwe bi Yehowa re xera bikin. Dibe ku di teşkîlata Xwedê de hin îmtiyazên me hebin, çawa ku îmtiyazên Mûsa jî hebûn. Ji bo ku em bigihîjin xelasiyê, helbet lazim e ku em gişt xîret bikin û guhdariya Yehowa bikin (Flp. 2:12). Dîsa jî, îmtiyazên me çi qas zêde bin, mesûliyeta me jî wê ew qas mezin bibe (Lûqa 12:48). Çi dibe bila bibe, eger em bi dil û can ji Yehowa hez bikin, tu tişt wê nikaribe lingê me bişemitîne an me ji hezkirina wî dûr bixe (Zeb. 119:165; Rom. 8:37-39).

20. Daxwaza me çi ye?

20 Li van rojên dijwar, bila çavê me her tim li Xwedê be, yê ku ‘li textê ezmanan rûdine’, da ku em karibin daxwaza wî fehm bikin. Bila em qet îzin nedin ku kirinên kesên din li ser dostiya me bi Yehowa re bandoreke xerab bikin. Serpêhatiya Mûsa rind eyan dike ku ev yek çi qas muhîm e. Belê, li şûna ku em seba qisûrên kesên li derdora me dilteng bin, bila çavê me her tim li Xwedayê me Yehowa be heta ku ew kerema xwe ji me re eyan bike (Zeb. 123:1, 2).

^ par. 8 Ev Merîba, ji Merîbaya nêzikî Refîdîmê cuda ye. Ji ber ku Îsraêliyan li her du deran gilî û gazinên xwe kirin, ji her du deran re “Merîba” dihat gotin (li xerîteya 7an a li broşûra Rêberî Bona Hînbûna Kitêba Pîroz (RDU) binêrin).

^ par. 11 Profesor John Beck dibêje ku li gor rîwayeteke Cihûyan, kesên serhildêr digot ku Mûsa jixwe zanibû ku di vî zinarî de av heye, loma wan bawer nedekir ku Mûsa bi qudreta Xwedê av derxist. Ji ber vê yekê, wan dixwest ku Mûsa ji zinarekî din jî avê derxîne. Em helbet nizanin ku ka ev rîwayet rast e an na.

^ par. 12 Li The Watchtower, 15 Cotmeh 1987, “Questions From Readers” binêre.