Here Naverokê

Here naverokê

Pirsên Xwendevanan

Pirsên Xwendevanan

Eger pîrek û zilamekî nezewicî bi şertên necaîz şevê di malekê de mane, gelo lazim e ku heyeteke edlî bê saz kirin?

Belê, eger mazereta cidî tune bû, lazim e ku heyeteke edlî bê saz kirin, çimkî rewşeke wisa wek îsbata bêexlaqiyê tê hesab kirin (1. Kor. 6:18).

Gerek kalên civatê rind lêkolîn bikin ku heyeteke edlî bi rastî jî lazim e an na. Mesela: Gelo di navbera vê pîrek û zilamî de eleqeya romantîk hebû? Gelo berê ji wan re şîret hatibû dayîn? Ew çima şevê di malekê de man? Gelo wan ji berê de wisa plan kiribû? Gelo ew seba halekî bêçare bi rastî mecbûr man ku di malekê de bimînin? (Waiz 9:11). Ew li ku derê razan? Ji ber ku her hadîse ji hev cuda ye, lazim e ku kalên civatê hûr û kûr lêkolîn bikin.

Piştî ku kalên civatê fehm bikin ku bi rastî çi qewimî, gerek ew qerar bidin ku heyeteke edlî lazim e an na.