Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsên Xwendevana

Pirsên Xwendevana

Hergê mêrek û jinek yên ku jin-mêrê hev nînin, bê mene şev tenê malekêda mane, gelo ew tê hesabê gunekî usa, wekî komîtêya dîwankirinê saz be?

Belê, hergê meniya ku îzin dide tune ye, gerekê komîtêya dîwankirinê saz be, çimkî eşkere derece dide kifşê wekî bênamûsî hatiye kirinê (1 Korn. 6:18).

Koma rûspiya gerekê rind evê derecê lêkolîn bike, wekî têderxe hela lazim e komîtêya dîwankirinê saz be yan na. Mesele: Dibeke ewana rastî hev tên û dixwestin heleqetiya wane romantîk hebe? Pêşiya vê yekê, gelo ewana hatibûn şîretkirinê seva heleqetiya orta hevdu? Kîjan derecê ewana hêlan kirin, wekî şev tenê bimînin? Dibeke wana pêşda safî kir ku usa bikin? Gelo hebû çare wekî ewana tenê nemînin, yan na? Mesele, diqewime alîkarî gelek lazim bû û cûrekî mayîn nedibû? (Waîz 9:11). Kîderê ewana razan? Hene cûre-cûre derece, lema jî diqewime wê hebin tiştên ku rûspî gerekê hildine hesab û lêkolîn bikin.

Paşî vê yekê çaxê hemû tişt hate lêkolînkirinê, koma rûspiya gerekê safî ke komîtêya dîwankirinê saz kin yan na.