Here Naverokê

Here naverokê

Em Aîdî Yehowa ne

Em Aîdî Yehowa ne

“Xwezî bi wî miletî ku Xwedayê wî Xudan e, ew gel ku wî wek mîras hilane!” (ZEB. 33:12).

KILAM: 40, 50

1. Yehowa çima xwediyê her tiştî ye? (Li resmê ewilî binêre.)

HER TIŞT aîdî Yehowa ye! Ew xwediyê “ezman û ezmanên ezmanan, erd û her tiştên di wî de” ye (5. Mû. 10:14; Pey. 4:11). Ji ber ku Yehowa Afirandêr e, hemû mirov jixwe aîdî wî ne (Zeb. 100:3). Ji xeynî vê, hin kes hene, ên ku bi awayekî mexsûs aîdî Xwedê ne.

2. Li gor Kitêba Pîroz, kî bi awayekî mexsûs aîdî Yehowa ne?

2 Mesela, li gor Zebûr 135, Yehowa Îsraêliyên dilsoz wek “milkê xwe” didît (Zeb. 135:4). Wekî din, Hoşeya ji berê de gotibû ku hin kesên ku ne ji miletê Îsraêl in wê bibin xizmetkarên Yehowa (Hoş. 2:23). Gava Yehowa kesên ku Îsraêlî nînin hilbijartine ku ew tevî Mesîh li ezmanan padîşahiyê bikin, ev pêxembertiya Hoşeya hat cih (Kar. 10:45; Rom. 9:23-26). Ji van kesên ku bi ruhê pîroz tên mesh kirin, “miletê pîroz” tê gotin, û Xwedê wan wek “milkekî mexsûs” dibîne (1. Ptr. 2:9, 10, WDN). Ji xeynî wan, Yehowa xizmetkarên xwe yên dilsoz, ên ku li benda jiyana li ser erdê ne, wek gelê xwe û hilbijartiyên xwe bi nav dike (Îşa. 65:22).

3. (a) Îro kî dostên Yehowa ne? (b) Li vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin?

3 Mirovên ku aîdî “keriyê biçûk” in li benda jiyana li ezmanan in, û “miyên din” li benda jiyana li ser erdê ne. Lê belê îro, ew gişt bûne “keriyek” û bi hev re ji Yehowa re xizmet dikin (Lûqa 12:32; Yûh. 10:16). Em gelek spasdar in ku em bûne dostên Yehowa. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin spasdariya xwe ji Yehowa re nîşan bidin.

JI YEHOWA RE WEQF BIBE

4. (a) Em çawa dikarin spasdariya xwe ji Yehowa re nîşan bidin ku ew îzin dide me ku em bibin dostên wî? (b) Îsa ev yek çawa kir?

4 Ji bo ku em spasdariya xwe ji Yehowa re nîşan bidin, gerek em bi dil û can ji wî re weqf bibin, yanî xwe teslîmî wî bikin. Gava em tên bin av kirin, em bi awayekî resmî û umûmî nîşan didin ku em aîdî Yehowa ne û dixwazin guhdariya wî bikin (Îbr. 12:9). Miletê Îsraêl jixwe ji Xwedê re weqfbûyî bû, û Îsa Mesîh aîdî vî miletî bû. Dîsa jî, Îsa ji bo armanceke mexsûs ji Xwedê re weqf bû. Gava ew hat bin av kirin, wî ji Yehowa re wekî ku wisa got: “Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min” (Zeb. 40:7, 8).

5, 6. (a) Wexta ku Îsa hat bin av kirin, Yehowa çi kir? (b) Yehowa her çi qas xwediyê her tiştî ye jî, gelo ew ji weqfbûna me razî ye? Mîsalekê bide.

5 Yehowa çawa eyan kir ku ew ji binavbûna Îsa razî ye? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Îsa imad [bin av] bû, ji avê derket derneket û pêre pêre ezman qelişî û wî dît ku Ruhê Xwedê wek kevokekê hat xwarê û li ser wî danî. Û dengekî ji ezmanan weha got: ‘Ev e Kurê min ê delal. Dilê min bi wî xweş e’” (Met. 3:16, 17). Îsa her çi qas jixwe aîdi Bavê xwe bû jî, Yehowa kêfxweş bû gava Kurê wî hazir bû ku daxwaza wî bîne cih. Mîna vê, Yehowa kêfxweş dibe gava em ji wî re weqf dibin, û ewê me bibereket bike (Zeb. 149:4).

6 Mesela, bîne ber çavê xwe ku zilamekî di baxçeyê xwe de gelek gulên bedew çandine. Rojekê, qîza wî ya biçûk yek ji van gulan diqetîne û dide wî. Ma ev gul jixwe ne aîdî bav e? Belê, lê ew dîsa jî ji qîza xwe razî dibe, çimkî ev hediye hezkirina wê eyan dike. Ji bo wî, qîmeta gula ku wî ji qîza xwe stendiye ji qîmeta hemû gulên din mezintir e. Mîna vê, Yehowa jî pir kêfxweş dibe gava em bi dilxwazî ji wî re weqf dibin (2. Mû. 34:14).

7. Li gor kitêba Maleyaxî, Yehowa li kesên ku bi dilxwazî ji wî re xizmet dikin, çawa dinêre?

7 Maleyaxî 3:16 bixwîne. Weqf û binavbûn çima ew qas muhîm e? Rast e, gava em tên dinyayê, em jixwe aîdî Yehowa ne. Dîsa jî, eger tu serweriya Yehowa qebûl bikî û ji wî re weqf bibî, Yehowa wê ji te gelek razî bibe! (Mtl. 23:15). Yehowa kesên ku ji wî re bi dilxwazî xizmet dikin, nas dike, û ew navên wan di ‘pirtûka bîranînê’ de dinivîse.

8, 9. Ji bo ku navê me di ‘pirtûka bîranînê’ de bimîne, gerek em çi bikin?

8 Eger em dixwazin ku navê me li ‘pirtûka bîranînê’ bimîne, gerek em ‘ji Yehowa bitirsin û li ser navê wî bifikirin’. Eger em ji kesekî an tiştekî din re îbadetê bikin, navê me wê ji kitêba Yehowa bê derxistin (2. Mû. 32:33; Zeb. 69:28).

9 Ne bes e ku em soz bidin ku emê daxwaza Yehowa bînin cih û bên bin av kirin. Em van tiştan di jiyana xwe de tenê carekê dikin, lê belê xizmeta me ne tenê carekê, lê her daîm dewam dike. Bi hal û hereketên xwe, gerek em her tim guhdariya Yehowa bikin (1. Ptr. 4:1, 2).

XWESTEKÊN NERAST RED BIKE

10. Li nav kesên ku ji Yehowa re xizmet dikin û yên ku jê re xizmet nakin, gerek çi ferq hebe?

10 Li meqaleya berê, me li ser serpêhatiyên Qayîn, Silêman û Îsraêliyan şêwir kiribû. Wan gişt îdîa dikir ku ew ji Yehowa re îbadetê dikin, lê ew ji wî re dilsoz neman. Serpêhatiyên wan bi aşkerahî nîşan didin ku eger em bi rastî dixwazin aîdî Yehowa bin, gerek em ji rastiyê hez bikin û ji xerabiyê nefret bikin (Rom. 12:9). Yehowa dibêje ku “di navbera yê salih û yê xerab de û di navbera yê ku qûlitiyê ji Xwedê re dike û yê ku jê re qûlitiyê nake de” gerek ferq hebe (Malx. 3:18).

11. Çima lazim e ku dilsoziya me ji her kesî re aşkera be?

11 Em ji Yehowa re şikurdar in ku ew me wek xizmetkarên xwe qebûl dike. Lazim e ku “pêşveçûna te ji hemûyan re eşkere be” (1. Tîm. 4:15; Met. 5:16). Ji xwe wisa bipirse: “Gelo dilsoziya min ji her kesî re aşkera ye? Gelo ez ji her kesî re bi serbilindî dibêjim ku ez Şahidê Yehowa me?” Eger em şerm bikin ku li ber mirovan bibêjin ku em aîdî Yehowa ne, Yehowa wê gelek xemgîn bibe! (Zeb. 119:46; Marqos 8:38 bixwîne).

Gelo hal û hereketên te eyan dikin ku tu Şahidê Yehowa yî? (Li paragrafên 12 û 13an binêre)

12, 13. Hin xwişk û birayên me çawa wek mirovên vê dinyayê xuya dikin?

12 Çi heyf e ku hin xwişk û birayên me ketine bin bandora “ruhê dinyayê” û êdî wek mirovên vê dinyayê xuya dikin (1. Kor. 2:12). Ewên ku dikevin ber bayê vê dinyayê li pey “xwestekên nefsê” diçin (Ef. 2:3). Mesela, li ser kincên mutewazî dîsa û dîsa şîret hatiye dayîn, lê belê hin xwişk û birayên me dîsa jî dev ji şekil û şemala neminasib bernadin. Hinek bi kincên teng an vekirî tên civînan. Stîla porê hinekan jî ne mutewazî ye (1. Tîm. 2:9, 10). Di netîceyê de, êdî nayê fehm kirin ku ka ew Şahidên Yehowa ne an na (Aqûb 4:4).

13 Hin xwişk û birayên me di warên din de dikevin ber bayê dinyayê. Mesela, gava ew kêf û şahiyê dikin, hinek bi reqs û hereketên xwe yên bêsînor dişibin mirovên vê dinyayê. Resim û nivîsên ku ew li ser înternetê diweşînin eyan dikin ku dilê wan li ser xwestekên nefsê ye. Dibe ku ew seba gunehekî giran hê nehatine rast kirin, lê belê bandora wan li ser kesên din xerab e, ên ku bi rastî dixwazin ji dinyayê veqetî bimînin (1. Petrûs 2:11, 12 bixwîne).

Nekeve ber bayê kesên ku li aliyê Yehowa saxlem nasekinin

14. Ji bo ku em dostiya xwe bi Yehowa re biparêzin, gerek em çi bikin?

14 Dinya dixwaze ku em bala xwe bidin “xwesteka nefsê, xwesteka çavan û quretiya maldariyê” (1. Yûh. 2:16). Lê belê ji ber ku em aîdî Yehowa ne, gerek em “nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin û rast, sergiran û bi tirsa Xwedê li vê dinyayê bijîn” (Tît. 2:12). Gava mirovên din li rabûn û rûniştina me û li şekil û şemala me dinêrin, gerek ew fehm bikin ku em bi rastî aîdî Yehowa ne (1. Korîntî 10:31, 32 bixwîne).

“BILA HEZKIRINA WE YA JI HEV RE HERGAV GERM BE”

15. Çima gerek em ji xwişk û birayên xwe re nazik û dilovan bin?

15 Eger em qîmetê didin dostiya Yehowa, gerek em ji xwişk û birayên xwe re jî baş bin. Wek me, ew jî aîdî Yehowa ne. Gerek em vê qet ji bîr nekin û ji wan re her dem nazik û dilovan bin (1. Sel. 5:15). Ev yek pir muhîm e, çimkî Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin” (Yûh. 13:35).

16. Kîjan mîsala ji Qanûna Mûsa nîşan dide ku Yehowa pir qîmetê dide xizmetkarên xwe?

16 Li gor Qanûna Mûsa, eşyayên perestgeha Yehowa ji bo îbadetê dihatin weqf kirin, yanî tenê ji bo îbadetê dihatin bi kar anîn. Qanûnê hûr û kûr nîşan dida ku gerek ev eşya çawa bên xwedî kirin, û kesên ku ev rêberî nedianî cih, dihatin kuştin (4. Mû. 1:50, 51). Madem ku Yehowa ew qas qîmet dida eşyayên ku ji bo îbadetê dihatin şixulandin, ma ew zêdetir qîmetê nade xizmetkarên xwe yên pîroz? Bêguman! Ji ber vê yekê, Yehowa ji xizmetkarên xwe re wisa got: “Yê destê xwe li we bixe wekî li bîbokên çavên [min] xistiye dibe” (Zek. 2:8).

17. Yehowa çi dibihîze?

17 Li gor kitêba Maleyaxî, gava xizmetkarên Yehowa bi hev re dipeyivin, Yehowa ‘guhdarî dike û dibihîze’ (Malx. 3:16). Belê, Yehowa “yên xwe nas dike” (2. Tîm. 2:19). Ew rind dizane ku em çi dikin û çi dibêjin (Îbr. 4:13). Eger em ji xwişk û birayên xwe re nazik nebin, Yehowa wê vêya bibîne. Ji aliyê din ve, eger em ji hev re mêvanhez, destvekirî û nazik bin, Yehowa wê vêya jî bibîne (Îbr. 13:16; 1. Ptr. 4:8, 9).

YEHOWA XIZMETKARÊN XWE TERK NAKE

18. Em çawa dikarin spasdariya xwe eyan bikin ji ber ku Yehowa em wek xizmetkarên xwe qebûl kirine?

18 Em serbilind in ku em xizmetkarên Yehowa ne, û em dixwazin spasdariya xwe nîşanî Yehowa bidin. Gava em ji wî re weqf bûn, me tiştekî pir baş kir. Niha em “di nav vî nifşê xwehr û jirêketî de” dijîn, lê em dixwazin ku mirovên din bibînin ku em “wek stêrên ezmên ronahiyê didin” û “zarokên Xwedê yên bêleke bin” (Flp. 2:15). Em dixwazin xwe ji xerabiyê bi temamî dûr bigirin (Aqûb 4:7). Wekî din, em ji xwişk û birayên xwe hez dikin û hurmetê didin wan, çimkî em dizanin ku ew jî aîdî Yehowa ne (Rom. 12:10).

19. Yehowa yên ku aîdî wî ne çawa bibereket dike?

19 Yehowa soz daye ku ewê xizmetkarên xwe terk neke (Zeb. 94:14). Çi dibe bila bibe, Yehowa wê vî sozê xwe bîne cih. Eger em bimirin jî, ewê me ji bîr neke (Rom. 8:38, 39). “Eger em bijîn, em ji bo Xudan dijîn; eger em bimirin, em ji bo Xudan dimirin. Îcar em bijîn jî, em bimirin jî, em ên Xudan in” (Rom. 14:8). Di demeke nêzik de, Yehowa wê hemû dostên xwe yên mirî rake (Met. 22:32). Niha jî nîmetên me pir in. Wek Kitêba Pîroz dibêje, “xwezî bi wî miletî ku Xwedayê wî Xudan e, ew gel ku wî wek mîras hilane!” (Zeb. 33:12).