Here Naverokê

Here naverokê

Ji ‘Hemû Mirovan’ re Dilrehm Be

Ji ‘Hemû Mirovan’ re Dilrehm Be

GAVA Îsa şagirtên xwe hîn kir ku ew çawa mizgînê belav bikin, wî ji wan re got ku mizgîna Padîşahiyê wê ji hin mirovan re xweş neye (Lûqa 10:3, 5, 6). Gava em di xizmetê de rastî mirovên sert an zordar tên, dibe ku ji me re zor bê ku em ji wan re dilrehm bibin.

Mirovekî dilrehm hewcedarî û problemên kesên din dibîne, dilê wî bi wan dişewite û ew dixwaze alî wan bike. Eger em dilrehmiya xwe ji bo mirovên ku em li xizmetê dibînin, winda bikin, emê xîreta xwe winda bikin û serkeftî jî nebin. Lê belê, eger em dilrehmiya xwe zêde bikin, xîreta me wê gur bimîne (1. Sel. 5:19).

Eger ji me re zor bê jî, em çawa dikarin dilrehmiya xwe zêde bikin? Niha emê bibînin ku Yehowa, Îsa û Pawlos di vî warî de ji me re çawa bûne emsal.

DILREHMIYA YEHOWA JI XWE RE BIKE NIMÛNE

Navê Yehowa bi hezaran salan hatiye reş kirin. Dîsa jî “ew ji nankoran û xeraban re qencîker e” (Lûqa 6:35). Sebra Yehowa kerema wî eyan dike. Yehowa “dixwaze ku hemû mirov xilas bibin” (1. Tîm. 2:3, 4). Her çi qas Xwedê ji xerabiyê nefret dike jî, ew qîmetê dide mirovan û naxwaze ku tu kes bimire (2. Ptr. 3:9).

Yehowa dizane ku Îblîs hişê bêbaweran kor kiriye (2. Kor. 4:3, 4). Gelek kes ji zaroktiya xwe ve li bin bandora hîndariyên derewîn mane. Ji ber vê yekê, ji wan re zor tê ku ew rastiyê qebûl bikin. Yehowa dixwaze ku kesên wisa jî xelas bibin. Em vê ji ku dizanin?

Xelkê Nînewê pir xerab bû. Dîsa jî, Yehowa li wan çawa dinêrî? Wî wisa got: “Û ez, qey bila heyfa min li Neynowayê, li wî bajarê mezin nê? Ew bajarê ku, li wir ji sed û bîst hezarî zêdetir mirovên hîn çep û rastên xwe nizanin hene û gellek jî heywan hene!” (Yns. 4:11). Dilê Yehowa bi xelkê Nînewê dişewitî ji ber ku wan riya rast nedizanî. Loma wî Ûnis pêxember şand ku wan hişyar bike.

Wek Yehowa, em jî qîmetê didin mirovan. Îhtimala ku mirov guh bidin me, zeîf be jî, wê baş be ku em Yehowa ji xwe re bikin nimûne û bi dil û can alî wan bikin.

DILREHMIYA ÎSA JI XWE RE BIKE NIMÛNE

Dilê Îsa jî bi kesên ku ji aliye ruhî ve birçî bûn, dişewitî. “Gava wî elalet dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn” (Met. 9:36). Îsa rind dizanibû ku guhdarên wî li bin bandora zilm û derewên alimên dînî mabûn. Loma wê hêsan nebûya ku ew gotinên Îsa qebûl bikin. Dîsa jî, wî “gelek tîşt ... hînî wan dikir” (Mar. 4:1-9).

Aciz nebe gava yekî guh nade mizgînê

Wekî ku şertên mirovan diguherin, dibe ku fikrên wan jî biguherin

Gava mirov qedrê mizgînê nagirin, gerek em bifikirin ku ew çima wisa dikin. Seba kirinên xerab ên dêran, hinek ji Kitêba Pîroz hez nakin. Hin kes jî bi derewên der heqê me de bawer dikin. Hinek jî ji reaksiyona meriv û hevalên xwe ditirsin.

Hin kes jî guh nadin mizginê ji ber ku di demên berê de tiştên xerab hatine serê wan. Mizginvaneke wezîfedar a bi navê Kim wisa dibêje: “Li herêma me cihek heye ku li wê derê gelek mirovan seba şer her tiştê xwe winda kiriye. Loma hêviya wan bi temamî winda bûye. Ew bêçare ne û baweriya xwe bi tu kesî naynin. Li wê derê, em gelek caran rastî muxalefetê tên. Carekê, di xizmetê de, yekî hicûmî min kir.”

Gelo xwişka me dilrehmiya xwe çawa diparêze? Ew wisa dibêje: “Gava ez zilm dibînim, ez gotinên Methelokên Silêman 19:11 tînim bîra xwe, ku wisa dibêje: ‘Kesê bi eqlî selîm bi sebir e.’ Ji ber ku ez dizanim ku çi hatiye serê wan, dilê min bi wan dişewite. Bi ser de, her kes ji me re neyariyê nake. Hinek rind guh didin me.”

Gerek em ji xwe wisa bipirsin: “Eger ez li şûna wan bûma, gelo minê mizgîn qebûl bikira?” Mesela, eger me der heqê Şahidên Yehowa de gelek derew bibihîstana, meyê çi bikira? Dibe ku meyê jî muxalefet bikira. Loma emê jî hewceyî dilrehmiyê bibûna. Îsa wisa got: “Her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn jî wusa ji wan re bikin” (Met. 7:12). Çi qas zor be jî, gerek em dev ji dilrehmiyê bernedin.

DILREHMIYA PAWLOS JI XWE RE BIKE NIMÛNE

Pawlosê şandî dilrehmiya xwe ji zordaran re jî eyan dikir. Çima? Wî ji bîr nedikir ku ew jî berê zordar bû. Wi got: “Bi ser ku min berê çêrî wî dikir, ez cefaker û kustax bûm, rehm li min hat kirin, çimkî min di bêbaweriyê de bi nezanî kir” (1. Tîm. 1:13). Wî fehm dikir ku Yehowa û Îsa ji wî re dilovaniyeke mezin eyan kir. Ji gotinên Pawlos tê dîtin ku wî halê mirovan rind fehm dikir.

Gava Pawlos rastî dîn û baweriyên sexte dihat, wî çi dikir? Karên Şandiyan 17:16 wisa dibêje: “Çaxê Pawlos li Atînayê li benda wan bû û dît ku bajar bi pûtan tije ye, ruhê wî aciz bû.” Dîsa jî, Pawlos ev acizbûna xwe wisa bi kar anî ku li wir şahidiyeke baş bide (Kar. 17:22, 23). Wî metoda xwe ya elimandinê li gor kok û kultura wan eyar dikir ku ew “bi her awayî hinekan bi dest” bixe (1. Kor. 9:20-23).

Gava em rastî baweriyên şaş û muxalefetê tên, em jî dikarin wek Pawlos behsa “mizgîniya qenciyê” bikin (Îşa. 52:7). Xwişkeke me ya bi navê Dorothy wisa dibêje: “Li herêma me, gelek kes bawer dikin ku Xwedê sert û zalim e. Serê pêşîn, ez pesnê wan didim ji ber ku ew bi Xwedê bawer dikin û paşê jî ji Kitêba Pîroz bala wan dikişînim li ser hezkirin û mexseda Xwedê.”

“BI QENCIYÊ XERABIYÊ BINDEST BIKE”

Her ku em nêziktirî dawiya vê dinyaya xerab dibin, mirov “wê di xerabiyê de hê bêtir pêş ve herin” (2. Tîm. 3:1, 13). Lê belê gerek em îzin nedin ku ev halê dinyayê dilrehmî û kêfxweşiya me kêm bike. Bi qeweta Yehowa “bi qenciyê xerabiyê bindest bike” (Rom. 12:21). Pêşengeke bi navê Jessica wisa dibêje: “Ez gelek caran rastî kesên pozbilind dibim, ên ku min û mizgînê kêm dibinin. Ev yek min carinan aciz dike. Gava ez dest bi sohbetekê dikim, ez bi kurtasî ji Yehowa re dua dikim ku alî min bike ku ez wek Yehowa li mirovan binêrim. Bi saya vê, li şûna ku ez li ser hîsên xwe bifikirim, ez dikarim bala xwe bidim kesê ku ez pê re sohbet dikim.”

Em li kesên ku “ji bo jiyana herheyî hatibûn kifşkirin” digerin

Hinek bi saya sebra me alîkariya ruhî qebûl dikin

Di eynî demê de, gerek em cesaretê bidin xwişk û birayên xwe. Jessica wisa dibêje: “Gava em di xizmetê de rastî muxalefetê tên, ez bi zêdeyî bala xwe nadim vê yekê, lê ez xîret dikim ku xeberdanê biguhêzim ser temayên pozitîf – mesela li ser vê ku reaksiyona hinekan çi qas negatîf be jî, xêra xizmeta me mezin e.”

Yehowa baş dizane ku em di xizmetê de rastî tengahiyan tên. Ew pir kêfxweş dibe gava ew dibîne ku em dilrehmiya wî eyan dikin (Lûqa 6:36). Helbet, sînora dilrehmiya Yehowa heye, û dawiya vê dinyayê wê dereng nemîne. Lê heta wê rojê, xizmeta me pir bilez e (2. Tîm. 4:2). Bila em xizmeta xwe bi xîret û ji ‘hemû mirovan’ re bi dilrehmî daîm bikin!