Here Naverokê

Here naverokê

Kesên Comerd Bextewar in

Kesên Comerd Bextewar in

“Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (KAR. 20:35).

KILAM: 76, 110

1. Tiştên afirandî comerdiya Yehowa çawa eyan dikin?

BERÎ ku Yehowa dest bi îşê afirandinê kiribû, ew bi tena serê xwe bû. Paşê, wî bi comerdî jiyan da melek û însanan. Xwedê ji comerdiyê kêfê distîne û bextewar dibe (1. Tîm. 1:11; Aqûb 1:17). Ji ber ku Yehowa dixwaze ku em jî bextewar bin, ew rêyî me dide ku em çawa dikarin comerd bin (Rom. 1:20).

2, 3. (a) Ji bo ku em bextewar bin, çima lazim e ku em comerd bin? (b) Li vê meqaleyê, emê çi bielimin?

2 Em di sûretê Xwedê de – yanî bi sifatên wî – hatine afirandin (1. Mû. 1:27). Ji ber vê yekê, eger em dixwazin bi rastî dilşad û bextewar bin, gerek em wek Yehowa comerd bin û li xêra kesên din bigerin (Flp. 2:3, 4; Aqûb 1:5). Çima? Çimkî Yehowa em wisa çêkirine. Em her çi qas qisûrdar bin jî, em dikarin comerdiya Yehowa ji xwe re bikin nimûne.

3 Kitêba Pîroz nîşan dide ku em çawa dikarin comerd bin. Niha, emê bibînin ku Yehowa çima ji me razî dibe gava em comerd dibin. Wekî din, emê bibînin ku comerdî çawa dikare alî me bike ku em îşê belavkirina mizgînê bînin cih û em çawa dikarin bi saya comerdiyê bextewar bin. Ji xeynî vê, emê bielimin ku çima muhîm e ku em di warê comerdiyê de her tim bi pêş ve herin.

XWEDÊ JI KESÊN COMERD RAZÎ YE

4, 5. Ji aliyê comerdiyê ve, Yehowa û Îsa ji me re çawa bûne emsal?

4 Yehowa dixwaze ku em wî ji xwe re bikin nimûne. Loma, Xwedê ji kesên comerd razî dibe (Ef. 5:1). Gava em li dewlemendî û bedewiya tebîetê mêze dikin, em rind fehm dikin ku Xwedê dixwaze ku em bextewar bin (Zeb. 104:24; 139:13-16). Xîreta me ya ji bo xêr û bextewariya kesên din hurmet û rûmetê dide Yehowa.

5 Ji aliyê comerdiyê ve, Îsa bi awayekî bêqisûr ji me re bûye emsal. Îsa wisa got: “Kurê Mirov jî nehatiye ku jê re xizmet bê kirin, lê hatiye ku xizmetê bike û di ber gelekan de canê xwe berdêl bike” (Met. 20:28). Ji ber vê yekê, Pawlosê şandî ji şagirtên Îsa re got: “Bila ew fikirîn bi we re hebe, ku bi Mesîh Îsa re jî bû: ... Wî mezinahiya xwe ji xwe xist, xasîtiya xulam stand” (Flp. 2:5, 7). Wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Ma ez nikarim Îsa hê zêdetir ji xwe re bikim nimûne?” (1. Petrûs 2:21 bixwîne). 

6. Mesela Sameriyê dilpak çi rêyî me dide? (Li resmê ewilî binêre.)

6 Gava em Yehowa û Îsa ji xwe re dikin nimûne, Yehowa ji me razî dibe. Gerek em jî mîna wan li xêra kesên din bigerin. Bi mesela Sameriyê dilpak, Îsa nîşan da ku ev yek pir muhîm e (Lûqa 10:29-37 bixwînê). Îsa rêyî şagirtên xwe da ku kok û miletê mirovan çi be jî, gerek ew alî her kesî bikin. Tê bîra te ku Îsa çima behsa Sameriyê dilpak kir? Cihûyekî ji Îsa wisa pirsîbû: “Ma cîranê min kî ye?” Ji cewaba Îsa aşîkar e ku eger em dixwazin ku Xwedê ji me razî be, gerek em jî wek Sameriyê dilpak comerd bin.

7. Comerdî çawa nîşan dide ku em aliyê kê digirin?

7 Comerdî bi serpêhatiya baxçeyê Adenê ve jî girêdayî ye. Li gor gotinên Îblîs, ji bo ku Adem û Hewa bextewar bibûna, ne lazim e ku ew guhdariya Xwedê bikin. Îblîs ew teşwîq kirin ku ew li menfaetên xwe bigerin. Seba xweheziyê, Hewayê dixwest bibûya mîna Xwedê, û Adem jî ne li rizaya Xwedê, lê li rizaya Hewayê digeriya (1. Mû. 3:4-6). Netîce pir xerab bû. Xuya ye ku xwehezî mirovan bextewar nake. Lê gava em destvekirî û comerd in, em nîşan didin ku me riya Xwedê hilbijartiye.

ÎŞÊ XWEDÊ BIKE

8. Gerek Adem û Hewayê çima bala xwe bidaya xêra kesên din?

8 Xwedê dixwest ku Adem û Hewa bala xwe bidin xêra kesên din. Xwedê çi îş dabû wan? Wî dixwest ku wan dinya bikira cenet û bi mirovên bêqisûr ve tije bikira (1. Mû. 1:28). Mîna ku Yehowa li xêra mirovan digeriya, gerek Adem û Hewayê jî bala xwe bidaya xêr û bextewariya zarokên xwe. Bi zeman re û bi saya hevkariya hemû însanan, hemû dinya wê bibûya cenet.

9. Bi saya avakirina cenetê, mirov wê çawa bextewar bibûna?

9 Wekî din, ji bo avakirina cenetê, wê lazim bibûya ku mirovên bêqisûr bi Yehowa re hevkariyê bikira ku mexseda wî bihata cih. Ev îş wê çi qas kêfdar bibûya! Seba comerdiya wan, Xwedê wê ew bibereket bikirana.

10, 11. Gerek em îşê belavkirina mizgînê çawa bînin cih?

10 Îro jî, Yehowa îşekî muhîm daye me. Ew dixwaze ku em mizgînê belav bikin û mirovan bikin şagirtên Îsa. Ji bo ku em vî îşî bînin cih, gerek em ji dil li xêra kesên din bigerin û hem ji Xwedê hem jî ji mirovan hez bikin.

11 Di sedsala yekê de, Pawlos xwe û xwişk û birayan wek hevalkarên Xwedê bi nav dikirin, ji ber ku wan toximê mizgîna Padîşahiyê diçand û av dida (1. Kor. 3:6, 9). Îro, eger em wext, derfet û qeweta xwe bi comerdî ji bo belavkirina mizgînê xerc bikin, emê jî bibin hevalkarên Xwedê. Çi îmtiyazeke mezin!

Gava em alî mirovan dikin ku ew rastiya Kitêba Pîroz fehm bikin, em pir bextewar dibin (Li paragrafa 12an binêre)

12, 13. Îşê şagirtkirinê me çawa bextewar dike?

12 Eger em wext û qeweta xwe di îşê belavkirina mizgînê û şagirtkirinê de bi comerdî bixebitînin, emê pir dilşad bibin. Xwişk û birayên me, yên ku kursên Kitêba Pîroz îdare dikin, rind dizanin ku ev îş çi qas bextewar dike. Gava xwendekarên me Kitêba Pîroz fehm dikin, baweriya xwe pê tînin, jiyana xwe diguherînin û mizgînê didin kesên din, em pir kêfxweş dibin. Wexta ku 70 mizgînvanên ku Îsa şandibûn xizmetê “bi şahî vegeriyan”, Îsa jî şa bû (Lûqa 10:17-21).

13 Mizgînvanên Padîşahiyê dilşad dibin gava ew dibînin ku mizgîn li ser jiyana mirovan çi qas baş tesîr dike. Xwişkeke me ya ciwan derbasî welatekî li Ewropaya Rojhilat bû ku xizmeta xwe zêde bike. Ew wisa dinivîse: “Gelek kes kursa Kitêba Pîroz dixwazin, û ez ji xizmetê pir kêfê distînim. Gava ez vedigerim malê, wexta min tune ku ez li ser derdên xwe bifikirim. Li şûna vê, ez li ser xwendekarên xwe û li ser derd û xemên wan difikirim. Ez her tim dixwazim cesaretê bidim wan û alîkariya wan bikim. Min rind fehm kiriye ku bi rastî jî ‘bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e’” (Kar. 20:35).

Gava em mal bi mal xizmet dikin, em fersendê didin mirovan ku ew mizgîna Padîşahiyê bibihîzin (Li paragrafa 14an binêre)

14. Eger ên ku mizgînê qebûl dikin hindik bin jî, tu çawa dikarî ji xizmetê kêfê bistînî?

14 Eger mirov mizgînê qebûl nekin jî, em dikarin bextewar bin ji ber ku me fersend daye wan ku ew mizgînê bibihîzin. Wezîfeya me dişibe wezîfeya Hêzekîêl. Yehowa ji wî re gotibû ku eger mirov guh bidin an guh nedin jî, gerek ew xebera Xwedê bide bihîstin (Hêz. 2:7; Îşa 43:10). Eger mirov xizmeta me teqdîr nekin jî, Yehowa qîmetê dide xîreta me (Îbranî 6:10 bixwîne). Mizgînvanekî der heqê xizmeta xwe de wisa got: “Me çand, me av da û me dua û hêvî kir ku Yehowa hewesa wan zêde bike” (1. Kor. 3:6).

TU ÇAWA DIKARÎ BEXTEWAR BÎ?

15. Eger mirovên din comerdiya me teqdîr nekin jî, gerek em çi bikin?

15 Îsa dixwaze ku em ji comerdiyê bextewariyê bistînin. Eger em comerd bin, gelek mirovên din jî wê ji me re comerd bibin. Îsa wisa got: “Bidin, wê ji we re jî bê dan; bi pîvaneke qenc, bihevdedayî, bihevdehejandî û sereavêtî, wê bikeve pêşa we. Çimkî hûn bi çi pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê ji we re bê pîvandin” (Lûqa 6:38). Helbet, her kes comerdiya me teqdîr nake. Dîsa jî, gerek em dev ji comerdiyê bernedin. Dibe ku rojekê ji comerdiya me xêreke mezin çêbe.

16. Gerek niyeta comerdiya me çi be?

16 Kesên ku bi rastî comerd in ji bo comerdiya xwe ne li benda tiştekî ne. Îsa wisa got: “Çaxê tu ziyafetekê çêkî, gazî belengaz, seqet, kulek û koran bike. Hingê tê bextewar bî, çimkî tiştekî wan tune ku li te vegerînin” (Lûqa 14:13, 14). Wekî din, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Yê comerd tê pîroz kirin.” Ayeteke din jî wisa dibêje: “Xwezî li yê ku xizanan difikire” (Mtl. 22:9; Zeb. 41:1, KP). Belê, gava em comerdiya xwe eyan dikin, gerek niyeta me ev be ku em ji dil alî kesên din bikin.

17. Ji bo ku em bextewar bin, çi cure comerdî lazim e?

17 Wexta ku Pawlos behsa gotinên Îsa kir ku “bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e”, wî ne tenê der heqê comerdiya madî de xeber dida. Ji xeynî tiştên madî, em dikarin teşwîq, rêberî û alîkariya pratîk bidin mirovan (Kar. 20:31-35). Bi gotin û kirinên xwe, Pawlos rêyî me da ku gerek em wext, qewet, eleqe û hezkirina xwe bi comerdî bidin.

18. Gelek kes der heqê comerdiyê de çi dibêjin?

18 Sosyolog dibêjin ku kesên comerd bextewar in. Meqaleyeke akademîk wisa dibêje: “Piştî xêrkirinê, mirov hê bextewartir dibe.” Li gor lêkolîneran, gava mirov xêrê dike, jiyana wî xweştir dibe. Loma tê gotin ku ji bo ku sihet û dilşadiya me zêdetir bibe, wê baş be ku em di karên xêrxwaz de bixebitin. Ev yek ji bo me tiştekî nû nîne, çimkî bi hezaran salan berê, Peyva Xwedê gotibû ku bextewarî ji comerdiyê tê (2. Tîm. 3:16, 17).

DI WARÊ COMERDIYÊ DE BI PÊŞ VE HERE

19, 20. Gerek em çima dev ji comerdiyê bernedin?

19 Ji ber ku derdora me bi kesên xwehez ve tije ye, carinan zor e ku em comerd bimînin. Lê belê, gerek em du emrên herî mezin ji bîr nekin: A yekê, gerek em bi hemû dil, hemû can, hemû hiş û hemû qeweta xwe ji Yehowa hez bikin. A diduyan, gerek em ji cîranên xwe jî hez bikin mîna ku em ji xwe hez dikin (Mar. 12:28-31). Wek me li vê meqaleyê dît, ên ku ji Yehowa hez dikin dixwazin wî ji xwe re bikin nimûne. Hem Yehowa hem Îsa comerd in. Ew me teşwîq dikin ku eger em jî comerd bin, emê bi rastî bextewar bibin. Gava em comerdiya xwe ji Xwedê û ji însanên din re eyan dikin, em hurmet û rûmetê didin Yehowa. Bi ser de, ev yek hem ji bo me hem jî ji bo kesên din pir bifeyde ye.

20 Bêguman tu jixwe comerd î û dixwazî ji kesên din re – bîlhesa ji xwişk û birayên me re – qenciyê bikî (Gal. 6:10). Eger tu dev ji comerdiyê bernedî, mirovên din wê ji te hez bikin û qîmetê bidin te, û tuyê bextewar bibî. Li gor Kitêba Pîroz, kesên comerd wê serfiraz bibin, û kesên din jî wê ji wan re comerd bibin (Mtl. 11:25). Em dikarin comerdî û dilovaniya xwe di gelek warên jiyan û xizmeta xwe de eyan bikin. Li meqaleya bê, emê li hin ji van waran binêrin.