Here Naverokê

Here naverokê

Bi Lez bi Her Tiştî Bawer Nebe!

Bi Lez bi Her Tiştî Bawer Nebe!

“Bersiv dayîna bêguhdarî kirin, ehmeqî û şermezarî ye” (MTL. 18:13).

KILAM: 126, 95

1, 2. (a) Gerek em kîjan hunera xwe bi pêş bixin, û çima? (b) Li vê meqaleyê, emê li ser çi şêwir bikin?

JI BER KU em şagirtên Îsa ne, gerek em rind bielimin ku em çawa dikarin melûmatan bi zelalî binirxînin, yanî fehm bikin ka ew rast in an na (Mtl. 3:21-23; 8:4, 5). Eger em wisa nekin, dibe ku Îblîs û dinyaya wî me bixapînin û nêrîna me xera bikin (Ef. 5:6; Kol. 2:8). Ji bo ku em bibin xwediyê nêrîneke rast, helbet lazim e ku em baş zanibin ka xeberek rast e an na. Methelokên Silêman 18:13 wisa dibêje: “Bersiv dayîna bêguhdarî kirin, ehmeqî û şermezarî ye.”

2 Li vê meqaleyê, emê bibînin ku çima carinan zor e ku em bielimin ka bi rastî çi qewimiye û bigihîjin netîceyên rast. Wekî din, emê li çend prensîp û serpêhatiyên Kitêba Pîroz binêrin, ên ku dikarin alî me bikin ku em bibin xwediyê nêrîneke rast.

“BI HER GOTINÊ VE BAWER” NEBE

3. Li gor Methelokên Silêman 14:15, gerek em çi bikin? (Li resmê ewilî binêre.)

3 Dinyaya îroyîn bi cure cure melûmatan ve tije ye. Di malperên înternetê, televîzyon û rojnameyan de, gelek fikrên cuda tên pêşkêş kirin. Wekî din, dost û hevalên me gelek e-peyam, SMS û xeberan dişînin me. Ji ber ku xeberên derewîn pir in, gerek em hay ji xwe hebin û tiştên ku em dibihîzin bi zelalî binirxînin. Li ser vê, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Kesê hişsivik bi her gotinê ve bawer dibe, lê belê yê baqil jî hisabê gava xwe ya davêje dike” (Mtl. 14:15).

4. Filîpî 4:8, 9 çawa dikare alî me bike ku em tenê tiştên baş bixwînin? Çima girîng e ku em bibin xwediyê melûmata rast? (Li çarçoveya “ Hin Çavkaniyên Melûmata Rast” binêre.)

4 Ji bo ku em karibin qerarên baş bidin, gerek em zanibin ka bi rastî çi qewimiye. Ji ber vê yekê, gerek em her çi ku dikeve destê me, nexwînin û baweriya xwe pê neynin (Filîpî 4:8, 9 bixwîne). Hin xeberên ku li ser înternetê an bi e-peyamê tên weşandin derew in. Bîlhesa muhîm e ku em ji malperên kesên ku li hemberî rastiyê serî hildidin, dûr bisekinin. Armanca wan bes ev e ku xizmetkarên Xwedê ji rê derxînin û rastiyê berevajî bikin. Melûmatên nerast dibin sebeba qerarên nebaş. Melûmata derewîn dikare li ser hiş û dilê me tesîreke xerab bike (1. Tîm. 6:20, 21).

5. Gava Îsraêliyan xebereke derewîn bihîst, wan çi kir?

5 Gava mirov baweriya xwe bi xebereke derewîn tînin, netîce carinan dibe felaket. Mesela, li rojên Mûsa, 10 ji 12 cesûsan, ên ku ji bo keşfkirina Welatê Sozdayî hatibûn şandin, bi xebereke xerab vegeriyan (4. Mû. 13:25-33). Seba gotinên wan ên negatîf, xizmetkarên Yehowa cesareta xwe bi temamî winda kir (4. Mû. 14:1-4). Belkî ew difikirîn ku madem ku piraniya cesûsan xebereke xerab da, gotinên wan rast in. Wan bi xebera baş, a ku Yêşû û Kaleb da wan, baweriya xwe neanî (4. Mû. 14:6-10). Li şûna ku ew xwe bispêrin Yehowa û bielimin ka bi rastî çi qewimîbû, wan baweriya xwe bi xebera xerab anî. Çi bêaqiliyeke mezin bû!

6. Eger em der heqê xizmetkarên Yehowa de xeberên derewîn dibihîzin, gerek em çima şaş nemînin?

6 Gava em xeberên der heqê xizmetkarên Yehowa de dibihîzin, gerek em pir dîqat bikin. Îblîs xizmetkarên Xwedê yên dilsoz “sûcdar dike” (Pey. 12:10). Loma Îsa got ku muxalifên rastiyê wê li dijî me “her cûreyê gotinên xerab” bibêjin (Met. 5:11). Eger em vêya ji bîr nekin, emê şaş nemînin gava em der heqê xizmetkarên Yehowa de derewan dibihîzin.

7. Berî ku tu e-peyam an SMSekê bişînî, wê baş be ku tu çi bikî?

7 Gelo tu carinan e-peyam û SMSan dişînî dost û hevalên xwe? Gava tu xeber an serpêhatiyeke balkêş dibihîzî, dibe ku tu dixwazî vê zû bişînî kesên din. Lê belê, berî ku tu vê xeberê belav bikî, ji xwe wisa bipirse: “Gelo melûmata ku ez dixwazim bişînim rast e? Gelo ez bi rastî dizanim ku çi qewimiye?” Eger tu nizanî ka xeberek rast an derew e, wê neşîne!

8. Li hin welatan, muxalifên rastiyê çi kir? Eger em hay ji xwe nebin, dibe ku em bê hemdî çawa piştgiriya wan bikin?

8 Talûkeyeke din jî heye. Li hin welatan, îşê me hatiye bisînor kirin an bi temamî qedexe kirin. Dibe ku muxalifên me bixwazin xeberên nerast belav bikin da ku em bitirsin an bi hev bawer nebin. Mesela, bîne ber çavê xwe ku di Yekîtiya Komarên Sovyet de çi qewimîbû. KGByê derewek belav kir ku hin birayên berpirsyar xizmetkarên Yehowa dan destê wan. * Gelek kesan bi xeberên wisa bawerî anîn û ji teşkîlata Yehowa derketin. Gelek kes paşê vegeriyan, lê çi heyf e ku yên din tu caran venegeriyan. Baweriya wan “noq bû” (1. Tîm. 1:19, KP). Tu çawa dikarî xwe û kesên din ji netîceyên wisa biparêzî? Xeberên xerab û xeberên bêîsbat belav neke! Bi lez bi her tiştî bawer nebe! Rind lêkolîn bike ka bi rastî çi qewimiye.

MELÛMATÊN NÎVRAST

9. Talûkeyeke din çi ye?

9 Hin xeber hene ku ne bi temamî rast in, ne jî bi temamî derew in. Xeberên wisa jî bitalûke ne. Xebereke ku tenê ji sedî deh rast e, bi eslê xwe ji sedî sed derew e! Em çawa dikarin xwe ji melûmatên nîvrast biparêzin û neyên xapandin? (Ef. 4:14).

10. Îsraêliyên rojava çima dixwest li dijî Îsraêliyên rojhilat şer bikira, û problem çawa safî bû?

10 Bîne ber çavê xwe ku li rojên Yêşû çi qewimîbû (Yêşû 22:9-34). Îsraêliyên ku li rojavayê Çemê Urdunê dijiyan bihîstibû ku Îsraêliyên li kêleka din li nêzikî Çemê Urdunê gorîgeheke mezin ava kiriye. Ev yek, xebereke rast bû. Lê belê, Îsraêliyên rojava nedizanî ku ev gorîgeh ji bo çi hatiye ava kirin. Loma ew difikirîn ku xelkê rojhilat li hemberî Yehowa serî hildabû. Ji ber vê yekê, Îsraêliyên rojava li hev top bûn ku li dijî xelkê rojhilat şer bikin (Yêşû 22:9-12 bixwîne). Dîsa jî, berî ku wan hicum bikira, wan çend zilamên aqilmend şandin ku lêkolîn bikin ka bi rastî çi qewimiye. Wan zilaman fehm kir ku Îsraêliyên rojhilat ev gorîgeh ne ji bo pêşkêşkirina qurbanan, lê wek bîranînekê ava kiribû. Bi vê gorîgehê, wan dixwest dilsoziya xwe ji Yehowa re eyan bikira. Îsraêliyên rojava bê guman pir şa bûn ku wan birayên xwe seba melûmata nîvrast nekuştibûn, lê fehm kiribû ka bi rastî çi qewimiye!

11. (a) Çi neheqî hat serê Mefîboşet? (b) Gerek Dawid çi bikira?

11 Carinan dibe ku seba xeberên derewîn an melûmatên nîvrast, ên ku der heqê me de tên belav kirin, neheqî bê serê me. Tiştekî wisa hat serê neviyekî Saûl Padîşah ê bi navê Mefîboşet. Dawid Padîşah bi comerdî hemû erdê Saûl dabû wî (2. Sam. 9:6, 7). Lê paşê, Dawid der heqê Mefîboşet de xebereke negatîf bihîst. Bêyî ku lêkolîn bike ka ev melûmat rast e an na, Dawid hemû mal û milkê Mefîboşet ji destê wî girt (2. Sam. 16:1-4). Wexta ku Dawid tevî Mefîboşet xeber da, wî şaşiya xwe fehm kir û pareke mal û milkê Mefîboşet dîsa da wî (2. Sam. 19:24-29). Eger Dawid di serî de rind lêkolîn bikira ka bi rastî çi qewimiye, ev neheqî wê nehata meydanê.

12, 13. (a) Gava îftira hat avêtin ser Îsa, wî çi kir? (b) Eger mirov der heqê me de derewan bikin, gerek em çi bikin?

12 Eger îftira bê avêtin ser te, tu dikarî çi bikî? Tiştekî wisa hatibû serê Îsa û Yehya jî (Metta 11:18, 19 bixwîne). Reaksiyona Îsa çi bû? Wî ji bo parastina xwe pir wext û qewet xerc nekir. Li şûna vê, wî ji mirovan re got ku gerek ew li kirin û gotinên wî binêrin. Wek Îsa got, “şehrezayî [hîkmet] bi kirinên xwe rast tê dîtin” (Met. 11:19).

13 Li vê ayetê, derseke muhîm heye: Eger mirov der heqê me de tiştên nebaş bibêjin, em çawa dikarin navê xwe biparêzin? Wê baş be ku em bi hal û hereketên xwe nîşan bidin ku em bi rastî kesên çawa ne. Wek serpêhatiya Îsa rêyî me dide, melûmatên nîvrast an derewîn ancax bi kirinên baş dikarin ji holê bên rakirin.

XWE NESPÊRE AQLÊ XWE

14, 15. Bi zêdeyî xwebawer bûn çima bitalûke ye?

14 Çima zor e ku em bigihîjin netîceyên rast? A yekê, em carinan nikarin rind fehm bikin ka bi rastî çi qewimiye. A diduyan, em gişt jî qisûrdar in. Dibe ku me bi dehan salan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet kiriye, û tecrûbeya me zêde bûye. Belkî kesên din jî qîmetê didin aqlê me. Talûkeya vê çi ye?

15 Talûke ev e ku em bi zêdeyî xwebawer bibin. Dibe ku aqlê me li bin bandora hîs û fikrên me bimîne. Eger em hay ji xwe nebin, dibe ku em bifikirin ku aqlê me dikare her tiştî bigire bêyî ku em rind lêkolîn bikin. Lê belê Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em xwe nespêrin aqlê xwe (Mtl. 3:5, 6; 28:26).

16. Li vê mîsalê, çi qewimî, û Hamîd çi fikirî?

16 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Li restoranekê, kalekî civatê yê bi navê Hamîd dibîne ku kalekî din ê bi navê Murad tevî jinikekê li maseyekê din rûniştiye, lê ev jinik ne pîreka wî ye. Ew dikenin, kêf dikin û hevdû hembêz dikin. Hamîd seba vî halî şaş dimîne. Gelo Murad wê pîreka xwe berde? Halê zarokên Murad wê çawa be? Hamîd kalekî pir bitecrûbe ye, û ew dizane ku veqetîna malbatan tiştekî pir xerab e. Eger tu li wê derê bûyayî, tuyê çi bifikiriyayî?

17. Hamîd paşê çi fehm kir? Ji vê em çi dielimin?

17 Lê bise: Gelo Murad bi rastî ji pîreka xwe re dilsoz nema? Wê êvarê, Hamîd ji Murad re telefon kir. Murad jê re got ku ew jinik, xwişka wî ye. Wan bi gelek salan hevdû nedîtibû, û ji ber ku wexta wê kêm bû, ew çûn restoranekê. Pîreka Murad mijûl bû, loma ew tevî wan neçû restoranê. Çi baş e ku Hamîd fikrên xwe yên nerast ji kesên din re negotin! Ji vê em çi dielimin? Em çi qas bitecrûbe bin jî, lazim e ku em rind pê bihesin ka bi rastî çi qewimiye.

18. Gava nava me û xwişk an birayekî de problem derdikeve, dibe ku em çima dibin xwediyê fikrên nerast?

18 Gava li civatê di nava me û xwişk an birayekî de problem derdikeve, dibe ku ji me re zor bê ku em bibin xwediyê nêrîneke rast. Eger em her tim li ser problemê bifikirin, dibe ku em êdî baweriya xwe bi wî kesî neynin. Loma, gava em der heqê wî de tiştekî negatîf dibihîzin, dibe ku em zû bawer bikin ku ev xeber rast e. Ji vê em dikarin çi dersê bistînin? Gava dilê me li kesekî dimîne, dibe ku em vî kesî êdî bi nêrîneke nerast binirxînin (1. Tîm. 6:4, 5). Ji bo ku wisa nebe, gerek em îzin nedin ku dexesî bikeve dilê me. Gerek em ji bîr nekin ku Yehowa dixwaze ku em ji xwişk û birayên xwe hez bikin û qisûrên wan ji dil efû bikin (Kolosî 3:12-14 bixwîne).

PRENSÎPÊN KITÊBA PÎROZ WÊ ME BIPARÊZIN

19, 20. (a) Kîjan prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em bibin xwediyê nêrîneke rast? (b) Li meqaleya din, emê li ser çi şêwir bikin?

19 Îro, gelek melûmat û xeberên nîvrast an derewîn hene. Wekî din, em gişt jî qisûrdar in. Loma ji me re carinan zor tê ku em bielimin ka bi rastî çi qewimiye û li gor melûmata rast bibin xwediyê nêrîneke rast. Ji ber vê yekê, gerek em prensîpên Kitêba Pîroz rind zanibin û di jiyana xwe de bixebitînin. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku eger yekî cewab bide berî ku ew zanibe ka çi qewimiye, ev yek bêaqilî ye (Mtl. 18:13). Ayeteke din jî dibêje ku gerek em bi her xeberê bawer nekin (Mtl. 14:15). Wekî din, tecrûbeya me çi qas pir be jî, gerek em xwe nespêrin aqlê xwe (Mtl. 3:5, 6). Eger em van prensîpên Kitêba Pîroz bixebitînin, emê qerarên xwe li gor melûmatên rast bidin.

20 Problemeke din jî ev e ku gelek mirov li gor dîtinê hikum dikin. Li meqaleya din, emê bibînin ku ev problem carinan çima tê meydanê û em çawa dikarin serî bi vê problemê re derxînin.

^ par. 8 Li Yearbook’a sala 2004an, rûp. 111-112, û Yearbook’a sala 2008’an, rûp. 133-135, binêre.