Here Naverokê

Here naverokê

Li Gor Dîtinê Hikum Neke!

Li Gor Dîtinê Hikum Neke!

“Ne li gor dîtinê, lê li gor edaletê hikum bikin” (YÛH. 7:24, WDN).

KILAM: 142, 123

1. Îşaya der heqê Îsa Mesîh de çi gotibû, û ev yek dilê me çawa rihet dike?

PÊXEMBERTIYA Îşaya ya li ser Îsa Mesîh dilê me rihet dike û hêviyê dide me. Îşaya gotibû ku Îsa wê li gor dîtina çavê xwe hikum neke, li gor bihîstina guhê xwe qerar nede û hikmê belengazan bi edalet bide (Îşa. 11:3, 4). Ev yek çima dilê me rihet dike? Çimkî dinyaya îroyîn bi pêşhikuman ve tije ye. Em bi rastî jî hesreta Hakimê bêqisûr in, ê ku ne li rûye me, lê li dilê me dinêre!

2. Îsa li ser hikumkirinê çi got, û li vê meqaleyê emê çi bibînin?

2 Em her roj der heqê kesên din de dibin xwediyê nêrînekê. Lê belê, ji ber ku em wek Îsa bêqisûr nînin, fikrên me biqisûr in. Tiştên ku em dibînin bi hêsanî dikarin li ser fikrên me tesîr bikin. Ji ber vê yekê, Îsa wisa got: “Ne li gor dîtinê, lê li gor edaletê hikum bikin” (Yûh. 7:24, WDN). Îsa dixwaze ku em mîna wî bin û kesên din li gor dîtina çavê xwe nenirxînin. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin guhdariya Îsa bikin û îzin nedin ku kok an milet, mal û milk an salên mirovan li ser nêrîna me tesîr bikin.

LI GOR KOK AN MILET HIKUM NEKE

3, 4. (a) Petrûs çima nêrîna xwe ya li ser kesên ji miletên din guherand? (Li resmê ewilî binêre.) (b) Yehowa çi rêyî Petrûs da?

3 Wexta ku Kornêlyosê Romayî Petrûsê şandî dawet kir, Petrûs çi difikirî? (Kar. 10:17-29). Li wê demê, Cihûyan miletên din wek kesên mirdar didîtin, û Petrûs jî wisa difikirî. Ji bo ku Petrûs nêrina xwe rast bike, Xwedê dîtiniyek nîşanî wî da (Kar. 10:9-16). Ev dîtinî der heqê çi de bû? Li ber Petrûs, tiştekî wek çarşefeke mezin daket erdê. Tê de gelek heywanên heram hebûn. Dengekî ji ezmanan wisa got: “Petrûs rabe, şerjêke û bixwe!” Sê caran, Petrûs nedixwest guh bidaya. Paşê, dengê ji ezmanan ji wî re wisa got: “Tiştên ku Xwedê helal kirine, tu heram nehesibîne.” Gava Petrûs ji dîtiniyê hişyar bû, wî serê pêşîn fehm nekir ku maneya vê dîtiniyê çi bû. Hingê xebervanên Kornêlyos gihîştin ba wî. Bi rêberiya ruhê pîroz, Petrûs tevî wan çû mala Kornêlyos.

4 Eger Petrûs tenê li gor dîtina çavê xwe hikum bikira, ewê neçûya mala Kornêlyos. Cihûyên wê demê qet nediçûn mala kesên ji miletên din. Îcar Petrûs çima çû? Petrûs jî li bin bandora van pêşhikuman mabû, lê niha, bi saya dîtiniyê û bi rêberiya ruhê pîroz, wî nêrîna xwe guherand. Piştî ku Petrûs guh da Kornêlyos, wî got: “Niha bi rastî ez fêm dikim ku li ba Xwedê xatirgirtin [an “alîgirtin”] tune. Lê di nav her miletî de yê ku ji wî ditirse û ya rast dike, ji wî re meqbûl e” (Kar. 10:34, 35). Petrûs seba vê nêrîna nû bi coş bû. Vê yekê li ser hemû şagirtên Îsa çawa tesîr kir?

5. (a) Yehowa dixwaze ku hemû şagirtên Îsa çi fehm bikin? (b) Em her çi qas xizmetkarên Yehowa bin jî, dibe ku di hundirê dilê me de çi hebe?

5 Bi destê Petrûs, Yehowa rêyî hemû şagirtên Îsa da ku gerek ew alî negirin. Di çavê Xwedê de, kok, milet û ziman ferq nake. Eger mirov ji Xwedê bitirse û tiştên rast bike, Xwedê wê vî mirovî qebûl bike (Gal. 3:26-28; Pey. 7:9, 10). Bê guman tu jî wisa difikirî. Lê belê, li hin welat û malbatan, pêşhikum pir in. Eger tu li cihekî wisa mezin bûyî, gelo tu li bin bandora fikrên derdora xwe mayî? Gelo di hundirê dilê te de pêşhikum hê hene? Halê Petrûs bîne ber çavê xwe. Piştî ku Xwedê ji wî re nîşan dabû ku li ba wî alîgirtin tune, pêşhikum dîsa jî bi temamî ji dilê wî derneketin (Gal. 2:11-14). Em çawa dikarin guhdariya Îsa bikin û dev ji hikumkirina li gor dîtinê berdin?

6. (a) Em çawa dikarin pêşhikuman ji dilê xwe derxînin? (b) Nameya birayekî berpirsiyar çi eyan kir?

6 Ji bo ku em fehm bikin ku di dilê me de pêşhikum hene an na, gerek em xwe bi alîkariya Kitêba Pîroz lêkolîn bikin (Zeb. 119:105). Mirov carinan nikare qisûrên xwe rind bibîne. Loma wê baş be ku em ji hevalekî xwe bipirsin ka bi dîtina wî pêşhikumên me hene an na (Gal. 2:11, 14). Dibe ku pêşhikum di dilê me de ew qas kûr rûniştibin ku em nabînin ku problemeke wisa heye. Mesela, birayekî berpirsiyar li ser jin û mêrekî jîr û jêhatî, ên ku di xizmeta tamrojî de bûn, ji buroyê re nameyek nivîsî. Mêr, aîdî miletekî kêmdîtî ye, û xuya ye ku di dilê birayê berpirsiyar de li hemberî vî miletî pêşhikum hebûn. Çawa? Birayê berpirsiyar der heqê vî mêrî de gelek tiştên baş nivîsî, lê wî di dawiya nameyê de wisa got: “Ew her çi qas [ji vî miletî] be jî, bi saya hal û hereketên wî, kesên din dikarin bibînin ku hin mirovên [vî miletî] wek piraniya kesên vî miletî nepak nînin.” Tu dibînî ku problem çi ye? Di teşkîlata Yehowa de mesûliyeta me çi qas mezin be jî, gerek em xwe rind lêkolîn bikin û alîkariyê qebûl bikin ku em pêşhikumên veşartî ji dilê xwe derxînin.

7. Em çawa dikarin dilvekirî bin?

7 Eger em ji mirovan re dilvekirî bin, emê îzin bidin ku hezkirin bikeve dilê me û cihê pêşhikuman bigire (2. Kor. 6:11-13). Ji bo vê, ne tenê bi kesên ji kok an miletê xwe hevaltiyê bike. Dilvekirî be. Mesela, tu dikarî tevî wan xizmetê bikî an wan ji bo çay an xwarinê gazî mala xwe bikî (Kar. 16:14, 15). Eger tu wisa bikî, dilê te wê ew qas bi hezkirinê ve tije bibe ku êdî ji bo pêşhikuman cih nemîne. Ji xeynî vê, gerek em mirovan li gor mal û milkê wan nenirxînin. Niha emê li ser vê şêwir bikin.

LI GOR MAL Û MILK HIKUM NEKE

8. Li gor 3. Mûsa 19:15, gerek em li gor çi hikum nekin?

8 Eger em hay ji xwe nebin, mal û milkê mirovan dikare li ser nêrîna me tesîr bike. Ji ber vê yekê, Yehowa li 3. Mûsa 19:15 (WDN) wisa gotibû: “Ne aliyê feqîran bigire ne jî qedrê dewlemandan bigire. Cîranê xwe bi edalet hikum bike.” Lê feqîrî an dewlemendiya kesekî çawa dikare li ser nêrîna me tesîr bike?

9. Em ji gotinên Silêman çi dielimin?

9 Bi rêberiya ruhê pîroz, Silêman der heqê mirovên qisûrdar de wisa nivîsî: “Rûyê belengazekî ji hevalê wî re jî sar e; lê dostên dewlemendan zehf in” (Mtl. 14:20, Methelokên Hezretê Silêman). Ev metelok çi rêyî me dide? Eger em hay ji xwe nebin, dibe ku em bixwazin tenê tevî xwişk û birayên dewlemend hevaltiyê bikin û ji xwişk û birayên feqîr dûr bisekinin. Hikumkirina li gor mal û milkê mirovan çima pir bitalûke ye?

10. Li sedsala yekê kîjan problem hebû?

10 Eger em li gor mal û milkê mirovan hikum bikin, dibe ku yekîtiya civatê xera bibe. Li sedsala yekê, hin civat hebûn, ên ku yekîtiya xwe seba vê problemê winda kir (Aqûb 2:1-4 bixwîne). Loma gerek em îzin nedin ku problemên wisa bikevin civata me. Ji bo ku em li gor dîtina çavê xwe hikum nekin, gerek em çi bikin?

11. Gelo dostiya kesekî tevî Yehowa bi mal û milkê wî ve girêdayî ye?

11 Yehowa li xwişk û birayên me çawa dinêre, gerek em jî li wan wisa binêrin. Di çavê Yehowa de, qîmeta kesekî li gor mal û milkê wî nayê hesab kirin. Dostiya me tevî Yehowa bi feqîrî an dewlemendiya me ve girêdayî nîne. Rast e ku Îsa got ku “ji bo mirovê dewlemend ketina Padîşahiya Ezmanan zehmet e”, lê wî negot ku ev yek qet nabe (Met. 19:23). Ji aliyê din ve, Îsa wisa jî got: “Xwezî bi we belengazan, çimkî Padîşahiya Xwedê ya we ye” (Lûqa 6:20). Dîsa jî, ev nayê maneya ku hemû kesên belengaz guhdariya Îsa dikir û bereketên mexsûs distendin. Gelek kesên belengaz li pey Îsa nediçûn. Welhasil, em nikarin kesekî li gor mal û milkê wî binirxînin ku dostiya wî tevî Yehowa çawa ye.

12. Kitêba Pîroz ji kesên feqîr û dewlemend re çi dibêje?

12 Di nav xizmetkarên Yehowa de hem kesên feqîr hem jî kesên dewlemend hene, lê ew gişt bi dil û can ji Yehowa hez dikin û ji wî re xizmet dikin. Kitêba Pîroz ji kesên dewlemend re dibêje ku gerek ew “hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin” (1. Tîmotêyos 6:17-19 bixwîne). Kitêba Pîroz hemû xizmetkarên Xwedê – hem ên feqîr hem jî yên dewlemend – tembîh dike ku ew ji pere hez nekin (1. Tîm. 6:9, 10). Eger em wek Yehowa li xwişk û birayên xwe binêrin, emê tenê li gor feqîrî an dewlemendiya wan hikum nekin. Lê gelo em dikarin mirovan li gor salên wan hikum bikin? Niha emê cewabên vê pirsê bistînin.

LI GOR SALÊN MIROVAN HIKUM NEKE

13. Kitêba Pîroz der heqê qedirgirtina extiyaran de çi dibêje?

13 Kitêba Pîroz gelek caran dibêje ku gerek em qedrê kesên ku ji me mezintir in, bigirin. Mesela, 3. Mûsa 19:32 wisa dibêje: “Li ber por sipî rabe ser pêlan û ji yê kal bûyî re hurmetê bike û ji Xwedayê xwe ve bitirse.” Wekî din, Methelokên Silêman 16:31 dibêje ku “porên sipî taca rûmetê ne” gava “bi jiyana rast ve tê qezenc kirin”. Pawlos jî ji Tîmotêyos re got ku gerek ew ji zilamên kal re sert nebe, lê wan wek bavan hesab bike (1. Tîm. 5:1, 2). Rast e ku otorîteya Tîmotêyos hebû, lê gerek wî dîsa jî qedrê extiyaran bigirta û ji wan re dilovan bibûya.

14. Dibe ku kengê lazim bibe ku em şîretê bidin kesekî ku ji me mezintir e?

14 Lê belê eger kesekî extiyar gunehekî giran bike an fikrên nerast bi pêş bixe, gerek em lê çawa binêrin? Emrê mirov çi qas mezin be jî, Yehowa çavê xwe li ser gunehên qesdî nagire. Îşaya 65:20 wisa dibêje: “Yê ku sûcê kiriye, dê di sed saliya xwe de bi nalet bête hesibandin.” Ev prensîp di dîtiniya Hêzekîêl de jî xuya dike (Hêz. 9:5-7). Loma gerek em ji her tiştî zêdetir qedrê Yehowa Xwedê bigirin (Dan. 7:9, 10, 13, 14). Eger em wisa bikin, salên mirovan çi qas bin jî, emê netirsin ku şîretan bidin wan (Gal. 6:1).

Gelo tu qedrê birayên ciwan digirî? (Li paragrafa 15an binêre)

15. Gotinên Pawlos çawa rêyî me didin ku gerek em hurmetê bidin birayên ciwan jî?

15 Gerek em li birayên ciwan çawa binêrin? Gelo lazim e ku em hurmetê bidin wan jî? Pawlosê şandî ji Tîmotêyos re wisa nivîsî: “Bila tu kes xortaniya te kêm nebîne, lê tu di peyivînê de, di rabûn û rûniştinê de, di hezkirinê de, di bawerî û dilpakiyê de ji bawermendan re bibe mînak” (1. Tîm. 4:12). Gava Pawlos ev gotin nivîsandin, dibe ku Tîmotêyos weke 30 salî bû, yanî hê ciwan bû. Dîsa jî, Pawlos mesûliyetên giran dan wî. Ev yek çi rêyî me dide? Gerek em birayên ciwan tenê li gor salên wan nenirxînin. Ji bîr neke: Gava Îsa Mesîh xizmeta xwe li ser rûyê erdê xelas kir, ew tenê 33 salî bû!

16, 17. (a) Ji bo ku bira wek xizmetkarê alîkar an wek kalê civatê bê tewsiye kirin, gerek kalên civatê qerarên xwe li gor çi bidin? (b) Hin nêrînên şexsî an adetên herêmî çima şaş in?

16 Li hin kulturan, ji xortan re hurmet nayê dayîn. Ji ber vê yekê, dibe ku kalên civatê dudilî bin ku xortên hunermend wek xizmetkarên alîkar an wek kalên civatê tewsiye bikin. Ji bîr neke: Ji bo ku birayek bibe xizmetkarê alîkar an kalê civatê, di Kitêba Pîroz de nayê gotin ku gerek ew çend salî be (1. Tîm. 3:1-10, 12, 13; Tît. 1:5-9). Eger kalekî civatê li gor urf û adetên xwe qanûnan deyne, ev yek ne li gor Kitêba Pîroz e. Lazim e ku birayên ciwan ne li gor nêrînên şexsî an kulturê bên hilbijartin, lê li gor standardên Kitêba Pîroz (2. Tîm. 3:16, 17).

17 Seba nêrînên li gor kulturê, birayên hunermend carinan nayên tayîn kirin. Mesela li welatekî, xizmetkarekî alîkar pir hunermend bû, û mesûliyetên giran dihatin ji wî re dayîn. Kalên civatê hemfikir bûn ku ev birayê ciwan standardên Kitêba Pîroz bi dereceyeke maqûl tîne cih, lê wan dîsa jî ew wek kalê civatê tewsiye nekir. Hin kalên wê civatê, ên ku extiyar bûn, difikirîn ku ev bira bi zêdeyî ciwan xuya dike û ji ber vê yekê nikare bibe kalê civatê. Loma ew nehat tayîn kirin. Wisa tê fehm kirin ku problemên wisa di gelek welatan de hene. Ji bo ku em guhdariya Îsa bikin û ne li gor dîtinê hikum bikin, gerek fikrên me bi Kitêba Pîroz ve hevgirtî bin, ne bi kultur an nêrîna xwe ve!

BI EDALET HIKUM BIKE

18, 19. Ji bo ku em wek Yehowa li kesên din binêrin, gerek em çi bikin?

18 Em her çi qas qisûrdar bin jî, em dikarin wek Yehowa bêteref bin (Kar. 10:34, 35). Ji bo vê, gerek em gotinên Kitêba Pîroz her tim bînin ber çavê xwe. Eger em van standardan bi kar bînin, emê guhdariya Îsa bikin û “li gor dîtinê” hikum nekin (Yûh. 7:24).

19 Di demeke nêzik de, Padîşahê me Îsa Mesîh wê hikmê her kesî bike – ne li gor tiştên ku ew dibîne an dibihîze, lê li gor edaletê (Îşa. 11:3, 4). Em bi rastî hesreta wê demê ne!