Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Anegorî Dîtina Çevên Xwe Dîwanê Nekin

Anegorî Dîtina Çevên Xwe Dîwanê Nekin

“Li anegorî dîtina çevêd xwe dîwanê nekin, lê li anegorî rastiyê dîwanê bikin” (YÛHN. 7:24).

KILAMÊN: 142, 123

1. Îşaya derheqa Îsa çi pêxembertî kir, û çira ew yek dil dide me?

PÊXEMBERTIYA Îşaya derheqa Îsa, me dilgerm dike û qewî dike. Ewî pêxembertî kir, wekî Îsa wê “tenê li gora dîtina çevên xwe dîwanê neke, û tenê li gora bihîstina guhên xwe şîret neke”. Ewê “bi heqiyê dîwana belengaza bike” (Îşa. 11:3, 4, DT). Çira ew yek dil dide me? Çimkî vê dinyayêda meriv firqiyê dikine orta hevdu. Lê em hîviya wî Hakimê bêqisûr in, dêmek Îsa, yê ku wê tu car bi dîtina çevê xwe dîwana me neke!

2. Îsa çi temî da me, û vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

2 Her roj em fikirên xwe derheqa meriva dibêjin. Lê em gunekar in, lema jî em nikarin mîna Îsa bi temamî her tiştî rast fem kin. Gelek car ser me hukum dike ew yek çi jî em divînin. Lê çaxê Îsa ser erdê bû, ewî temîke usa da: “Li anegorî dîtina çevêd xwe dîwanê nekin, lê li anegorî rastiyê dîwanê bikin” (Yûhn. 7:24). Eşkere ye, wekî Îsa dixwaze em çev bidine wî û firqiyê nekine orta meriva anegorî dîtina xwe. Vê gotarêda emê şêwir kin sê dereca, kîderê ku meriv gelek car li gora dîtina çevên xwe meriva başqe dikin, mesele ewana çi milet in, dewletî ne yan na, û çend salî ne. Wan her sê derecada emê şêwir kin ku çawa gura temiya Îsa bikin.

FIRQIYÊ NEKINE ORTA MILETA

3, 4. a) Kîjan qewimandin Petrûs hêlan kirin, wekî nihêrandina xwe hindava miletên xerîb biguhêze? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Yehowa alî Petrûs kir ku kîjan rastiya teze fem ke?

3 Bidine ber çevê xwe ku Petrûsê şandî çi texmîn dikir, çaxê jêra hate gotinê ku here mala Kornêlyo, yê ku ne miletê Cihû bû (Kar. Şand. 10:17-29). Mîna Cihûyên din, Petrûs jî ji biçûktayê dihate hînkirinê, wekî miletên xerîb heram in. Lê paşê tiştên usa qewimîn, ku ewî fem kir wekî gerekê îda nihêrandina xwe biguhêze. Mesele, Xwedê xewn-xeyalek nîşanî Petrûs kir (Kar. Şand. 10:9-16). Xewn-xeyalêda Petrûs tiştekî mîna destexana mezin dît bi heywanên heram tije, ku ji ezmên hate xwarê berbi wî. Ji ezmana ewî temî bihîst: “Rabe Petrûs, serjêke û bixwe”. Petrûs qewî înkar kir evê yekê bike. Lê ji ezmana dengekî jêra got: “Ew tiştê ku Xwedê helal kiriye tu heram hesab neke”. Petrûs çaxê ji xewn-xeyalê hişyar bû, ew tevhev bû û destpêkir bifikire, ku ev deng jêra çi dixwest bigota. Hema vê demê, qasidên Kornêlyoyê hatin bal wî. Petrûs dît ku ew yek rêberiya ruhê pîroz e, û lema tevî qasida çû mala Kornêlyo.

4 Hergê Petrûs anegorî dîtina çevên xwe dîwan bikira, ew wê tu car neketa mala Kornêlyo, çimkî Cihû nediketine mala miletên necihû. Lê çira Petrûs ew nihêrandin, kîjan ku kûr hişê wîda rûniştibû, guhast? Ser Petrûs gelek hukum bû xewn-xeyal û rêberî ku ewî bi saya ruhê pîroz stand. Çaxê Kornêlyo derheqa xwe Petrûsra gilî kir, Petrûs bêşik fem kir her tişt, û got: “Ez niha fem dikim, wekî Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Kar. Şand. 10:34, 35). Ew nihêrandina teze tiştekî mexsûs bû bona Petrûs. Lê ew yek ça ser hemû Mesîhiya hukum bû?

5. a) Yehowa dixwaze hemû Mesîhî çi fem kin? b) Rast e em rastiyê zanin, yeke kîjan nihêrandin dikare kûr dilê meda bimîne?

5 Yehowa bi saya Petrûs alî hemû Mesîhiya kir, wekî fem kin ku Ew firqiyê nake nava meriva. Yehowa tu rasa, milet, berek yan jî ziman, başqe nake. Ew her merivî qebûl dike, kîjan ku xwedêxof e û tiştên rast dike (Galt. 3:26-28; Eyan. 7:9, 10). Ew yek bona me tiştekî teze nîne. Lê diqewime hûn welatekî yan jî maleke usada mezin bûne, kîderê ku firqiyê dikine orta meriva. Dibeke hûn difikirin, wekî hûn meriva başqe nakin, lê têdernaxin ku ew nihêrandina nerast kûr nava weda maye. Bînin bîra xwe, Petrûs merivara eyan kir, wekî Yehowa firqiyê nake orta meriva. Ew yek bona Petrûs qedirekî mezin bû, lê hela hê ewî jî carekê durûtî kir (Galt. 2:11-14). Lê çawa nekevine vê telikê û çev bidine Îsa ku anegorî dîtina çevên xwe dîwanê nekin?

6. a) Çi wê alî me bike nihêrandina nerast ji dilê xwe kokêva derxin? b) Giliyên rûspîkî derheqa birakî çi eyan kirin?

6 Seva têderxin hela em firqiyê dikine nava meriva yan na, em gerekê li gora Xebera Xwedê xwe kûr bicêribînin (Zeb. 119:105). Em usa jî dikarin ji hevala yan ji wan kê me rind nas dike, bipirsin hela nav meda heye tiştekî usa, ku em xwexa navînin (Galt. 2:11, 14). Cara usa diqewime ku ew fikir kûr nav meda usa rûniştine, wekî em ne jî haş pê hene. Mesele, dîna xwe bidinê ku rûspîkî fîlîalêra çi nivîsî derheqa jin-mêrekî ku xizmetkarên hertim in. Ew mêr ji miletekî usa bû, ku gelek meriva ev milet nimiz hesab dikirin. Û ça tê kifşê ew rûspî haş pê jî tune bû, wekî bal wî jî ew nihêrandina nerast heye. Ewî rûspîyî derheqa wî birayî tiştên baş nivîsî, lê yeke xilaziyêda zêde kir: “Rast e ew bira ji [wî miletî ye], lê rabûn-rûniştina wî û jîyîna wî merivên dinra nîşan dike, wekî ji [wî miletî] hemûşk ça qirêjok û ça parsekçî najîn, çawa ku gelekara ji wî [miletî] xeyset e”. We giliyên wîda şaşî dît? Ew yek dide kifşê ku firqî tune çiqas cabdariyên me hene, yeke em gerekê rind xwe bicêribînin û alîkariyê qebûl kin, seva her fikirê nerast, ku dilê meda maye, derxin. Lê dîsa çi dikare alî me bike?

7. Çawa em dikarin dilê xwe fire kin?

7 Hergê em dilê xwe fire kin, dêmek gişka qebûl kin, dilê meda hizkirin wê şîn be û îda wê cî tune be seva em firqiyê bikine orta meriva (2 Korn. 6:11-13). Diqewime hûn hiz dikin hevaltiyê bikin tenê tevî milet yan berekê xwe, yan jî tevî yên ku ser zimanê we xeber didin? Wekî usa ne, dilê xwe fire kin. Mesele, xûşk-birên ji cûre-cûre mileta teglîf kin ser xizmetiyê, yan jî ser nanxwarinê mala xweda (Kar. Şand. 16:14, 15). Hergê hûn usa bikin, hûnê dilê xwe bi hizkirinê tijî kin û îda firqiyê nekine orta meriva. Lê hene dîsa derecên mayîn, kîderê em dikarin şaşiyê berdin, dêmek anegorî dîtina çevê xwe meriva başqe kin. Were em vê yekê şêwir kin.

FIRQÎKIRIN ORTA DEWLETIYA Û KESÎBA

8. Li gora Qanûna Kahîntiyê 19:15, çawa dewletîbûn yan kesîbbûn dikare ser nihêrandina me hukum ke?

8 Nihêrandina me hindava meriva dikare ser hîmê vê yekê pêşda bê, ku ewana dewletî ne yan jî kesîb in. Qanûna Kahîntiyê 19:15-da tê gotinê: “Pişta xwe nedin yê kesîb û ne jî yê dewletî bilind kin. Bi heqiyê dîwana meriva bikin, DT”. Lê çawa kesîbbûn yan jî dewletîbûna kesekî, dikare ser nihêrandina me hindava wî merivî hukum be?

9. Silêman derheqa kîjan kêmasiya meriva got, û ew yek çi me hîn dike?

9 Metelok 14:20-da, Silêman pê rêberiya ruhê pîroz, derheqa kêmasiya merivên gunekar usa got: “Kesîb heta li ber çevê hevalê xwe jî reş e, lê dostêd dewletî gelek in”. Ew metelok çi me hîn dike? Hergê em fesal nîbin, emê bixwazin tenê tevî wan xûşk-bira hevaltiyê bikin, yên ku dewletî ne, lê ji yên kesîb xwe dûr bigirin. Lê çira xof e ji bo hebûnê meriva qîmet kin?

10. Aqûb derheqa kîjan problêmê got?

10 Hergê em ji bo hebûkê firqiyê bikine orta meriva, bi vê yekê emê yektiya civatê bikine bin xofê. Çawa Aqûb got, ew problêm qirna yekêda jî hebû û civat parevedikir. (Bixûne Aqûb 2:1-4.) Em gerekê fesal bin, wekî ew nihêrandin nav civata meda tune be. Lê ça em dikarin ji vê nihêrandinê dûr bin?

11. Gelo heleqetiya meriva tevî Yehowa, hebûka wîva girêdayî ye? Şirovekin.

11 Em gerekê ser xûşk-bira usa binihêrin, ça Yehowa. Meriv ber çevê Yehowa qîmet e ne bona vê yekê ku ew dewletî ye yan jî kesîb e. Heleqetiya me tevî Yehowa wê tu car vê yekêva girêdayî nîbe, ku em çiqas dewletî ne yan jî çiqas destteng in. Rast e Îsa got wekî “dewletiyara zemet e ku bikevine Padşatiya Ezmana”, lê ewî negot ku ew yek nayê standin (Met. 19:23). Alîkî dinva jî Îsa got: “Xwezî li we feqîra, çimkî Padşatiya Xwedê ya we ye” (Lûqa 6:20). Belê, ew nedihate hesabê, wekî hemû merivên kesîb wê bihatana keremkirinê û hînkirinên Îsa qebûl kirana. Gelek kesîb nebûne şagirtên Îsa. Fikira sereke ew e, ku em gerekê tu car meriva sûcdar nekin ser hîmê hebûka wan, çimkî heleqetiya wan tevî Yehowa, hebûka wanva girêdayî nîne.

12. Kitêba Pîroz çi şîretê dide dewletiya û kesîba?

12 Bona me kerem e ku gelek xûşk û birên me hene, yên ku bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet dikin, firqî tune ewana dewletî ne yan kesîb in. Kitêba Pîroz yên dewletî şîret dike ku îtbariya xwe ne ku “hebûka pûçe derew” bînin, lê Xwedê. (Bixûne 1 Tîmotêyo 6:17-19.) Xebera Xwedê usa jî hemû xizmetkarên Xwedê şîret dike, hin yên dewletî hin jî yên kesîb, wekî fesal bin ku perehiz nîbin (1 Tîmt. 6:9, 10). Hergê em ser xûşk-bira usa binihêrin ça Yehowa dinihêre, hingê emê tu car wana başqe nekin ji bo vê yekê, ku destê wanda heye yan na. Lê gelo rast e em firqiyê bikine orta meriva ji bo vê yekê ku ew çend salî ne? Were em evê pirsê şêwir kin.

FIRQÎ JI BO SALÊN EMIRDA

13. Kitêba Pîroz çi me hîn dike derheqa merivên emirda mezin?

13 Kitêba Pîrozda gelek car tê gotinê, wekî qedirê merivên emirda mezin bigirin. Qanûna Kahîntiyê 19:32-da tê gotinê: “Li ber yê porsipî rabe û qedirê emirê mezin bigire, ji Xwedêyê xwe bitirse”. Metelok 16:31-da jî tê gotinê: “Rû-gulîyê sipî kofîya rûmetê ye, ku ew nava rîya rastîyêda ye”. Lê Pawlos jî şîret da Tîmotêyo, wekî dilê kalemêra neêşîne û hindava wanda sert nîbe, lê wan birên emirda mezin hesab ke ça bav (1 Tîmt. 5:1, 2). Tîmotêyo hema usa jî dikir, rast e hukumê wî ser wan bira hebû, lê yeke ew hindava wanda dilşewat û bi qedir bû.

14. Kîjan derecada lazim e merivê emirda mezin şîret kin yan jî rast kin?

14 Lê hergê merivê emirda mezin hemdê xwe gune dike, yan tiştekî usa dike ku Yehowa xweş nayê, gelo gerekê em çevê xwe dadin ser vê yekê? Yehowa tu car gunekara heq dernaxe, hergê jî ew emirda mezin in. Dîna xwe bidine prînsîpa ji Îşaya 65:20: “Gunekar wê bê nifirkirinê, hergê jî ew sed salî be, DT”. Xewn-xeyala Hezeqêlda jî em divînin prînsîpa wî cûreyî (Hezql. 9:5-7). Bona me ya lape ferz gerekê ew be, ku qedirê wî bigirin, yê ku “Rojên wî Kevin in, DT”, dêmek qedirê Yehowa Xwedê (Dan. 7:9, 10, 13, 14). Hergê em usa bikin, emê netirsin kesekî şîret kin û rast kin çaxê lazim e, firqî tune ew çend salî be (Galt. 6:1).

Hûn qedirê birên cahil digirin? (Binihêre abzasa 15)

15. Em derheqa qedirgirtina birên cahil çi dersê hîn dibin ji Pawlosê şandî?

15 Lê derheqa birên cahil em çi dikarin bêjin? Hûn ser wan ça dinihêrin? Pawlosê şandî Tîmotêyora nivîsî: “Nebe ku yek cahiltiya te bêhurmet ke, lê tu bawermendara bibe nexşek, xeberdanêda, rabûn-rûniştinêda, hizkirinêda, baweriyê û helaliyêda” (1 Tîmt. 4:12). Çaxê Pawlos ew gilî nivîsî, hingê Tîmotêyo dibeke weke 30 salî bû, lê yeke Pawlos cabdariyên mezin da wî. Ew yek derseke ferz me hîn dike. Em gerekê ser birên cahil anegorî salên wan nenihêrin. Wê baş be em bîr nekin, wekî hela hê Îsa jî çaxê weke 30 salî bû, xizmetiya xweye ser erdê anî sêrî.

16, 17. a) Rûspî ça safî dikin ku bira dikare bê kifşkirinê ça berdestiyê civatê yan jî rûspî? b) Çawa nihêrandina şexsî dikare miqabilî Kitêba Pîroz be?

16 Lê dibeke nav miletê weda xeyset e ku mêrên cahil nimiz hesab kin. Hergê usa ne, rûspî diqewime xwe paş xin û birên cahil kifş nekin ça berdestiyên civatê yan jî rûspî, yên ku meselên baş in. Lê hemû rûspî gerekê bîr nekin, ku Kitêba Pîrozda nayê gotinê mêr gerekê çend salî be, seva bibe berdestiyê civatê yan jî rûspî (1 Tîmt. 3:1-10, 12, 13; Tîto 1:5-9). Hergê rûspî ça miletê wîda edet e usa safî dike, ew li gora Kitêba Pîroz nake. Rûspî gerekê ne ku anegorî nihêrandina xwe yan jî edetê miletê xwe safî kin ku birê cahil kifş kin yan na, lê anegorî Xebera Xwedê (2 Tîmt. 3:16, 17).

17 Dîna xwe bidinê ku çawa nihêrandina anegorî edetê milet, dikare rê bigire ku bira neyêne kifşkirinê. Welatekîda, cabdariyên mezin dane birakî cahil û ewî ew cabdarî rind anî sêrî. Rûspiyên civatê dixwestin wî ça rûspî kifş kin, çimkî li gora Kitêba Pîroz ew layîqî vê kifşkirinê bû. Lê yeke ew nehate kifşkirinê. Çira? Çimkî çend rûspiyên emirda mezin hesab kirin, ku ew gelek cahil tê xanê seva bibe rûspî. Yazix, seva vê yekê ew bira nebû rûspî. Ew nihêrandina nerast gelek welatada heye. Lema jî gelek ferz e em gişk li gora Kitêba Pîroz her tiştî bikin, ne ku li gora nihêrandina xwe yan jî edetê miletê xwe! Tenê usa emê nîşan kin, wekî gura Îsa dikin û anegorî dîtina çevên xwe dîwanê nakin.

ANEGORÎ RASTIYÊ DÎWANÊ BIKIN

18, 19. Çi lazim e em bikin seva pê çevê Yehowa meriva binihêrin?

18 Em gunekar in, lê yeke em dikarin çev bidine Yehowa, û firqiyê nekin orta meriva (Kar. Şand. 10:34, 35). Lê aliyê xweda em gerekê timê Xebera Xwedê bixûnin û şîretên têda bînin sêrî. Çaxê em vê yekê dikin, em temiya Îsa tînin sêrî, û anegorî dîtina çevê xwe dîwanê nakin (Yûhn. 7:24).

19 Zûtirekê, Padşê me Îsa Mesîh, wê dîwana hemû însanetê bike, lê ne ku li gora dîtina çevê xwe yan jî tenê li gora bihîstina guhên xwe, lê anegorî rastiyê (Îşa. 11:3, 4). Rastî jî em gelek hîviya wî wedeyî ne!