Here Naverokê

Here naverokê

Sebir – Hêviya Xwe Winda Neke

Sebir – Hêviya Xwe Winda Neke

JI BER KU tengahiyên “rojên dawîn” her ku diçe zêde dibin, sebir ji bo xizmetkarên Yehowa pir muhîm e (2. Tîm. 3:1-5). Îro, gelek mirovên li derdora me xwehez, serhişk û har in. Kesên wisa bi gelemperî bêsebir in. Loma, gerek em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ev dinyaya bêsebir li ser min jî bandor kiriye? Sebir tê çi maneyê? Ez çawa dikarim bibim xwediyê vê sifata baş?”

MANEYA SEBRÊ

Li gor Kitêba Pîroz, sebir ne tenê ev e ku mirov di tengahiyan de bêhnfireh bimîne. Keseki bi sebra rastîn ji bo armancekê sebir dike, yanî hêviya xwe winda nake. Gava problemek tê meydanê, mirovekî bisebir ne tenê li ser hîsên xwe, lê li ser hîsên kesê ku ev problem derxistiye jî dike hesabê. Ji ber vê yekê, gava mirovekî bisebir neheqiyê dibîne, ew hêviya xwe winda nake, lê bawer e ku problema di nava wî û kesekî din de wê rojekê safî bibe. Em ecêbmayî namînin ku Kitêba Pîroz “sebir” dixe cihê pêşîn di rêza sifatên baş de, yên ku bi hezkirinê ve girêdayî ne * (1. Kor. 13:4). Bi ser de, Kitêba Pîroz “sebir” wek yek ji sifatên “berê ruh” tarîf dike (Gal. 5:22, 23). Lê belê, em çawa dikarin sebra xwe zêde bikin?

EM ÇAWA DIKARIN SEBRA XWE ZÊDE BIKIN?

Gerek em dua bikin ku ruhê Yehowa alî me bike ku em sebra xwe zêde bikin. Yehowa ruhê xwe dide kesên ku baweriya xwe pê tînin û xwe dispêrin wî (Lûqa 11:13). Lê belê, ruhê Xwedê her çi qas biqewet be jî, gerek em li gor duayên xwe hereket bikin (Zeb. 86:10, 11). Ji bo ku sebir bibe pareke şexsiyeta me, gerek em vê sifata baş roj bi roj eyan bikin. Ji xeynî vê, em dikarin çi bikin ku sebra me zêde bibe?

Gerek em bala xwe bidin nimûneya Îsa. Li gor gotinên Pawlos, sebir pareke şexsiyeta nû ye. Wî wisa got: “Bila aştiya Mesîh di dilê we de serwer be” (Kol. 3:10, 12, 15). Ji ber ku aştiya Mesîh di dilê me de “serwer be”, gerek em wek Îsa bawer bin ku Xwedê wê di dema xwe de hemû kul û derdan tune bike. Li derdora me çi biqewime jî, eger em Îsa ji xwe re bikin nimûne, tu tîşt wê nebe sebeb ku em sebra xwe winda bikin (Yûh. 14:27; 16:33).

Em helbet bi dil û can li benda dinyaya nû ne. Dîsa jî, gava em tînin ber çavê xwe ku Yehowa li hemberî me çi qas sebir dike, sebra me jî zêde dibe. Peyva Xwedê wisa dibêje: “Wek ku hinek guman dikin, Xudan di soza xwe de bi derengî nakeve, lê belê bîhna xwe li we fireh dike û naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Ptr. 3:9). Gava em li ser sebra Yehowa difikirin, ma ev yek alî me nake ku em jî ji kesên din re sebir bikin? (Rom. 2:4). Sebir bîlhesa kengê lazim dibe?

SEBIR KENGÊ LAZIM DIBE?

Her roj, gelek tişt dikarin sebra me biceribînin. Mesela, gava em dixwazin tiştekî muhîm bibêjin, dibe ku gerek em sebir bikin ku xeberdana kesekî nebirin (Aqûb 1:19). Ji xeynî vê, eger hal û hereketên hin xwişk û birayan me aciz bikin, gerek em sebir bikin. Li şûna vê ku em hêrs bikevin, wê baş be ku em bifikirin ku Yehowa û Îsa li şaşiyên me çawa dinêrin. Ew bi zêdeyî bala xwe nadin şaşiyên me yên biçûk, lê belê sifatên me yên baş dibînin û bi sebir fersendê didin me ku em xwe rast bikin (1. Tîm. 1:16; 1. Ptr. 3:12).

Wekî din, gava kesek dibêje ku me tiştekî nerast kir an got, ji me re sebir lazim dibe. Gelek caran dibe ku dilê me biêşe û em xwe heqdar derxînin. Lê belê, Peyva Xwedê wisa dibêje: “Yê ku di ruh de bi sebir e, ji yê ku di ruh de qurre yî qenctir e. Bila di xeydê de ruhê te ne bi lez be, ji ber ku xeyd di sînga bêaqilan de bicîh bûye” (Waiz 7:8, 9). Sûcê ku li ser me hat avêtin bi temamî nerast be jî, gerek em sebir bikin û rind bifikirin berî ku em cewabê bidin. Îsa jî wisa dikir (Met. 11:19).

Gerek dê û bav bi sebir terbiye bidin zarokên xwe gava fikir û hereketên wan nerast in. Serpêhatiya Mattias – birayekî me ku niha li Beytelê dixebite – nîşan dide ku sebir çima ew qas muhîm e. Gava ew ciwan bû, hevaldersên wî seba baweriya wî qerfên xwe pê dikirin. Serê pêşîn, dê û bavê wî nedizanî ku li mektebê çi qewimîbû. Lê paşê, kurê wan şikên xwe der heqê rastiyê de eyan kir. Gillis, bavê Mattias, wisa dibêje: “Ji me re pir sebir lazim dibû.” Mesela, Mattias wisa dipirsî: “Xwedê kî ye? Em ji ku dizanin ku Kitêba Pîroz bi rastî Peyva Xwedê ye? Em çawa dikarin bizanibin ku Xwedê bi rastî ji me çi dixwaze?” Wî ji bavê xwe re wisa jî digot: “Ez mîna we nafikirim û bawer nakim. Ma ev sûc e?”

Gillis wisa dibêje: “Kurê me carinan bi hêrs pirs dipirsîn. Hêrsa wî, ne li dijî me, lê li dijî rastiyê bû, çimkî ew difikirî ku rastiyê jiyana wî zor dikir.” Gillis çi kir? Ew wisa dibêje: “Ez û kurê min, em rûdiniştin, û me bi saetan sohbet dikir. Min gelek caran guh dida wî û pirs dipirsîn ku ez niyet û fikrên wî fehm bikim. Carinan min ji Mattias re tiştek îzah dikir û dixwest ku ew rojekê an du rojan li ser vê bifikire berî ku em sohbeta xwe berdewam bikin. Carinan jî, min digot ku gerek ez li ser pirsa wî çend rojan bifikirim. Bi saya sohbetên wisa, Mattias rastiya Kitêba Pîroz hêdî hêdî fehm kir û hîndariyên wek fidye, serweriya Xwedê û hezkirina Yehowa qebûl kirin.” Ev yek ne hêsan bû, û me pir wext xerc dikir, lê hezkirina Yehowa di dilê wî de hêdî hêdî mezintir bû. Ez û pîreka min, em pir dilşad in ku me alî kurê xwe dikir gava ew ciwan bû. Di netîceyê de, rastî ket dilê wî.”

Gillis û pîreka wî xwe dispart Yehowa û bi sebir bi kurê xwe re eleqedar dibûn. Gillis wisa dibêje: “Min gelek caran ji Mattias re got ku em ji wî pir hez dikin û seba vê hezkirinê, me ji dil dua dikir ku Yehowa fehmdariyê bide wî.” Gillis û pîreka wî pir şikirdar in ku wan sebir dikir! 

Ji xeynî vê ku em ji aliyê ruhî ve destek bidin, gerek em bi hezkirinê sebir bikin gava em li heval an merivekî xwe dinêrin, ê ku bi gelek salan nexweş e. Em dikarin vêya ji serpêhatiya xwişkeke me bibînin, a ku li Ewropaya Bakur dijî.

Heşt sal berê, zilamê wê du caran felc bû. Ji ber vê yekê, mejiyê wî êdî rast naxebite û ew dilrehmî, dilşadî an xemgîniyê nikare hîs bike. Ev yek ji bo xwişka me pir zor e. Ew wisa dibêje: “Ez gelek dua dikim û sebir dikim. Ayetek heye ku dilê min rihet dike û ji min re xweş tê. Filîpî 4:13 wisa dibêje: ‘Ez dikarim her tiştî bi destê wî yê ku hêzê dide min, bikim.’” Bi saya vê hêzê, xwişka me xwe dispêre Yehowa û sebir dike (Zeb. 62:5, 6).

SEBRA YEHOWA JI XWE RE BIKE NIMÛNE

Helbet, ji aliyê sebrê ve, Yehowa nimûneya herî baş e (2. Ptr. 3:15). Di Kitêba Pîroz de, em gelek caran dixwînin ku Yehowa sebra xwe çawa eyan kiriye (Nhy. 9:30; Îşa. 30:18). Mesela, gava Yehowa dixwest bajarê Sodomê helak bikira, çend pirsên Birahîm hebûn. Yehowa xeberdana Birahîm nebirî, lê bi sebir guh da hemû pirs û xemên wî. Ev yek ku Yehowa gotinên Birahîm dubare kir nîşan dide ku Yehowa rind guh dabû wî. Paşê, Yehowa dilê wî rihet kir û got ku eger di Sodomê de 10 kesên rast hebin, ewê vî bajarî helak neke (1. Mû. 18:22-33). Belê, Yehowa bi sebir guh dide û zû bi hêrs nakeve. Çi emseleke baş!

Sebir bi rastî jî pareke muhîm a şexsiyeta nû ye, ku hemû xizmetkarên Xwedê gerek li xwe bikin. Eger em bi xîret bişixulin ku bibin xwediyê vê sifata baş, emê rûmetê bidin Xwedê, yê ku xema me dixwe û bisebir e. Belê, emê “bibin mîna wan ên ku bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê” (Îbr. 6:10-12).

^ par. 4 Li vê rêza neh meqaleyan ên li ser berê ruhê pîroz, sifata hezkirinê li meqaleya pêşîn hatibû şîrove kirin.