Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Sebirkirin Hunureke Gelek Ferz e bona Mesîhiya

Sebirkirin Hunureke Gelek Ferz e bona Mesîhiya

ÎRO wan “rojêd axiriyêda” emir hê çetin bûye, û cimeta Yehowara hê zêde sebir lazim e (2 Tîmt. 3:1-5). Vê dinyayêda dor berê me gelek merivên xwehiz, bêrem û temsist hene. Sebira merivên bi xeyset-hunurên wî cûreyî kêm e. Lê her Mesîhî gerekê pirsê bide xwe: “Dibe ku ez jî mîna merivên vê dinyayê bûme yekî bêsebir? Çi tê hesabê bi rastî bi sebir bin? Û ça ez dikarim evî hunurê qîmet, bal xwe pêşda bînim, ku ew bibe pareke xeysetê min?”.

ÇI TÊ HESABÊ SEBIR?

Kitêba Pîrozda xebera sebir nayê hesabê tenê ew yek, çaxê meriv problêmada teyax dike. Merivê bi sebir pê nêtê teyax dike, ew bawer dike wekî her tişt wê baş be. Ew tenê derheqa xwe nafikire, lê usa jî derheqa halxweşiya wan meriva, yên ku hêrsa wî tînin yan jî neheqiyê wî dikin. Merivê bi sebir zef berxwe nakeve, çimkî baweriya xwe unda nake, ku heleqetiya wî tevî wan meriva wê aliyê başda bê guhastinê. Xebera Xwedê dibêje ku sebir ji hizkirinê pêşda tê * (1 Korn. 13:4). “Sebirkirin” usa jî dikeve nava berê ruhê pîroz (Galt. 5:22, 23). Lê ça ewî hunurî nav xweda pêşda bînin?

ÇAWA BI SEBIR BIN

Seva nav xweda sebirê pêşda bînin, mera alîkariya ruhê Yehowayî pîroz lazim e, kîjan ku Xwedê dide wana, yên ku bawerî û îtbariya xwe wî tînin (Lûqa 11:13). Rast e qewata ruhê Xwedêyî pîroz mezin e, lê yeke em jî li gora duayên xwe gerekê aliyê xweda tiştekî bikin (Zeb. 86:10, 11). Ew tê hesabê ku em gerekê ser xwe bixebitin, wekî her roj bi sebir bin, seva ew hunur kokên xwe dilê meda kûr berde. Lê hingê jî lazim e em hê zêde bikin, seva ku sebir bibe xeysetê me. Vê yekêda çi dikare alî me bike?

Em dikarin sebirê nav xweda pêşda bînin, hergê serhatiya Îsa lêkolîn bikin û çev bidine wî. Pawlos li gora mesela Îsa şirovekir, wekî sebir jî dikeve nav “merivê nûda”. Paşî vê yekê, ewî hêlan kir, wekî “edilayîya Mesîh serwêrtiyê nêt-fikirêd” me bike (Kols. 3:10, 12, 15). Seva ew edilayî “serwêrtiyê” dilê me bike, em gerekê çev bidine baweriya Îsaye qewî û bawer bin wekî Xwedê wê wededa wan dereca ku me dilteng dikin, rast ke. Çaxê em çev didine Îsa, îda çi jî biqewime, emê sebira xwe unda nekin (Yûhn. 14:27; 16:33).

Em gişk dixwazin dinya teze zû bê. Lê çaxê em difikirin derheqa sebira Yehowa hindava xwe, em hîn dibin sebir kin. Kitêba Pîroz dibêje me: “Xudan sozê xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Pet. 3:9). Hergê em bifikirin ku Yehowa çiqas bi sebir e hindava me, emê jî hindava meriva bi sebir bin (Rom. 2:4). Kîjan derecên dinda jî mera sebir lazim e?

DERECÊN USA KÎDERÊ SEBIR LAZIM E

Her roj em rastî wan dereca tên, kîderê ku sebira me tê cêribandinê. Mesele, hergê kesek tevî we xeber dide, lê hûn dixwazin wîra tiştekî ferz bêjin, wera wê sebir lazim be seva xeberdana wî nebirin (Aqûb 1:19). Dibeke wera usa jî sebir lazim be hergê hûn ji bo xeysetekî xûşk yan birakî eciz dibin. Dewsa ku hêrs kevin, wê hê aqilayî be bifikirin ku Yehowa û Îsa ça ser kêmasiyên me dinihêrin. Ewana nav meda şaşiya nagerin, dewsê ewana hunurên baş digerin û bi sebir hîviyê ne, wekî em aliyê başda bêne guhastinê (1 Tîmt. 1:16; 1 Pet. 3:12).

Sebir mera hingê jî lazim e, gava kesek mera dibêje wekî me tiştekî nerast kiriye yan jî gotiye. Dibeke hingê em zû bixeydin yan jî destpêkin xwe heq derxin. Lê Xebera Xwedê cûrekî din şîretê dide me. Waîzda em dixûnin: “Yê ku di ruhda bi sebir e, ji yê ku di ruhda qurreyî qenctir e. Bira di xeydêda ruhê te ne bi lez be, ji ber ku xeyd di sînga bêaqilanda bicîh bûye” (Waîz 7:8, 9). Usa jî gava derheqa me tiştên derew dibêjin, hingê jî em gerekê bi sebir bin û pêşiya ku tiştekî bêjin yan jî bikin, rind bifikirin. Îsa ev prînsîp dianî sêrî, çaxê meriva qerfê xwe wî dikirin û wî dikeniyan (Met. 11:19).

Dê-bavara îlahî hingê lazim e sebir, çaxê nav zarên xweda fikir, xwestin yan xeysetê nerast divînin. Dîna xwe bidine mesela Matîas, kîjan ku Beytela Skandînavyayêda xizmet dike. Ew çaxê cahil bû mektebêda sebir dikir, gava ji bo baweriya wî ser wî dikeniyan. Pêşiyê, dê-bavê wî derheqa vê yekê nizanibûn, û didîtin ku kurê wan destpêkiriye rastiyêda bikeve şikê. Bavê Matîas, Gîlîs, tîne bîra xwe: “Hingê mera gelek sebir lazim bû. Matîas pirs dida: ‘Kî ye Xwedê? Dibe ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê nîne? Em ji ku zanin wekî bi rastî Xwedê filan tiştî ji me dewa dike?’”. Matîas usa jî digote bavê xwe: “Hergê baweriya min mîna ya te nîne, çira ez gerekê bême dîwankirinê?”.

Gîlîs dibêje: “Cara, kurê me hêrse-hêrs pirs dida me. Ew ne ku ser min yan diya xwe hêrs diket, lê ser rastiyê, çimkî ewî tirê rastî jîyîna wî giran dike”. Lê Gîlîs vê derecêda ça xwe da kifşê? Ew dibêje: “Ez bi siheta tevî kurê xwe rûdiniştim û me tevayî xeber dida. Heçî zef min guh dida wî û cara pirs didane wî, wekî ez bi temamî fem kim ew çi texmîn dike û çi difikire. Cara çaxê min jêra tiştek şirovedikir, min wede dida wî, mesele rojek yan hê zêde, seva ew bifikire û paşê dîsa şêwir kin. Lê cara usa jî dibû ku min jêra digot, wekî minra çend roj lazim e, seva bifikirim ser nihêrandina wî. Bi saya wan şêwirkirina û xeberdana, Matîas hêdî-hêdî nihêrandina xwe guhast û qebûl kir hînkirinên usa ça mesele kirîn, serwêrtiya Xwedê, û hizkirina Yehowa. Bona vê yekê wede lazim bû û cara çetin bû jî, lê hêdî-hêdî hizkirina hindava Yehowa dilê wîda mezin bû. Ez û jina xwe gelek bextewar in, ku sebira meye hindava kurê me badîhewa neçû û alî wî kir”.

Gîlîs û jina wî hindava kurê xwe bi sebir bûn, û bi vê yekê didane kifşê ku îtbariya xwe alîkariya Yehowa dianîn. Ew tîne bîra xwe: “Min gelek car Matîasra digot, wekî em wî gelek hiz dikin, û lema em timê bona wî ji Yehowa hîvî dikin, seva hişê wî veke”. Ew dê-bav gelek şa ne wekî hunureke usa ferz, dêmek sebir dane kifşê.

Mesîhiyara sebir lazim e hingê jî, gava miqatî nefer yan jî hevalên xweyî bi nexweşiya kronîkî dibin. Dîna xwe bidine mesela Êlênê, * ya ku Skandînavyayêda dijî.

Weke heyşt sal pêşda, du cara însûltê mêrê Êlênê xist, û mejûyê wî ziyan stand. Paşî vê yekê ew tiştek texmîn nake. Êlên bona halê mêrê xwe gelek berxwe dikeve. Ew dibêje: “Ez gelek sebir dikim û gelek dua dikim. Ez rêza ji Fîlîpî 4:13 gelek hiz dikim, kîderê ku tê gotinê: ‘Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min’”. Bi qewat û alîkariya Yehowa Êlên bi sebir teyax dike ber vê çetinaya xwe (Zeb. 62:5, 6).

ÇEV BIDINE SEBIRA YEHOWA

Aliyê sebirêda bona me mesela lape mezin Yehowa ye (2 Pet. 3:15). Kitêba Pîrozda hene gelek serhatî, kîderê ku Yehowa sebira gelek mezin daye kifşê (Nehem. 9:30; Îşa. 30:18). Mesele, bînin bîra xwe Yehowa ça bi sebir bû hindava Birahîmda, gava tevî wî derheqa kutakirina Sodomê xeber dida. Yehowa xeberdana Birahîm nedibirî, dewsê Ewî bi sebir guh dida her giliyên Birahîm. Paşê Yehowa giliyên Birahîm wekiland, û bi vê yekê jêra da kifşê, wekî rind guh dida wî. Hin jî Yehowa wî da bawerkirinê, wekî wê qira Sodomê neyne, hergê jî wêderê tenê 10 merivên rast hebin (Destp. 18:22-33). Ew meseleke mezin e bona me, ku em jî bi sebir guh bidin meriva û eciz nebin.

Sebir hunureke gelek ferz e bona merivê nû, kîjan ku hemû Mesîhî gerekê li xwe kin. Hergê em aliyê xweda her tiştî dikin seva ew hunurê qîmet û qewat nav xweda pêşda bînin, bi vê yekê emê hurmetê bidine Bavê xweyî sebir-sikanê, û ewê me hesab ke çawa “yêd ku bi baweriyê û sebirê sozêd Xwedê war dibûn” (Îbrn. 6:10-12).

^ abz. 4 Derheqa hizkirinê tê gotinê vê rêza gotarêda ku ji nehe para ye, kîderêda tê şêwirkirinê berê ruhê Xwedêyî pîroz.

^ abz. 15 Nav hate guhastinê.