Here Naverokê

Here naverokê

Rastiyê Hîn Bike

Rastiyê Hîn Bike

“Ya Xudan ... bingeha peyvên te rastî ne” (ZEB. 119:159, 160).

KILAM: 29, 53

1, 2. (a) Îsa herî zêde bala xwe dida kîjan îşî, û çima? (b) Ji bo ku em wek “hevparên Xwedê yên xebatê” serkeftî bin, gerek em çi bikin?

ÎSA MESÎH hem “xerat” hem “mamoste” bû (Mar. 6:3; Yûh. 13:13). Ew di her du îşî de hoste bû, û wî hacetên xwe bi hunermendî bi kar dianîn. Di îşê hînkirinê de, wî zanîna xwe bi hunermendî bi kar dianî ku mirov rastiya Kitêba Pîroz fehm bikin (Met. 7:28; Lûqa 24:32, 45). Gava Îsa 30 salî bû, wî dev ji îşê xeratiyê berda, çimkî îşê mamostetiyê ji bo wî hê muhîmtir bû. Wî got ku yek ji sebebên ku Xwedê ew şand dinyayê ev e ku mizgîna Padîşahiya Xwedê îlan bike (Met. 20:28; Lûqa 3:23; 4:43). Îsa ji her tiştî zêdetir bala xwe dida xizmetê, û wî dixwest ku şagirtên wî jî wisa bikin (Met. 9:35-38).

2 Em jî mamosteyên mizgînê ne, û Xwedê di vî îşî de piştgiriya me dike. Kitêba Pîroz dibêje ku “em hevparên Xwedê yên xebatê ne” (1. Kor. 3:9; 2. Kor. 6:4). Em rind dizanin ku “bingeha peyvên [Yehowa] rastî ne” (Zeb. 119:159, 160). Loma em dixwazin “peyva rastiyê rast bi kar” bînin (2. Tîmotêyos 2:15 bixwîne). Ji bo elimandina rastiya li ser Yehowa, Îsa û Padîşahiya Xwedê, haceta me ya sereke Kitêba Pîroz e. Ji ber vê yekê, gerek em di warê bikaranîna Kitêba Pîroz de hunera xwe her ku diçe zêde bikin. Wekî din, ji bo ku em di xizmeta xwe de serkeftî bin, teşkîlata Yehowa hacetên din jî hazir kirine, yên ku gerek em rind nas bikin. Em van hacetan wek “Hacetên Elimandinê” bi nav dikin.

3. Gerek em çi bikin, û Karên Şandiyan 13:48 çawa alî me dike?

3 Gelo te qet meraq kir ku em çima van hacetan ne wek “Hacetên Îlankirinê”, lê wek “Hacetên Elimandinê” bi nav dikin? “Îlankirin” tenê ev e ku em mizgînê bidin bihîstin, lê belê “elimandin” ev e ku em mizgînê bigihînin hiş û dilê mirovan, da ku ew mizgînê fehm bikin û jiyana xwe li gor mizgînê rast bikin. Niha em pir nêzikî dawiya vê dinyayê ne, û ji bo belavkirina mizgînê hindik wext maye. Loma armanca me gerek ev be ku em dest bi kursên Kitêba Pîroz bikin û rastiyê hîn bikin. Gerek em li kesên ku ‘dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’ bigerin û alî wan bikin ku ew bên ser riya rastiyê (Karên Şandiyan 13:44-47; ayeta 48an * ji jêrenotê bixwîne).

4. Em çawa dikarin yên ku ‘dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’, bibînin?

4 Em çawa dikarin bizanibin ku yên ku ‘dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’, kî ne? Wek li sedsala yekê, ji bo ku em kesên wisa bibînin, gerek em mizgînê belav bikin. Îsa ji şagirtên xwe re wisa got: “Kîjan bajar û gundê ku hûn herinê, bipirsin ka kî hêja ye û heta ku hûn derkevin, li ba wî bimînin” (Met. 10:11). Îro, gerek em jî wisa bikin. Em dizanin ku kesên ku ne dilpak in, qure ne an bi tiştên manewî eleqedar nînin wê jixwe guhdariya me nekin. Em li kesên dilpak û dilnizm digerin, ên ku ji dil dixwazin rastiyê hîn bin. Gava Îsa îşê xeratiyê dikir, wî serê pêşîn darên rast hildibijartin ji bo çêkirina sendelî, mase, derî û eşyayên din. Paşê, wî bi hacet û hunerên xwe dest bi çêkirina eşyayan dikir. Mîna vê, gerek em jî serê pêşîn li kesên dilpak bigerin. Paşê, em dikarin bi hacet û hunerên xwe alî wan bikin ku ew bibin şagirtên Îsa (Met. 28:19, 20).

5. Gerek em der heqê Hacetên Elimandinê de çi bizanibin? (Li resmên ewilî binêre.)

5 Armanca her hacetê cuda ye. Mesela, di dema Îsa de, cure cure hacetên xeratiyê hebûn. Mesela, hacetên ji bo pîvandin, îşaretkirin, qulkirin, jêkirin, şekildan, û pêgirtina daran hebûn. * Mîna vê, her yek ji Hacetên Elimandinê ji bo armanceke cuda hatiye hazir kirin. Niha emê li van hacetan binêrin û bibînin ku em çawa dikarin wana bi kar bînin.

HACETÊN KU ME DIDIN NAS KIRIN

6, 7. (a) Tu kartên jw.org çawa bi kar tînî? (b) Dawetiyeya ji bo civînan ji bo kîjan du armancan hatiye hazir kirin?

6 Karta jw.org. Em dikarin van hacetên biçûk bi kar bînin ku em xwe bidin nas kirin û bala mirovan bikişînin ser malpera me ya înternetê. Li wê derê, ew dikarin der heqê me de zêdetir melûmatê bistînin û kursa Kitêba Pîroz bixwazin. Heta niha, li ser jw.org zêdetirî 400.000 daxwazên ji bo kursa Kitêba Pîroz hatine stendin, û her roj dîsa bi sedan daxwaz tên stendin. Wê baş be ku kartên jw.org her tim li cem te hebin. Bi vî awayî, tuyê her tim hazir bî ku mizgînê bidî mirovan.

7 Dawetiye. Dawetiyeya ji bo civînan ji bo du armancan hatiye hazir kirin. Li ser dawetiyeyê wisa nivîsî ye: “Kerem ke! Kitêba Pîroz bi alîkariya Şahidên Yehowa bielime.” Paşê, melûmat tê dayîn der heqê “civînên me” û “kursa şexsî” de. Ev dawetiye me dide nas kirin û kesên ku “hewcedariyên xwe yên ruhî dizanin” dawet dike ku Kitêba Pîroz tevî me lêkolîn bikin (Met. 5:3, WDN). Dibe ku hin kes kursa Kitêba Pîroz nexwazin, lê ew dîsa jî dikarin bên civînên me. Eger ew bên civînan, ewê bibînin û bibihîzin ku em rastiya Kitêba Pîroz çawa hîn dikin.

8. Çima muhîm e ku mirov qet nebe carekê bên civînên me?

8 Pir muhîm e ku em mirovan dawet bikin ku ew qet nebe carekê bên civînên me. Çima? Li wê derê, ewê bibînin ku civînên me ji aliyê ruhî ve çi qas zengîn in û ferqa nav dînê rast û dînên sexte çi qas mezin e (Îşa. 65:13). Linda û Ray, jin û mêrekî li Amerîkayê, ev ferq dîtiye. Baweriya wan bi Xwedê hebû, û ew ji aliyê ruhî ve birçî bûn, loma ew çûn dêrên cuda cuda. Bi dehan dêr û dînên cuda hebûn. Di her dêrê de, Linda û Ray bala xwe dida du tiştan: A yekê, gelo ev dêr bi rastî tiştekî bifeyde hîn dike? A diduyan jî, gelo endamên vê dêrê wek xizmetkarên Xwedê xuya dikin? Di hundirê çend salan de, ew çûn hemû dêran, lê dilê wan êdî sar bûbû. Ew tu tiştî hîn nebûn, û şekil û şemala kesên ku diçûn dêran ne baş bû. Piştî ku ew ji dêra dawîn derketibûn, Linda çû îşê xwe û Ray jî çû malê. Li ser rê, Ray di ber Saloneke Îbadetê re derbas bû û ji xwe re got: “Ka binêrim ku li vir çi dikin!” Gava ew ket hundir, her kes nazik û dilgerm bû, û kincên her kesî xweşik bûn. Ray li rêza pêşîn rûnişt, û wî ji bernameyê pir kêf stend. Belê, Ray rind fehm kir ku Xwedê bi rastî di nav me de ye (1. Kor. 14:23-25). Piştî vê, Ray êdî her Yekşem diçû civînan. Bi zeman re, ew diçû civînên din jî. Paşê, Lindayê jî dest bi çûyîna civînan kir. Gava ew weke 70 salî bûn, wan dest bi kursa Kitêba Pîroz kir û paşê hatin bin av kirin.

HACETÊN JI BO DESTPÊKIRINA SOHBETAN

9, 10. (a) Bikaranîna belavokan çima hêsan e? (b) Tu çawa dikarî belavoka Xwedê wê Halê Dinyayê Çawa Rast Bike? bi kar bînî?

9 Belavok. Bi saya 8 belavokan, em dikarin bi hêsanî dest bi sohbetan bikin. Ji 2013an heta niha, nêzikî 5 milyar belavok hatine çap kirin. Formata hemû belavokan yek e. Loma eger tu dikarî yek ji wan bi kar bînî, tu dikarî hemûyan bi kar bînî. Bi alîkariya belavokekê, tu çawa dikarî dest bi sohbetê bikî?

10 Mesela, tu dikarî belavoka Xwedê wê Halê Dinyayê Çawa Rast Bike? bixebitînî. Tu dikarî vê pirsê nîşanî kesekî bikî û bipirsî: “Tu çi difikirî?” Paşê, bipirse ku li gor fikra wî, ji sê cewabên nîşankirî kîjanê rast e. Cewaba wî rast be an na, bala wî bikişîne ser qismê “Kitêba Pîroz çi dibêje?” li hundirê belavokê û ayetên Danîêl 2:44 û Îşaya 9:6 bixwîne, yên ku li wê derê tên nîşan dayîn. Eger fersend hebe, sohbetê berdewam bike. Paşê, pirsa li pişta belavokê bipirse, ya ku li bin “Çi dibêjî?” tê nîşan dayîn: “Li bin Padîşahiya Xwedê jiyan wê çawa be?” Ev pirs dikare bibe temela sohbeta din. Cara din jî, tu dikarî behsa dersa 7an a broşûra Mizgîna Xwedê ji bo Me! bikî, yek ji hacetên me ya ku ji bo destpêkirina kursên Kitêba Pîroz hatine hazir kirin.

HACETÊN KU BALA MIROVAN DIKIŞÎNIN SER KITÊBA PÎROZ

11. Armanca kovarên me çi ye, û gerek em çi bizanibin?

11 Kovar. Li hemû dinyayê, kovarên Birca Çavdêriyê (an Birca Qerewiliyê) û Hişyar Bin! kovarên herî zêde weşandî û wergerandî ne! Ji bo ku ev kovar li seranserê dinyayê tê belav kirin, temayên kovaran ji bo mirovên li her derê tên hazir kirin. Bi alîkariya kovaran, em dikarin bala mirovan bikişînin li ser mijarên muhîm. Ji bo ku kovarên me bigihîjin kesên ku dikarin ji wan feyde bistînin, gerek em rind bizanibin ku her kovar ji bo kê hatiye hazir kirin.

12. (a) Kovara Hişyar Bin! ji bo kê hatiye hazir kirin, û armanca vê kovarê çi ye? (b) Tu vê hacetê çawa bi kar tînî?

12 Kovara Hişyar Bin! (bi Kurmanciya Qafkasyayê) ji bo xwendevanên ku Kitêba Pîroz hindik dizanin an qet nizanin hatiye hazir kirin. Dibe ku ew der heqê baweriya Şahidên Yehowa de tiştekî nizanin, bi dîn û baweriyan ewle nabin an nizanin ku Kitêba Pîroz ji bo jiyana herrojî çi qas bifeyde ye. Yek ji armancên sereke yên kovara Hişyar Bin! ev e ku mirovan îqna bike ku Xwedê heye (Rom. 1:20; Îbr. 11:6). Wekî din, armanca vê kovarê ev e ku alî xwendevanan bike ku ew Kitêba Pîroz “wek peyva Xwedê qebûl” bikin (1. Sel. 2:13). Sê temayên kovaran ên ji bo sala 2018an ev in: “Riya ku Dibe Berbi Bextewariyê”, “12 Gavên Kêrhatî Bona Bextewariya Malbetê” û “Alîkarî bona Wan, yên ku Merivên Xwe Unda Kirine”.

13. (a) Çapa umûmî ya kovara Birca Qerewiliyê ji bo kê hatiye hazir kirin? (b) Tu vê hacetê çawa bi kar tînî?

13 Kovara Birca Qerewiliyê (çapa umûmî, bi Kurmanciya Qafkasyayê), ji bo van kesan hatiye hazir kirin, ên ku jixwe hurmetê didin Xwedê û Kitêba Pîroz. Dibe ku hebek melûmata wan der heqê Kitêba Pîroz de heye, lê hîndariyên wê bi zelalî nizanin (Rom. 10:2; 1. Tîm. 2:3, 4). Sê temayên sereke yên sala 2018an ev in: “Gelo Kara Xwendina Kitêba Pîroz Heye?”, “Gelo Çi Axirî Hîviya Me ye?”, û “Gelo Dilê Xwedê ser Te Dişewite?”.

HACETÊN TEŞWÎQDAR

14. (a) Çar vîdeoyên ku di nav Hacetên Elimandinê de hene, ji bo çi hatine hazir kirin? (b) Tu van vîdeoyan çawa bi kar tînî?

14 Vîdeo. Li rojên Îsa, tenê hacetên destan hebûn. Lê îro, hacetên elektrîk jî hene: birek, metqap, makîneyên zimperekirin û mixkirinê û gelek hacetên din. Mîna vê, îro cure cure hacetên elimandinê hene. Mesela, ji xeynî weşanên çapkirî, vîdeoyên balkêş jî hene, ên ku em dikarin nîşanî mirovan bidin. Di nav Hacetên Elimandinê de çar vîdeo hene: Xwendina Kitêba Pîroz Çima Lazim e?, Hînbûna Kitêba Pîroz Çawa Dibe?, Li Salona Îbadetê Em Çi Dikin? û Şahidên Yehowa – Em Kî ne? Vîdeoyên ku ji du deqeyan kintir in di ziyareta pêşîn de dikarin bên xebitandin. Ên dirêjtir jî dikarin li ziyaretên dubare an ji bo kesên ku zêdetir wexta wan heye bên xebitandin. Bi saya van hacetên bifeyde em dikarin mirovan teşwîq bikin ku ew kursa Kitêba Pîroz bixwazin û bên civînên me.

15. Gava mirov bi zimanê xwe li vîdeoyan temaşe dikin, ev yek çawa dikare li ser wan tesîr bike?

15 Mesela, gava xwişkeke me rastî jinikekê hat, a ku bi zimanê Yapî dipeyive, wê vîdeoya Xwendina Kitêba Pîroz Çima Lazim e? bi zimanî Yapî nîşanî wê da. Gava vîdeoyê dest pê kir, jinikê wisa got: “Waa – ev zimanê min e! Xuya ye ku xebervan ji girava min e. Ew bi zimanê min dipeyive!” Paşê, wê got ku ewê her li tiştî binêre, ê ku li ser jw.org bi zimanê wê heye (li Karên Şandiyan 2:8, 11 jî binêre). Xwişkeke din, a ku li Amerîkayê dijî, lînka vê vîdeoyê şand biraziyê xwe, ê ku li welatekî din dijiya, ku li wê derê şixulê me azad nîne. Wî li vîdeoyê temaşe kir û wisa got: “Qismê ku dibêje ku dinya di bin kontrola yekî xerab de ye bala min kişand. Min forma ji bo kursa Kitêba Pîroz tije kir.”

HACETÊN JI BO ELIMANDINA RASTIYÊ

16. Armanca van broşûran çi ye? (a) Guh Bide Xwedê û Her Bijî (b) Mizgîna Xwedê ji bo Me! (c) Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?

16 Broşûr. Eger xwendina yekî kêm be an eger bi zimanê wî weşan tune bin, em çawa dikarin rastiyê bielimînin? Ji bo vê, em dikarin broşûra Guh Bide Xwedê û Her Bijî bi kar bînin. * Ji bo destpêkirina kursên Kitêba Pîroz, broşûra Mizgîna Xwedê ji bo Me! pir bifeyde ye. Li piştî vê broşûrê, 14 pirs hene. Em dikarin van pirsan nîşanî xwediyê malê bidin û bipirsin ka ew dixwaze cewaba kîjan pirsê bistîne. Paşê, em dikarin bi vê dersê dest bi kursê bikin. Gelo tu vê metodê li ziyaretên dubare bi kar tînî? Broşûra Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih? jî yek ji Hacetên Elimandinê ye. Bi saya vê broşûrê, em dikarin alî xwendekarên xwe bikin ku ew der heqê teşkîlatê de melûmat bistînin. Wek Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet Bikin – Bernameya Civînê ya Adar 2017 nîşan dide ku em çawa dikarin vê broşûrê di kursên Kitêba Pîroz de bi kar bînin.

17. (a) Armanca her yek ji kitêbên lêkolînê çi ye? (b) Lazim e ku kesên ku tên bin av kirin çi bikin, û çima?

17 Kitêb. Piştî destpêkirina kursa Kitêba Pîroz bi broşûrekê, wê baş be ku tu bi zeman re derbasî kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? bibî. Bi saya vê hacetê, xwendekar wê hîndariyên temelî hê zelaltir fehm bike. Piştî xelaskirina vê kitêbê û eger xwendekar ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçe, tu dikarî bi kitêba Xwe nava Hizkirina Xwedêda Xwey ke (bi Kurmanciya Qafkasyayê) berdewam bikî. Bi alîkariya vê hacetê, xwendekar wê bielime ku ew çawa dikare li gor prensîpên Kitêba Pîroz bijî. Ji bîr neke ku piştî binavbûnê jî, lazim e ku kesên nû bi kursê berdewam bikin heta ku van du kitêban xelas bikin. Bi vî awayî, bingeha wan wê zexm bibe (Kolosî 2:6, 7 bixwîne).

18. (a) Li gor 1. Tîmotêyos 4:16, gerek em çi bikin? (b) Gava em Hacetên Elimandinê bi kar tînin, mexseda me gerek çi be?

18 Mesûliyeta me ev e ku em rastiya Kitêba Pîroz belav bikin ku mirov bigihîjin jiyana herheyî (Kol. 1:5; 1. Tîmotêyos 4:16 bixwîne). Ji bo vê, teşkîlatê Hacetên Elimandinê dane me (li çarçoveya “Hacetên Elimandinê” binêre). Gerek em van hacetan bi hunermendî bi kar bînin. Em dikarin xwe bi xwe qerar bidin ku kîjan hacetê bi kar bînin, û kengê. Lê belê armanca me ne tenê ev e ku em weşanan belav bikin, û em weşanan nadin kesên ku bi rastî guh nadin me. Em dixwazin kesên dilpak û dilnizm, ên ku ji aliyê ruhî ve birçî ne – yanî kesên ‘ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir e’ – bikin şagirtên Îsa (Kar. 13:48, WDN; Met. 28:19, 20).

^ par. 3 Li gor Wergera Dinyaya Nû, Karên Şandiyan 13:48 wisa dibêje: “Gava kesên ji miletên din ev bihîst, ew şa bûn û pesnê peyva Yehowa dan, û yên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir bû, bawerî anîn.”

^ par. 5 Li meqaleya “The Carpenter” û çarçoveya “The Carpenter’s Toolbox” li kovara The Watchtower, 1 Tebax 2010, binêre.

^ par. 16 Eger xwendina xwediyê malê tune be, ew dikare li broşûra Guh Bidin Xweda binêre. Li vê broşûrê resim pir in û nivîs kêm e.