Here Naverokê

Here naverokê

Li Hemberî Guhartinan Dilrihetiya Xwe Winda Neke

Li Hemberî Guhartinan Dilrihetiya Xwe Winda Neke

“Min dilê xwe aram kir û sakîn kir” (ZEB. 131:2, WDN).

KILAM: 128, 129

1, 2. (a) Gava jiyana me ji nişka ve diguhere, dibe ku ev yek li ser me çawa tesîr bike? (Li resmê ewilî binêre.) (b) Li gor Zebûr 131, çi dikare alî me bike ku em dilrihetiya xwe winda nekin?

ALEXANDRA û Lloyd zêdetirî 25 salan li Beytelê xizmet kiribû. Lê rojekê, ew wek pêşeng hatin tayîn kirin. Seba ku ji Beytelê derkevin, ew di serî de pir xemgîn bûn. Lloyd wisa dibêje: “Min ji Beytelê û ji îşê xwe pir hez dikir. Min sebebên vê guhartinê her çi qas fehm dikirin jî, ez serê pêşîn gelek caran aciz dibûm û ber xwe diketim. Hîsên min tev li hev bûn. Ez carinan pozîtîf, carinan jî dilteng dibûm.”

2 Gava jiyana me ji nişka ve diguhere, dibe ku dilê me teng bibe (Mtl. 12:25). Dibe ku ji me re zor bê ku em van guhartinan qebûl bikin. Eger tiştekî wisa bê serê me, em çawa dikarin “dilê xwe aram û sakîn” bikin? (Zeb. 131:1-3, WDN). Niha emê bibînin ku xizmetkarên Yehowa di demên berê de û di dema me de çawa li hemberî guhartinan dilrihetiya xwe xwedî kiriye.

“AŞTIYA XWEDÊ” ÇAWA DIKARE ALÎ ME BIKE?

3. Ûsiv ket çi halî?

3 Serpêhatiya Ûsiv bîne ber çavê xwe. Ji ber ku bavê wî Aqûb ji wî pir hez dikir, birayên wî dexesî dikir. Gava Ûsiv 17 salî bû, birayên wî ew wek kole firot (1. Mû. 37:2-4, 23-28). Ûsiv bi nêzikî 13 salan li Misrê kole û girtî bû – dûrî welat û malbata xwe. Çi alî Ûsiv kir ku ew bêçare û bihêrs nebe?

4. (a) Gava Ûsiv li zindanê bû, dibe ku çi diket bîra wî? (b) Yehowa çawa alî Ûsiv kir?

4 Gava Ûsiv li zindanê bû, bereketên ku wî ji Yehowa stendibûn bê guman diketin bîra wî (1. Mû. 39:21; Zeb. 105:17-19). Mesela, seba xewnên pêxemberane, yên ku Ûsiv di ciwantiya xwe de dîtibûn, wî dizanibû ku Yehowa ji wî razî ye (1. Mû. 37:5-11). Wî bêguman gelek caran ji Yehowa re dua dikir û dilê xwe ji wî re vedikir (Zeb. 145:18). Yehowa guh dida duayên Ûsiv û baweriya wî xurt dikir ku Ewê di hemû tengahiyên Ûsiv de “bi wî re” be (Kar. 7:9, 10). *

5. “Aştiya Xwedê” çawa dikare alî me bike ku em bigihîjin armancên ruhî?

5 Gava em rastî tengahiyan tên, “aştiya Xwedê” dikare dilê me rihet bike û hişê me biparêze (Filîpî 4:6, 7 bixwîne). Loma gava xem dikeve dilê me, gerek em xwe bispêrin Yehowa. Ev yek dikare alî me bike ku em bigihîjin armancên xwe yên ruhî û dev ji micadeleya xwe bernedin. Niha emê li serpêhatiyên çend xwişk û birayan binêrin, ên ku alîkariya Yehowa stendiye.

DUA BIKE KU YEHOWA DILRIHETIYÊ BIDE TE

6, 7. Dua çawa dikare alî me bike ku em dilrihetiyê ji nû ve bi dest bixin? Mîsalekê bide.

6 Gava Juliette û Ryan bihîst ku xizmeta wan a pêşengiya mexsûs êdî xelas bûye, ew gelek ber xwe ketin. Ryan wisa dibêje: “Me hema ji Yehowa re dua kir. Me dizanibû ku di vî halî de, gerek em eyan bikin ku em baweriya xwe bi Yehowa tînin. Di civata me de gelek kesên nû hebûn. Ji ber vê yekê, me dua kir ku Yehowa alî me bike ku em ji aliyê baweriyê ve bibin emsalên baş.”

7 Yehowa çawa alî wan kir? Ryan wisa dibêje: “Piştî duayê, xem û derdê me winda bûn. Aştiya Xwedê ket dil û hişê me. Me fehm kir ku eger em nêrîna rast xwedî bikin, em dikarin li warên din ji Yehowa re xizmet bikin.”

8-10. (a) Ruhê Yehowa çawa dikare alî me bike ku em serî bi xemên xwe re derxînin? (b) Eger em nerîneke baş xwedî bikin, Yehowa çawa dikare alî me bike?

8 Ruhê Xwedê dikare hem dilê me aram bike hem jî bala me bikişîne ser hin ayetan, ên ku nîşan didin ku tiştê herî muhîm bi rastî çi ye (Yûhenna 14:26, 27 bixwîne). Mary û Philip bi nêzikî 25 salan li Beytelê xizmet kiribû. Piştî ku ew ji Beytelê derketin, di hundirê çar mehan de hem dayikên wan hem jî merivekî wan ê din mirin. Wekî din, lazim bû ku ew li bavê Mary’yê binêrin, ê ku hişê xwe hêdî hêdî winda dikir.

9 Philip wisa dibêje: “Min her çi qas sebat dikir jî, tiştek kêm bû. Paşê, min li meqaleyeke Birca Çavdêriyê gotinên Kolosî 1:11 xwend. Belê, min sebat dikir, lê ne bi tevahî. Gerek minê ‘bi bîhnfirehî ... û bi şahî’ sebat bikira. Ev ayet nîşan dide ku dilşadî ne bi rewşa jiyana min, lê bi vê yekê ve girêdayî ye ku ruhê pîroz li ser jiyana min çawa tesîr dike.”

10 Ji ber ku Mary û Philip nêrîneke baş xwedî dikir, Yehowa bereketên mezin dane wan. Piştî ku ew ji Beytelê derketin, pir wext derbas nebû ku wan ji xwe re çend xwendekarên Kitêba Pîroz dîtin, ên ku ji aliyê ruhî ve zû bi pêş ve diçûn û dixwest her heftiyê çend caran lêkolîn bikin. Mary wisa dibêje: “Em bi wan re pir şa dibûn. Tu dibêjî qey Yehowa ji me re digot ku her tişt wê baş bibe.”

FERSENDÊ BIDE YEHOWA KU TE BIBEREKET BIKE

Halê me çi dibe bila bibe, em çawa dikarin Ûsiv ji xwe re bikin nimûne? (Li paragrafên 11 heta 13an binêre)

11, 12. (a) Ûsiv çawa fersend da Yehowa ku wî bibereket bike? (b) Ûsiv ji bo sebra xwe çi xelat stend?

11 Gava jiyana me ji nişka ve diguhere, talûke ev e ku em tenê bala xwe bidin xemên xwe. Ûsiv wisa nekir. Li şûna vê, çi ji destê wî dihat, wî ewa dikir. Bi vî awayî, Ûsiv fersend da Yehowa ku wî bibereket bike. Gava Ûsiv li zindanê bû, wî bi xîret dixebitî, wek li mala Potîfar (1. Mû. 39:21-23).

12 Rojekê, du memûrên Fîrawûn ketin zindanê, bin mesûliyeta Ûsiv. Seba dilovaniya Ûsiv, her du zilaman dilê xwe ji wî re vekir û behsa xewnên xwe yên ecêb kirin, ên ku wan li şeva berê dîtibûn (1. Mû. 40:5-8). Ûsiv nizanibû ku netîceya vê sohbetê wê çi qas baş bibûya. Rast e ku ew dîsa bi du salan li zindanê ma, lê paşê ew ji zindanê derket û li heman rojê bû wezîrê Fîrawûn (1. Mû. 41:1, 14-16, 39-41).

13. Em çawa dikarin fersendê bidin Yehowa ku me bibereket bike?

13 Wek Ûsiv, dibe ku em jî bikevin halekî ku em nikarin wê kontrol bikin. Dîsa jî, eger em sebir bikin û çi ji destê me tê bikin, Yehowa wê me bibereket bike (Zeb. 37:5). Wek Pawlos got, em carinan “di tengahiyê de ne”, lê “em ne bêhêvî ne” (2. Kor. 4:8). Eger em her tim bala xwe bidin xizmeta xwe, Yehowa wê bi me re be.

BALA XWE BIDE XIZMETÊ

14-16. Gava hal û rewşa Filîpos guherî, wî dîsa jî çawa bala xwe da xizmetê?

14 Gava hal û rewşa Filîposê mizgînvan guherî, wî dîsa jî dev ji xizmeta xwe berneda. Mesela, gava ew li Orşelîmê dijiya, wî mesûliyeteke nû stend. Lê belê ji nişka ve, her tişt guherî. Steyfan hat kuştin, û şagirtên Îsa seba zilmê ji Orşelîmê reviyan * (Kar. 6:1-6). Hingê Filîpos çû Sameryayê, ku mizgîn heta wê demê li vî bajarî pir nehatibû belav kirin (Met. 10:5; Kar. 8:1, 5).

15 Filîpos hazir bu ku pey rêberiya ruhê Xwedê here. Loma Yehowa ew xebitand ku mizgînê li cihên nû belav bike. Gelek Cihûyan mirovên Samerî kêm didîtin, lê belê Filîpos wisa nekir. Wî mizgîn bi dilxwazî da Sameriyan, û wan jî “bi hev re bi baldarî guhê xwe didan gotinên wî” (Kar. 8:6-8).

16 Filîpos bi rêberiya ruhê Xwedê çû bajarên Aşdod û Qeyseriyê. Li van bajaran, mirovên ji cure cure miletan dijiyan (Kar. 8:39, 40). Weke 20 sal piştî ku Filîpos dest bi xizmeta li Sameryayê kiribû, xuya ye ku hal û rewşa wî dîsa guherîbû. Ew êdî cihwar bûbû, û malbata wî hebû. Li jiyana wî çi qas guhartin çêbûn jî, Filîpos tu caran dev ji xizmetê berneda. Di netîceyê de, Filîpos û malbata wî bereketên mezin stendin (Kar. 21:8, 9).

17, 18. Gava em rastî guhartinan tên, xizmet çawa dikare alî me bike?

17 Gelek xizmetkarên tamrojî fehm kiriye ku gava ew bala xwe didin xizmetê, ew dikarin nêrîneke pozîtîf û dilxweşiya xwe xwedî bikin. Gava Polite û Osborne, jin û mêrekî ji Afrîkaya Başûr, ji Beytelê derketin, ew fikirîn ku ewê zû karibin îşekî nîvrojî û malekê bibînin. Lê wisa nebû. Ew sê meh betal man, û pereyê wan tune bû. Polite wisa dibêje: “Bi rastî pir zehmet bû.”

18 Çi alî wan kir ku ew serî bi vî halê zor re derxînin? Osborne wisa dibêje: “Gava me tevî civatê xizmet dikir, vê yekê pir alî me dikir ku em nêrîneke pozîtif xwedî bikin. Li şûna vê ku em tenê rûnin û xeman bixwin, me qerar da ku em bi belavkirina mizgînê mijûl bibin. Bi saya vê em pir dilşad bûn. Me li her derê lêgeriyan, û bi zeman re, me ji xwe re îşên minasib dîtin.”

BI SEBIR LI BENDA YEHOWA BE

19-21. (a) Em çawa dikarin dilrihetiya xwe xwedî bikin? (b) Gava em hînî hal û rewşên nû dibin, ev yek çawa dikare ji bo me bifeyde be?

19 Wek me ji van serpêhatiyan dît, ji bo ku em dilrihetiya xwe xwedî bikin, gerek em çi ji destê me tê bikin û bi sebir li benda Yehowa bin (Mîka 7:7 bixwîne). Bi ser de, gava em hînî hal û rewşên nû dibin, em dikarin ji aliyê ruhî ve pir feyde bistînin. Polite der heqê serpêhatiya xwe de wisa dibêje: “Bi saya tayîna nû, min fehm kir ku gerek ez di tengahiyê de çawa xwe bispêrim Yehowa. Dostiya min bi wî re hê xurttir bûye.”

20 Mary, ya ku me berî behsa wê kiribû, hem pêşengiyê dike hem jî heta niha li bavê xwe dinêre. Ew wisa dibêje: “Ez elimîm ku gava dilê min teng dibe, gerek ez dua bikim û paşê sakîn bibim. Ez derseke pir muhîm elimîme: Gerek ez barê xwe ji Yehowa re bihêlim.”

21 Gava Alexandra û Lloyd, ên ku me li jor behsa wan kiribû, rastî guhartinan hatin, baweriya wan bi cureyên nehêvîkirî hat ceribandin. Dîsa jî, ew wisa dibêjin: “Bi saya ceribandinan, em dikarin fehm bikin ku baweriya me saxlem e û dikare li hemberi tengahiyan destek û dilrihetiyê bide me. Di netîceyê de, em bûne mirovên hê baştir.”

Guhartinên nehêvîkirî carinan dibin sebeba bereketên nehêvîkirî! (Li paragrafên 19 heta 21ê binêre)

22. Gava em rastî guhartinan tên, Yehowa wê çi bike eger em çi ji destê me tê, bikin?

22 Jiyan bi guhartinên nehêvîkirî ve tije ye. Mesela, dibe ku em di xizmetê de tayîneke nû bistînin, nexweş bikevin an di malbatê de bikevin bin mesûliyetên nû. Çi dibe bila bibe, bawer be ku Yehowa bi te eleqedar e, û ewê di wextê de alî te bike (Îbr. 4:16; 1. Ptr. 5:6, 7). Heta wê wextê, çi ji destê te tê, bike. Bi navgîniya duayan nêziktirî Yehowa bibe û xwe bispêre dilovaniya wî. Bi vî awayî, dilrihetiya te wê winda nebe gava tu rastî guhartinan têyî.

^ par. 4 Çend sal bi şûn de, Ûsiv navê kurê xweyî pêşîn danî Manaşşe, çimkî wî got: “Xwedê hemû êşên min ... bi min ve da bîr kirin.” Wî fehm kir ku Yehowa dilê wî bi navgîniya kurê wî rihet dikir (1. Mû. 41:51, jêrenot).

^ par. 14 Li meqaleya “Te Zanibû?” binêre (li vê kovarê).