Here Naverokê

Here naverokê

Te Zanibû?

Te Zanibû?

Gava Steyfan zilm dît, ew çawa dilrihet ma?

STEYFAN li ber civîna giregiran disekinî. Civîna giregiran, mehkemeya herî bilind a Îsraêl bû. Hemû 71 endamên vê mehkemeyê mirovên bi nav û deng bûn. Civîn ji aliyê Serokkahîn Qeyafa ve hatibû civandin. Çend meh berê, gava Îsa fermana mirinê stendibû, Qeyafa dîsa serokê vê mehkemeyê bû (Met. 26:57, 59; Kar. 6:8-12). Gava şahidên derewîn Steyfan sûcdar dikir, wan dît “ku rûyê wî wek rûyê milyaketan e” (Kar. 6:13-15).

Steyfan di vî halê bitalûke de çawa ew qas dilrihet ma? Berî ku ew hat ber civîna giregiran, wî xizmeta xwe bi xîret û bi alîkariya ruhê Xwedê kiribû (Kar. 6:3-7). Gava ew li ber mehkemeyê disekinî, ew dîsa li bin tesîra ruhê pîroz ma, yê ku ew teselî dikir û ayetên Kitêba Pîroz dianîn bîra wî (Yûh. 14:16). Beşa 7an a Karên Şandiyan nîşan dide ku Steyfan bi mêrxasî ji wan re çi got. Bi alîkariya ruhê pîroz, wî behsa kêm zêde 20 ayetan kir (Yûh. 14:26). Paşê, baweriya Steyfan bi saya dîtiniyekê hê jî xurttir bû. Wî dît ku Îsa li milê Xwedê yê rastê disekine (Kar. 7:54-56, 59, 60).

Dibe ku em jî rojekê rastî zilmê bên (Yûh. 15:20). Eger em her tim Kitêba Pîroz bixwînin û di xizmetê de bixîret bin, ruhê Yehowa wê bikaribe li ser me tesîr bike. Wekî din, emê hem bikaribin serî bi muxalefetê re derxînin hem jî dilrihetiyê xwedî bikin (1. Ptr. 4:12-14).