Here Naverokê

Here naverokê

Xwe Bispêre Yehowa!

Xwe Bispêre Yehowa!

“Bi hemûya dilê xwe, bi XUDAN ve ewle bibe û pişta xwe nesipêre aqilê xwe” (MTL. 3:5).

KILAM: 3, 8

1. Em çima hewceyî teseliyê ne?

JI ME hemûyan re teselî lazim e. Dibe ku jiyana me bi kul û derdan ve tije bûye. Wekî din, dibe ku em kal an pîr bûne, nexweş ketine an ku dost an merivekî me miriye. Hinek ji me rastî dijminahî û zordariyê tên. Tengahiyên îroyîn îsbat dikin ku dawiya vê dinyayê êdî pir nêzik e (2. Tîm. 3:1). Dîsa jî, dibe ku em bi gelek salan li bendê mane ku sozên Yehowa bên cih, û jiyana me her ku diçe zortir dibe. Loma, em çawa dikarin teseliyê bibînin?

2, 3. (a) Em der heqê Habaqûq de çi dizanin? (b) Emê niha çima li kitêba Habaqûq binêrin?

2 Ji bo cewaba vê pirsê, emê li kitêba Habaqûq binêrin. Kitêba Pîroz her çi qas li ser jiyan û kirinên Habaqûq melûmatê nade jî, kitêba Habaqûq dikare dilê me xurt bike. Navê wî bi îhtimaleke mezin tê maneya “Hembêza Dilgerm”. Dibe ku ev mane pê ve girêdayî ye ku Yehowa xizmetkarên xwe bi dilgermî hembêz dike an jî ku xizmetkarên Xwedê xwe bi ewlehî pê digirin. Niyazên Habaqûq bi îlhama Xwedê ji bo xêra me hatine nivîsandin (Hab. 2:2).

3 Ji xeynî vê sohbeta ku li navbera Habaqûq û Xwedê derbas bû, Kitêba Pîroz behsa vî pêxemberî nake. Kitêba Habaqûq “bona hînkirina me hate nivîsandin; da ku bi sebir û xemrevîniyên Nivîsên Pîroz ve hêviya me hebe” (Rom. 15:4). Kitêba Habaqûq rêyî me dide ku em çawa dikarin xwe bispêrin Yehowa. Wekî din, pêxembertiya Habaqûq nîşan dide ku derd û tengahiyên me hebin jî, dilê me dikare rihet bibe.

JI YEHOWA RE DUA BIKE

4. Habaqûq çima xemgîn bû?

4 Habaqûq 1:2, 3 bixwîne. Li rojên Habaqûq pêxember, xerabî û zordarî pir bûn. Gelo xerabî wê kengê xelas bibûya? Yehowa çima li ber xerabiyê ew qas li bendê ma? Habaqûq seba neheqî û zilma Îsraêliyan pir xemgîn û aciz bû. Loma wî gazî Yehowa kir. Dibe ku Habaqûq difikirî ku ev halê xerab ne xema Xwedê bû an jî ku Xwedê dereng maye. Gelo tu jî carinan wisa difikirî?

5. Kitêba Habaqûq çi dersa muhîm dide me? (Li resmê ewilî binêre.)

5 Ma Habaqûq êdî dev ji baweriya xwe bi Yehowa û sozên wî berdabû? Helbet na! Niyaza wî nîşan dide ku wî dev ji hêviya xwe bernedabû. Xuya ye ku wî fehm nedikir ku Xwedê vî halê xerab çima zû hel nake. Kitêba Habaqûq derseke muhîm dide me: Em dikarin ji Yehowa re bi rihetî dilê xwe vekin û behsa xem û gumanên xwe bikin (Zeb. 50:15; 62:8). Methelokên Silêman 3:5 wisa dibêje: “Bi hemûya dilê xwe, bi XUDAN ve ewle bibe û pişta xwe nesipêre aqilê xwe.” Habaqûq wisa dikir.

6. Dua çima muhîm e?

6 Habaqûq xwe dispart Yehowa. Wî Yehowa wek dost û bavê xwe didît. Li şûna ku ew li aqlê xwe bispêre, wî der heqê hîs û xemên xwe de dua dikir. Wê baş be ku em jî wisa bikin. Yehowa dixwaze ku em xwe bispêrin wî û di duayên xwe de behsa xemên xwe bikin (Zeb. 65:2). Eger em wisa bikin, Yehowa wê me bi destê rêberiya xwe hembêz bike (Zeb. 73:23, 24). Derdê me çi be jî, ewê alî me bike ku em nêrîna wî fehm bikin. Bi saya duayên ji dil, em dikarin nîşan bidin ku em xwe bi rastî dispêrin wî.

GUH BIDE YEHOWA

7. Gava Habaqûq behsa derdên xwe kir, reaksiyona Yehowa çi bû?

7 Piştî ku Habaqûq xem û derdên xwe hiştin destê Yehowa, dibe ku wî meraq kir ku Xwedê wê çi bike. Yehowa seba gazinên Habaqûq bi hêrs nebû. Li şûna vê, Yehowa ji wî re got ku çi wê bihata serê Cihûyên ku ji riya wî derketine: “Bala xwe bidin miletan û binêrin! Şaş û ecêbmayî bimînin, çimkî li rojên we tiştek wê biqewime, ku eger ji we re bê gotin, hûnê pê bawer nekin. Ez Keldaniyan radikim, miletê zalim û zordar. Ew li seranserê dinyayê digerin, ku warên ku ne aîdî wan in, bi dest bixin. Ew xof û tirsê didin dilan. Ew qanûn û serweriya xwe saz dikin” (Hab. 1:5-7, WDN). Dibe ku Habaqûq mirovê pêşîn bû, yê ku ev ferman bihîstibû.

8. Habaqûq çima seba cewaba Yehowa ecêbmayî ma?

8 Yehowa ji Habaqûq re nîşan da ku ewê mirovên xerab û zordar di demeke nêzik de helak bike. Bi gotinên “li rojên we”, Yehowa aşîkar kir ku Habaqûq an kesên din, ên ku di dema wî de dijiyan, wê pêkanîna vê fermanê bibînin. Li gor Habaqûq, cewaba Yehowa cewabeke nehêvîkirî bû. Miletê Keldaniyan – yanî miletê Babîlê – ji Îsraêliyan zêdetir zalim û zordar bûn. Yehowa wê çima bi destê vî miletê pûtperest û zorbaz ceza bidaya xizmetkarên xwe? Fermana Yehowa wê êşa miletê Cihûda hê jî zêdetir bikira. Eger tu li şûna Habaqûq bûyayî, tuyê çi bifikiriyayî?

9. Habaqûq kîjan pirsên din pirsîn?

9 Habaqûq 1:13, 14, 17 bixwîne. Habaqûq her çi qas fehm kir ku Yehowa wê bi destê Babîlê ceza bidaya xeraban jî, ew şaşmayî bû. Dîsa jî, wî bi dilnizmî Yehowa wek “Zinar” qebûl kir û xwe bi sebir dispart hezkirin û dilovaniya wî (Hab. 1:12; 5. Mû. 32:4; Îşa. 26:4). Loma, Habaqûq pirsên xwe bê tirs anîn zimên: Madem ku Xwedê pîroz û paqij e û nikare li xerabiyê binêre, ew çima îzin dide ku rewş û halê Cihûda hê jî xerabtir bibe? Xwedê çima zû midaxile nake? Xwedê çima îzin dide ku kul û derd hê jî zêdetir bibin? Xwedê çima li hemberî xerabiyê dengê xwe dernaxîne?

10. Dibe ku em carinan çawa wek Habaqûq bifikirin?

10 Carinan dibe ku em jî wek Habaqûq bifikirin. Belê, em Kitêba Pîroz bi bawerî dixwînin û lêkolîn dikin, û ev yek hêviya me xurttir dike. Wekî din, em bi navgîniya teşkîlata wî der heqê sozên wî de melûmatê distînin. Dîsa jî, dibe ku em ji xwe wisa bipirsin: “Emê kengê ji kul û derdan bifilitin?” Bila em dîsa bala xwe bidin kitêba Habaqûq.

LI BENDA YEHOWA BIMÎNE

11. Piştî guhdarîkirina Yehowa, Habaqûq çi qerar da?

11 Habaqûq 2:1 bixwîne. Gotinên Yehowa dilê Habaqûq rihet kir. Loma Habaqûq qerar da ku çi biqewime jî, ewê bi sebir li benda Yehowa bimîne. Paşê, Habaqûq dîsa wisa got: “Divê ez bi aramî, li benda roja tengasiyê ... bim” (Hab. 3:16). Mîna wî, xizmetkarên Xwedê yên din jî bi sebir li benda Xwedê diman, û em jî dikarin wisa bikin (Mîka 7:7; Aqûb 5:7, 8).

12. Em ji Habaqûq çi dersan distînin?

12 Em ji nêrîna Habaqûq çi dersan distînin? A yekê, gava em rastî tengahiyan tên, gerek em tu caran dev ji duayê bernedin. A diduyan, lazim e ku em guh bidin Yehowa gava ew bi navgîniya Kitêba Pîroz û teşkîlata xwe bi me re xeber dide. A sisêyan, divê em bi sebir li benda Yehowa bimînin û bawer bin ku ewê kul û derdên me di wextê de biqedîne. Ji bo ku dilê me rihet be, gerek em wek Habaqûq dilê xwe ji Yehowa re vekin û bi sebir guh bidin wî. Sebra me wê bi saya hêviya me xurttir bibe, û ev yek wê alî me bike ku em dilxweşiya xwe winda nekin gava em rastî tengahiyan tên. Belê, em bawer in ku Xwedê wê soza xwe bîne cih (Rom. 12:12).

13. Yehowa dilê Habaqûq çawa rihet kir?

13 Habaqûq 2:3 bixwîne. Yehowa bêguman ji sebra Habaqûq razî bû. Xwedê dizanibû ku halê Habaqûq çi qas bizehmet bû. Loma, Xwedê dilê wî rihet kir. Rojekê, Habaqûq wê cewabên pirsên xwe bistendana, û ewê ji derdên xwe bifilitiya. Yehowa xist bîra Habaqûq ku ewê mexseda xwe li roja tayînkirî pêk bîne. Loma Xwedê ji Habaqûq re got ku gerek ew li bendê bimîne. Di netîceyê de, daxwaza Habaqûq wê bihata cih.

Hal û rewşa me çi be jî, wê çima baş be ku em bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin? (Li paragrafa 14an binêre)

14. Eger kul û derdên me hebin jî, gerek em çi bikin?

14 Eger kul û derdên me hebin jî, gerek em jî bi sebir li benda Yehowa bimînin û guh bidin wî. Eger em wisa bikin, ewê dilê me rihet bike. Îsa got ku gerek em bala xwe nedin “wext û demên” ku tenê Xwedê dizane (Kar. 1:7). Lazim e ku em bi dilnizmî, bi bawerî û bi sebir li benda Yehowa bimînin. Heta ku roja Xwedê bê, wê baş be ku em wexta xwe bi aqilmendî bi kar bînin û ji Yehowa re bi xîret xizmet bikin (Mar. 13:35-37; Gal. 6:9).

YEHOWA JIYANÊ DIDE WAN ÊN KU XWE DISPÊRIN WÎ

15, 16. (a) Di kitêba Habaqûq de kîjan sozên muhîm hene? (b) Em ji van sozan çi dielimin?

15 Yehowa wisa soz daye: “Yê salih [wê] bi baweriya xwe bijî” û dinya wê “bi mezintî û zaniyariya XUDAN ve tijî bibe” (Hab. 2:4, 14). Belê, yên ku xwe dispêrin Xwedê wê jiyana herheyî bistînin.

16 Soza ku li Habaqûq 2:4 derbas dibe ew qas muhîm e ku Pawlos di nameyên xwe de sê caran behsa vê ayetê kir! (Rom. 1:17; Gal. 3:11; Îbr. 10:38). Em rastî kîjan tengahiyan bên jî, em dikarin bawer bin ku eger em xwe bispêrin Yehowa, emê pêkanîna mexseda Xwedê bibînin. Yehowa dixwaze ku em bala xwe bidin hêviya xwe.

17. Kitêba Habaqûq çawa cesaretê dide me?

17 Li van rojên dawîn, kitêba Habaqûq bi rastî cesaretê dide me. Yehowa soz dide ku ewê jiyana herheyî bide kesên ku xwe dispêrin wî. Loma eger em rastî tengahiyan bên jî, bila em dev ji baweriya xwe bernedin. Wek Yehowa soz dabû Habaqûq, ewê alîkariya me bike û me bifilitîne. Xwedê dixwaze ku em xwe bispêrin wî û bi sebir li bendê bimînin heta roja ku Padîşahiya wî wê li ser dinyayê hikum bajo. Li wê demê, dinya wê êdî bi xizmetkarên wî yên dilxweş û aştîxwaz ve tije bibe (Met. 5:5; Îbr. 10:36-39).

XWE BISPÊRE YEHOWA Û DILXWEŞ BE

18. Gotinên Yehowa li ser Habaqûq çawa tesîr kir?

18 Habaqûq 3:16-19 bixwîne. Habaqûq ji gotinên Yehowa pir tesîr girt. Gava Habaqûq dianî bîra xwe ku Yehowa xizmetkarên xwe li demên berê çawa filitandibûn, baweriya wî xurttir bû. Wî dizanibû ku roja Yehowa nêzik e. Kul û derdên Habaqûq her çi qas hemen xelas nebûn jî, dilê wî êdî rihet bûbû. Şik û endîşeyên Habaqûq êdî winda bûbûn, û wî xwe bi kêfxweşî dispart Yehowa. Ayeta 18an baweriya wî bi zelalî eyan dike: “Ez ê dîsa bi XUDAN ve kêfxweş bibim, bi Xwedayê xwe yî xelasker ve bicoş û kêfxweş bibim.” Ev gotin bi rastî dilê me jî rihet dikin. Belê, Yehowa hem hêviyeke bêemsal daye me hem jî soz dide ku roja wî nêzik e.

19. Em çawa dikarin wek Habaqûq dilrihet bibin?

19 Kitêba Habaqûq rêyî me dide ku gerek em xwe bispêrin Yehowa (Hab. 2:4). Ji bo ku baweriya me xurt bibe, lazim e ku em dostiya xwe bi Yehowa re xurttir bikin. Ji bo vê, gerek em (1) her tim dua bikin û ji Yehowa re behsa hemû kul û derdên xwe bikin, (2) rind guh bidin ku Yehowa bi navgîniya Kitêba Pîroz ji me re çi dibêje û rêberiya teşkîlata wî qebûl bikin û (3) bi dilsozî û bi sebir li benda Yehowa bimînin. Habaqûq wisa kir. Di destpêka sohbetê de, ew pir xemgîn bû, lê di dawiyê de, ew dilrihet û dilxweş bû. Eger em Habaqûq ji xwe re bikin nimûne, bavê meyî ezmanî Yehowa wê me jî hembêz bike. Di vê dinyaya reş û tarî de, ma teseliyeke jê mezintir heye?