Here Naverokê

Here naverokê

‘Ezê li Gor Rastiya Te Bimeşim’

‘Ezê li Gor Rastiya Te Bimeşim’

“Ya Xudan, riya xwe hînî min bike, ez li gor rastiya te bimeşim” (ZEB. 86:11).

KILAM: 31, 72

1-3. (a) Rastiya Kitêba Pîroz ji bo te çi qas biqîmet e? Mîsalekê bide. (Li resmên ewilî binêre.) (b) Li vê meqaleyê, emê li ser kîjan pirsan bişêwirin?

GELEK kes tiştekî dikirin, lê paşê wî îade dikin. Li hin welatan, ji eşyayên ku li dikanan tên kirîn, nêzikî ji sedî 9an paşê tên îade kirin. Ji eşyayên ku li ser înternetê tên kirîn, zêdetirî ji sedî 30yê tên îade kirin. Çima? Eşyayên kirî carinan xerab derdikevin an jî li xweşa muşteriyan nayên. Loma muşterî van eşyayan diguherînin an dixwazin ku pereyên wan bên îade kirin.

2 Di warê rastiya Kitêba Pîroz de, em qet naxwazin wisa bikin. Gava em rastiyê ‘dikirin’, em naxwazin wê ‘bifiroşin’, yanî piştî ku em rastiya Kitêba Pîroz hîn bûne, em naxwazin wê bihêlin (Methelokên Silêman 23:23 bixwîne; 1. Tîm. 2:4). Wek me li meqaleya berê dîtibû, me pir wext xerc kir ji bo ku em rastiyê hîn bin. Wekî din, dibe ku me li warên îş û kariyer, dostî û hevaltî, urf û adet an fikir û kirinên xwe guhartinên mezin kirine. Em bawer in ku qîmet û nîmetên rastiyê ji hemû tiştên ku me feda kirine mezintir e.

3 Îsa Mesîh carekê got ku rastiya der heqê Padîşahiya Xwedê de dişibe incî an dureke giranbiha. Gava zilamekî ev dur dît, wî “hemû hebûna xwe firot” û ev dur kirî (Met. 13:45, 46). Mîna vê, rastiya ku me bi dest xistiye – rastiya der heqê Padîşahiya Xwedê de û hemû rastiyên din, ên ku em ji Kitêba Pîroz hîn bûne – ew qas biqîmet in ku me di oxira wan de fedakariyên mezin kirine. Eger em qîmetê bidin rastiyê, emê wê ‘nefiroşin’. Çi heyf e ku hin xizmetkarên Xwedê qîmeta rastiyê ji bîr kiriye û ew firotiye. Bila tiştekî wisa neyê serê me! Ji ber vê yekê, pir muhîm e ku em li gor tembîha Kitêba Pîroz ‘di rastiyê de rêve herin’ (3. Yûhenna 2-4 bixwîne). Ji bo ku em li riya rastiyê bimeşin, lazim e ku em di jiyana xwe de rastiyê têxin cihê pêşin û li gor rastiyê bijîn. Niha emê li ser van pirsan bişêwirin: Dibe ku hin kes rastiyê çima û çawa ‘bifiroşin’? Em çawa dikarin xwe ji şaşiyeke wisa dûr bigirin? Çi dikare alî me bike ku em her tim ‘li gor rastiyê bimeşin’?

HIN KES RASTIYÊ ÇIMA Û ÇAWA ‘DIFIROŞIN’

4. Li sedsala yekê, gelo hin şagirtên Îsa çima dev ji rastiyê berda?

4 Li sedsala yekê, hinek ji yên ku serê pêşîn guh dabû Îsa Mesîh paşê li ser riya rastiyê neman. Mesela, piştî ku Îsa bi hezaran mirov bi mucîzeyekê têr kiribûn, ew pey wî çûn heta kêleka din a Gola Celîlê. Li wê derê, Îsa tiştek got ê ku li wan ecêb hat: “Heta ku hûn bedena Kurê Mirov nexwin û xwîna wî venexwin, jiyana we wê nebe.” Li şûna ku ew ji Îsa bipirsin ku maneya van gotinan çi ye, wan got: “Ev peyv gelek dijwar e! Kî dikare guh bide wê?” Di netîceyê de, “ji şagirtên wî gelek kes zivirîn û êdî bi wî re nedigeriyan” (Yûh. 6:53-66).

5, 6. (a) Hinek çima ji riya rastiyê derketine? (b) Hinek çawa hêdî hêdi ji rastiyê dûr dikevin?

5 Çi heyf e ku îro jî hin kes bi rastiyê ve girêdayî nemane. Mesela, hinek seba daxuyaniyeke nû ya li ser ayetekê an seba gotin an kirinên birayekî navdar ji rastiyê dûr ketine. Hinek jî seba şîreta ku li gor Kitêba Pîroz ji wan re hat dayîn, bi hêrs ketine an seba problemeke tevî xwişk an birayekî din dev ji rastî berdaye. Hin xwişk û birayan jî aliyê muxalifan an aliyê kesên ku li diji rastiyê serî hildaye, girtiye. Di netîceyê de, hinek bi qesdî ji Yehowa û ji civatê “zivirîne” (Îbr. 3:12-14). Xwezî ku wan baweriya xwe winda nekira û ku wan xwe bisparta Îsa! Petrûsê şandî wisa kiribû. Gava Îsa ji şandiyan pirsî ka ew jî dixwazin wî terk bikin, Petrûs got: “Ya Xudan, emê herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî bi te re ne” (Yûh. 6:67-69).

6 Hin kes hene ên ku hêdî hêdî û belkî jî bêhay ji rastiyê dûr ketine. Kesekî ku hêdî hêdî ji rastiyê dûr dikeve wek qeyîkekê ye, ya ku her ku diçe ji kêlekê dûr dibe. Kitêba Pîroz dibêje ku ew “averê” bûne (Îbr. 2:1). Kesên ku “averê” dibin vêya bi qesdî nakin. Dîsa jî, ew dostiya Yehowa davêjin talûkeyê. Em çawa dikarin xwe ji şaşiyeke wisa biparêzin?

JI BO KU EM RASTIYÊ NEFIROŞIN, GEREK EM ÇI BIKIN?

7. Serê pêşîn, gerek em çi bikin ku em rastiyê nefiroşin?

7 Ji bo ku em li gor rastiyê bimeşin, gerek em hemû gotinên Yehowa qebûl bikin û guhdariya wan bikin. Gerek em rastiyê di jiyana xwe de têxin cihê pêşîn û li gor prensîpên Kitêba Pîroz bijîn. Dawid Padîşah di duayeke xwe de ji Yehowa re wisa got: ‘Ezê li gor rastiya te bimeşim’ (Zeb. 86:11). Wek Dawid, gerek em jî biqerar bin ku em li gor rastiya Xwedê bimeşin. Eger em biqerar nebin, dibe ku tiştên ku me di oxira rastiyê de feda kirine, bên bîra me. Bi ser de, dibe ku em bixwazin hinek ji van tiştan bi şûn de bistînin. Gerek em wisa nekin! Lazim e ku em bi temamî li rastiyê xwedî derkevin. Em fehm dikin ku em nikarin hin hûrgiliyên rastiyê hilbijêrin û hinekan jî ji nedîtî ve bên. Gerek em “bi hemû rastiyê ve” bimeşin (Yûh. 16:13). Li meqaleya berê, me li ser pênc tiştan şêwir kiribû, ên ku me bi îhtimaleke mezin di oxira rastiyê de feda kirine. Niha emê bibînin ku gerek em çi bikin ku em venegerin tiştên ku me hiştine (Met. 6:19).

8. Eger şagirtekî Îsa wexta xwe bi aqilmendî bi kar neyne, dibe ku ew çawa ji rastiyê dûr bikeve? Mîsalekê bide.

8 Wext. Ji bo ku em hêdî hêdî ji rastiyê dûr nekevin, gerek em wexta xwe bi aqilmendî bi kar bînin. Eger em hay ji xwe nebin, dibe ku kêf û şahî, hobî, spor, înternet an televîzyon bi zêdeyî wexta me bixwe. Fealiyetên wisa her çi qas ne xerab bin jî, dibe ku ew hêdî hêdî wexta me bixwin, a ku me berê ji bo lêkolîna şexsî û îşên ruhî xerc dikir. Mesela, serpêhatiya xwişka me Emma * bîne ber çavê xwe. Ji ciwantiya xwe ve, Emma ji hespan pir hez dike. Her ku fersend çêdibû, ew li hespan siwar dibû. Lê belê bi zeman re, ew hindik aciz bû ji ber ku hobiya wê pir wext dixwar, û wê dixwest hin guhartinan çêke. Wekî din, wê ji serpêhatiya Cory Wells, xwişkeke me ya ku berê rodeo dikir, pir teşwîq dît. * Niha Emma zêdetir bi îşên ruhî mijûl e û tevî malbat û hevalên xwe, yên ku wek wê ji Yehowa re xizmet dikin, wext derbas dike. Emma nêziktirî Yehowa bûye, û dilê wê rihet e ji ber ku ew wexta xwe bi aqilmendî bi kar tîne.

9. Dibe ku hin kes çima di oxira mal û milk de dev ji armancên ruhî berdin?

9 Menfaetên madî. Eger em dixwazin li ser riya rastiyê bimînin, gerek em der heqê mal û milk de bibin xwediyê nêrîneke minasib. Gava em rastiyê nû elimîn, me fehm kir ku xizmeta Yehowa ji mal û milk pir muhîmtir e, û me gelek tişt di oxira rastiyê de feda kirin. Lê belê dibe ku bi zeman re, me dît ku kesên din eşyayên elektronîk ên herî nû dikirin an jî dikevin pey menfeatên madî. Dibe ku dilê me jî tiştên wisa bixwaze. Eger em bi hewcedariyên temelî debar nekin, dibe ku em armancên xwe yên ruhî di oxira mal û milk de feda bikin. Di rojên Pawlos de, birayekî bi navê Dîmas wisa kir. Ji ber ku wî “ji vê dinyayê hez kir”, wî dev ji xizmeta tevî Pawlos berda (2. Tîm. 4:10). Dibe ku Dîmas ji xizmeta Xwedê zêdetir ji mal û milk hez dikir. An jî dibe ku wî êdî nedixwest di oxira xizmetê de fedakariyê bike. Em ji vê çi dersê distînin? Dibe ku berê, me jî ji mal û milk pir hez dikir. Eger em hay ji xwe nebin, dibe ku ev kêmasiya me ji nû ve ew qas mezin bibe ku em qîmeta rastiyê ji bîr bikin.

10. Gerek em dilsoziya xwe li dijî kîjan bandorê biparêzin?

10 Minasebeta bi kesên din re. Ji bo ku em li ser riya rastiyê bimînin, gerek em dilsoz bimînin gava kesên din zorê li me didin. Gava em nû ketin riya rastiyê, minasebeta me bi heval û merivên me re guherî. Dibe ku hinek ji wan ji me re xweş bûn, lê hinekan jî rasterast muxalefet dikir (1. Ptr. 4:4). Em helbet dixwazin bi heval û merivên xwe re di selametê de bin, û gerek em ji wan re dilovan bin. Dîsa jî, ji bo ku ew ji me razî bin, em nikarin standardên Yehowa ji nedîtî ve bên. Ji xeynî vê, wek 1. Korîntî 15:33 me hişyar dike, em dixwazin tenê bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re hevaltiyê bikin.

11. Em çawa dikarin ji kirinên nerast dûr bisekinin?

11 Fikir û kirinên nepak. Lazim e ku her kesê ku li ser riya rastiyê dimeşe, pîroz be (Îşa. 35:8; 1. Petrûs 1:14-16 bixwîne). Gava em rastiyê nû elimîn, lazim bû ku em hal û hereketên xwe li gor standardên Kitêba Pîroz eyar bikin. Hinek ji me guhartinên mezin kirine. Gerek em hay ji xwe hebin ku em dîsa nekevin bêexlaqiya vê dinyayê. Em çawa dikarin xwe ji fikir û kirinên nepak biparêzin? Divê em bînin bîra xwe ku Yehowa çi feda kir da ku em pîroz bibin: xwîna Kurê xwe Îsa Mesîh (1. Ptr. 1:18, 19). Ji bo ku em li ber Yehowa pak bimînin, gerek em qet ji bîr nekin ku qîmeta fîdyeyê çi qas mezin e.

12, 13. (a) Çima muhîm e ku em wek Yehowa li eyd û cejnan binêrin? (b) Niha emê li ser çi şêwir bikin?

12 Urf û adetên nerast. Dibe ku meriv, hevalkar û hevaldersên me zorê li me bidin ku em eyd û cejnên wan pîroz bikin. Em çawa dikarin xwe ji urf û adetên nerast dûr bigirin? Gerek em ji bîr nekin ku Yehowa li adetên wisa çawa dinêre. Mesela, wê baş be ku em di weşanên Şahidên Yehowa de lêkolîn bikin ku koka van cejnan çi ye. Gava em tînin bîra xwe ku em van cejnan çima pîroz nakin, em bawer dibin ku em “tiştê ku li xweşa Xudan diçe” dikin (Ef. 5:10). Eger em xwe bispêrin Yehowa û Kitêba Pîroz, emê nekevin tirsa derdorê (Mtl. 29:25).

13 Daxwaza me ev e ku em heta bi hetayê li ser riya rastiyê bimeşin. Çi dikare alî me bike ku em her tim li ser vê riya rastiyê bimînin? Niha emê li ser sê tiştan bişêwirin.

JI RIYA RASTIYÊ DERNEKEVE

14. (a) Lêkolîna Kitêba Pîroz wê çawa alî me bike ku em rastiyê tu caran nefiroşin? (b) Hîkmet, terbiye û fehmdarî çima lazim in?

14 A yekê, gerek em Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û li ser rastiyê kûr bifikirin. Belê, divê em wext veqetînin ji bo ku em rastiyê bikirin. Bi vî awayî, emê ji rastiyê zêdetir hez bikin û zêdetir biqerar bin ku em rastiyê tu caran nefiroşin. Wekî din, gerek em “hîkmet, terbiye û fehmdariyê” bikirin (Mtl. 23:23, WDN). Bi saya fehmdariyê, emê fehm bikin ku hemû gotinên Yehowa çawa bi hev ve girêdayî ne. Hîkmet wê alî me bike ku em zanîna xwe bi kar bînin. Rastiya Yehowa wê me carinan terbiye bike û rêyî me bide ku gerek em xwe çawa biguherînin. Bila em rêberiya Xwedê her tim qebûl bikin! Qîmeta vê rêberiyê, ji zîvan girantir e (Mtl. 8:10).

15. Kembera rastiyê me çawa diparêze?

15 A diduyan, gerek em “pişta xwe bi rastiyê bipêçin” (Ef. 6:14). Di demên berê de, kemberên leşkeran hem pişta wan digirt hem jî bedena wan diparast. Ji bo vê, lazim bû ku kember qayîm bihata girêdayîn. Kembereke sist wê nikaribûya destek bidaya leşkerekî. Kembera me ya ruhî me çawa diparêze? Eger em pişta xwe bi rastiyê bipêçin, rastî wê me ji nêrîn û fikrên nerast biparêze û alî me bike ku em qerarên baş bidin. Gava em li ber ceribandin an tengahiyan dimînin, rastiya Kitêba Pîroz wê qewetê bide me ku em tiştên rast bikin. Wekî ku leşker bêkember nediçûn cengê, gerek em jî hay ji xwe hebin ku em kembera rastiyê sist nehêlin û winda nekin. Lazim e ku em her tim li gor rastiya Kitêba Pîroz bijîn. Wekî din, leşkeran şûrên xwe li ser kemberên xwe darde dikirin. Niha emê bibînin ku gerek em şûrê ruhî çawa bi kar bînin.

16. Gava em rastiyê ji kesên din re hîn dikin, ev yek çawa dikare alî me bike ku em li ser riya rastiyê bimînin?

16 A sisêyan, gerek em rastiya Kitêba Pîroz bi xîret hîn bikin. Kitêba Pîroz dişibe şûrekî. Wekî ku leşkeran şûrên xwe qayîm digirtin, gerek em jî Peyva Xwedê rind bigirin (Ef. 6:17). Wê baş be ku em hunera xwe ya elimandinê bi pêş bixin û ‘peyva rastiyê rast bi kar bînin’ (2. Tîm. 2:15). Gava em bi saya Kitêba Pîroz alî mirovan dikin ku ew rastiyê bikirin û dev ji baweriyên sexte berdin, gotinên Xwedê wê di hiş û dilê me de jî kûrtir rûnin. Ev yek wê alî me bike ku em rastiyê tu caran nefiroşin.

17. Tu çima qîmetê didî rastiyê?

17 Rastiya Yehowa pir biqîmet e. Bi saya vê hediyeyê, em dikarin bibin dostên Xwedê. Heta niha, em tenê hin tiştan hîn bûne. Xwedê soz daye ku ewê heta bi hetayê zêdetir melûmatê bide me. Loma, qîmetê bide rastiyê, ya ku wek dureke giranbiha ye. Bi dewamî “rastiyê bikire û nefiroşe”. Hingê tuyê bikaribî wek Dawid Padîşah soza xwe li ber Yehowa bînî cih: ‘Ezê li gor rastiya te bimeşim’ (Zeb. 86:11).

^ par. 8 Nav hatiye guherandin.

^ par. 8 Li ser JW Broadcasting, here INTERVIEWS AND EXPERIENCES > TRUTH TRANSFORMS LIVES.