Here Naverokê

Here naverokê

Em Dikarin Çi Bidin Yehowa?

Em Dikarin Çi Bidin Yehowa?

ÎSA wisa got: “Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Kar. 20:35). Em seba hediyeyên ku me ji Yehowa stendine helbet bextewar in, lê eger em tiştekî bidin Yehowa, emê hê jî bextewartir bibin. Lê em dikarin çi bidin Yehowa? Methelokên Silêman 3:9 wisa dibêje: “Bi hebûn û nûbera dexlê xwe, XUDAN bi rûmet bike.” Mesela, em dikarin wext, huner, qewet û mal û milkê xwe di oxira rastiyê de bixebitînin. Bi vî awayî, em dikarin hediyeyan bidin Yehowa, û ev yek wê me pir bextewar bike.

Çi wê alî me bike ku em ji bîr nekin ku em hediyeyan bidin Yehowa? Pawlosê şandî ji xwişk û birayên li Korîntê re got ku ew ji bo bexşan ‘hinek pere bicivînin’ (1. Kor. 16:2). Çarcoveya jêrîn der heqê metodên bexşdayînê de melûmatê dide.

Li hin welatan, bexşên elektronîk nikarin bên dayîn. Le belê, melûmata li ser bexşên bi metodên din li ser rûpela bexşan heye. Li hin welatan, li metna “Pirsên Pir Tên Pirsîn” der heqê bexşan de zêdetir melûmat tê dayîn.