Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERHATÎ

Yehowa Hindava Meda Qenc bû

Yehowa Hindava Meda Qenc bû

EZ TEVÎ jina xwe Danîêlayê, mêvanxaneda rêgîstrasiyayê derbaz bûm û vê demê xebatçiyê mêvanxanê minra got: “Ji kerema xwe polîsra têlêxin”. Hingê çend sihet bû ku em hatibûne Gabonê, welatekî Afrîkayê. Li vir wedê salên 1970-da şixulê me qedexekirî bû.

Danîêla yeke serwaxt bû, û derbêra guhê minda hêdîka got: “Cefê nekişîne polîsra têlêxî, ewana îda wira ne!”. Hema pêşberî me hêdî-hêdî avto ber mêvanxanê sekinî. Çend deqe şûnda, em herdu jî hatine girtinê. Bi alîkariya Danîêlayê min pêra gîhand ku hine dokûmênta bidime birakî din.

Heta ku em diçûne polîsê, ez difikirîm ku çiqas bextewar im, wekî kulfeteke mine usa mêrxas û ruhanî heye. Ew tenê carekê nîbû ku ez û Danîêlayê tevayî ça kom bûn, dêmek piştgiriya hev dikir. Ez dixwazim wera gilî kim ku çira em diçûne wan welata, kîderê şixulê me qedexekirî bû.

YEHOWA BI REMA DILÊ XWE ÇEVÊ MIN VEKIR

Ez sala 1930-da hatime bûyînê, şeherekî biçûk Krûksêda, ku Fransaya bakûrêda ye. Neferên malbeta me Katolîkên xîret bûn. Malbeta me her heftî diçû dêrê, û bavê min hine şixulên dêrêda jî dikir. Lê çaxê ez weke 14 salî bûm, qewimandinekê çevê min vekir, min durûtiya dêrê dît.

Wedê şerê hemdinyayêye duda, ordiya Almanyayê dora Fransayê girtibûn. Çaxê em diçûne dêrê, keşîşê me timê em hêlan dikirin, wekî piştgiriya serwêrtiya Natsîsta bikin, şeherê Vîçîda. Em ser gotina wî metal man. Hingê me usa jî mîna gelek bajarvanên Fransayê dizîkava ji radîo BBC nûçe dibihîst, kîjan ku piştgirên Fransayê elam dikirin. Paşî vê yekê, keşîş derbêra aliyê wan girt, yên ku piştgiriya Fransayê dikirin, û hin jî dêrêda edeteke razîbûnê derbaz kir, bona pêşdaçûyîna wan meha Îlonê sala 1944. Ez ser durûtiya wî ecêbmayî mam. Paşî vê yekê, min îda îtbariya xwe dêra û keşîşa ne dianî.

Hine wede şûnda paşî şer, bavê min çû remê. Xûşka mine mezin hingê mêrkirî bû û Bêljîkêda dijît, lema min îda gerekê diya xwe xwey kira. Min destpêkir karxana perçada bixebitim. Mezinê xebata min û kurên wî, Katolîkên xîret bûn. Karxana wanda ez pêşda diçûm, lê zûtirekê ez îda rastî cêribandinê hatim.

Xûşka min Sîmona, ya ku bibû Şedê Yehowa, sala 1953 hat teseliya me bike. Ewê pê Kitêba Pîroz bi hostetî hînkirinên qelp yên Dêra Katolîkî derew derxist, mesele hînkirina derheqa cenimê, Sêyekane, û ku paşî mirinê jîyîn berdewam dibe. Pêşiyê, ez tevî wê ketime dewê, çimkî Kitêba Pîroz kîjan ku ew dida xebatê, ya Katolîkî nîbû. Lê zûtirekê min bawer kir, wekî ew minra rastiyê dibêje. Wede şûnda ewê “Birca Qerewiliyê”, yên derxistina kevin da min. Min evan jûrnala şev navciyada dixwend û min zû fem kir, wekî ew yek rastî ye. Lê ez usa jî ditirsiyam, wekî hergê ez aliyê Yehowa bigirim, ezê xebata xwe unda kim.

Çend meha, min berdewam dikir Kitêba Pîroz lêkolîn bikim, û min xwera jûrnalên “Birca Qerewiliyê” jî dixwend. Axiriyêda min safî kir, wekî herim civatê. Ew hizkirin ku min civatêda dît, gelek dilê min girt. Paşî vê yekê, şeş meha birakî cêribandî tevî min hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, û meha Îlonê, sala 1954 ez hatime nixumandinê. Zûtirekê min usa jî şabûneke mezin stand, çimkî diya min û xûşka mine biçûk jî bûne Şedên Yehowa.

ÎTBARÎ HINDAVA YEHOWA, WEDÊ XIZMETIYA HERTIM

Sala 1958-da, bona min qedir bû, ku ez çûme Niyû Yorkê ser civata mezine hemdinyayê. Lê yazix, çend meh pêşiya vê yekê, diya min miribû. Çaxê ez ji civata mezin vegeriyam, îda aza bûm, çimkî borcdariya min malbetêda tune bû. Ez ji xebatê derketim û bûme pêşeng. Hingê ez dergîstî bûm tevî xûşkeke pêşeng Danîêla Dêlîê, kîjan ku meha Gulanê, sala 1959 bû jina min.

Danîêlayê xizmetiya xweye hertim ji mala xwe dûr destpêkir, şeherê Bretanyayêda, kîderê merivên Katolîk dijîtin. Jêra mêrxasî lazim bû seva wî mihalîda xizmet ke û pê bîsîklêtê here gunda. Ewê jî mîna min hesab dikir ku gelek ferz e mizgîniyê bela kin, çimkî me nizanibû ku axiriya dinyayê çiqas nêzîk e (Met. 25:13). Ew timê hazir bû ji xwe tiştekî kêm ke seva xizmetiyê, û ev nihêrandina wê alî me kir xizmetiya xweye hertim nehêlin.

Çend roj paşî zewaca me, em şixulê berpirsiyartiyêda hatine kifşkirinê. Em hînî jîyîna sivik bûn. Civata pêşin kîjan ku me gerekê teselî kira ji 14 mizgînvana bû. Ewana destteng bûn û wana nikaribû em mala xweda qebûl kirana. Lema jî em ser sêna Oda Civatê ser matrasa radizan. Belê, cîkî nekomfort bû, lê bona pişta me ew gelek baş bû!

Me pê avta xweye biçûk teseliya civata dikir

Gelek şixulê me hebû, lê Danîêla rind hînî xizmetiya berpirsiyartiyê bibû. Gelek car usa dibû ku Danîêla avta meye biçûkda hîviya min disekinî, çimkî rûspî dixwestin bicivin, lê ew yek pêşda safî nekirîbû. Lê ewê tu car nedikire kote-kot. Me tenê du sala vê kifşkirinêda xizmet kir, û wî wedeyîda me fem kir ku çiqas ferz e jin-mêr hindava hevda helal bin û tifaq bin (Waîz 4:9).

ME KIFŞKIRINÊN TEZE STAND

Sala 1962-da, em Mekteba Gîledda hatine teglîfkirinê Brûklînêda (Niyû York), ku hingê 10 meha derbaz dibû. Ji 100 xûşk-bira, 26 zewacêda bûn. Bona me qedirekî mezin bû, ku me tevayî ew mekteb derbaz kir. Hê tê bîra min xeberdana me tevî wan bira, yên ku baweriyêda ça stûn bûn, mesele Frêdêrîk Frans, Yûlîsês Glas, û Alêksandr H. Makmîlan.

Em usa bextewar bûn ku me Mekteba Gîled tevayî derbaz kir!

 

Wedê hînbûnê, mera digotin wekî hîn bin dîna xwe bidine tişta. Lema jî cara nîvro rojê Şemiya, gava hînbûn xilaz dibû, em diçûne êkskûrsiyê, seva Niyû Yorkêda tiştên hewas binihêrin. Me zanibû ku Duşemê em gerekê binivîsin derheqa wan tişta, kîjan ku me dît. Gelek car em Şemiyê gelek westiyayî êvarê vedigeriyan, lê xizmetkarê Beytelê, kîjan ku mera êkskûrsiya derbaz dikir, pirs didane me, seva wedê têstê tiştên sereke bîra me neçin. Carekê roja Şemiyê em temamiya nîvro nav şeherda geriyan. Em çûne obsêrvatoriyê, kîderê ku em derheqa mêtêora û mêtêorîta pêhesiyan. Em çûne myûzêyê (American Museum of Natural History), û wêderê em pêhesiyan, wekî çi firqî heye orta alîgator û tîmseh (krokodîl). Vê rojê çaxê em vegeriyane Beytelê, ewê ku mera êkskûrsiya derbaz dikir ji me pirsî: “Îja, bêjin hela çi firqî heye orta mêtêor û mêtêorîtda?”. Danîêla gelek westiyayî bû, û usa caba xwe da: “Diranên mêtêorîta dirêj in!”.

Em şa dibûn gava me Afrîkayêda teseliya xûşk-birên amin dikir

Em ecêbmayî man, çaxê em hatine kifşkirinê fîlîala Fransayêda, kîderê me tevayî 53 sala xizmet kiriye. Sala 1976-da, ez hatime kifşkirinê ça kordînatorê Komîtêya Fîlîalê û usa jî wekî teseliya welatên Afrîkayê û Rohilata Navîn bikim, kîderê ku şixulê me qedexekirî bû yan jî sînorkirî bû. Bona vê yekê em çûne welatê Gabonê, kîderê ku ew tişt qewimîn, çi ku me destpêkêda gilî kir. Rast bêjim, ez gelek car difikirîm wekî ezê nikaribim wan cabdariyên teze bînim sêrî. Lê Danîêla bona min alîkariya mezin bû, seva ez hemû cûre cabdariya qebûl kim.

Gotara birê Têodor Yaraç weldigerînim, ser civata mezin bi navê “Heqiya Xwedê”, Parîsêda (sala 1988)

RASTÎ KUL-DERDEKÎ GIRAN TÊN

Me derbêra xizmetiya xweye Beytelêda hiz kir. Danîêla, bû welgera baş, ya edebyetên me. Ew pêşiya ku biçûya Gîledê, nava pênc mehada zimanê Înglîzî hîn bû. Me gelek şabûn distand ji xizmetiya xweye Beytelê, lê civata me jî şabûna me zêde kir. Tê bîra min çaxê carekê ez û Danîêla şev mêtroya Parîsêda bûn, gelek westiyayî bûn, lê yeke em şa dibûn, çimkî me hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz kiribû. Lê yazix, wede şûnda sihet-qewata Danîêlayê hate guhastinê, û bona vê yekê ewê îda nikaribû xizmetiyêda haqas bikira çiqas dixwest.

Sala 1993 em pêhesiyan, wekî bistanê Danîêlayêda req heye. Jêra opêrasiya û xîmîotêrapîa kirin. Panzdeh sal şûnda, reqa wê dîsa pêşda hat û diha zû bela dibû. Lê ewê şixulê xweyî welgerandinê usa hiz dikir û qîmet dikir, wekî çaxê ew hinekî pak dibû, dîsa şixulê xwe berdewam dikir.

Rast e nexweşiya Danîêlayê giran bû, lê qe hişê mera jî derbaz nedibû, wekî xizmetiya xweye Beytelê bihêlin. Lê nehêsa ye bi nexweşiya giran Beytelêda xizmet kî, îlahî hergê yên din haş ji halê teyî giran tunene (Metlk. 14:13). Danîêla hela hê weke 70 saliya xweda jî timê bi beşera xweş û devken bû, û ne jî dihate kifşê ku ew nexweş e. Ewê xwe gune nedikir, dewsê timê alîkarî dida yên din. Ewê zanibû ku hergê ew guh bide meriva, ew yek dikare dilê wan rihet ke (Metlk. 17:17). Danîêlayê tu car xwe ça şîretkar hesab nedikir, lê ewê pê mesela xwe alî xûşkên mayîn dikir, seva ji reqê netirsin.

Çetinayên meye din jî hebûn. Çaxê Danîêla îda nikaribû ça xizmetkarê hertim xizmet ke, ewê her tişt dikir seva alî min bike. Ewê emirê min sivik dikir, û ewê yekê alî min dikir 37 sala berdewam kim ça kordînatorê Komîtêya Fîlîalê xizmet kim. Mesele, ewê timê xwarina rojê hazir dikir, wekî em tevayî otaxa xweda bixwin û hinekî hêsa bin (Metlk. 18:22).

MIQABILÎ DILTENGBÛNÊ ŞER DIKIN

Danîêla timê bi vê yekê eyan bû ku optîmîst bû û emir hiz dikir. Paşê yazix dîsa cara sisiya reqa wê pêşda hat. Em îda gelek berxwe ketin. Xîmîotêrapîa û radîotêrapîa usa qewat jê distandin, ku ew cara ne jî dikaribû rê here. Tê bêjî şûr dilê min dixistin çaxê min didît ku jina mine delal, ya ku welgera qewî bû, ancax xeber dide.

Cara me texmîn dikir ku em îda nikarin teyax kin, lê yeke me timê dua dikir û bawer dikir wekî Yehowa wê tu car nehêle em ji qewata xwe der bêne cêribandinê (1 Korn. 10:13). Em her gav razî bûn ji Yehowa ku ewî bi saya Xebera xwe, xûşk-birên Beytelêda ji îdara mêdîsînayê, û bi saya xûşk-birên din, alîkarî dida me.

Me timê rêberî ji Yehowa digeriya, ku kîjan cûre qenckirin yan jî kîjan dermana qebûl kin. Wedekî em bêy derman bûn. Hekîmê Danîêlayê, kîjan ku 23 sala alî wê dikir, nikaribû şirovekira ku çira paşî xîmîotêrapîa Danîêla dixeriqî. Hekîm ne jî dikaribû bigota dewsa xîmîotêrapîa çi bike. Me texmîn dikir ku em tenê mane û me nizanibû wê çi biqewime. Paşê hekîmekî din qayîl bû, wekî miqatî sihet-qewata wê be. Ew çare Yehowa kir, seva alî me bike em berxwe nekevin.

Em hîn bûn ku tenê bona rojekê xem bikin, û gelek berxwe nekevin. Çawa Îsa got: “Xemêd rojê besî wê ne” (Met. 6:34). Henek û nihêrandina pozîtîv jî alî me dikir. Mesele, çaxê Danîêla du meha xîmîotêrapîa nedikir, ewê bi beşera xweş minra got: “Zanî, min tu car xwe usa baş texmîn nedikir” (Metlk. 17:22). Rast e ew ji nexweşiya xwe diçerçirî, lê ewê gelek hiz dikir bi dengê bilind kilamên Padşatiyê yên teze bistirê.

Nihêrandina wêye pozîtîv alî min kir, ku çetinayên xweda jî sebir kim. Rast bêjim, nava 57 salên zewaca meda, ew timê miqatî min dibû. Ew nedihîşt ez tiştekî bikim, çimkî xwexa dikir. Ewê hela hê jî nedixwest nîşan ke ça hêkerûnê çêdike! Lê çaxê ew lap qudûm ket, min îda xwexa gerekê firaq û kinc bişûşta û xwarin çêkira. Carekê çaxê min firaq dişûşt, min çend şelbik şkênand, lê min şabûneke mezin distand gava bona wê xem dikir. *

EZ JI QENCIYA YEHOWA GELEK RAZÎ ME

Çaxê ez derheqa emirê xwe difikirim, ez divînim wekî ez gelek ders hîn bûme ji çetinayên sihet-qewatêva girêdayî û usa jî ji emirê xweyî mezin. Dersa pêşin ew e, ku em gerekê heyfa xwe wedê xwe neynin, seva miqatî jin yan mêrê xwe bin. Heta em sihet-qewat in, em gerekê hindava merivên xweyî nêzîk hizkirinê nîşan kin (Waîz 9:9). Dersa duda, em gerekê tu car bona tiştên biçûk gelek berxwe nekevin, çimkî em dikarin gelek keremên ku her roj distînin, pişt guhê xweva bavêjin (Metlk. 15:15).

Çaxê ez derheqa xizmetiya meye hertim difikirim, dilê min bi şabûnê tije dibe, çimkî Yehowa usa em kerem dikirin, ku me ne jî dikaribû bida ber çevê xwe. Ez mîna zebûrbêj xwe texmîn dikim, kîjan got ku Yehowa hindava wîda qenc bû (Zeb. 116:7).

^ abz. 32 Çaxê ew gotar hazir dibû, Danîêla Bokaêrt çû remê. Hingê ew 78 salî bû.