Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Tu Xwedê Rind Nas Dikî?

Tu Xwedê Rind Nas Dikî?

Gelek meriv dibêjin, wekî Xwedê bawer dikin. Lê çaxê wan dipirsî, kî ye Xwedê, caba wan cûre-cûre ye. Bona hineka, Xwedê hakimê sert e, kîjan ku meriya bona kirên wane nerast ceza dike. Bona hineka jî ew timê Xwedayê bi hizkirinê tije ye û hazir e her kirên meriya bibaxşîne. Hene yên usa jî, ku dibêjin wekî Xwedê ji me dûr e û bona me xem nake. Ji bo nihêrandina usa, gelek meriv difikirin, wekî em nikarin bi rastî Xwedê nas kin.

Çima em gerekê Xwedê nas kin? Hergê em rind Xwedê nas kin, hingê nêta jîyîna me wê hebe (Karên Şandiya 17:26-28). Çiqas tu xwe nêzîkî Xwedê dikî, haqas hê zêde ew destpêdike te hiz bike û alî te bike (Aqûb 4:8). Hemikî, çaxê tu derheqa Xwedê zanebûna rast distînî, tu bi wê yekê mecalê çêdikî ku jîyîna heta-hetayê qazanc bikî (Yûhenna 17:3).

Çawa tu dikarî Xwedê nas bikî? Hela bifikire derheqa wî kesî, kîjanî tu rind nas dikî, mesele hevalê teyî nêzîk. Çi cûreyî hûn bûne hevalên nêzîk? Hemikî pêşiyê tu navê wî (wê) pêhesiyayî, usa jî çi wî xweş tê, çi na, ewî çi kiriye û çi dixwaze bike. Ev hemû tişt te hê nêzîkî wî merivî dikin, çimkî tu gelek tişt derheqa wî yan wê pêhesiyayî.

Anegorî vê yekê, em jî dikarin hê rind Xwedê nas bikin, hergê pêbihesin derheqa tiştên jêrê gotî:

Nêta vê jûrnalê ev e, ku alî te bike bi Kitêba Pîroz caba wan pirsa bistînî. Bi saya gotarên ku têne dayînê, tuyê ne tenê pêbihesî wekî Xwedê bi rastî kî ye, lê usa jî ku tuyê çi karê bistînî hergê nêzîkî Xwedê bî.