Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Xwedê wê Çi Bike?

Xwedê wê Çi Bike?

Bide ber çevê xwe, ku tu ketî dereceke çetin. Bêşik tuyê hîviyê bûyayî, wekî hevalekî teyî baş tiştekî bike ku alî te bike. Anegorî wê yekê meriv dibêjin ku Xwedê hevalê wan nîne, çimkî wana tirê ku ew tiştekî nake seva alî wan bike. Bi rastî Xwedê îda gelek tişt bona halxwaşiya me kiriye, û ewê dîsa tiştekî bike wekî hemû kul-derd û problêmên me bide hildanê. Gelo Xwedê wê çi bike?

HEMÛ ZULMIYÊ WÊ BIDE HILDANÊ

Xwedê hemû zulmiyê wê kokêva bide hildanê. Kitêba Pîroz eyan dike kaniya zulmiyê: “Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). “Yê Xirab” ew e, ser kîjanî Îsa got “Serwêrê vê dinyayê” dêmek Şeytan Mîrê-cina (Yûhenna 12:31). Şeytan ser temamiya însanetê hukum dike, û ew e sebebê kul-derd û problêmên diniyayê. Lê Xwedê wê çi bike?

Zûtirekê Yehowa Xwedê wê bi Kurê xwe Îsa Mesîh, Mîrê-cina kuta ke (Îbranî 2:14; 1 Yûhenna 3:8). Bi rastî Kitêba Pîroz dibêje, wekî Şeytan jî zane, ku wê “hindikî bimîne” (Eyantî 12:12). Xwedê wê usa jî wan kuta ke, yên ku zulmiyê dikin (Zebûr 37:9; Metelok 2:22).

EWÊ ERDÊ BIKE CINET

Efirandarê me wê ne tenê hemû zulmiyê bide hildanê, lê paşî wê yekê Ew wê qirara xweye eslî bona însanetê û erdê pêk bîne. Gelo paşê wê çi biqewime?

Edilayî û bêxofî wê herheyî bikişîne. “Milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin u şa bin” (Zebûr 37:11).

Têr-tije xwarin. “Li ser rûyê erdê genim zêde bibe û bilindiya wê li ser serê çiya bavêje” (Zebûr 72:16).

Malên rihet û xebata hewas. “Û wê xaniyan ava bikin û rûnên û reza daynin û mêwa wê bixwin . . . wê karên destên xwe kevin bikin” (Îşaya 65:21, 22).

Gelo tu hizret nînî ku ewan hemû tişta bi çevê xwe bivînî? Zûtirekê her kes wê her roj ji vê yekê lezetê bivîne.

EWÊ NEXWEŞÎ Û MIRINÊ BIDE HILDANÊ

Îro her kes nexweş dikeve û dimire, lê ev yek wê dirêj nekişîne. Zûtirekê Xwedê wê bi qurbanbûna Îsa, wan problêma safî ke. Lema jî “her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna . . . heta-hetayê” bistîne (Yûhenna 3:16). Lê paşê wê çi biqewime?

Nexwaşî wê bêne hildane. “Û yê ku li wir rûdinê wê nebêje: ‘Ez nexweş im’, wê fesadiya neteva ku li wir rûdinê bê borîn” (Îşaya 33:24).

Mirinê îda tune be. “Abadîn mirinê daqurtand û Xudan, XUDAN, wê ji hemû wecan hêstirên çeva paqij bike” (Îşaya 25:8).

Merivê heta-hetayê bijîn. “Pêşkêşa Xwedê jiyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa” (Romayî 6:23).

Ewên ku mirin e wê dîsa vegerin jîyînê. “Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15). Ewana wê karê bistînin ji pêşkêşa Xwedê, dêmek ji kirînê.

Gelo Xwedê wê çawa ewan hemû tişta bîne sêrî?

EWÊ HUKUMTIYA HEQ KIFŞ KE

Xwedê wê bi saya hukumtiya ezmanî, serwêrê kîjanî ku Îsa Mesîh e, qirara xwe hindava însanetê û erdê bîne sêrî (Zebûr 110:1, 2). Ev heye hukumtî yanê padşatî, derheqa kîjanî ku Îsa peyçûyên xwe hîn dikir, wekî usa Xwedêra dua bikin: “Bavê meyî ezmana . . . Padşatiya te bê” (Metta 6:9, 10).

Padşatiya Xwedê wê li ser erdêra serwêrtiyê bike û hemû problêma wê bide hildanê. Ev bi rastî jî Padşatiya herî baş e! Lema jî Îsa “Mizgîniya Padşatiyê” elam dikir çaxê li ser erdê bû û xizmet dikir. Ewî gote şagirtên xwe, ku ewana jî di vê yekêda çev bidine wî (Metta 4:23; 24:14).

Ji bo hizkirina mezin hindava însanetê, Yehowa Xwedê soz daye, ku ewê hemû tiştên baş bona însanetê bike. Bêşik, zanebûna vê yekê, gelek dilê me rihet dike û me hêlan dike hê rind wî nas kin û nêzîkî wî bin. Hergê tu usa bikî, tê kareke mezin bistînî. Gotara din evê yekê wê rind şiroveke.

XWEDÊ WÊ ÇI BIKE? Xwedê wê nexweşî û mirinê bide hildanê, û meriya bi saya Padşatiyê wê bike yek. Erd jî wê bibe cinet

^ abz. 30 Bona hê zêde elametî, derheqa wê yekê, ku çi ye Padşatiya Xwedê, binihêrin serê 8 ji pirtûka “Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?”, kîjan ku Şedên Yehowa neşir kirine. Ev kitêb usa jî heye bi onlayn li ser malpera www.pr418.com.