Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çima Hêja ye Berdewam kin Bijîn

Çima Hêja ye Berdewam kin Bijîn

Feyzal jina kîjanî ku miribû, halekî nebaşda bû. Salek şûnda paşî mirina jina wî, gerekê dilê wî opêrasiya bikirana. Ew dibêje: “Çaxê min kitêba Îbo dixwand, min fem kir, wekî Yehowa badîheva ev yek Kitêba Pîrozda nedaye nivîsarê. Çaxê em dilteng in û ji Kitêba Pîroz dixûnin derheqa wan meriya, kîjan ku mîna me diçerçirîn, ev dikare me bişidîne”. Feyzal zêde dike: “Lema jî, çi jî hebe hêja ye bijîn”.

Tarşa cahil bû, çaxê diya wê mir. Ew dibêje: “Bi saya vê yekê ku ez Efirandarê xwe nas dikim, nêta jîyîna min unda nabe, û nava problêmên xweda ez dîsa jî dikarim şabûn û hêviyê bivînim. Em dikarin bawer bin, wekî qewata Yehowa digihîjê, me qewî ke û alî me bike”.

JI WAN GOTARA hate kifşê, wekî çawa ji bo cûre-cûre qewimandinên jîyînê, emirê me dikare gelek zehmet be. Diqewime problêmên te jî zef in, çi ku bona te dibin wek barekî giran. Ji bo wan hemû tişta, dibe ku tu destpêdikî bifikirî, wekî qewata te îda tune berdewam kî bijîyî, û tu kes bona te xem nake. Bawer be, wekî Xwedê bona derdê dilê te, xem dike. Tu bona wî qîmet î.

Nivîskarê Zebûra 86, baweriya xwe hindava Xwedê dida kifşê. Ewî got: “Oxirmê giranda, Te dikim gazî, Tu bona min dibî hewarî” (Zebûr 86:7). Diqewime tu difikirî: “Gelo çi cûreyî, Xwedê dikare ‘oxirmê giranda’ bona min bibe hewarî?”

Hemikî Xwedê derbêra problêmên te wê nede hildanê, lê Xebera Wî te dide bawerkirinê, wekî ew dikare edilaya dil bide te, ku bikaribî oxirmên giranda xwe qayîm bigirî. “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we . . . xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7). Ji kerema xwe dîna xwe bidinê, ku çawa rêzên ji Kitêba Pîroz me didine bawerkirinê, wekî Xwedê bi rastî jî seva me xem dike.

Xwedê bona Te Xem Dike

“Lê Xwedê ji wan [çivîka] yekî jî bîr nake. Hûn ji gelek çivîka qîmettir in”. (Lûqa 12:6, 7).

ŞÊWIR KIN: Gelek meriv çivîkên biçûk ber tu tiştî hesab nakin, lê Xwedê bona wan jî xem dike. Hela hê yên lapî biçûk jî, ber çevên Xwedê veşartî nînin, her yek ji wan efirîneke qîmet e. Bona Xwedê, meriv ji çivîka diha qîmettir in. Ji hemû efirînên Xwedê, bende efrîneke lape mexsûs e, çimkî ew “dilqê” Xwedêda hatiye efirandinê û dikare xeyset-hunurên usa baş nav xweda pêşda bîne, çawa yên Xwedê (Destpêbûn 1:26, 27).

“Xudan! Te ez enene kirim û nas kirim. . . . Tu zanî rabûn û rûniştina min, dûrva Teva eyan e fikirêd min. . . . Min enene ke, Xudano, dilê min zanibe, min bicêribîne û fikirêd min bizanibe” (Zebûr 139:1, 2, 23)

ŞÊWIR KIN: Xwedê te rind nas dike. Hest û xemên dilê te, wîra eyan in. Rast e diqewime merivên din nikarin halê te fem bikin, lê Xwedê bona te xem dike û dixwaze alî te bike. Xût bona vê yekê hêja ye bijîn.

Xwedê wê Piştgiriya Te Bike û Rêberiya Te Bike

“Ya Xudan! Dengê min bibihê, bira zarînîya min bigihîje Te. . . . Roja oxirmêd giranda berê Xwe ji min neguhêze, guhê Xwe bide li ser min. . . . Ewê bibihê duayê bêkesa û duayêd wan wê bêqedir neke” (Zebûr 102:1, 2, 17).

ŞÊWIR KIN: Hema ji destpêka efirandina însanetê, Yehowa haş her hêsireke meriya heye, çi ku ewana ji bo derd û kula dirêjin û ça bêjî hêsirên wana meşka xweda xwey dike (Zebûr 56:8). Xwedê her hêsireke te û çetinayên te jî bîr nake, çimkî tu bona wî pir qîmet î.

“Netirse, çimkî ez tevî te me. Berxwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te. Ezê te xwey kim, belê, ezê alî te bikim” (Îşaya 41:10, 13, DT).

ŞÊWIR KIN: Xwedê hazir e alî te bike. Hergê tu bikevî jî, ewê te rake ser niga.

Hêviya Baş bona Axiriya Bextewar

“Lê belê Xwedê hizkirina xwe hindava meda hingê da kifşê, gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir” (Romayî 5:8).

ŞÊWIR KIN: Tu usa seva Xwedê delal î, wekî ewî bi hazirbûn Kurê xwe Îsa, seva halxweşiya te, kire qurban. Bi saya vê qurbanê, mecala te heye bi jîyîneke bextewar herheyî bijîyî. *

Hemikî xemên te wê hebin û carna dibe tu bifikirî, ku îda nikarî teyax kî, lê sist nebe. Xebera Xwedê kûr lêkolîn ke û baweriya xwe hindava sozên Xwedê hê qewî ke. Ev yek wê şabûnê bike dilê te û tê fem bikî, wekî hêja ye bijîyî.

^ Seva hê zêde elametî derheqa wê yekê, ku çi karê tu dikarî bistînî ji qurbanbûna Îsa, binihêre vîdêo “Mirina Îsa, Bîra Xweda Xwey kin” ser www.pr418.com. Binihêre DERHEQA ME > BÎRANÎN.