Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 2

Di Civatê de Pesnê Yehowa Bide

Di Civatê de Pesnê Yehowa Bide

“Li nav civatê pesnê te bêjim” (ZEB. 22:22).

KILAM 59 Tevî Min Yah Rûmet kin

PÊŞGOTIN *

1. Dawid li Yehowa çawa dinêrî, û wî dixwest çi bike?

DAWID PADÎŞAH wisa nivîsî: “Xudan mezin e û hêjayî pesindanê ye” (Zeb. 145:3). Wî ji Yehowa hez dikir, û bi saya vê hezkirinê, wî dixwest ‘li nav civatê pesnê wî bibêje’ (Zeb. 22:22; 40:5). Bê guman tu jî ji Yehowa hez dikî û wek Dawid difikirî: “Tu ji destpêkê heta abadînê pîroz e, Xwedayê bapîrê me Îsraêl, XUDAN!” (1. Dîr. 29:10-13).

2. (a) Em çawa dikarin pesnê Yehowa bidin? (b) Niha emê li ser çi bişêwirin?

2 Îro, em dikarin li civînan bi cewabên xwe pesnê Yehowa bidin. Lê belê, hin ji me ditirsin ku destê xwe hildin û cewab bidin. Em çawa dikarin ji tirsên xwe bifilitin? Ji bo ku em karibin cewabên jidil bidin, em dikarin çi bikin? Berî ku em cewabên van pirsan bistînin, bila em bala xwe bidin çar sebebên muhîm ku em çima li civînan cewaban didin.

EM ÇIMA LI CIVÎNAN CEWABAN DIDIN?

3-5. (a) Li gor Îbranî 13:15, gerek em çima li civînan cewaban bidin? (b) Gelo lazim e ku cewabên me gişt wek hev bin?

3 Yehowa dixwaze ku em pesnê wî bidin (Zeb. 119:108). Cewabên ku em li civînan didin, pareke “qurbanên pesnahiyê” ne. Kes nikare vê qurbanê li şûna me pêşkêş bike (Îbranî 13:15, KP bixwîne). Gelo lazim e ku qurbanên her kesî wek hev bin? Helbet na!

4 Yehowa dizane ku şexsiyet û hunerên her kesî ji hev cuda ne. Ew ji dil qîmetê dide qurbanên ku em dikarin pêşkêşî wî bikin. Bîne ber çavê xwe ku Yehowa di demên berê de çi cure qurban qebûl dikirin. Derfeta hinekan hebû ku berx an bizinan qurban bikin. Lê belê Yehowa îzin dida ku kesekî feqîr tenê “du heb qumrî an jî du heb çêlkew bîne”. Ji kesên ku nikaribû du çivîkan bînin, Yehowa got ku bila “pariyek ji deh pariyên efayê arvanê zirav” bînin (3. Mû. 5: 7, 11). Ar tiştekî erzan bû, lê Yehowa qîmet dida qurbanên wisa, lê wî dixwest ku ar “zirav” be.

5 Xwedayê me yê dilovan îro jî li me wisa dinêre. Gava em cewaban didin, ne lazim e ku em bi qasî Apollos zarşîrîn an bi qasî Pawlos hunermend bin (Kar. 18:24; 26:28). Yehowa dixwaze ku em çi qas dikarin, ew qas cewaban bidin. Jinebiya ku du pol avêtibûn bîne bîra xwe. Yehowa qîmet da bexşa wê, çimkî wê çi ji destê xwe dihat kir (Lûqa 21:1-4).

Cewabdayîn hem ji bo me hem jî ji bo guhdarvanan bifeyde ye (Li paragrafên 6 û 7an binêre) *

6. (a) Li gor Îbranî 10:24, 25, cewabên kesên din çawa dikarin li ser me tesîr bikin? (b) Em çawa dikarin teqdîra xwe ji bo cewaban eyan bikin?

6 Bi cewabên xwe, em cesaretê didin hevdû (Îbranî 10:24, 25 bixwîne). Em pir şa dibin gava xwişk û birayên me cure cure cewaban didin. Gava zarokên biçûk cewabên xweş didin, ma kêfa me bi wan nayê? Wexta ku yekî bi coşî behsa rastiyekê dike, ya ku wî nû keşf kiriye, ma em jî dilxweş nabin? Gava kesên şermok û kesên ku zimanê me nû hîn dibin cewaban didin, ma em ji cesareta wan re heyran namînin? (1. Sel. 2:2). Em çawa dikarin xîreta wan teqdîr bikin? Mesela, em dikarin piştî civînê ji bo cewabên wan pesnê wan bidin. Wekî din, wê baş be ku em jî cewaban bidin. Bi vî awayî, emê li civînan hem teşwîq bistînin hem jî teşwîq bidin kesên din (Rom. 1:11, 12).

7. Gava em cewaban didin, em ji vê çawa feyde distînin?

7 Gava em cewaban didin, em jî feyde dibînin (Îşa. 48:17). Çawa? A yekê, eger em dixwazin cewabekê bidin, emê ji bo civînê rind haziriyê bikin. Ev yek wê alî me bike ku em Kitêba Pîroz rindtir fehm bikin. Bi saya vê, wê ji me hêsantir bê ku em gotinên Kitêba Pîroz bînin cih. A diduyan, emê bi îhtimaleke mezin ji civînê zêdetir kêfê bistînin, çimkî hişê me wê zêdetir li ser programê be. A sisêyan, ji ber ku xîret lazim e ku em cewaban bidin, ev yek wê alî me bike ku em piştî civînê jî cewabên xwe zû ji bîr nekin.

8-9. (a) Li gor Maleyaxî 3:16, Yehowa li cewabên me çawa dinêre? (b) Hin kes çima destê xwe hilnadin?

8 Gava em baweriya xwe tînin zimên, Yehowa ji me razî dibe. Bawer be, gava em li civînan cewaban didin, Yehowa guh dide me û qîmetê dide xîreta me (Maleyaxî 3:16 bixwîne). Eger em xîret bikin ku daxwaza wî bînin cih, ewê me bimbarek bike (Malx. 3:10).

9 Belê, gelek sebebên muhîm hene ku em li civînan cewaban bidin. Dîsa jî, hinek ditirsin ku destê xwe hildin. Eger di dilê te de tirsên wisa hebin, ber xwe nekeve. Niha emê bala xwe bidin hin serpêhatî û prensîpên Kitêba Pîroz. Ji xeynî vê, emê li çend tewsiyeyan binêrin, ên ku dikarin alî me bikin ku em li civînan zêdetir cewaban bidin.

EM ÇAWA DIKARIN SERÎ BI TIRSÊN XWE RE DERXÎNIN?

10. (a) Gelek kes çima ditirsin ku cewaban bidin? (b) Tirsên wisa çima ne xerab in?

10 Gelo dilê te dikute gava tu dixwazî cewabekê bidî? Gelek kes wisa ne. Bi eslê xwe, gelek kes hebekî ditirsin gava cewaban didin. Ji bo ku tu karibî ji vê tirsê bifilitî, gerek tu fehm bikî ku sebeba vê tirsê çi ye. Gelo tu ditirsî ku tuyê tiştên ku tu dixwazî bibêjî ji bîr bikî an cewabeke şaş bidî? Gelo tu ditirsî ku cewaba te bi qasî cewabên xwişk û birayên din ne xweş be? Tirsên wisa ne xerab in, çimkî ew nîşan didin ku tu dilnizm î û kesên din ji xwe bilindtir dibînî. Nêrîneke wisa li Yehowa xweş tê (Zeb. 138:6; Flp. 2:3). Dîsa jî, Yehowa dixwaze ku tu li civînan pesnê wî bidî û xwişk û birayan teşwîq bikî (1. Sel. 5:11). Xwedê ji te hez dike, û ewê helbet cesaretê bide te.

11. Kîjan ayet dikarin dilê me rihet bikin?

11 Gelek ayet hene, yên ku dilê me rihet dikin. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku em hemû “bi devê xwe” şaşiyan dikin (Aqûb 3:2). Yehowa dizane ku em biqisûr in, û xwişk û birayên me jî vêya baş dizanin (Zeb. 103:12-14). Ew malbata me ya ruhî ne, û ew ji me hez dikin (Mar. 10:29, 30; Yûh. 13:35). Ew dizanin ku ji me re carinan zor tê ku em fikrên xwe bi zelalî bînin zimên.

12-13. Serpêhatiyên Nehemya û Ûnis çi rêyî me didin?

12 Hin serpêhatiyên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin ku tu serî bi tirsên xwe re derxînî. Mesela, serpêhatiya Nehemya bîne ber çavê xwe. Nehemya ber destê padîşahê Farisan xizmet dikir. Carekê, ew xemgîn bû seba ku sûr û deriyên Orşelîmê wêran bûn (Nhy. 1:1-4). Gava padîşah ji wî pirsî ku ew çima xemgîn e, kî dizane ku ew çi qas tirsiya! Nehemya zû bi zû dua kir û paşê cewaba xwe da. Bi saya gotinên wî, padîşah bi comerdî alî xizmetkarên Xwedê kir (Nhy. 2:1-8). Wekî din, serpêhatiya Ûnis bîne ber çavê xwe. Gava Yehowa wezîfe da wî ku ew xelkê Nînewê hişyar bike, Ûnis ew qas tirsiya ku ew reviya cihekî din (Yns. 1:1-3). Lê di netîceyê de, Ûnis wezîfeya xwe bi alîkariya Yehowa pêk anî. Bi saya gotinên wî, xelkê Nînewê sax man (Yns. 3:5-10). Serpêhatiya Nehemya rêyî me dide ku gerek em dua bikin berî ku em cewaban bidin. Serpêhatiya Ûnis jî nîşanî me dide ku tirsa me çi qas mezin be jî, Yehowa dikare alî me bike. Hem jî, ne lazim e ku tu ji xwişk û birayên xwe bitirsî – bawer be, ew wek xelkê Nînewê nînin!

13 Tu çawa dikarî li civînan cewabên xweş bidî? Niha emê li çend tewsiyeyan binêrin.

14. Çima lazim e ku em ji bo civînan haziriyê bikin, û em kengê dikarin vêya bikin?

14 Ji bo her civînê haziriyê bike. Eger tu ji berê de plan bikî û rind haziriyê bikî, tuyê bi rihetî karibî cewaban bidî (Mtl. 21:5). Helbet hal û şertên her kesî ji hev cuda ne. Mesela, Eloise, jinebiyeke weke 80 salî, li destpêka heftiyê dest bi hazirkirina lêkolîna Birca Çavdêriyê dike. Xwişka me wisa dibêje: “Gava ez ji berê de haziriyê dikim, ez ji civînê zêdetir kêfê distînim.” Xwişka me Joy, a ku li îşekî tamrojî dixebite, li roja Şemiyê ji bo lêkolîna Birca Çavdêriyê haziriyê dike. Ew wisa dibêje: “Ez dixwazim ku temaya meqaleyê ji bîra min neçe.” Birayê me Junior, ê ku hem kalê civatê ye hem jî pêşeng e, wisa dibêje: “Ez nikarim temamiya meqaleyê bi carekê re xelas bikim. Loma di hindurê heftiyê de, ez çend caran hindik hindik haziriyê dikim.”

15. Tu çawa dikarî ji bo civînan rind haziriyê bikî?

15 Tu çawa dikarî haziriyê bikî? Berî ku tu dest bi lêkolînê bikî, dua bike ku Yehowa ruhê pîroz bide te (Lûqa 11:13; 1. Yûh. 5:14). Paşê, bi kurtasî li temamiya meqaleyê binêre, mesela li temayê, li sernivîsan, li resman û li pirsên dubarekirinê. Gava tu paragrafan lêkolîn dikî, heta ku ji destê te tê ayetên nîşankirî jî bixwîne. Li ser melûmatê kûr bifikire û bala xwe bide fikrên ku tu dixwazî di cewabên xwe de bînî zimên. Eger tu rind haziriyê bikî, tuyê zêdetir feyde bibînî û tuyê bi rihetî karibî cewaban bidî (2. Kor. 9:6).

16. Kîjan hacetên lêkolînê hene, û tu wana çawa bi kar tînî?

16 Hacetên elektronîk bi kar bîne. Yehowa bi destê teşkîlata xwe hacetên elektronîk dane me. Ev hacet alî me dikin ku em ji bo civînan haziriyê bikin. Li sepana JW Library®, em dikarin weşanên lêkolîne li ser telefon an tableta xwe daxin. Paşê, em dikarin van malzemeyan li her derê lêkolîn bikin, bixwînin an guhdarî bikin. Mesela, hin xwişk û birayên me bi alîkariya vê hacetê li otobusê an di navberên xebat an dersan de lêkolîna şexsî dikin. Watchtower Library û Watchtower ONLINE LIBRARYjî alî me dikin ku em hin nuqteyan balkêş hûr û kûr lêkolîn bikin.

Tu kengê ji bo civînan haziriyê dikî? (Li paragrafên 14 heta 16an binêre) *

17. (a) Wê çima baş be ku tu çend cewaban hazir bikî? (b) Tu ji vîdeoya Bibe Dostê Yehowa – Caba Xwe Hazir ke çi hîn bûyî?

17 Wê baş be ku tu ji bo her civînê çend cewaban hazir bikî. Çima? Carinan çend kes di eynî demê de destê xwe hildidin, û dibe ku îdarevan ne te, lê kesekî din hilbijêre. Ji bo ku civîn di wextê de xelas bibe, îdarevan belkî nikare her kesî hilbijêre ku cewab bide. Dibe ku li destpêka muzakereyê fersend çênebe ku tu cewaba xwe bidî. Eger wisa be, nexeyîde û xemgîn nebe! Wê baş be ku tu çend cewaban hazir bikî. Bi vî awayî, îhtimal wê zêde bibe ku tu karibî qet nebe cewabekê bidî. Mesela, tu dikarî hem ji bo xwendina ayetekê hem jî ji bo cewabeke bi peyvên xwe haziriyê bikî. *

18. Wê çima baş be ku em cewabên kin bidin?

18 Cewabên kin bide. Gelek caran, cewabên kin, cewabên herî xweş in. Loma wê baş be ku cewabên te bi zêdeyî dirêj nebin, lê weke 30 saniye bin (Mtl. 10:19; 15:23). Eger tu xwişk an birayekî cerîbandî yî, wê baş be ku tu bi cewabên kin ji kesên din re bibî emsal. Eger cewabên te pir dirêj bin, kesên din wê bitirsin ku ew nikarin wek te cewabê bidin. Wekî din, bi saya cewabên kin, fersend wê çêbe ku zêde kes cewaban bidin. Hemû nuqteyên paragrafê nebêje. Piştî ku fikra sereke ya paragrafê hatiye muzakere kirin, tu dikarî li ser nuqteyên din cewaban bidî (li çarçoveya “Ez Dikarim li ser Çi Cewab Bidim?” binêre).

19. Îdarevan çawa dikare alî te bike? Ji bo vê, gerek tu çi bikî?

19 Ji îdarevan re bibêje ku tu dixwazî cewaba li ser kîjan paragrafê bidî. Eger tu dixwazî vêya bikî, berî civînê ji îdarevan re bibêje. Gava rêza te tê, destê xwe zû û bilind hilde ku îdarevan te bibîne.

20. Civînên me çawa dişibin xwarineke ku em tevî dost û hevalên xwe dixwin?

20 Civînên me dişibin xwarineke ku em tevî dost û hevalên xwe dixwin. Bifikire ku hûn dixwazin bi hev re herin pîknîkê û tu jî gerek tiştekî biçûk hazir bikî. Teyê çi bikira? Belkî teyê hebekî xem bikişanda, lê teyê dîsa jî çi ji destê te tê bikira ku tiştekî xweş bianiya. Mazûvanê me Yehowa li civînan sifreyeke tije li ber me datîne (Zeb. 23:5; Met. 24:45). Ew ji me razî dibe gava em hediyeyeke biçûk tînin. Loma rind haziriyê bike, û tu çi qas dikarî, ew qas cewaban bide. Bi vî awayî, tu dikarî hem ji sifreye Yehowa bixwî hem jî hediyeyekê bidî civatê.

KILAM 2 Navê Te Yehowa ye

^ par. 5 Wek Dawidê zebûrbêj, em jî ji Yehowa hez dikin û dixwazin pesnê wî bidin. Li civînan, em dikarin bi cewabên xwe nîşan bidin ku em ji wî çi qas hez dikin. Lê belê li hinekan zor tê ku cewaban bidin. Ev meqale dikare alî te bike ku tu tirsên xwe tesbît bikî û serî bi wan re derxînî.

^ par. 17 Li ser jw.org, li vîdeoya Bibe Dostê Yehowa – Caba Xwe Hazir ke (RDU) temaşe bike.

^ par. 63 RESIM: Ferdên civatê li lêkolîna Birca Çavdêriyê cewaban didin.

^ par. 65 RESIM: Hin ferdên civatê, yên ku li resmê din li lêkolîna Birca Çavdêriyê cewab didin. Hal û şertên her yekî wan ji hev cuda bin jî, ew hemû ji bo hazirkirina civînê wext vediqetînin.