Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gotara bona Hînbûnê 2

Civatêda Pesinê Yehowa Bide

Civatêda Pesinê Yehowa Bide

“Nava civînêda pesinê te bidim” (ZEB. 22:22).

KILAMA 59 Tevî Min Yah Rûmet kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Dawid çawa bû hindava Yehowa, û ewê yekê wî berbi çi hêlan dikir?

DAWID PADŞA nivîsî: “Xudan mezin e, hêjayî gelek pesina ye” (Zeb. 145:3). Ewî Yehowa hiz dikir û ewê hizkirinê wî hêlan dikir, wekî “nava civînêda” pesina bide Xwedê (Zeb. 22:22; 40:5). Bêşik, hûn jî Yehowa hiz dikin û evan giliyên Dawidra qayîl in: “Tu ji destpêkê heta abadînê pîroz î, Xwedayê bapîrê me Îsraêl, Xudan” (1 Dîr. 29:10-13).

2. a) Ça em dikarin pesina bidine Yehowa? b) Hine xûşk-bira rastî kîjan çetinaya tên, û emê derheqa çi şêwir kin?

2 Îro ça em dikarin civatêda pesina bidine Yehowa? Cûrek ew e, ku civatêda caba xwe bidin. Lê gelek xûşk-birên mera ew yek çetin e. Ewana dixwazin caba xwe bidin, lê tirs riya wana digire. Lê ça ewana dikarin ewê tirsê ji xwe dûr xin? Kîjan şîret wê alî me gişka bikin, wekî pê cabên xwe xûşk-bira bişidînin? Pêşiya ku caba wan pirsa bidin, were em şêwir kin 4 meniyên ferz, ku çira em civatêda caba xwe didin.

ÇIRA EM CIVATÊDA CABA XWE DIDIN?

3-5. a) Çawa ku Îbranî 13:15-da tê şirovekirinê, çira em civatêda caba xwe didin? b) Gelo em hemûşk gerekê mîna hev caba xwe bidin? Şirovekin.

3 Yehowa me gişkara qedirekî usa daye, ku pesina bidine wî (Zeb. 119:108). Çaxê em civatêda caba xwe didin, ew heye pareke “qurbana pesindayînê”, û tu kes nikare dewsa me ewê qurbanê bide. (Bixûne Îbranî 13:15.) Gelo Yehowa dewa dike, wekî em gişk mîna hev ewê qurbanê bidin? Tu car na!

4 Yehowa zane ku fereset û derecên me her kesî ji hev cude dibin, û ew qîmet dike çaxê çiqas jî destê me tê em dikin, seva qurbanê wîra bidin. Bifikirin derheqa wê yekê, ku Yehowa ji Îsraêliya kîjan qurban qebûl dikirin. Destê hine Îsraêliyada hebû seva pez yan bizin qurban kin. Lê Îsraêliyên ku destteng bûn, dikaribûn “du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa” qurban kin. Û hergê kesekî nikaribû ew du çivîk jî bianiya, Yehowa qebûl dikir wekî ewana “pareke êfayê ji deha yek arê xas”, qurban kirana (Qan. Kah. 5:7, 11). Rast e ar daha erzan bû, lê hergê ew ar baş bû, Yehowa qîmet dikir ew qurban.

5 Xwedêyê meyî qenc îro hindava meda jî usa ne. Çaxê em caba xwe didin, ew dewa nake wekî em besa xeberê mîna Apolo gotinbêjên baş bin, yan jî mîna Pawlos xeberdanêda hoste bin (Kar. Şand. 18:24; 26:28). Yehowa dixwaze wekî em her tiştî bikin, seva cabên baş bidin, lê ew ji me dewa nake haqas çiqas em nikarin bikin. Bînin bîra xwe jinebîke belengaz, ya ku du pol qurban kir. Ew jinebî ber çevê Yehowa qîmet bû, çimkî belengaziya xweda ya lape baş qurban kir (Lûqa 21:1-4).

Çaxê em caba xwe didin, hin em karê distînin hin jî yên din (Binihêre abzasa 6-7) *

6. a) Li gora Îbranî 10:24, 25, çawa cabên xûşk-bira dikarin ser me hukum kin? b) Hûn ça dikarin razîbûna xwe nîşan kin wanra, yên ku pê cabên xwe we dişidînin?

6 Em pê cabên xwe hev dişidînin. (Bixûne Îbranî 10:24, 25.) Her kes ji me dişêkirîne çaxê xûşk-bira caba xwe didin. Hewasa me tê çaxê zara biçûk bi dil caba kin dide. Usa jî dilê me digire gava em dibihên, wekî kesek tiştên qîmet ku pêhesiyaye, gilî dike. Û çaxê yên şermoke yan jî yên ku teze ziman hîn dibin, caba xwe didin, em wanra firnaq dibin, çimkî ewana mêrxasiyê didine kifşê (1 Têsln. 2:2). Lê ça em dikarin wanra nîşan kin, ku ew cefê wan qîmet dikin? Wê baş be hergê paşî civatê payê wan bidin bona cabên wanî dilgerm. Dîsa cûrekî ku em ça dikarin razîbûna xwe nîşan kin, ew e çaxê em xwexa jî caba xwe didin. Hingê em ne ku tenê dildayînê distînin, lê em usa jî xwexa dil didine yên mayîn (Rom. 1:11, 12).

7. Em çi karê distînin çaxê caba xwe didin?

7 Em karê distînin çaxê caba xwe didin (Îşa. 48:17). Çawa? Ya pêşin, çaxê em nêtê datînin ku caba xwe bidin, em hêlan dibin bona civatê xwe hazir kin. Gava em xwe rind hazir dikin, em destpêdikin Xebera Xwedê kûr fem kin. Û em çiqas kûr fem dikin, haqas baş em dikarin bidine xebatê çi ku pêdihesin. Ya duda, em daha şabûnê ji civatê distînin, çimkî em xwexa jî civatêda caba xwe didin. Ya sisiya, çaxê em caba xwe didin, ev fikir daha rind bîra meda dimînin.

8-9. a) Anegorî Malaxî 3:16, Yehowa ça dinihêre ser cabên me? b) Hinek ji me rastî çi çetinayê tên?

8 Çaxê em pê cabên xwe baweriya xwe eyan dikin, em dilê Yehowa şa dikin. Em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa me dibihê û gelek qîmet dike ku em ser civata caba xwe didin. (Bixûne Malaxî 3:16.) Ewê yekê Xwedê mera dide kifşê çaxê me kerem dike, çimkî em her tiştî dikin seva dilê wî şa kin (Malx. 3:10).

9 Eşkere ye wekî meniyên meye ferz hene, seva civatêda caba xwe bidin. Lê yeke hinek ditirsin destê xwe bilind kin. Hergê hûn usa nin, berxwe nekevin. Were em niha hine prînsîpên Kitêba Pîroz şêwir kin, usa jî mesela û çend gavên kêrhatî, kîjan ku wê alî me hemûşka bikin, ku caba xwe bidin.

ÇAWA TIRSÊ JI XWE DÛR XIN

10. a) Bal me geleka çi tirs heye? b) Çira hergê kesek ditirse caba xwe bide, ew nîşaneke baş e?

10 Bal we usa dibe ku hûn dixwazin destê xwe bilind kin, lê dilê we qayîm dikute? Hergê erê, hûn tenê nînin. Gelek ji me hinekî ditirsin çaxê caba xwe didin. Lê seva ku evê tirsê ji dilê xwe derxin, hûn gerekê têderxin ku hûn ji çi ditirsin. Diqewime hûn ditirsin wekî giliyên xwe bîr kin yan jî tiştekî nerast bêjin. Yan diqewime hûn difikirin, wekî cabên we wê usa baş nîbin ça cabên xûşk-bira. Bi rastî, hergê hûn bona vê yekê ditirsin, ew nîşaneke baş e, çimkî ev dide kifşê ku hûn milûk in û xwe ser merivara nagirin. Yehowa merivên milûk hiz dike (Zeb. 138:6; Fîlî. 2:3). Lê Yehowa usa jî dixwaze ku hûn pesina bidine wî û civatêda xûşk-birên xwe qewî kin (1 Têsln. 5:11). Ew we hiz dike û wê mêrxasiyê bide we.

11. Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz alî me dikin, ku em civatêda caba xwe bidin?

11 Dîna xwe bidine ser hine prînsîpên ji Kitêba Pîroz. Kitêba Pîroz dibêje, wekî her kes ji me xeberdanêda şaşiya dike (Aqûb 3:2). Yehowa ji me dewa nake ku bêqisûr bin, ne jî ji xûşk-birên me (Zeb. 103:12-14). Ewana neferên malbeta meye ruhanî ne, û me hiz dikin (Marq. 10:29, 30; Yûhn. 13:35). Ewana fem dikin, wekî cara em cabên xweda tiştekî usa dikarin bêjin, çi ku me nedixwest.

12-13. Em ji serhatiya Nehemiya û Ûnis çi pêdihesin?

12 Bifikirin derheqa meselên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku dikarin alî we bikin, wekî tirsê ji xwe dûr xin. Bînin bîra xwe Nehemiya. Ewî qesira padşakî qewîda qulix dikir. Nehemiya gelek berxwe diket, çimkî dîwar û dergehên Orşelîmê hilşandî bûn (Nehem. 1:1-4). Bidine ber çevê xwe, dilê wî ça dikuta, gava padşa ji wî pirsî, ku ew çira usa medekirî ye. Nehemiya derbêra Yehowara dua kir û paşê caba padşê da. Padşa çaxê caba wî bihîst, alîkariya mezin da cimeta Xwedê (Nehem. 2:1-8). Usa jî bifikirin derheqa Ûnis. Çaxê Yehowa wîra got ku here tevî bineliyên Nînewayê xeber de, Ûnis gelek tirsiya û çû şeherekî mayîn (Ûns. 1:1-3). Lê pê alîkariya Yehowa, ew çû û şixulê ku Xwedê dabû wî, kir. Û bi rastî giliyên wî ku Nînewayara got, gelek baş ser wana hukum bûn (Ûns. 3:5-10). Ji serhatiya Nehemiya em derseke ferz hîn dibin, ku pêşiya caba xwe bidin lazim e dua bikin. Lê ji Ûnis em pêdihesin, ku Yehowa dikare alî me bike, wekî jêra xizmet kin, hergê jî em ji tiştekî ditirsin. Lê civatêda caba xwe bidin bi rastî usa tirs û çetin nîne, çawa ku elamkirina dîwanê bineliyên Nînewayêra.

13 Kîjan gav wê alî we bikin, ku pê cabên xwe xûşk-bira dilgerm kin? Were çend şîreta şêwir kin.

14. Çira em bona civatê gerekê xwe rind hazir kin, û kengê em dikarin vê yekê bikin?

14 Bona civata hazir bin. Çaxê hûn pêşda xwe rind hazir kin, hûnê xweda hê bawer bin û kêm bitirsin ku caba xwe bidin (Metlk. 21:5). Belê, wedê me her kesî mîna hev nîne. Xûşkeke meye jinebî, ku weke 80 salî ye û navê wê Êloîs e, destpêka heftiyêda xwe hazir dike bona “Birca Qerewiliyê”. Ew dibêje: “Çaxê ez xwe pêşda hazir dikim, ez ji civatê hê zêde karê distînim”. Coy, ya ku temam roj dixebite, roja Şemiyê xwera wede başqe dike, wekî xwe hazir ke bona “Birca Qerewiliyê”. Ew dibêje: “Ez hiz dikim rojek pêşiya civatê xwe hazir kim, çimkî usa bîra min naçe”. Ayk, rûspîkî pêşeng, dibêje: “Min fem kir wekî bona min baş e nava temamiya heftiyêda hindik-hindik hazir bim, ne ku carekêra”.

15. Hûn ça dikarin bona civatê xwe rind hazir kin?

15 Lê çi dikeve nava hazirkirinê? Pêşiya ku destpêkin xwe hazir kin, dua bikin Yehowara, wekî ruhê xweyî pîroz bide we (Lûqa 11:13; 1 Yûhn. 5:14). Paşê, çend deqa kifş kin, wekî bi temamî dersê binihêrin, dêmek nava, binseriya, şikla, çargoşa û pirsên wekilandinê. Çaxê hûn her abzasekê hazir dikin, çiqas dikarin hemû rêza bixûnin. Hûn çi jî dixûnin, ser bifikirin, û dîna xwe bidin ser fikirên ku hûn dixwazin caba xwe bidin. Hûn çiqas xwe rind hazir kin, hûnê haqas karê bistînin û wera wê daha hêsa be caba xwe bidin (2 Korn. 9:6).

16. Kîjan hacet bal we hene, û çawa hûn dikarin wana bidine xebatê?

16 Hergê dikarin, hacetên elektronîk bidine xebatê ser wî zimanî, kîjan ku hûn zanin. Yehowa bi saya teşkîleta xwe programên elektronîk daye me, seva xwe bona civatê hazir kin. Bi saya “JW Library® em dikarin edebyetên bona hînbûnê ser têla xwe bikişînin. Paşê, firqî tune kengê û kîderê, em îda dikarin ewan edebyeta lêkolîn bikin, bixûnin û pê aûdîoyê bibihên. Hinek xebatêda wedê hêsabûnê evê yekê dikin, hinek mektebêda, hinek jî çaxê rêda nin. Hergê em dixwazin hê zêde lêkolîn bikin, û zû-zû bivînin wan kaniya, kîderê zêde înformasiya tê dayînê, bidine xebatê “Kitêbxaneya ya Birca Qerewiliyê” û “KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê”.

Hûn kengê xwe bona civatê hazir dikin? (Binihêre abzasa 14-16) *

17. a) Çira baş e wekî çend caba hazir kin? b) Hûn çi pêhesiyan ji vîdêo “Bibe Dostê Yehowa: Caba Xwe Hazir ke”?

17 Wê baş be, bona her dersekê çend caba hazir kin. Çira? Çimkî çaxê hûn destê xwe bilind kin, dibeke her car bira we nepirse. Xûşk-birên din jî destê xwe hildikişînin, û bira dibeke kesekî din bipirse. Xêncî vê yekê, seva civat wededa xilaz be, birê ku civatê derbaz dike, dibeke hindik meriva pirs ke. Lema hûn gerekê nexeydin û berxwe nekevin, hergê bira destpêkêda we nepirse. Hergê hûn çend caba hazir kin, wê hê zêde mecala we hebe caba xwe bidin. Dibeke hûn xwe hazir dikin, wekî rêzên ji Kitêba Pîroz bixûnin, lê wê baş be usa jî caba hazir kin û pê giliyên xwe bêjin. *

18. Çira baş e cabên kin bidin?

18 Cabên kin bidin. Gelek car cabên kin û hêsa gelek dişidînin. Lema jî xwera nêtê daynin ku cabên kin bidin. Bixebitin ser xwe, wekî caba we 30 senî zêdetir nekişîne (Metlk. 10:19; 15:23). Hergê îda gelek sal e ku hûn civatêda caba xwe didin, îlahî hûn dikarin bibine mesela baş ku caba xwe kin bidin. Hergê hûn caba xwe dirêj bidin, yên din wê bifikirin wekî wê nikaribin mîna we usa xeber din û wê bitirsin caba xwe bidin. Usa jî caba kin mecalê dide, wekî xûşk-birên din jî caba xwe bidin. Îlahî hergê bira pêşiyê ji we dipirse, wê baş be ku hûn caba hêsa û konkrêt bidin. Carekêva hemû fikirên abzasê nevêjin. Çaxê îda nêta sereke ya abzasê hate şêwirkirinê, hûn dikarin fikirên zêde bêjin (Binihêrin çargoşe “ Civatêda Derheqa Çi Ez Dikarim Caba Xwe Bidim?”).

19. Birê ku civatê derbaz dike ça dikare alî we bike, lê hûn gerekê çi bikin?

19 Birara, yê ku civatê derbaz dike bêjin, wekî hûn dixwazin ser kîjan abzasê caba xwe bidin. Wê baş be pêşiya destpêka civatê jêra bêjin. Çaxê îda ew abzas bê şêwirkirinê, ser kîjanê hûn dixwazin caba xwe bidin, derbêra destê xwe bilind kin, seva bira destê we bivîne.

20. Çi cûreyî civat mîna nanxwarina tevî hevala ye?

20 Ser civatê usa binihêrin ça ser nanxwarina tevî hevalên nêzîk. Bidine ber çevê xwe, hevalên ji civata we top dibin bona nanxwarinê, seva tevayî wede derbaz kin, û wera dibêjin ku hûn jî xwarinekê hazir kin. Hûnê çi bikin? Dibeke hûn hinekî berxwe kevin, lê yeke hûnê bi dil û can xwarineke baş çêkin, wekî gişka xweş bê. Em mêvanên Yehowa ne, û ew civatêda mera sifireke mezin vedike (Zeb. 23:5; Met. 24:45). Û ew şa dibe çaxê em jî tevî xwe pêşkêşeke biçûk tînin, ya lape baş çi ku em dikarin bidin. Lema jî xwe rind hazir kin bona civatê, û bi dil û can caba xwe bidin. Paşê hûnê civatêda ji sifira Yehowa ne ku tenê bixwin, lê usa jî pêşkêşê bînin.

KILAMA 2 Navê Te Yehowa ye

^ abz. 5 Em jî mîna Dawidê zebûrbêj, Yehowa hiz dikin û şa dibin çaxê pesinê wî didin. Çaxê em têne civatê, ew mecaleke baş e seva ku hizkirina xwe Xwedêra bidine kifşê. Lê bona hineka ji me, çetin e civatêda caba xwe bidin. Hergê tu jî rastî vê çetinayê têyî, ew gotar dikare alî te bike, ku têderxî çira ditirsî û çawa ewê tirsê bal xwe bidî hildanê.

^ abz. 17 Ser jw.org heye vîdêo “Bibe Dostê Yehowa: Caba Xwe Hazir ke”. Bikevin NEŞIRKIRIN > VÎDÊO > ZAR.

^ abz. 63 ŞIROVEKIRINA ŞIKLÊ: Xûşk-birên civatê bi dil û can şêwir dikin “Birca Qerewiliyê”.

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKLÊ: Ser şiklê pêşin ew xûşk-birên ku ser civatê caba xwe didan, xwe bona “Birca Qerewiliyê” hazir dikin. Rast e derecên wan cûre-cûre ne, lê wana gişka jî wede başqe kiriye, seva bona civatê xwe hazir kin.