Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 6

Bêqisûrtiya Xwe Xwey kin!

Bêqisûrtiya Xwe Xwey kin!

“Heta mirinê bêqisûrtiya xwe nahêlim!” (ÎB. 27:5, DT).

KILAMA 34 Bêqisûrtiya Xweda Here

VÊ GOTARÊDA *

1. Çawa sê Şedên Yehowa aminiya xwe Yehowara xwey kirine?

BIDINE ber çevê xwe sê derecên ku rastî Şedên Yehowa tên: 1) Dersdar mektebêda hemû şagirtara dibêje, wekî bona filan cejinê tiştekî bikin. Lê qîzikek ku Şedê Yehowa ye, zane ku Xwedê ewê cejinê qebûl nake. Lema jî ew bi qedir dibêje, wekî ew tevî vê cejinê nabe. 2) Gedekî cahil mal bi mal xizmet dike, û divîne wekî mala din ew heye mala hevaldersxanê wî, yê ku qerfê xwe Şedên Yehowa dike. Ew şerm dike û hinekî ditirse, lê yeke diçe vê malê û derî dixe. 3) Malxêk ku ancax ebûra neferên xwe dike, diçe xebatê. Carekê mezinê xebata wî jêra dibêje, wekî derewa bike yan jî tiştekî neqanûnî bike. Ew zane ku dikare xebata xwe unda ke, lê yeke mezinê xebatêra şirovedike, wekî ew tenê rastiyê dibêje û gura qanûnê dike, çimkî Xwedê ji xizmetkarên xwe vê yekê dewa dike (Rom. 13:1-4; Îbrn. 13:18).

2. Emê kîjan pirsa şêwir kin, û çira?

2 Hûn ça difikirin, bal wan hersêka çi hunur heye? Dibeke hûnê bêjin, wekî wana çend hunur dane kifşê, besa xeberê mêrxasî û helalî. Lê hunureke lape mexsûs ku wana da kifşê, ew heye bêqisûrtî. Her yek ji wan Yehowara amin ma û prînsîpên Yehowa neteribandin. Bêqisûrtiyê ewana hêlan kirin, wekî usa bikin. Yehowa bêşik wan merivara firnaq bûya, ku wana hunureke usa dane kifşê. Em jî dixwazin wekî Bavê me mera firnaq be. Lema jî were em wan sê pirsa şêwir kin: Çi ye bêqisûrtî? Çira em gerekê bêqisûr bin? Û çawa wedê tengasiya, em dikarin bêqisûrtiya xwe xwey kin?

ÇI YE BÊQISÛRTÎ?

3. a) Çi tê hesabê bêqisûrtî? b) Meselê bînin, ku eyan dike çi tê hesabê bêqisûrtî.

3 Çi cûreyî xizmetkarên Xwedê bêqisûrtiyê didine kifşê? Ewana bi temamiya dilê xwe Yehowa hiz dikin û jêra amin dimînin, û timê pê kirên xwe dilê wî şa dikin. Dîna xwe bidinê, xebera bêqisûr çi tê hesabê. Kitêba Pîrozda xebera ku hatiye welgerandinê “bêqisûr”, tê hesabê “tam” yan jî “bêkêmasî”. Besa xeberê, çaxê Îsraêliya Yehowara heywan qurban dikirin, Qanûnê ji wan dewa dikir, wekî heywan bêkêmasî bin * (Qan. Kah. 22:21, 22). Cimeta Xwedêra îzin tune bû, wekî heywanên usa qurban kirana, kîjan mesele, bênig, bêguh, bêçev bûna, yan nexweş bûna. Bona Yehowa gelek ferz bû, wekî ew heywan tam û sax-silamet bûna (Malx. 1:6-9). Em dikarin Yehowa fem kin, ku çira bona wî ew yek ferz bû. Çaxê em dixwazin tiştekî bikirin, mesele êmîş, kitêb, yan jî hacetekê, em naxwazin kêmasiya wî tiştî hebe, yan qul yan jî xirabbûyî be. Em dixwazin ew tişt tam û rind be. Yehowa jî dixwaze, wekî hizkirin û aminiya me hindava wîda, tam û bêkêmasî be.

4. a) Çira merivê gunekar dikare bêqisûr be? b) Li gora Zebûr 103:12-14, Yehowa ça ne hindava me?

4 Lê gelo seva bêqisûr bin, em gerekê bêgune bin? Ne em gelek şaşiya dikin û kêmasiyên me hene! Dîna xwe bidine du meniya, ku çira eseyî nîne em bêgune bin, seva ber çevê Xwedê bêqisûr bin. Ya pêşin, Yehowa dîna xwe nade ser şaşiyên me. Xebera wî dibêje: “Xudan, heger dîna Xwe bidî guneyêd me, kî wê bikaribe ber Te bisene, Xweyo?” (Zeb. 130:3). Ew zane wekî em gunekar in û kêmasiyên me hene, lê yeke ew bi merdanî me dibaxşîne (Zeb. 86:5). Ya duda, Yehowa zane sînorên me, û ew ji me haqas dewa nake çiqas em nikarin. (Bixûne Zebûr 103:12-14.) Wekî usa ne, çi tê hesabê çevê wîda tam û bêkêmasî bin?

5. Bona xizmetkarên Yehowa çira hizkirin ferz e seva bêqisûr bin?

5 Seva xizmetkarên Yehowa bêqisûr bin, hizkirin gelek ferz e. Hizkirina me û aminiya me hindava Bavê meyî ezmana, gerekê tam û bêkêmasî be. Hergê wedê cêribandina û tengasiya em hizkirina xwe hindava wî unda nakin, ew tê hesabê wekî em bêqisûr in (1 Dîr. 28:9; Met. 22:37). Dîna xwe dîsa bidine ser sê derecên Şedên Yehowa, besa kîjana me jorê kir. Bifikirin, wana çira usa kir. Femdarî ye, wê qîzikê xweş nehata, wekî mektebêda pêkenî be, ew gedê cahil jî nedixwest ber derî şermî be, û malxê malê jî nedixwest, wekî xebata xwe unda ke. Lê wana prînsîpên Yehowayî rast zanibûn, û hiş-aqilê wan tenê ser vê yekê bû, ku dilê Bavê xweyî ezmana şa kin. Hizkirina wan hindava Xwedê, qewat da wan, wekî wî ser hemû tiştîra bigirin. Wî cûreyî wana îzbat kir, wekî bêqisûr in.

ÇIRA EM GEREKÊ BÊQISÛR BIN?

6. a) Çira em gerekê bêqisûr bin? b) Çawa Adem û Hêwayê bêqisûrtiya xwe xwey nekirin?

6 Çira gelek ferz e, wekî her kes ji me bêqisûr be? Mera ew yek lazim e, çimkî Şeytan buxdan avîte Yehowa û me. Ew milyaketê raber îda baxçê Edenêda xwe kire Şeytan, dêmek “Miqabil”. Ewî navê Yehowa erdê xist, çimkî giliyên wî usa derdiket, ku Xwedê Serwêrê xirab, xwehiz û qelp e. Lê yazix, Adem û Hêwayê aliyê Şeytan girtin, û miqabilî Yehowa derketin (Destp. 3:1-6). Bi rastî jîyîn baxçê Edenêda bêhesab mecal dida wan, seva hizkirina xwe hindava Yehowa hê qewî kin. Lê wî wedeyî çaxê Şeytan wana cêriband, hizkirina wan netam û qisûr bû. Niha pirseke din pêşda tê: Gelo qe meriv dikare ji hizkirinê Yehowa Xwedêra amin bimîne? Bi giliyên mayîn bêjin, qe meriv dikare bêqisûr be? Caba vê pirsê emê ji serhatiya Îbo pêbihesin.

7. Çawa Îbo 1:8-11-da tê kifşê, Yehowa û Şeytan derheqa bêqisûrtiya Îbo çi difikirîn?

7 Îbo wî wedeyîda dijît, çaxê Îsraêlî Misirêda bûn. Bêqisûrtiya wî, rastî jî mexsûs bû. Ew jî mîna me merivekî gunekar bû û şaşî dikir. Lê Yehowa Îbo hiz dikir bona bêqisûrtiya wî. Şeytan hê berêda derheqa bêqisûrtiya meriva, qerf Yehowa dikir. Û Yehowa dîna wî da ser Îbo, çimkî ewî bi emirê xwe îzbat dikir, ku Şeytan derewîn e! Lema jî Şeytan dewa kir, wekî bêqisûrtiya Îbo bê cêribandinê. Yehowa îtbariya xwe dostê xwe Îbo dianî, û îzin da Şeytan, wekî wî bicêribîne. (Bixûne Îbo 1:8-11.)

8. Şeytan ça pey Îbo ket?

8 Şeytan bêrem e û mêrkuj e. Ewî hebûk û berdestiyên Îbo lê stand, û navê wî jî erdê xist. Şeytan usa jî pey neferên Îbo ket, û deh zarên wî kuşt. Paşê, ew pey Îbo ket, wî nexweş xist, û usa kir ku ser temamiya bedena wî, ji peniya niga heta serê wî, tije pizik bûn. Jina Îbo ji tevhevbûnê û derdê giran, gote wî ku nifira Xwedê bike û bimire. Rast e Îbo xwexa jî xwera mirin dixwest, lê yeke ewî dîsa xwe li bêqisûrtiya xwe digirt. Paşî vê yekê, Şeytan îda bi mêtodeke din Îbo cêriband, ewî sê hevalên Îbo da xebatê. Ewana ser çend roja çûn teseliya Îbo kirin, lê qe dilbînî nedane wî. Dewsê, wana lome wî dikirin û buxdan diavîtine wî. Wana digot, wekî yançi Xwedê ew bela aniye serê wî û bêqisûrtiya Îbo ber çevê wî pûç e. Wana hela hê jî digot, ku Îbo merivekî xirab e û hêjayî vê yekê ye çi ku hate serê wî (Îb. 1:13-22; 2:7-11; 15:4, 5; 22:3-6; 25:4-6).

9. Wedê kul-derda Îbo çi nekir?

9 Lê wan kul-derdên giranda, Îbo ça xwe da kifşê? Îbo merivekî gunekar bû, û ewî bi hêrsê wan hevalên qelp sûcdar kir, û tiştên usa got ku paşê fem kir wekî ew bêfemtî bû. Ewî rastiya xwe ser rastiya Xwedêra girt (Îb. 6:3; 13:4, 5; 32:2; 34:5). Lê hela hê vî wextê gelek xirabda jî, Îbo pişta xwe neda Yehowa Xwedê. Ewî derewên wan hevalên qelp ne jî bawer kir û gote wan: “Ezê tu car we heq dernexim! Heta mirinê bêqisûrtiya xwe nahêlim!” (Îb. 27:5, DT). Ew gilî eşkere didine kifşê, wekî çi jî biqewimiya, yeke Îbo miqerm xwe li bêqisûrtiya xwe digirt. Em jî dikarin vê yekêda çev bidine wî.

10. Çawa buxdan ku Şeytan avîte Îbo, me jî dikeve?

10 Şeytan ewan buxdana davêje her kesî. Lê çi cûreyî? Ew dibêje wekî hûn bi rastî Yehowa Xwedê hiz nakin, hûnê tengasiyada jêra xizmet nekin, û ku bêqisûrtiya we qelp e (Îb. 2:4, 5; Eyan. 12:10). Hûn çi ser xwe texmîn dikin ji bo van buxdana? Ew yek dilê we dêşîne, usa nîne? Lê hela bifikirin derheqa vê yekê: Yehowa usa îtbariya xwe we tîne, ku mecaleke mexsûs dide we. Ew dihêle wekî Şeytan bêqisûrtiya we bicêribîne. Lê Yehowa dudilî nabe ku hûn dikarin bêqisûrtiya xwe xwey kin, û îzbat kin ku Şeytan derewîn e. Û Yehowa soz dide, ku vê yekêda wê alî we bike (Îbrn. 13:6). Bidine hesabê xwe ew qedirekî çiqas mezin e, ku Xweyê temamiya gerdûnê îtbariya xwe me tîne! Hûn divînin çiqas ferz e bêqisûr bin? Çaxê em bêqisûr dimînin, em eşkere dikin ku Şeytan derewîn e û em navê Bavê xweyî qenc pîroz dikin û piştgiriya cûrê serwêrtiya wî dikin. Lê çi alî me dike, wekî ewî hunurî unda nekin?

ÎRO ÇAWA EM DIKARIN BÊQISÛRTIYA XWE XWEY KIN

11. Em ji Îbo çi dikarin hîn bin?

11 Şeytan van “rojêd axiriyêda” hê zêde pey xizmetkarên Xwedê dikeve (2 Tîmt. 3:1). Lê van rojên çetinda, em ça dikarin bêqisûrtiya xwe xwey kin? Dîsa jî mesela Îbo dikare alî me bike. Pêşiya ku ew bihata cêribandinê, ewî îda gelek car bêqisûrtiya xwe îzbat kiribû. Dîna xwe bidine sê dersa ku em dikarin ji wî hîn bin, wekî çawa bêqisûrtiya xwe qewî kin.

Çi cûreyî em dikarin miqerm xwe li bêqisûrtiyê bigirin? (Binihêre abzasa 12) *

12. a) Çawa ji Îbo 26:7, 8, 14 tê kifşê, çi alî Îbo kir wekî dilê xweda xofa Xwedê pêşda bîne û hindava Xwedê bi qedir be? b) Ça em dikarin xofa Xwedê dilê xweda pêşda bînin?

12 Îbo hizkirina xwe hindava Yehowa bi vê yekê qewî kir, ku xofa Xwedê dikire dilê xwe. Îbo wede xwera başqe dikir, seva ser efirînên Yehowayî pir baş û hewas bifikire. (Bixûne Îbo 26:7, 8, 14.) Ew metal dima çaxê difikirî derheqa erdê, ezman, ewir û birûskê, û ewî fem dikir ku ew çiqas biçûk e ber wan çêkirinên destê Xwedê. Îbo usa jî xeberên Yehowa qîmet dikir. Ewî got: “Gotinên devê wî veşartim” (Îb. 23:12). Îbo ecêbmayî dima ser Yehowa û bi dil û can qedirê wî digirt. Ewî Bavê xwe hiz dikir û dixwest dilê wî şa ke, lema jî hê miqerm xwe li bêqisûrtiyê digirt. Îro em derheqa efirînên Xwedê hê zêde zanin, ne ku merivên wedê Îbo. Û hin jî Kitêba Pîroz bal me heye, bi saya kîjanê em dikarin Yehowa hê nêzîk nas kin. Hemû tiştên ku em ji vê kitêbê pêdihesin, alî me dikin ku xofa Xwedê dilê meda pêşda bê. Xwedêxofî û qedir hindava wî, nav meda hizkirinê pêşda tîne, û em hê zêde gura wî dikin û xwe miqerm li bêqisûrtiya xwe digirin (Îb. 28:28).

Em bêqisûrtiya xwe xwey dikin, çaxê înkar dikin pornografiyayê (Binihêre abzasa 13) *

13-14. a) Li gora Îbo 31:1, Îbo guhdariya xwe çida nîşan kir? b) Em ça dikarin çev bidine Îbo?

13 Îbo her tiştîda gura Xwedê dikir, û ewê yekê alî wî dikir bêqisûrtiya xwe xwey ke. Îbo zanibû ku seva bêqisûr be, ew gerekê gura Yehowa bike. Bi rastî her car gava em gura Xwedê dikin, em hêlan dibin hê zêde xwe li bêqisûrtiyê bigirin. Îbo ser xwe dixebitî, wekî her tiştîda gura Xwedê bike. Mesele, ew gelek fesal bû hindava jinada. (Bixûne Îbo 31:1.) Kulfeta wî hebû, û ewî zanibû ku nerast e hergê ew xêncî kulfeta xwe, ser jineke din binihêre. Îro em dijîn dinyake usada, kîjanêda her gav namûsiya me tê cêribandinê. Gelo emê jî mîna Îbo çevê xwe xwey kin, ku tu car ser kesekî din nenihêrin, xêncî jin yan mêrê xwe? Gelo emê înkar kin ku binihêrin her cûre şiklên necayîz yan jî şiklên pornografî? (Met. 5:28) Hergê em her roj xwe bigirin, emê miqerm bêqisûrtiya xwe xwey kin.

Em bêqisûrtiya xwe xwey dikin, çaxê pey hebûkê nakevin(Binihêre abzasa 14) *

14 Îbo usa jî vê yekêda gura Yehowa dikir, ku ser hebûkê rast dinihêrî. Ewî fem dikir, ku hergê ew îtbariya xwe hebûka xwe bîne, ewê gunekî giran bike û hêjayî cezakirinê be (Îb. 31:24, 25, 28). Îro em dijîn dinya perehizda. Hergê em ser pera û hebûkê usa dinihêrin ça Kitêba Pîroz şîretê dide, emê hê qayîm bêqisûrtiya xwe xwey kin (Metlk. 30:8, 9; Met. 6:19-21).

Em bêqisûrtiya xwe xwey dikin, çaxê baweriya xwe hindava axiriyê qewî xwey dikin (Binihêre abzasa 15) *

15. a) Bawerî hindava çi alî Îbo kir, ku ewî bêqisûrtiya xwe xwey kir? b) Ew bawerî çawa alî me jî dike?

15 Îbo usa jî bêqisûrtiya xwe bi wî cûreyî xwey kir, ku bîr nedikir, wekî Xwedê wê axiriyêda wî kerem ke. Ewî bawer dikir, ku Xwedê bêqisûrtiya wî qîmet dike (Îb. 31:6). Nava telî-tengiyada jî, Îbo bawer dikir, ku axiriyêda Yehowa wê wî xelat ke. Ewê baweriyê bêşik alî wî kir, ku ewî bêqisûrtiya xwe unda nekir. Rast e Îbo gunekar bû, lê Yehowa bêqisûrtiya wîra şa dibû û hê zêde kerem serda barand (Îb. 42:12-17; Aqûb 5:11). Û keremên hê mezin axiriyêda hîviya Îbo ne. Lê hûn qayîm bawer dikin, wekî Yehowa wê bona bêqisûrtiya we, we kerem ke? Xwedayê me nayê guhastinê (Malx. 3:6). Hergê em bîr nekin, wekî bêqisûrtiya me ber çevê Yehowa qîmet e, emê bikaribin baweriya xwe hindava axiriyê dilê xweda sax xwey kin (1 Têsln. 5:8, 9).

16. Em çi gerekê xwera qirar kin?

16 Xwera miqerm qirar kin, wekî tu car bêqisûrtiya xwe unda nekin! Cara dibeke hûn xwe tenê texmîn kin, ji bo vê yekê ku bifikirin, wekî dor berê we tu kes xwe bêqisûrtiyê nagire. Lê bi rastî hûnê tu car tenê nîbin. Hûnê nava bi mîlyona merivên nav temamiya dinyayêda bin, yên ku bi aminî bêqisûrtiya xwe xwey dikin. Usa jî hûnê nava wan merivada bin, yên ku hêna berê bêqisûrtiya xwe xwey kirine, hela hê jî çaxê mirin pêşiya wan bûye (Îbrn. 11:36-38; 12:1). Were em jî bijîn anegorî giliyên Îbo: “Bêqisûrtiya xwe nahêlim!, DT”. Û bira bêqisûrtiya me heta-hetayê Yehowa hurmet-rûmet ke!

KILAMA 124 Timê Amin in

^ abz. 5 Çi ye bêqisûrtî? Çira Yehowa nav xizmetkarên xweda ewî hunurî qîmet dike? Çira bona me her kesî ferz e bêqisûr bin? Ew gotar wê alî me bike, wekî em caba wan pirsa ji Kitêba Pîroz pêbihesin. Ew usa jî wê alî me bike, ku em bizanibin ça her roj bêqisûrtiya xwe xwey kin. Hergê em usa bikin, emê gelek kerema bistînin.

^ abz. 3 Xebera Îbranî ku tê hesabê “bêkêmasî” û derheqa heywana tê xebitandinê, girêdayî ye tevî xebera “bêqisûrtî”, kîjan ku derheqa meriva hatiye xebitandinê.

^ abz. 50 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Em divînin ku Îbo ça zarên xweyî biçûk derheqa efirînên Yehowayî pir hewas hîn dike.

^ abz. 52 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Birak ciyê xebatê înkar dike pornografiyayê binihêre.

^ abz. 54 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bira naxwaze têlêvîzora mezin û biha bikire, çimkî hewcê vê yekê nîne û perê wî jî haqas tune.

^ abz. 56 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bira xwera wede başqe dike, dua dike û derheqa Cineta axiriyê difikire.