Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 7

Li Dilnizmiyê Bigere û Dilê Yehowa Şa Bike

Li Dilnizmiyê Bigere û Dilê Yehowa Şa Bike

“Li XUDAN bigerin ... û li dilnizmiyê bigerin” (TSF. 2:3).

KILAM 80 Were cem Yehowa û Rema Wî Bivîne

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Mûsa yekî çawa bû? (b) Çima muhîm e ku em dilnizm bin?

LI GOR Kitêba Pîroz, “Mûsa ji hemû zilamên ku li rûyê erdê ne zêdetir dilnizm bû” (4. Mû. 12:3). Gelo ev tê maneya ku Mûsa yekî bêqerar, sist û tirsonek bû? Hinek difikirin ku kesên dilnizm wisa ne. Lê belê ev yek ne rast e. Mûsa mirovekî xurt, biqerar û cesûr bû. Bi alîkariya Yehowa, wî fermana Xwedê da Fîrawûn, wî weke 3 milyon kes ji çolê derbas kirin û wî alî miletê Îsraêl kir ku ew dijminên xwe mexlûb bikin.

2 Halê me her çi qas bi qasî halê Mûsa ne zor be jî, em her roj rastî mirovan tên, ên ku dilnizmiya me diceribînin. Dîsa jî, gerek em dilnizm bimînin, çimkî Yehowa soz daye ku tenê “yên dilnizm” wê erdê bi mîrasî bistînin (Zeb. 37:11, KP). Gelo tu xwe wek kesekî dilnizm dibînî? Gelo kesên din te wisa dibînin? Ji bo ku em cewabên van pirsan bistînin, gerek em rind fehm bikin ku dilnizmî çi ye.

DILNIZMÎ ÇI YE?

3-4. (a) Dilnizmî dişibe çi? (b) Ji bo ku em dilnizm bibin, em hewceyî kîjan sifatan in, û çima?

3 Dilnizmî * dişibe resimekî bedew. Çawa? Wekî ku resam çend rengan bi kar tîne ku resimê xwe çêke, gerek em jî çend sifatan bi kar bînin ku em dilnizm bibin. Mesela, ji bo ku em dilê Yehowa şa bikin, em hewceyî sernermî, îtaet û cesaretê ne.

4 Tenê kesên dilnizm guh didin Xwedê. Yek ji daxwazên Xwedê ev e ku em “nefsbiçûk”, yanî dilnizm bin (Met. 5:5; Gal. 5:23). Gava em daxwaza Xwedê tînin cih, Îblîs pir hêrs dikeve. Ji ber vê yekê, em her çi qas dilnizm û sernerm bin jî, gelek mirovên vê dinyayê ji me nefret dikin (Yûh. 15:18, 19). Ji ber vê yekê, ji me re cesaret lazim e ku em li hemberî Îblîs bisekinin.

5-6. (a) Îblîs çima ji kesên dilnizm nefret dike? (b) Emê niha cewabên kîjan pirsan bistînin?

5 Kesên nedilnizm qure ne, bê kontrol hêrs dikevin û guh nadin Yehowa. Îblîs yekî wisa ye. Loma em şaş namînin ku ew ji kesên dilnizm nefret dike, çimkî dilnizmiya wan eyan dike ku şexsiyeta wî çi qas xerab e. Wekî din, kesên dilnizm îsbat dikin ku Îblîs derewçîn e. Çima? Çimkî ew çi bike an çi bibêje jî, ew nikare riya kesên dilnizm bigire ku ew dev ji xizmeta Yehowa berdin (Eyûb 2:3-5).

6 Kengê li me çetin tê ku em dilnizm bin? Çima lazim e ku em her tim “li dilnizmiyê bigerin”? Ji bo cewabên van pirsan, emê li serpêhatiyên Mûsa, sê xortên Îbranî û Îsa Mesîh binêrin.

KENGÊ ÇETIN E KU EM DILNIZM BIN?

7-8. Mûsa çi kir gava mirovan qedrê wî nedigirt?

7 Gava otorîteya me heye: Ji bo kesên ku otorîteya wan heye carinan zor e ku ew dilnizm bimînin, bi taybetî gava kesekî ku li bin otorîteya wan e qedrê wan nagire an dibêje ku qerarên wan ne baş in. Gelo tiştekî wisa qet hatiye serê te? Eger ferdekî malbata te hurmet nedaya otorîteya te, teyê çi bikira? Bîne ber çavê xwe ku Mûsa çawa serî bi problemeke wisa re derxist.

8 Mûsa ji aliyê Yehowa ve wek rêberê miletê Îsraêl hatibû tayîn kirin. Wekî din, Yehowa qanûnên ji bo vî miletî bi destê Mûsa da nivîsandin. Guman tune bû ku Yehowa piştgiriya Mûsa dikir. Dîsa jî, xwişka wî Mîryam û birayê wî Harûn seba pîreka wî li dijî wî xeber da. Bi îhtimaleke mezin, eger yekî din li şûna Mûsa bûya, ewê pir bi hêrs bûya. Lê Mûsa zû hêrs neket. Bi ser de, wî ji Yehowa re niyaz kir ku ew Mîryamê efû bike (4. Mû. 12:1-13). Mûsa çima wisa kir?

Mûsa ji Yehowa re niyaz kir ku ew Mîryamê efû bike (Li paragrafa 8an binêre)

9-10. (a) Bi alîkariya Yehowa, Mûsa çi fehm kir? (b) Serên malê û kalên civatê çawa dikarin wek Mûsa bin?

9 Mûsa îzin da ku Yehowa wî perwerde û terbiye bike. Weke 40 sal berê, gava Mûsa hê ferdekî mala Fîrawûn bû, ew ne mirovekî dilnizm û sernerm bû. Carekê, wî zilamek kuşt, ê ku bi dîtina wî neheqî kiribû. Mûsa difikirî ku Yehowa wê ji kirinên wî razî be. Piştî vê, 40 sal derbas bûn heta ku Mûsa bi alîkariya Yehowa elimî ku ji xeynî cesaretê, ji wî re dilnizmî, îtaet û sernermî jî lazim e ku ew karibe rêberiya miletê Îsraêl bike. Wexta ku ew rind hînî van sifatan bû, ew êdî bû rêberekî pir baş (2. Mû. 2:11, 12; Kar. 7:21-30, 36).

10 Îro, wê baş be ku serên malê û kalên civatê wek Mûsa bin. Eger yekî qedrê te negire, zû hêrs nekeve. Şaşiyên xwe bi dilnizmî qebûl bike (Waiz 7:9, 20). Gava problem derdikeve, li gor rêberiya Yehowa hereket bike. Her tim bi nermî cewab bide (Mtl. 15:1). Eger tu wisa bikî, dilê Yehowa wê şa bibe, aştî wê çêbe û tuyê ji aliyê dilnizmiyê ve ji kesên din re bibî emsal.

11-13. Sê xortên Îbranî çawa ji me re bûne emsal?

11 Li hemberî zilmê: Di tarîxê de, xizmetkarên Xwedê gelek caran ji aliyê hikumetan ve rastî zilmê dihatin. Serokên dinyayê carinan cure cure sûcan davêjin ser me, lê meseleya eslî ev e ku em dixwazin “ji mirovan bêtir bi ya Xwedê bikin” (Kar. 5:29). Dibe ku mirov qerfên xwe bi me bikin, me bavêjin hebsê an zordariyê li me bikin. Dîsa jî, bi alîkariya Yehowa, em heyfa xwe nastînin, û em li hemberî tengahiyê dilnizm û sernerm dimînin.

12 Bîne ber çavê xwe ku sê xortên Îbranî – Hananya, Mîşaêl û Azarya – ji me re çawa bûne emsal. * Padîşahê Babîlê dixwest ku ew li ber heykelekî zêrîn bikevin ser çokan. Wan bi sernermî ji padîşah re got ku ewê ji pûtê wî re îbadetê nekin. Padîşah ew tehdîd kirin ku ewê wan bavêje firinê, lê ew dîsa jî ji Yehowa re dilsoz man. Wan nizanibû ku Yehowa wê wan bifilitîne an na, lê ew hazir bûn ku heta mirinê guh bidin Yehowa (Dan. 3:1, 8-28). Wan îsbat kir ku kesên dilnizm û sernerm bi rastî mêrxas in. Mîna wan, gerek em îzin nedin ku kesek an tiştek dilsoziya me xera bike (2. Mû. 20:4, 5).

13 Gava dilsoziya me tê ceribandin, em çawa dikarin sê xortên Îbranî ji xwe re bikin nimûne? Gerek em bi dilnizmî bawer bin ku Yehowa wê xema me bixwe (Zeb. 118:6, 7). Eger em bi neheqî bên sûcdar kirin jî, gerek em bi sernermî û bi hurmet cewabê bidin wan (1. Ptr. 3:15). Wekî din, çi dibe bila bibe, em naxwazin dostaniya Xwedê winda bikin.

Gava kesên din li me muxalefetê dikin, gerek em bi hurmet cewabê bidin wan (Li paragrafa 13an binêre)

14-15. (a) Gava em dikevin stresê, dibe ku reaksiyona me çi be? (b) Li gor Îşaya 53:7, 10, Îsa ji aliyê dilnizmî û sernermiya li gel stresê ve çawa bûye emsala herî mezin?

14 Gava em dikevin stresê: Di jiyana me de, gelek tişt dikarin me têxin stresê. Mesela, berî ku em li mektebê bikevin îmtihanekê an berî ku em îşekî bikin, dibe ku em bikevin stresê. An jî, berî ku em ameliyat bin an ji bo kontrolê herin ba doktor, dibe ku em bi zêdeyî xeman bikişînin. Gava dilê me teng dibe, ji me re zor tê ku em dilnizm û sernerm bimînin. Li demên wisa, dibe ku em zû aciz bibin, û ku xeberdana me sar û sert bibe. Bala xwe bide ku Îsa çawa serî bi stresê re derdixist.

15 Li mehên dawîn berî mirina xwe, Îsa ket streseke mezin. Wî dizanibû ku ewê bi awayekî pir zalim bihata kuştin (Yûh. 3:14, 15; Gal. 3:13). Ji ber vê yekê, wî got ku ew di tengasiyê de ye (Lûqa 12:50). Çend roj berî ku Îsa hat kuştin, wî wisa got: “Dilê min ketiye tengiyê.” Îtaet û dilnizmiya wî ji duaya wî aşîkar e: “Ma ez bêjim: ‘Bavo, min ji vê saetê xilas bike’? Na, ji bo vê yekê ez hatime vê saetê. Bavo, navê xwe bi rûmet bike” (Yûh. 12:27, 28). Gava wext hat, Îsa bi cesareteke mezin ji dijminên Xwedê re teslîm bû. Wan Îsa wek sûcdarekî bêşeref kuşt. Li gel vê stresê, li gel vê êş û janê, Îsa daxwaza Xwedê bi dilnizmî anî cih. Belê, Îsa ji aliyê dilnizmî û sernermiya li gel stresê ve ji me re bûye emsala herî mezin (Îşaya 53:7, 10 bixwîne).

Îsa ji aliyê dilnizmiyê ve ji me re bûye emsal (Li paragrafên 16 û 17an binêre) *

16-17. (a) Hevalên Îsa dilnizmiya wî çawa ceriband? (b) Em çawa dikarin Îsa ji xwe re bikin nimûne?

16 Li şeva dawîn berî ku ew hat kuştin, hevalên Îsa dilnizmiya wî ceriband. Bîne ber çavê xwe ku wê şevê, Îsa çi qas dilteng bû. Ma ewê heta mirinê dilsoz bimaya? Eger ew dilsoz nemaya, bi milyaran însanan wê nikaribûya jiyana bêdawî bistenda (Rom. 5:18, 19). Bi ser de, navê Xwedê wê bihata reş kirin (Eyûb 2:4). Paşê, gava wî tevî hevalên xwe şîva dawîn dixwar, “devjenî ket nav wan, ka kî ji wan wê yê mezin bê hesibandin”. Bi eslê xwe, Îsa berê li ser vê meseleyê çend caran şîret dabû wan. Li wê şevê, ev mesele du caran rabû! Dîsa jî, Îsa hêrs neket, lê bi nermî cewab da. Îsa dîsa bi dilovanî ji wan re şîrove kir ku gerek nêrîna wan çi be. Paşê jî, wî pesnê wan da ji ber ku ew bi dilsozî li cem wî mane (Lûqa 22:24-28; Yûh. 13:1-5, 12-15).

17 Eger tiştekî wisa bihata serê te, teyê çi bikira? Gava em dikevin stresê, em dîsa jî dikarin Îsa ji xwe re bikin nimûne û sernerm bimînin. Bi dilxwazî guh bide vî emrê Yehowa: “Li hember hev bîhnfireh bin” (Kol. 3:13). Eger em ji bîr nekin ku em jî carinan kesên din aciz dikin, ev yek wê alî me bike ku em guh bidin vî emrî (Mtl. 12:18; Aqûb 3:2, 5). Wekî din, pesnê kesên din bide gava ew tiştên baş dikin (Ef. 4:29).

ÇIMA LAZIM E KU EM LI DILNIZMIYÊ BIGERIN?

18. Yehowa çawa alî kesên dilnizm dike ku ew qerarên baş bidin? Ji bo ku em vê alîkariyê bistînin, gerek em çi bikin?

18 Eger em dilnizm bin, emê qerarên baştir bidin. Gava lazim dibe ku em qerarên zor bidin, Yehowa wê alî me bike ku em qerarên aqilmend bidin – lê tenê eger em dilnizm û sernerm bin. Ew soz dide ku ewê daxwaza kesên dilnizm bibihîze (Zeb. 10:17). Bi ser de, Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Di riya edaletê de, ew e ji bo nefsbiçûkan rêber, ew riya xwe nîşanî wan dide her û her” (Zeb. 25:9). Yehowa vê rêberiyê bi destê Kitêba Pîroz û weşan * û bernameyên “xulamê dilsoz û şehreza” digihîne me (Met. 24:45-47). Gerek em bi dilnizmî qebûl bikin ku em hewceyî alîkariyê ne, xwarina ruhî ku Yehowa dide me bistînin û tiştên ku em dielimin bi dilxwazî bînin cih.

19-21. Mûsa çi şaşî kir, û ev yek çi rêyî me dide?

19 Eger em dilnizm bin, emê bi zêdeyî şaşiyan nekin. Dîsa Mûsa bîne ber çavê xwe. Bi gelek salan, wî dilnizmiya xwe diparast û dilê Yehowa şa dikir. Lê paşê, piştî ku ew 40 sal li çolê geriyabû, Mûsa dilnizmiya xwe xera kir. Xwişka wî – bi îhtimaleke mezin a ku li Misrê canê wî filitandibû – nû miribû û li Kadeşê hatibû defn kirin. Îsraêliyan dîsa gilî dikirin û “bi Mûsa re ketin keftûleftê” ji ber ku av tune bû. Bi eslê xwe, Yehowa bi destê Mûsa gelek mucîze kiribûn, û Mûsa bi gelek salan bi fedakarî rêberiya wan kiribû. Lê niha, wan dîsa jî Mûsa sûcdar derxist ji ber ku ew tî mabûn (4. Mû. 20:1-5, 9-11).

20 Çi heyf e ku Mûsa pir bi hêrs bû û sernermiya xwe winda kir. Li şûna ku ew guh bide Yehowa û bi zinar re bipeyive, wî bi xelkê hêrs ket û pesnê xwe da. Paşê, wî du caran li zinar xist, û pir av jê derket. Seba quretî û hêrsa xwe, wî şaşiyeke giran kir (Zeb. 106:32, 33). Ji ber ku Mûsa dilnizmî û sernermiya xwe carek winda kir, Xwedê îzin neda ku ew bikeve Welatê Sozdayî (4. Mû. 20:12).

21 Ev serpêhatî dersên pir muhîm rêyî me dide. A yekê, gerek em her tim xîret bikin ku em dilnizmiya xwe biparêzin. Eger em vêya nekin, dibe ku em seba quretiyê tiştên bêaqil bibêjin an bikin. A diduyan, stres dikare me aciz bike. Loma, gava em rastî tengahiyan tên, gerek em xîret bikin ku em dilnizm bimînin.

22-23. (a) Gerek em çima li dilnizmiyê bigerin? (b) Gotinên Tsêfanya 2:3 tên çi maneyê?

22 Eger em dilnizm bin, emê bên parastin. Di demeke nêzik de, Yehowa wê hemû mirovên xerab tune bike, û tenê kesên “nefsbiçûk” û dilnizm wê sax bimînin. Li wê demê, selameta rastîn wê hebe (Zeb. 37:10, 11). Eger tu dilnizm bimînî û daweta Yehowa qebûl bikî, ya ku ji aliyê Tsêfanya pêxember ve hatiye nivîsandin, tuyê jî bigihîjî wan rojan (Tsêfanya 2:3 bixwîne).

23 Tsêfanya 2:3 çima dibêje ku “dibe ku hûn bên nuxumandin”? Ev gotin nayên maneya ku Yehowa nikare xizmetkarên xwe biparêze. Maneya van gotinan ev e ku heta dereceyekê, netîce bi xîreta me ve girêdayî ye. Eger em dixwazin “di roja XUDAN ya hêrsê de” sax bimînin û heta bi hetayê bijîn, gerek em niha li dilnizmiyê bigerin û dilê Yehowa şa bikin.

KILAM 120 Çev Bidine Milûktiya Îsa

^ par. 5 Tu kes bi otomatîk dilnizm nabe. Gerek em xîret bikin ku em vê sifatê zêde bikin. Belkî li me zor nayê ku em bi kesên sernerm re dilnizm bin, lê dibe ku ev yek li me zor tê gava em rastî kesên qure tên. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em çawa dikarin sifata dilnizmiyê qezenc bikin.

^ par. 3 NOT: Dilnizmî. Kesên dilnizm ne qure ne. Ew kesên din ji xwe bilindtir hesab dikin. Yehowa jî dilnizm e, çimkî ew ji kesên ku ji wî nizmtir in re dilovan e. Sernermî: Kesên sernerm ji kesên din re nazik in. Gava yekî wan dibehicîne, ew dîsa jî xwe winda nakin.

^ par. 12 Xelkê Babîlê ew wek Şadrak, Meşak û Abed-Nego bi nav kirin (Dan. 1:7).

^ par. 18 Mesela, li meqaleya “Li Gor Baweriya Xwe Bijî – Qerarên Biaqil Bide!” (Birca Çavdêriyê, Adar 2017) binêre.

^ par. 59 RESIM: Gava şagirtên Îsa munaqeşe kir ka yê herî mezin kî ye, Îsa dilnizm ma û bi sernermî şîret da wan.