Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 7

Şkestî bin wekî Dilê Yehowa Şa kin

Şkestî bin wekî Dilê Yehowa Şa kin

“Yehowa bigerin, hûn hemû şkestiyên ser erdê . . . Her gav şkestî bin” (SÊFN. 2:3, DT).

KILAMA 80 Were cem Yehowa û Rema Wî Bivîne

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa Mûsa, û ewî çi kir? b) Çi me qayîm hêlan dike, wekî şkestî bin?

KITÊBA PÎROZ ser Mûsa dibêje, wekî ew “merivekî gelekî şkestî bû, ji hemû merivêd li ser rûyê erdê” (Jimar 12:3). Lê gelo ew tê hesabê, wekî ew merivekî sist û tirsonek bû, nikaribû safîkirina bike, û ditirsiya gava miqabilî wî derdiketin? Hine meriv dibêjin wekî merivên şkestî usa nin. Lê ew nerast e. Mûsa xizmetkarekî qewî bû, yekî ser xwe û mêrxas bû. Ew pê alîkariya Yehowa, miqabilî serwêrê Misirêyî qewat derket. Ewî hin jî beriyêda rêberî weke 3 000 000 Îsraêliya dikir, û alî wan dikir wekî dijminên xwe alt kin.

2 Îro em rastî wan çetinaya nayên, rastî kîjana Mûsa hat, lê em her roj rastî wan meriva û dereca tên, ji bo kîjana mera çetin dibe şkestî bin. Lê heye tiştekî usa, ku me qayîm hêlan dike evî hunurî nav xweda pêşda bînin, ew heye sozê Yehowa ku merivên şkestî û milûk wê “erdê war bin” (Zeb. 37:11). Lê hûn xwe hesab dikin ça merivê şkestî? Meriv derheqa we çi dibêjin? Pêşiya caba wan pirsên ferz bidin, em gerekê bizanibin ku çi tê hesabê şkestî bin.

KÊ YE MERIVÊ ŞKESTÎ?

3-4. a) Em dikarin şkestîbûnê beramberî çi bikin? b) Hergê em dixwazin şkestî bin, kîjan çar hunur mera lazim in, û çira?

3 Şkestîbûn * mîna şikleke bedew e. Nexşkar cûre-cûre renga dide xebatê, seva tiştekî bedew bineqişîne, usa jî şkestîbûn ji gelek hunurên bedew e. Nava wan hunurada hene milûktî, guhdarî, nermî, û mêrxasî. Lê çira seva dilê Yehowa şa kin, mera ew hunur lazim in?

4 Tenê merivên milûk gura qirara Xwedê bikin. Qirara Xwedê usa jî ew e, wekî em nerm bin (Metlk. 29:11; 2 Tîmt. 2:24). Çaxê em qirara Xwedê tînin sêrî, em hêrsa Şeytan tînin. Lema jî çaxê em milûk û nerm in, em ber çevê merivên vê dinya Şeytanda, reş dibin (Yûhn. 15:18, 19). Bona vê yekê mera lazim e mêrxasî, seva miqabilî Şeytan derên.

5-6. a) Çira Şeytan merivên şkestî nefret dike? b) Vê gotarêda emê kîjan pirsa şêwir kin?

5 Lê merivên ku şkestî nînin, ewana qure ne, hêrsa xwe nagirin, û gura Yehowa nakin. Ew yek xeysetê Şeytan rind eyan dike. Bêşik, merivên şkestî ber çevê Şeytan reş in, çimkî hunurên usa bal wî tunene, û ewana mîna wî nînin. Xêncî vê yekê, ewana îzbat dikin ku ew derewîn e. Lê ça ewana îzbat dikin? Şeytan çi jî dibêje yan jî dike, yeke ew merivên şkestî nasekinin û berdewam dikin Yehowara xizmet dikin (Îb. 2:3-5).

6 Lê kengê mera çetin e şkestî bin? Û çira em gerekê her gav şkestî bin? Seva caba wan pirsa pêbihesin, emê şêwir kin mesela Mûsa, ya sê gedê Îbranî ku dîltiya Babîlonêda bûn, û mesela Îsa.

KENGÊ MERA ÇETIN E ŞKESTÎ BIMÎNIN?

7-8. Mûsa ça xwe da kifşê, gava meriv hindava wîda bêqedir bûn?

7 Çaxê hukumê me heye: Merivê xweyîhukumra çetin e şkestî bimîne, îlahî çaxê kesek, ser kê jî hukumê wî heye, bêqedir e hindava wî yan jî safîkirinên wî dike bin şikê. Lê tevî we tiştekî usa qewimî ye? Hergê neferekî mala we hindava weda usa xwe bida kifşê, weyê çi bikira? Dîna xwe bidine mesela Mûsa çaxê ew dereceke usada bû.

8 Yehowa Mûsa kifş kir ça rêberê Îsraêlê, û jêra qedirekî usa da, wekî bona vê cimetê qanûna binivîse. Bêşik, eşkere dihate kifşê, wekî Yehowa aliyê Mûsa ye. Lê hela hê hingê jî, xûşka wî û birê wîyî helal Meryemê û Harûn, miqabilî wî xeber dan û neqayîlbûna xwe dane kifşê, ku ewî kîjan jin standiye. Hine mêr hergê dewsa Mûsa bûna, wê gelek hêrs ketana û şer-dew bikirana, lê Mûsa usa nekir. Ewî hêrsa xwe zû ranekir. Ewî hela hê jî lavaya Yehowa kir, wekî Meryemê qenc ke, çimkî Yehowa lê ceza kiribû (Jimar 12:1-13). Lê çira Mûsa xwe usa da kifşê?

Mûsa lavaya Yehowa kir, wekî Meryemê qenc ke (Binihêre abzasa 8)

9-10. a) Yehowa alî Mûsa kir ku çi fem ke? b) Çawa malxên malê û rûspî dikarin ji mesela Mûsa hîn bin?

9 Mûsa hîşt wekî Yehowa wî hîn ke û biguhêze. Çil sal pêşda ew neferê serwêrê Misirê bû, lê hingê ew yekî şkestî nîbû. Ew usa zû hêrs diket, wekî hela hê jî merivek kuşt, ser kîjanî difikirî ku neheqiyê dike. Mûsa tirê Yehowa wê ewan kirên wî begem ke. Lê bi rastî Yehowa 40 sala alî Mûsa dikir, wekî ew fem ke ku jêra xêncî mêrxasiyê usa jî şkestîbûn lazim e, seva rêberiya Îsraêlê bike. Û seva ew bibûya merivekî şkestî, ew gerekê usa jî milûk, guhdar û nerm bûya. Mûsa bi rastî hate guhastinê û bû rêberekî gelek baş (Derk. 2:11, 12; Kar. Şand. 7:21-30, 36).

10 Îro malxên malê û rûspî gerekê çev bidine Mûsa. Çaxê kesek hindava we bêqedir e, hêrsketinêda lez nekevin. Usa jî bi milûktî şaşiyên xwe bînin ser xwe (Waîz 7:9, 20). Gura rêberiya Yehowa bikin çaxê çetinaya safî dikin. Û her gav bi nermî caba meriva bidin (Metlk. 15:1). Malxên malê û rûspiyên ku usa dikin, dilê Yehowa şa dikin, edilayê tînin, û mesela baş dihêlin.

11-13. Em ji mesela sê Îbraniya çi hîn dibin?

11 Çaxê pey me dikevin. Nava temamiya terîxiyêda serwêr pey cimeta Yehowa dikevin. Ewana me cûre-cûre xirabiyêda neheq dikin, lê bi rastî ewana pey me dikevin, çimkî em “gura Xwedê” dikin ça serwêrê xwe, ne ku gura meriva (Kar. Şand. 5:29). Dibeke qerfa me bikin, me bikine kelê yan jî bikutin. Yeke emê pê alîkariya Yehowa nebine merivên hêrs û zulm, lê nava hemû cêribandinada rihet bimînin.

12 Were bînin bîra xwe mesela sê Îbraniya, ku dîltiyêda bûn, Hananya, Mîşaêl, Azarya, û bivînin ku serhatiya wan çi me hîn dike. * Padşê Babîlonê ferman da, wekî ewana ber heykelê zêr serê xwe daynin. Wana bi nermî padşara şirovekir, ku ewana wê serê xwe ber vî pûtî daneynin. Padşa wana da tirsandinê, ku wê wana bike firna agir, lê ewana yeke gura Xwedêda man. Rast e wana nizanibû ku vê derecêda Yehowa wê wana xilaz ke yan na, lê ewana hazir bûn, wekî çi jî bê serê wan, yeke Xwedêra amin bimînin. Ji serhatiya wan em pêdihesin ku Yehowa ew hersêk jî xilaz kirin (Dan. 3:1, 8-28). Wana îzbat kir wekî merivên şkestî bi rastî mêrxas in, çimkî ne padşa, ne tirsandin, û ne jî cezakirin, nikarin rê me bigirin ku em Yehowara amin bimînin (Derk. 20:4, 5).

13 Lê çaxê aminiya me hindava Xwedê tê cêribandinê, ça em dikarin çev bidine wan sê Îbraniya? Em bi milûktî îtbariya xwe Yehowa tînin, ku ew wê me xwey ke û alî me bike (Zeb. 118:6, 7). Usa jî em bi nermî û bi qedir caba wan didin, yên ku neheqiyê me dikin (1 Pet. 3:15). Û em usa jî her tiştî çi jî dikare dostiya me tevî Bavê meyî hizkirî xirab ke, înkar dikin.

Çaxê kesek miqabilî me dertê, em nerm û bi qedir caba wî didin (Binihêre abzasa 13)

14-15. a) Çaxê em strêsêda nin, em ça dikarin xwe bidine kifşê? b) Li gora Îşaya 53:7, 10, çira em dikarin bêjin wekî Îsa meseleke lape mezin hîşt vê yekêda, ku wedê strêsê şkestî ma?

14 Çaxê strêsêda nin: Her kes ji me bona cûre-cûre meniya dikeve strêsê. Mesele, dibeke em dikevine strêsê pêşiya êkzamîna mektebêda, yan bona şixulekî xebatêda, yan jî dibeke çaxê diçine bal hekîm, seva pêbihesin derheqa sihet-qewata xwe. Çaxê em strêsêda nin, îda mera çetin e şkestî bimînin. Hingê îda çi ku berê me eciz nedikir, dikare me eciz ke û hêrsa me bîne. Hin jî em dikarin destpêkin tevî meriva sert û sar xeber din. Hergê hûn ketine strêsê, dîna xwe bidine mesela Îsa.

15 Îsa nava çend mehên xilaziya jîyîna xweye ser erdê, strêseke giranda bû. Ewî zanibû wekî ew wê biçerçire û bê kuştinê (Yûhn. 3:14, 15; Galt. 3:13). Çend meh pêşiya mirina xwe, ewî got ku dilê wî nerihet e (Lûqa 12:50). Û hema rojek pêşiya mirina xwe, Îsa got: “Agir dilê min ketiye”. Giliyên Îsa ku ewî duayê xweda Xwedêra digot, nîşan dikin, wekî ew yekî ça milûk û guhdar bû. Ewî got: “Bavo, min ji vê sihetê xilaz ke. Lê ne ez hema bona vê sihetê hatime. Bavo, navê xwe bilind ke” (Yûhn. 12:27, 28, DT). Çaxê wede gihîşt, Îsa bi mêrxasî xwexa xwe kire destê dijminên Xwedê, yên ku wî gelek bêhurmet kirin û bêremtî kuştin. Rast e Îsa strêseke gelek qayîmda bû, û diçerçirî, yeke ewî bi milûktî qirara Xwedê anî sêrî. Bêşik em dikarin bêjin, wekî Îsa meseleke lape mezin hîşt, çimkî hela hê wedê tengasiya jî ew şkestî ma! (Bixûne Îşaya 53:7, 10.)

Îsa şkestî bû û vê yekêda meseleke lape mezin hîşt (Binihêre abzasa 16-17) *

16-17. a) Ça pê kirên hevalên Îsa, şkestîbûna wî hate cêribandinê? b) Ça em dikarin çev bidine Îsa?

16 Êvara paşin ya jîyîna Îsa ser erdê, hevalên wîyî nêzîk xwe usa dane kifşê, ku ji bo wan dikaribû wîra çetin bûya şkestî bimîne. Bidine ber çevê xwe, vê êvarê Îsa strêseke çada bû. Ew gerekê heta mirinê bi temamî amin bima, çimkî axiriya însanetê wîva girêdayî bû (Rom. 5:18, 19). Lê ya lape ferz, kirên wî wê ser navê Bavê wî hukum kirana (Îb. 2:4). Û çaxê ewî tevî şandiyên xwe, dêmek hevalên xweyî nêzîk, şîva paşin dixwar, “dew pêşda hat ku ji nav wanda kîjan wê yê herî mezin bê hesabê”. Pêşiya wê yekê Îsa gelek car ewana şîret kiribûn, û hela hê vê rojê jî! Lê dîna xwe bidinê, wekî ew ne jî hêrs ket, dewsê ewî bi nermî ewana şîret kirin. Ewî wanra şirovekir, ku ewana gerekê nihêrandina xwe biguhêzin. Û paşî vê yekê, ewî payê wan hevalên xwe da, wekî bi aminî piştgiriya wî dikirin (Lûqa 22:24-28; Yûhn. 13:1-5, 12-15).

17 Lê weyê dereceke usada xwe ça bida kifşê? Wedê strêsê em gerekê çev bidine Îsa, wekî rihet bimînin. Em gerekê bi dil û can gura vê temiya Yehowa bikin “li hev sebir kin” (Kols. 3:13). Emê vê temiyê bînin sêrî, hergê bîr nekin ku em gişk jî cara tiştên usa dibêjin yan dikin, ku merivên din eciz dikin (Metlk. 12:18; Aqûb 3:2, 5). Û em gerekê ser xwe bixebitin, wekî bona hunurên baş payê meriva bidin (Efes. 4:29).

ÇIRA EM GEREKÊ HER GAV ŞKESTÎ BIN?

18. Çawa Yehowa alî merivên şkestî dike, wekî safîkirinên baş bikin, lê ewana gerekê çi bikin?

18 Hergê em şkestî ne, emê safîkirinên baş bikin. Çaxê wedê çetinaya em nizanin çi bikin, Yehowa wê alî me bike safîkirinên baş bikin, tenê hergê em şkestî ne. Ew soz dide ku wê guh bide xwestinên merivên şkestî û milûk (Zeb. 10:17). Û ew ne ku tenê guh dide, lê Kitêba Pîroz dibêje “ew berbi heqîyê milûka dibe û rîya Xwe milûka hîn dike” (Zeb. 25:9). Yehowa riya xwe me hîn dike û rêberiyê dide me bi saya Kitêba Pîroz, edebyeta * û vîdêo ku “xulamê amin û serwaxt” dide me (Met. 24:45-47). Em gerekê helal bînin ser xwe, wekî mera alîkarî lazim e, dêmek lazim e em lêkolîn bikin hemû tiştên ku Yehowa dide me, û çi em hîn dibin bi dil û can bînin sêrî.

19-21. Kadeşêda Mûsa çi şaşî kir, û em ji şaşiya wî çi hîn dibin?

19 Emê kêm şaşiya bikin. Were dîsa derheqa Mûsa şêwir kin. Ew bi deha sala şkestî dima û dilê Yehowa şa dikir. Lê îda nêzîkî xilaziya 40 salên rêwîtiya beriyêda, Mûsa şkestîbûn nîşan nekir. Çi ser wî hukum kir? Xûşka wî, dibeke ya ku Misirêda emirê wî xilaz kir, mir, û Kadeşêda hate çelkirinê. Wî wedeyî, Îsraêliya dîsa jî destpêkirin bikine kute-kut, ku yançi ew ça lazim e miqatî wan nabe. Cimetê “bîna xwe li Mûsa teng dikir”, çimkî av tune bû. Bidine hesabê xwe, wana haqas keremet bi destê Mûsa dîtin, kîjan ku ewî bi alîkariya Yehowa dikir, û hin jî Mûsa gelek wext bi dil û can rêberî wan dikir, yeke cimetê kire kute-kut. Wana ne tenê bona avê dikirine çûre-çûr, lê usa jî ser Mûsa, têbêjî ew neheq bû, wekî av tune bû (Jimar 20:1-5, 9-11).

20 Ser vê yekê, hêrsa Mûsa rabû û ewî îda nermbûna xwe unda kir. Dewsa ku ça Yehowa temî da wî, bi baweriyê qeyêra xeber de, Mûsa tevî cimetê hêrse-hêrs xeber da û got wekî ew wê keremetê bike. Paşê, ewî du cara qeyê xist û gelek av kişiya. Ewî ji qurebûnê û hêrsê şaşîke mezin berda (Zeb. 106:32, 33). Seva vê yekê, ku Mûsa wedekî şkestî nema, Xwedê nehîşt wekî ew bikeve Erdê Sozdayî (Jimar 20:12).

21 Ji vê derecê em dersên ferz hîn dibin. Ya pêşin em gerekê timê ser xwe bixebitin, wekî her gav şkestî bin. Hergê em ser wedekî jî miqatî xwe nebin, emê qure bin û tiştên bêaqilayî xeber din û bêfemtiyê bikin. Ya duda, strês dikare me sist ke, û lema em gerekê çi destê me tê bikin seva şkestî bin, îlahî çaxê ser me hukum dikin.

22-23. a) Çira em gerekê her gav şkestî bimînin? b) Giliyên ji Sêfanya 2:3 çi didine kifşê?

22 Emê bêne xweykirinê. Zûtirekê, Yehowa wê ser temamiya erdê hemû merivên xirab kuta ke, û tenê merivên şkestî wê bimînin. Paşê, ser erdê edilaya xweş wê hebe (Zeb. 37:10, 11). Lê hûn jî nava wan merivada bin? Belê, hûn dikarin, hergê guh bidine giliyên Yehowa, ku ewî bi Sêfanya pêxember daye nivîsarê. (Bixûne Sêfanya 2:3.)

23 Lê çira Sêfanya 2:3-da tê gotinê: “Dibeke hûnê bêne veşartinê, DT”? Ew nayê hesabê, wekî Yehowa nikare wan meriva xilaz ke, yên ku dixwazin dilê wî şa kin û kîjana ew hiz dike. Lê ew gilî dide kifşê, wekî xilazbûna me meva jî girêdayî ye. Hergê em nihada her tiştî dikin, seva ku şkestî bimînin û dilê Yehowa hertim şa kin, em dikarin “roja hêrsa Yehowa, DT” xilaz bin û heta-hetayê bijîn.

KILAMA 120 Çev Bidine Milûktiya Îsa

^ abz. 5 Tu kes ji me nehatiye bûyînê pê hunurê şkestîbûnê. Lê gelek ferz e, wekî em evî hunurî nav xweda pêşda bînin. Dibeke mera hêsa be tevî merivên edilayîhiz şkestî bin, lê tevî merivên qure, çetin e şkestî bimînin. Vê gotarêda emê şêwir kin hine tişta, kîjan ku dikarin rê me bigirin ku şkestî bin, û emê pêbihesin ku ça em dikarin evî hunurê bedew nav xweda pêşda bînin.

^ abz. 3 GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ: Şkestîbûn. Merivên şkestî heyf in hindava meriva û gava kesek hêrsa wan tîne, ewana yeke rihet dimînin. Milûktî. Merivên milûk ew in, yên ku qure û babax nînin, ewana xwe ji meriva çêtir hesab nakin, û xwe ser wanra nagirin. Lê gava derheqa Yehowa tê gotinê wekî ew milûk e, ew tê hesabê ku ew hindava wanda, yên ku ji wî nimiztir in, bi hizkirin û rem e.

^ abz. 12 Babîloniya ew sê Îbranî nav kirin Şedrak, Meşak Abednego (Dan. 1:7).

^ abz. 18 Mesele, binihêrin gotar bi navê “Safîkirinên usa Bike, kîjan ku Xwedê Hurmet Dikin”, jûrnala “Birca Qerewiliyêda”, ya 15 Nîsanê, sala 2011.

^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Şagirtên Îsa ketine dewê ku ji wana kîjan e yê herî mezin, Îsa rihet dimîne û bi nermî şagirtên xwe şîret dike.