Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 8

Çira Em Gerekê Şêkirdar bin?

Çira Em Gerekê Şêkirdar bin?

“Şêkirdar bin” (KOLS. 3:15).

KILAMA 46 Ji Te Razî ne Yehowa

VÊ GOTARÊDA *

1. Merivê Samerî kîjan Îsa qenc kiribû, çawa razîbûna xwe da kifşê?

DEHE mêr halekî gelek giranda bûn, çimkî kotî bûn. Ewana ne jî difikirîn wekî wê wedekî usa bê, ku ewana qenc bin. Lê rojekê wana ji dûrva Îsa Mamostayê mezin dîtin. Ewana pêşiya vê yekê pêhesiyabûn, wekî Îsa hemû cûre nexweşiya qenc dike, û wana bawer dikir, ku ew dikare wana jî qenc ke. Lema wana bi dengê bilind kirine gazî: “Îsayê mamosta, li me were remê”. Û ew dehe mêr bi temamî qenc bûn. Bêşik, ewana gişk jî ji Îsa razî bûn. Lê yek ji wan ne tenê dilê xweda kirê wî şêkirand, * lê ewî pê kirê xwe Îsara da kifşê. Ew Sameriyê kotî, ji razîbûnê “bi dengekî bilind şikirî dida Xwedê” (Lûqa 17:12-19).

2-3. a) Çira cara em bîr dikin razîbûna xwe bidine kifşê? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

2 Mîna merivê Samerî, em jî dixwazin qenciyên meriva bişêkirînin. Lê cara usa dibe, ku em bîr dikin pê gilî yan jî pê şixulê xwe razîbûna xwe bidine kifşê.

3 Vê gotarêda, emê şêwir kin, ku çira ferz e pê gilî û kirên xwe razîbûna xwe bidine kifşê. Emê usa jî ji Kitêba Pîroz meselên wan meriva pêbihesin, yên ku şêkir bûn û yên ku bêşêkir bûn. Paşê emê xût wan dereca şêwir kin, kîderê em dikarin nîşan kin, ku em şêkirdar in.

ÇIRA EM GEREKÊ ŞÊKIRDAR BIN?

4-5. Çira em gerekê şêkirdar bin?

4 Yehowa mera vê yekêda meselê dihêle. Besa xeberê, Yehowa wan meriva kerem dike, kîjan ku dilê wî şa dikin (2 Sam. 22:21; Zeb. 13:6; Met. 10:40, 41). Û Kitêba Pîroz mera dibêje, wekî em “çev bidine Xwedê, çawa zarêd hizkirî” (Efes. 5:1). Dêmek, meniya sereke, ku çira em gerekê şêkirdar bin, ew e ku em dixwazin çev bidine Yehowa.

5 Dîna xwe bidine menîke din, ku çira lazim e em hindava merivada şêkirdar bin. Razîbûn yanê şêkirandin mîna xwarineke xweş e, kîjan ku hê xweş dibe, çaxê tevî kesekî dixwî. Belê, çaxê em texmîn dikin, ku meriv kirên me dişêkirînin, em şa dibin, lê çaxê em merivara didine kifşê, ku wana qîmet dikin, em wana bextewar dikin û şa dikin. Çaxê meriv divîne wekî em kirên wî dişêkirînin, ew fem dike wekî cefê wî badîhewa nîbû, lê ewî bi rastî alî me kir. Bi saya vê yekê, orta me û wî merivîda hevaltî hê qewî dibe.

6. Çida sêvên zêrîn û giliyên razîbûnê mîna hev in?

6 Çaxê em merivara pê giliya razîbûna xwe didine kifşê, qîmeta wan giliya mezin e. Kitêba Pîroz dibêje: “Gotineke cîda mîna sêva zêrîn e li ser zîv qaşkirî” (Metlk. 25:11). Bidine ber çevê xwe, ku sêva zêr ser zîv qaşkirî çiqas bedew e! Û bifikirin ku ew çiqas wê qîmet be. Lê hûnê çi texmîn kin, hergê pêşkêşeke usa bidine we? Bidine hesabê xwe, giliyên şêkirandinê mîna vê yekê gelek qîmet in. Bi rastî sêva zêr gelek wext dimîne. Usa jî çaxê hûn pê giliya razîbûna xwe kesekîra didine kifşê, ew dikare temamiya emirê xwe giliyên we bîr neke û qîmet ke.

EWANA PÊ KIRÊN XWERAZÎBÛNÊ DIDANE KIFŞÊ

7. Ça Zebûr 27:4 eyan dike, wekî Dawid û nivîskarên din yên zebûra, şêkirdarî didane kifşê?

7 Gelek xizmetkarên Xwedê yên berê, şêkirdar bûn. Yek ji wan Dawid bû. (Bixûne Zebûr 27:4.) Ewî bi dil û can qîmet dikir hebandina rast û ev yek pê kirên xwe nîşan dikir. Ewî bona avakirina paristgehê gelek hebûka xwe qurban kir. Zuretên Asaf jî bi nivîsandina zebûra û kilamên şikirdariyê razîbûna xwe didane kifşê. Besa xeberê, kilamekêda ewana şikiriyê didine Xwedê û eyan dikin, ku ça metal dimînin ser “keremetêd” Yehowa (Zeb. 75:1). Eşkere ye, wekî Dawid û zureta Asaf dixwestin Yehowara nîşan kin, wekî hemû keremên ku ji wî distandin gelek dişêkirandin. Lê hûn ça dikarin çev bidine wan zebûrbêja?

Pawlos bi nema xweye Romayara çi me hîn dike derheqa şêkirdariyê? (Binihêre abzasa 8-9) *

8-9. Pawlos ça da kifşê, wekî xûşk-bira qîmet dike, û ew yek ça ser wana hukum bû?

8 Pawlosê şandî xûşk-birên xwe qîmet dikir, û ew yek pê giliyên wî tê kifşê. Ew timê duayên xweda ji Xwedê razî bû bona wan. Ewî usa jî pê nemên xwe wanra dida kifşê, ku wana qîmet dike. Romayî serê 16-da, 15 rêzên pêşinda Pawlos besa 27 xûşk-bira dike bi navê wan. Ewî îlahî Priskîla û Ekîla anî bîra xwe, yên ku bona wî “dest ji emirê xwe” kişandin, usa jî besa Foybeyê kir, ya ku “xweyîtî geleka” û usa jî Pawlos dikir. Ewî payê wan xûşk-birên delal da, bona cefên wan (Rom. 16:1-15).

9 Pawlos fem dikir, wekî ew xûşk-bira gunekar in, lê xilaziya nema xweye Romayara, besa hunurên wanî baş kir. Bidine ber çevê xwe, ku ew xûşk-bira ça şa bûn û qewî bûn, çaxê civatêda nema wî xwendin, kîderê ew payê wan dide. Bêşik, ewê yekê hevaltiya wan tevî Pawlos hê qewî kiriye. Lê hûn timê razîbûna xwe didine kifşê xûşk-birara, bona gilî û kirên wanî baş?

10. Îsa ça da kifşê ku şagirtên xwe qîmet dike, û em ji wî çi hîn dibin?

10 Îsa elametiya xweda çend civatên Asya Biçûkra da kifşê, wekî şixulên şagirtên xwe qîmet dike. Besa xeberê, ewî civata Tiyatîrayêra elametiya xwe bi wan giliya destpêkir: “Ez haş ji kirêd te, hizkirina te, baweriya te, xizmetkarî û sebira te heme. Ez zanim ku kirêd teye paşwextiyê ji yêd pêşiyê zêdetir in” (Eyan. 2:19). Belê, Îsa ne tenê besa şixulên wan kir, lê ewî payê wan da bona hunurên wanî baş, bi saya kîjana wana ew kirên qenc dikirin. Rast e Îsa usa jî hinekên ji Tiyatîrayê şîret kir, lê ewî elametiya xwe pê dildayînê destpêkir û xilaz kir (Eyan. 2:25-28). Bifikirin derheqa hukumê Îsa, ew serê hemû civata ye. Ew borcdar nîne, wekî razîbûna xwe mera bide kifşê, seva şixulên ku em bona wî dikin. Lê yeke ew pê mesela xwe dide kifşê, wekî ferz e şêkirdar bin. Rastî jî Îsa bona rûspiya meseleke mezin hîştiye.

EWANA BÊŞÊKIR BÛN

11. Li gora Îbranî 12:16, Esaw hindava tiştên pîroz ça bû?

11 Yazix hine xizmetkarên berê, bêşêkir bûn. Mesele, rast e Esaw malbeteke usada mezin bû, ku Yehowa hiz dikirin û qedirê wî digirtin, lê yeke ewî tiştên pîroz qîmet nedikir. (Bixûne Îbranî 12:16.) Çida ew yek hate kifşê? Ewî bona tûsî şorbe, derbêra nixurtiya xwe firote birê xweyî biçûk Aqûb (Destp. 25:30-34). Rast e paşê ew gelek poşman bû, lê ewî hingê nixurtiya xwe qîmet nekir, û ne jî gerekê bikira kute-kut, gava keremê ku yê nixurîra diket, nestand.

12-13. Çawa Îsraêliya bêşêkiriya xwe dane kifşê, û axiriya vê yekê çi bû?

12 Gelek tişt hebûn çi ku Îsraêliya gerekê qîmet kirana. Yehowa Dehe Bela anî serê Misiriya û Îsraêlî ji dîltiyê aza kirin. Paşê Xwedê temamiya ordiya Misiriya Bera Sorda kuta kir û usa cimeta xwe xilaz kir. Ewana usa razî bûn bona vê yekê, ku seva şikirdayînê bidine Yehowa, kilama serketinê stran. Lê gelo ewana usa şêkirdar man?

13 Çaxê Îsraêlî rastî çetinayên din hatin, wana bîr kir hemû qencî, ku Yehowa bona wan kir. Ewana bûne bêşêkir (Zeb. 106:7). Lê ji çi ew hate kifşê? “Temamîya civîna zarêd Îsraêl berîyêda, hindava Mûsa û Harûnda bîna xwe teng kirin”, lê bi rastî wana bîna xwe hindava Yehowada teng dikirin (Derk. 16:2, 8). Yehowa hêrs ket ser bêşêkiriya cimeta xwe. Û paşê ewî wanra pêşda elam kir, ku temamiya rikinyata Îsraêlê wê beriyêda bimire, xêncî Yêşû û Kaleb (Jimar 14:22-24; 26:65). Were tu car nebine mîna wan, lê çev bidine merivên şêkirdar.

ÇAWA BIDIN KIFŞÊ KU ŞÊKIRDAR IN?

14-15. a) Jin-mêr ça dikarin nîşan kin ku hevdu qîmet dikin? b) Dê-bav ça dikarin zarên xwe hîn kin, wekî şêkirdar bin?

14 Malbetêda. Çaxê nefer hev qîmet dikin û razîbûna xwe didine kifşê, ewana bextewar dibin. Mêr û jin çiqas zef şixulên hev dişêkirînin, haqas ewana hê zef nêzîkî hev dibin. Ew yek usa jî alî wan dike, ku şaşiyên hev bibaxşînin. Mêr ku jina xwe qîmet dike, ne tenê dîna xwe dide giliyên wêye baş yan kirên wê, lê usa jî “pesinê wê dide” (Metlk. 31:10, 28). Û jina serwaxt jî mêrê xwera dide kifşê, ku bona çi ew wî qîmet dike û ji wî razî ye.

15 Dê-bavno, hûn ça dikarin zarên xwe hîn kin wekî şêkirdar bin? Bîr nekin, wekî zarên we xeberdanêda û şixulada çev didine we. Lema jî mesela baş bin bona wan, û çaxê ewana bona we tiştekî dikin, bêjin ku hûn ji wan razî ne. Usa jî zarên xwe hîn kin, wekî bêjin zef razî me, çaxê kesek bona wan tiştekî dike. Alî zara bikin, wekî fem kin ku ewana gerekê ji dilê xwe şêkirdar bin û ku giliyên wanî razîbûnê dikarin gelek karê bidine meriva. Mesele, jinikeke cahil Klêrî dibêje: “Diya min 32 saliya xweda nişkêva tevî sê zara tenê ma. Çaxê ez bûme 32 salî, min fem kir ku diya min çiqas cefa kişandiye cahiltiya xweda. Lema min jêra got ku ez emekê wê bona xwe û birên xwe, gelek dişêkirînim. Wan paşwextiyada ewê minra got, wekî giliyên min gelek dilê wê girtin, û ew gelek car ser wan giliya difikire, û dilê wê her gav şa dibe”.

Zarên xwe hîn kin wekî şêkirdar bin (Binihêre abzasa 15) *

16. Meselê bînin ku çawa razîbûn dikare dil bide yên mayîn.

16 Civatêda. Çaxê em xûşk-birara razîbûna xwe didine kifşê, ew yek dil dide wan û wana qewî dike. Mesele, rûspîkî 28 salî navê kîjanî Corc e, giran nexweş ket. Ew mehekê nikaribû bihata ser civata. Hela hê jî çaxê ewî destpêkir bê civatê, nikaribû civatêda pê dersa derketa. Ew dibêje: “Min xwe bêkêr texmîn dikir, çimkî min nikaribû tiştek bikira, û civatêda jî min nikaribû cabdarî bianiya sêrî. Lê carekê paşî civatê birakî minra got: ‘Ez dixwazim tera bêjim, wekî zef ji te razî me, çimkî bona malbeta min tu meseleke gelek baş î. Tu ne jî haş pê heyî, wekî nava çend salên paşwextiyêda gotarên te çiqas dilê me digirtin. Ew gotar alî me kirin, ku em ruhanîda pêşda çûn’. Ez ser giliyên wî metal mam û ez giriyam. Giliyên wî hema ew bû, çi jî minra lazim bû”.

17. Çawa Kolosî 3:15-da tê gotinê, em ça dikarin merdaniya Yehowa qîmet kin?

17 Hindava Xwedêyê meyî merdda şêkirdar bin. Yehowa pir zef xwarina ruhanî dide me. Mesele, em bi saya civata, jûrnala, û malpera şîreta û rêberiya distînin. Qe usa bûye ku we gotarek bihîstiye yan jî xwendiye, yan jî vîdêok nihêriye û we gotiye: “Eva hema bona min bû, û minra gelek lazim bû”? Lê ça em dikarin razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê? (Bixûne Kolosî 3:15.) Mesele, her gav duada bona wan pêşkêşa şikiriyê bidine wî (Aqûb 1:17).

Em razîbûna xwe dikarin bidine kifşê, mesele çaxê temizkirina Oda Civatada alîkariyê didin (Binihêre abzasa 18)

18. Çi cûreyî em dikarin razîbûna xwe bidine kifşê bona Oda Civata?

18 Em usa jî dikarin Yehowara razîbûna xwe bidine kifşê, çaxê ciyê hebandinê temiz û terbet xwey dikin. Em timê Oda Civata xwe temiz dikin û çaxê lazim e teze dikin, usa jî em miqatî hacetên elektronîk dibin, kîjan ku civatêda em didine xebatê. Hergê em Oda Civata xwe û tiştên têda rind xwey kin, ewana wê hê gelek wext bimînin û wê hindik tişt bêne tezekirin. Wî cûreyî, emê pera kêm xerc kin, û dewsê Odên Civata ava kin yan jî teze kin.

19. We çi ders xwera hilda ji mesela berpirsiyarê mihalê û jina wî?

19 Razî bin wanra, yên ku bona me xem dikin û gelek şixul dikin. Çaxê em kesekîra nîşan dikin, ku em wî qîmet dikin, em dikarin alî wî bikin nihêrandina xwe ser çetinaya biguhêze. Dîna xwe bidine mesela berpirsiyarekî mihalê û jina wî. Carekê ewana zivistanê sur-sermêda, paşî xizmetiyê gelek westiyayî vegeriyane malê. Vê rojê gelek sar bû, jina wî hema potva raza. Şebeqê, ewê gote mêrê xwe, wekî difikire ku îda nikare wê kifşkirinêda xizmet ke. Paşê, hema vê şebeqê, neme ji fîlîalê hat ku xût bona wê bû. Nemêda payê wê didan bona xizmetiya wê û sebira wê. Wêderê dihate gotinê, wekî rastî jî nehêsa ye her heftî ji cîkî derbazî cîkî din bin. Mêrê wê dibêje: “Ewan paya usa dilê wê girtin, ku ewê tu car îda nedigot, wekî nikare vê kifşkirinêda xizmet ke. Bi rastî ewê xwexa çend cara paşî vê yekê dil dida min, wekî xizmetiya xwe berdewam kim”. Ew jin-mêr weke 40 sala şixulê berpirsiyartiyêda man.

20. Em her roj gerekê çi bikin û çira?

20 Were em her roj şêkirdar bin, û evê yekê pê gilî û kirên xwe bidine kifşê. Gilî û kirên meyî bi dilê sax, dikarin hema vê demê alî wî merivî bikin, ku teyax ke ber çetinayên vê dinya bêşêkirda. Û giliyên meyî razîbûnê wê hevaltiya me qewî kin, kîjan ku dikare heta-hetayê berdewam be. Lê ya lape ferz, emê çev bidine Bavê xwe Yehowa, yê ku merd û şêkirdar e.

KILAMA 20 Te Kurê Xweyî Delal Berva da

^ abz. 5 Derheqa şêkirandinê em ji Yehowa, Îsa û Sameriyê kotî çi hîn dibin? Van mesela û meselên din, emê vê gotarêda şêwir kin. Usa jî emê pêbihesin, ku çira ferz e pê xeberdan û kirên xwe razîbûna xwe nîşan kin û kîjan hine derecada em dikarin vê yekê bikin.

^ abz. 1 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Kirên kesekî yan tiştekî bişêkirînin, tê hesabê fem kin qîmetê wî kesî yan tiştî. Ew xeber usa jî dide kifşê razîbûna bi dil û can.

^ abz. 55 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Civata Romayîra nema Pawlos tê xwendinê: Ekîla, Priskîla, Foybe û yên din, şa dibin ku nemêda navê xwe dibihên.

^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Dê alî qîza xwe dike, wekî razîbûna xwe bide kifşê xûşkeke emirda mezinra, çimkî ew xûşk mesela baş e.