Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 9

Hezkirin û Edalet – li Qanûna Mûsa

Hezkirin û Edalet – li Qanûna Mûsa

“Ji rastî û edaletê hez dike, hezkirina wî dinê tije dike” (ZEB. 33:5).

KILAM 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

PÊŞGOTIN *

1-2. (a) Em gişt hewceyî çi ne? (b) Em dikarin ji çi emîn bin?

EM GIŞT hewceyî hezkirin û edaletê ne. Eger em hezkirin û edaletê nebînin, dibe ku em xwe bêqîmet û bêçare hîs bikin.

2 Yehowa dizane ku em hewceyî hezkirin û edaletê ne (Zeb. 33:5). Em dikarin bawer bin ku Xwedê ji me pir hez dike, û ew dixwaze ku em edaletê bibînin. Ev yek ji Qanûnê aşîkar e, ya ku Yehowa bi destê Mûsa dabû miletê Îsraêl. Eger tu hesreta hezkirinê yî an seba bêedaletiyê aciz bûyî, ji kerema xwe re binêre ka Qanûna Mûsa * çawa nîşan dide ku Yehowa xema xizmetkarên xwe dixwe.

3. (a) Li gor Romayî 13:8-10, em çi dibînin gava em Qanûna Mûsa lêkolîn dikin? (b) Li vê meqaleyê, emê cewabên kîjan pirsan bistînin?

3 Gava em Qanûna Mûsa lêkolîn dikin, em dilgermiya Xwedayê me Yehowa hîs dikin (Romayî 13:8-10 bixwîne). Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin çend qanûnên ku hatibûn dayîn miletê Îsraêl, û emê cewabên van pirsan bidin: Em çima dikarin bibêjin ku Qanûn li ser hezkirinê hatibû saz kirin? Em çima dikarin bibêjin ku Qanûn edalet bi pêş dixist? Gerek kesên mesûl Qanûn çawa tetbîq bikira? Qanûnê bi taybetî kî diparastin? Cewabên van pirsan dikarin me teselî bikin, hêviyê bidin me û alî me bikin ku em nêziktirî Xwedayê meyî dilovan bibin (Kar. 17:27; Rom. 15:4).

QANÛN LI SER HEZKIRINÊ HATIBÛ SAZ KIRIN

4. (a) Em çima dikarin bibêjin ku Qanûna Mûsa li ser hezkirinê hatibû saz kirin? (b) Li gor Metta 22:36-40, du emrên herî mezin kîjan in?

4 Ji ber ku hemû kirinên Yehowa bi hezkirinê ve girêdayî ne, em dikarin bibêjin ku Qanûna Mûsa li ser hezkirinê hatibû saz kirin (1. Yûh. 4:8). Hemû qanûnên Yehowa li ser du emrên sereke hatibûn saz kirin: A yekê, ji Xwedê hez bike, û ya diduyan, ji mirovan hez bike (3. Mû. 19:18; 5. Mû. 6:5; Metta 22:36-40 bixwîne). Loma her yek ji zêdetirî 600 emrên Qanûnê di heqê hezkirina Yehowa de tiştekî rêyî me didin. Niha emê li çend mîsalan binêrin.

5-6. Yehowa dixwaze ku cotên zewicî çi bikin, û Yehowa çi rind dizane? Mîsalekê bide.

5 Ji jin an mêrê xwe re dilsoz bimîne û zarokên xwe xwedî bike. Yehowa dixwaze ku jin û mêrên zewicî ji hev pir hez bikin û ku hezkirina wan daîm be (1. Mû. 2:24; Met. 19:3-6). Zîna yek ji gunehên herî giran e. Ji ber vê yekê, emirê heftan ê Deh Emiran zînayê qedexe dikir (5. Mû. 5:18). Zîna gunehekî “li dijî Xwedê” ye û pir zerarê dide zewacê (1. Mû. 39:7-9). Êşa zînayê carinan bi dehan salan derbas nabe.

6 Yehowa rind dizane ka jin û mêr bi hev re baş in an na. Wî dixwest ku zilam bi pîrekên xwe re baş bin. Zilamekî ku qedrê Qanûnê digirt ji pîreka xwe hez dikir, û wiyê ew bê sebebeke muhîm ber nedida (5. Mû. 24:1-4; Met. 19:3, 8). Lê gava problemên giran derdiketin û zilam dixwest pîreka xwe berde, lazim bû ku ew kaxiza berdanê bide wê. Vê kaxizê pîrek diparast ku kes nefikire ku wê bêexlaqî kiriye. Wekî din, wisa tê fehm kirin ku berî ku zilam pîreka xwe berde, lazim bû ku ew here ber dîwana rîspiyên bajêr. Bi vî awayî, rîspiyan dikaribû alî jin û mêr bikin ku zewaca xwe biparêzin. Rast e ku Yehowa her car mudaxile nedikir gava zilam pîrekên xwe bêsebeb berdidan, lê wî helbet dilêş û hêstirên pîrekan didîtin (Malx. 2:13-16).

Yehowa dixwest ku dê û bav zarokên xwe bi hezkirin xwedî bikin û perwerde bikin (Li paragrafên 7 û 8an binêre) *

7-8. (a) Yehowa çi emir dabû dê û bavan? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.) (b) Em ji vêya çi dersan distînin?

7 Ji xeynî vê, Qanûn nîşan dide ku Yehowa xema zarokan dixwe. Yehowa dixwest ku dê û bav, ne tenê bi hewcedariyên madî yên zarokên xwe, lê bi hewcedariyên wan ên ruhî ve jî eleqedar bibin. Li gor Qanûnê, lazim bû ku dê û bav her tim alî zarokên xwe bikin ku ew qîmetê bidin Qanûna Yehowa û ji wî hez bikin (5. Mû. 6:6-9; 7:13). Yek ji sebebên ku Yehowa ceza da Îsraêliyan ev bû ku wan ji zarokên xwe re zilm dikir (Yêr. 7:31, 33). Yehowa dixwest ku dê û bav zarokên xwe wek hediye an mîraseke ji Xwedê bibînin, ne wek eşyayekî bêqîmet (Zeb. 127:3).

8 Dersên ji bo me: Yehowa dixwaze ku jin û mêr bi hev re baş bin. Ew dixwaze ku dê û bav ji zarokên xwe hez bikin, û ewê ji wan hesabê bipirse eger ew mesûliyeta xwe neynin cih.

9-11. Yehowa çima çavbirçîtî qedexe kiribû?

9 Çavbirçî nebe. Emirê dawîn ê Deh Emiran çavbirçîtiyê qedexe dikir. Yanî, lazim bû ku çavê mirov li tiştên ku aîdî kesekî din in, nebe (5. Mû. 5:21; Rom. 7:7). Bi vê qanûnê, Yehowa derseke muhîm da xizmetkarên xwe: Gerek ew dilê xwe – yanî hîs û fikrên xwe – biparêzin. Xwedê dizane ku kirinên xerab ji hîs û fikrên xerab tên meydanê (Mtl. 4:23). Kesekî ku îzin dide ku xwestekên nerast li dilê wî mezin bibin bi hêsanî dikare ji kesên din re xerabiyê bike. Mesela, Dawid Padîşah carekê ev şaşî kiribû. Bi eslê xwe, ew mirovekî baş bû. Lê carekê, dilê wî ket pîreka zilamekî din. Seba vê xwestekê, Dawid gunehên giran kirin (Aqûb 1:14, 15). Dawid hem zîna kir hem jî plan çêkir ku zilamê pîrekê bixapîne. Bi ser de, gava plana wî nehat cih, wî ew da kuştin (2. Sam. 11:2-4; 12:7-11).

10 Ji ber ku Yehowa dilan dixwîne, wî rind dizanibû gava kesekî qanûna li ser çavbirçîtiyê xera dikir (1. Dîr. 28:9). Qanûna ku çavbirçîtî qedexe dikir nîşanî xizmetkarên Xwedê dida ku gerek ew xwe ji fikrên xerab dûr bigirin, ên ku dikarin bibin sebeba kirinên xerab. Yehowa çi qas dilovan û bihîkmet e!

11 Dersên ji bo me: Yehowa ne tenê li rû dinêre; ew dibîne ku di hundirê me de, yanî di dilê me de çi heye (1. Sam. 16:7). Em nikarin fikir, hîs û kirinên xwe ji wî veşêrin. Ew helbet bala xwe dide sifatên me yên baş, û ew dixwaze ku em van sifatan bi pêş bixin. Wekî din, ew dixwaze ku em fikrên xerab ji dilê xwe derxînin berî ku ew bibin sebeba kirinên xerab (2. Dîr. 16:9; Met. 5:27-30).

QANÛNA MÛSA EDALET BI PÊŞ DIXIST

12. Qanûna Mûsa çi nîşan dide?

12 Qanûna Mûsa nîşan dida ku Yehowa ji edaletê hez dike (Zeb. 37:28; Îşa. 61:8). Yehowa ji aliyê edaletê ve ji mirovan re bû emsal. Gava Îsraêliyan guh dida qanûnên Yehowa, wî ew bibereket dikirin. Gava wan guh nedida standardên wî yên heq û rast, Yehowa ceza dida wan. Niha emê bala xwe bidin du emirên din ên Deh Emiran.

13-14. Du emrên pêşîn ên Deh Emiran çi digot, û kesên ku guh dida van emiran çi feyde didît?

13 Tenê ji Yehowa re îbadetê bike. Du emirên pêşîn ên Deh Emiran digot ku gerek mirov tenê ji Yehowa re îbadetê bikin û pûtperestiyê nekin (2. Mû. 20:3-6). Ev emir ji bo xêra Yehowa nehatibûn dayîn; ew ji bo xêra xizmetkarên wî hatibûn dayîn. Heta ku ew ji Xwedê re dilsoz diman, halê wan baş bû. Gava wan pûtperestî dikir, serê wan diket belayê.

14 Kenaniyan bîne ber çavê xwe. Wan ji pûtên pûç re îbadet dikir, ne ji Xwedayê rastîn re (Zeb. 115:4-8). Di îbadeta xwe de, wan bêexlaqî dikir û zarokên xwe qurban dikirin. Gava Îsraêliyan pişta xwe dida Yehowa û ji pûtan re îbadet dikir, wan tiştên pir xerab dikirin, ên ku zerar dida malbatên wan (2. Dîr. 28:1-4). Gava serokên Îsraêl dev ji edaleta Yehowa berda, wan otorîteya xwe bi xerabî dixebitand û li kesên belengaz û bêxwedî zilm dikir (Hêz. 34:1-4). Yehowa ji Îsraêliyan re got ku ewê heyfa jin û zarokên bêstare hilîne, yên ku rastî zilm û zordariyê hatin (5. Mû. 10:17, 18; 27:19). Lê belê gava wan ji wî re dilsoz diman û bi hev re adil dibûn, Yehowa bereket dida wan (1. Qra. 10:4-9).

Yehowa ji me hez dike, û ew dibîne gava em rastî bêedaletiyê tên (Li paragrafa 15an binêre)

15. Em di heqê Yehowa de çi dersan distînin?

15 Dersên ji bo me: Gava kesên ku dibêjin ku ew xulamên Yehowa ne guh nadin qanûnên wî û zerarê didin xizmetkarên wî, ev yek ne sûcê Yehowa ye. Yehowa ji me hez dike û dibîne gava em rastî bêedaletiyê tên. Xwedê ji dayikekê zêdetir xemkêş dibe gava tiştekî xerab tê serê me (Îşa. 49:15). Yehowa carinan di heman demê de dest navêje hemû probleman, lê ewê di wexta xwe de ji kesên ku ji kesên din re xerabiyê dikin û tobe nakin, hesabê bipirse.

QANÛNA MÛSA ÇAWA DIHAT TETBÎQ KIRIN?

16-18. Di Qanûna Mûsa de ji bo kîjan waran emir hebûn, û em ji vêya çi dersan distînin?

16 Qanûna Mûsa li ser gelek warên jiyanê tesîr dikir. Loma pir muhîm bû ku rîspîyên tayînkirî bi edalet hikum bidaya xelkê. Rîspiyan ne tenê bi meseleyên ruhî, lê bi sûcên giran û bi problemên di nav mirovan de jî eleqedar dibûn. Niha emê bala xwe bidin çend mîsalan.

17 Gava Îsraêliyekî kesek dikuşt, ew bi otomatîk cezaya mirinê nedistend. Rîspiyên bajêr doza wî lêkolîn dikir ka fermana mirinê gerek bê dayîn an na (5. Mû. 19:2-7, 11-13). Wekî din, rîspiyan li gelek meseleyên rojane jî dinêrîn, mesela li îxtilafên li ser mal û milk an li problemên zewacê (2. Mû. 21:35; 5. Mû. 22:13-19). Gava rîspî adil bûn û Îsraêliyan guh dida Qanûnê, her kesî ji vêya feyde didît, û milet bi vî awayî rûmet dida Yehowa (3. Mû. 20:7, 8; Îşa. 48:17, 18).

18 Dersên ji bo me: Yehowa bala xwe dide hemû warên jiyana me. Ew dixwaze ku em bi kesên din re adil û dilovan bin, û ew dibîne ku em çi dikin û çi dibêjin – li hundirê mala me jî (Îbr. 4:13).

19-21. (a) Lazim bû ku rîspî û hakim ji xelkê re çawa bin? (b) Yehowa xizmetkarên xwe bi saya kîjan qanûnan diparastin, û em ji vêya çi dersan distînin?

19 Yehowa dixwest xizmetkarên xwe ji bandora xerab a miletên li derdora wan biparêze. Loma wî got ku gerek rîspî û hakim Qanûnê bi awayekî bêteref tetbîq bikin û ji mirovan re sert nebin. Xwedê dixwest ku ew ji edaletê hez bikin (5. Mû. 1:13-17; 16:18-20).

20 Ji ber ku dilê Yehowa bi xizmetkarên xwe dişewite, wî qanûn danîn ku bêheqî nebe. Mesela, Qanûna Mûsa mirov ji sûcdarkirina neheq diparastin. Gava kesek dihat sûcdar kirin, heqê wî hebû ku bizanibe ku kê ew sûcdar kiriye (5. Mû. 19:16-19; 25:1). Wekî din, herî kêm du şahid lazim bûn (5. Mû. 17:6; 19:15). Lê eger tenê yek şahid hebûya, edalet wê çawa bihata cih? Gerek tu kes nefikiriya ku ewê bêceza bimaya, çimkî Yehowa her tişt didît. Di malbatê de, otorîteya bavan hebû, lê ev otorîte ne otorîteyeke bêsînor bû. Ji bo hin probleman, rîspiyên bajêr eleqedar dibûn, û wan hikmê dawîn dida (5. Mû. 21:18-21).

21 Dersên ji bo me: Ji aliyê edaletê ve, Yehowa emsaleke bêqisûr e. Ew tu caran neheqiyê nake (Zeb. 89:14). Ew kesên ku bi dilsozî guh didin qanûnên wî, xelat dike, lê ew kesên ku otorîteya xwe bi awayekî xerab dixebitînin, ceza dike (2. Sam. 22:21-23; Hêz. 9:9, 10). Carinan wisa xuya dike wekî ku kesên xerab nayên ceza kirin, lê Yehowa wê li wexta minasib hikum bide wan (Mtl. 28:13). Eger ew tobe nekin, ewê bibînin ku “tiştekî tirsehêz e ku mirov bikeve destê Xwedayê jîndar” (Îbr. 10:30, 31).

QANÛNA MÛSA BI TAYBETÎ KÎ DIPARASTIN?

Gava rîspiyan problem hel dikirin, gerek wan hezkirin û edaleta Yehowa eyan bikira (Li paragrafa 22an binêre) *

22-24. (a) Qanûna Mûsa bi taybetî kî diparastin, û ev yek di heqê Yehowa de çi rêyî me dide? (b) Li 2. Mûsa 22:22-24, Yehowa xizmetkarên xwe çawa hişyar dikirin?

22 Qanûna Mûsa bi taybetî ev kes diparastin, ên ku nikarin xwe biparêzin, mesela sêwî, jinebî û xerîb. Yehowa ji hakimên Îsraêl re wisa gotibû: “Derheqê xerîb û sêwî de daraziyê neguhere û kincê jinebiyê bi mişkaneyî nestîne” (5. Mû. 24:17). Belê, Yehowa xema van kesan dixwar, ên ku nikarin xwe biparêzin, û wî ji kesên ku ji wan re xerabî dikir, hesab dipirsî (2. Mûsa 22:22-24 bixwîne).

23 Ji xeynî vê, Qanûna Mûsa têkiliyên cinsî di nav merivên nêzik de qedexe dikirin û ferdên malbatê bi vî awayî diparastin (3. Mû. 18:6-30). Miletên li derdora Îsraêl minasebetên wisa normal didîtin, lê Yehowa dixwest ku xizmetkarên wî ji vî sûcî nefret bikin.

24 Dersên ji bo me: Yehowa dixwaze ku kesên mesûl xema van mirovan bixwin, ên ku li bin otorîteya wan in. Ew ji sûcên cinsî nefret dike, û ew dixwaze ku her kes – bi taybetî kesên ku nikarin xwe biparêzin – bi edalet bên parastin.

QANÛNA MÛSA ‘SIYA TIŞTÊN QENC BÛ, YÊN KU WÊ BÊN’

25-26. (a) Hezkirin û edalet çawa wek bêhn û jiyanê ne? (b) Li meqaleya din a vê rêzê, emê çi bibînin?

25 Hezkirin û edalet, wek bêhn û jiyanê ne. Her du jî bi hev ve girêdayî ne. Eger em bawer bin ku Yehowa adil e, emê ji wî zêdetir hez bikin. Wekî din, eger em ji Xwedê û ji qanûnên wî yên adil hez bikin, emê ji kesên din jî hez bikin û ji wan re adil bin.

26 Qanûna Mûsa alî Îsraêliyan dikir ku ew nêziktirî Yehowa bin. Lê belê piştî ku Îsa Mesîh canê xwe wek fîdye da, Qanûna Mûsa betal bû, û tiştekî çêtir hat saz kirin (Rom. 10:4). Pawlosê şandî got ku Qanûna Mûsa ‘siya tiştên qenc e, yên ku wê bên’ (Îbr. 10:1). Meqaleya din a vê rêzê wê bala me bikişîne ser hin ji van tiştên qenc û wê rêyî me bide ku hezkirin û edalet li civata şagirtên Îsa çi qas muhîm in.

KILAM 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

^ par. 5 Ev rêza çar meqaleyan nîşan dide ku em çima dikarin bawer bin ku Yehowa xema me dixwe. Eva meqaleya yekê ye. Sê meqaleyên din wê li Birca Çavdêriyê ya meha Gulanê ya sala 2019an derkevin. “Hezkirin û Edalet – li Civata Şagirtên Îsa”, “Hezkirin û Edalet – li Hemberî Xerabiyê” û “Teselî Bide Kesên ku Rastî Tacîza Cinsî Hatine”.

^ par. 2 NOT: Yehowa bi destê Mûsa pêxember zedetirî 600 qanûn da miletê Îsraêl. Ev qanûn wek “Qanûna Mûsa” an “emir” tên bi nav kirin. Wekî din, pênc kitêbên pêşîn ên Kitêba Pîroz (ji 1. Mûsa heta 5. Mûsa) jî wek “Qanûn” tên bi nav kirin. Peyva “Qanûn” carinan ji bo hemû Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî jî tê bi kar anîn.

^ par. 60 RESIM: Li dema hazirkirina xwarinê, jinikeke Îsraêlî tevî qîzên xwe sohbet dike. Li derve, bav ji kurê xwe re şivantiyê hîn dike.

^ par. 64 RESIM: Rîspiyên li deriyên bajêr bi dilovanî alî jinebiyekê û kurê wê dikin, yên ku rastî bêedaletiyê hatibûn.