Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 9

Qanûna Mûsa Ça Hizkirin û Heqiya Yehowa Eyan Dike

Qanûna Mûsa Ça Hizkirin û Heqiya Yehowa Eyan Dike

“Ew rastîyê û heqîyê hiz dike, huba Xudanva dinya tijî ye” (ZEB. 33:5).

KILAMA 3 Bawerî, Îtbarî û Hewara Me Xwedê ye

VÊ GOTARÊDA *

1-2. a) Her kes ji me hewcê çi ye? b) Çida em dikarin dudilî nebin?

HER kes ji me dixwaze, wekî me hiz bikin û hindava meda heq bin. Lê hergê em hindava xweda hizkirinê û heqiyê navînin, em xwe xirab û bêhêwî texmîn dikin.

2 Yehowa zane wekî em hewcê hizkirinê ne û dixwazin meriv hindava meda heq bin (Zeb. 33:5). Em gerekê dudilî nebin ku Xwedêyê me gelek me hiz dike û naxwaze ku kesek hindava me neheqiyê bike. Ew xeysetê Yehowa, Qanûnêda rind tê kifşê, ku ewî bi saya Mûsa da cimeta Îsraêlê. Hergê we hindava xweda dilsarî dît, yan jî hûn dilteng in, çimkî hindava weda heq nîbûn, dîna xwe bidinê ku çawa Qanûna Mûsada * tê kifşê, wekî Yehowa bona cimeta xwe xem dike û haş ji wana heye.

3. a) Çawa Romayî 13:8-10-da tê şirovekirinê, em çi pêdihesin derheqa Qanûna Mûsa? b) Emê vê gotarêda caba kîjan pirsa pêbihesin?

3 Çaxê em Qanûna Mûsa lêkolîn dikin, em têda hizkirina Yehowaye mezin divînin. (Bixûne Romayî 13:8-10.) Vê gotarêda emê tenê çend qanûna şêwir kin, kîjan ku cimeta Îsraêlra hatine dayînê, û caba van pirsa pêbihesin: Çira em dikarin bêjin, wekî Qanûn ser hîmê hizkirinê hate dayînê? Çira em dikarin bêjin, wekî Qanûnê heqî dewa dikir? Çawa merivên xweyîhukum gerekê Qanûn bidana xebatê? Qanûnê îlahî kê xwey dikir? Cabên wan pirsa wê berdiliyê û hêviyê bidine me, û me hê nêzîkî Bavê me bikin, yê ku me hiz dike (Kar. Şand. 17:27; Rom. 15:4).

QANÛNA MÛSA SER HÎMÊ HIZKIRINÊ BÛ

4. a) Çira em dikarin bêjin, wekî Qanûna Mûsa ser hîmê hizkirinê hate dayînê? b) Li gora Metta 22:36-40, kîjan temî Îsa kifş kir?

4 Em dikarin bêjin, wekî Qanûna Mûsa ser hîmê hizkirinê bû, çimkî hizkirin Yehowa hêlan dike her tiştî bike (1 Yûhn. 4:8). Yehowa ew hemû qanûn kire du temiyên sereke, ew heye Xwedê hiz bikin, û meriva hiz bikin (Qan. Kah. 19:18; Qan. Dcr. 6:5; bixûne Metta 22:36-40.) Lema jî her yek ji 600 qanûna û temiyên din, ku dikevine Qanûnê, me derheqa hizkirina Yehowa hîn dikin. Were em ji wan qanûna çend heva şêwir kin.

5-6. Yehowa dixwaze wekî jin-mêr ça bin hindava hev, û ew haş ji çi heye? Meselê bînin.

5 Amin bin jin yan mêrê xwera, û bona zara xem bikin. Yehowa dixwaze wekî jin-mêr usa qayîm hev hiz bikin, wekî hizkirina wan heta-hetayê be (Destp. 2:24; Met. 19:3-6). Qavî ew heye yek ji xirabiyên lape mezin, kîjan ku merivê bêhizkirin dike. Lema ji Dehe Temiya ya hefta zinî qedexe dikir (Qan. Dcr. 5:18). Ew “li ber Xwedê” gune ye û hindava jin yan jî mêrda xirabîke bêxwedêtî ye (Destp. 39:7-9). Ewên ku rastî vê xirabiyê tên, dikarin hela hê jî bi deha sala evî derdî ku nemamî wan kirin, bîr nekin.

6 Yehowa haş ji vê yekê heye, ku jin-mêr hindava hevdu ça nin. Ewî Îsraêlêda îlahî dîna xwe dida vê yekê, wekî hindava jinada neheqî neyê kirinê. Mêrê ku qedirê Qanûnê digirit, wê jina xwe hiz kira û bona meniyên biçûk wê lê berneda (Qan. Dcr. 24:1-4; Met. 19:3, 8). Lê hergê problêmeke mezin orta wanda pêşda dihat û mêr jina xwe berdida, ewî gerekê kaxasa jinberdanê bida wê. Ewê kaxazê lê xwey dikir, wekî buxdana nevêjine wê, ku yançi ewê qavî kiriye, lema hatiye berdanê. Xêncî vê yekê, pêşiya ku mêr kaxaza jinberdanê bida jina xwe, ewî dibeke gerekê tevî rûspiyên şeher bişêwiriya. Wî cûreyî, ew rûspî dikaribûn alîkarî bidana jin-mêr, wekî hev bên û zewaca xwe xwey kin. Lê çaxê mêrê Îsraêlî ji qelpiya xwe jina xwe berdida, Yehowa cara nedikete nava wî şixulî, lê yeke ewî hêsirên jinê didît û êşa wê texmîn dikir (Malx. 2:13-16).

Yehowa dixwest wekî dê-bav bi hizkirinê zarên xwe mezin kin û hîn kin, seva zar xwe xweykirî texmîn kin (Binihêrin abzasa 7-8) *

7-8. a) Yehowa çi temî da dê-bava? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.) b) Em çi dersa pêdihesin?

7 Qanûnê usa jî eyan dikir, wekî Yehowa gelek xem dike bona halxweşiya zara. Yehowa temî da dê-bava, wekî ne tenê hewcên fîzîkîda alî zara bikin, lê aliyê ruhanîda jî. Dê-bav gerekê her mecal bidana xebatê, seva alî zara bikirana ku ewana Qanûna Yehowa fem kirana, qîmet kirana, û Xwedê hiz kirana (Qan. Dcr. 6:6-9; 7:13). Menîk ku çira Yehowa cimeta xwe ceza kir, ew bû, ku ewana hindava zarada bêrem bûn (Yêrem. 7:31, 33). Dê-bava gerekê usa hesab nekirana ku zarên wan in û ça bixwestana usa bûna hindava wanda, lê gerekê wana fem kirana, ku zar hene ça milk, dêmek pêşkêş ji Yehowa, kîjan gerekê qîmet kirana û xwey kirana (Zeb. 127:3).

8 Ders: Yehowa dîna xwe dide jin-mêra, ku ewana hindava hevda ça nin. Ew dixwaze wekî dê-bav zarên xwe hiz bikin û ew wê dîwana wan bike, hergê ewana hindava zarada xirab bin.

9-11. Çira Yehowa derheqa dilhavijiyê qanûn da?

9 Dilhavijiyê nekin. Temiya paşin ji Dehe Temiya, dilhavijîkirin qedexe dikir, dêmek çevê xwe nedin ser hebûka xelqê (Qan. Dcr. 5:21; Rom. 7:7). Yehowa ew qanûn da cimeta xwe seva wana derseke ferz hîn ke. Wana gerekê dilê xwe xwey kirana, dêmek miqatî fikir û êmosiyên xwe bûna. Yehowa zane wekî kirên xirab, ji fikir û êmosiyên xirab destpêdibin (Metlk. 4:23). Hergê Îsraêlîkî bihîşta ku qelpê xirab bikeve dilê wî, ew îda wê tevî meriva ne bi hizkirin bûya. Mesela Dawid Padşa evê yekê eşkere dide kifşê. Bi rastî ew merivekî heyf bû, lê carekê ewî çev berda jina merivekî din. Ew xwestina wîye nerast, wî bire berbi gune (Aqûb 1:14, 15). Dawid tevî wê bênamûsî kir, û hin jî xwest mêrê wê bixapanda, lê çimkî nehate standinê, ewî mêrê jinikê kuşt (2 Sam. 11:2-4; 12:7-11).

10 Çaxê Îsraêlîkî ev temî nedianî sêrî, Yehowa ew yek zanibû, çimkî Ew dila dixûne (1 Dîr. 28:9). Ewê qanûnê cimeta wî dida femkirinê, wekî ewana gerekê ew fikirên ku dikarin wana berbi kirên xirab bivin, ji hişê xwe derxin û biterikînin. Rastî jî Yehowa Bavekî çiqas bîlan û hizkirin e!

11 Ders: Yehowa meriva tenê rûva nanihêre, ew divîne dilê me, dêmek em bi rastî çi cûreyî ne (1 Sam. 16:7). Em nikarin tu fikir, êmosiya û şixulekî ji wî veşêrin. Ew nav meda hunurên baş digere û dixwaze em wan hunura bal xwe zêde kin. Lê ew usa jî dixwaze, wekî em kontrol kin û têderxin wan fikirên nerast, kîjan ku dikarin me bivin berbi kirên xirab (2 Dîr. 16:9; Met. 5:27-30).

QANÛNÊN KU HEQÎ NÎŞAN DIKIRIN

12. Qanûna Mûsa çi dida kifşê?

12 Qanûna Mûsa usa jî me hîn dike, wekî Yehowa heqiyê hiz dike (Zeb. 37:28; Îşa. 61:8). Ewî bona me mesele hîşt, ku çawa hindava hevda heq bin. Çaxê Îsraêliya gura wan qanûna dikirin, yên ku Yehowa dabû wan, Xwedê kerema xwe dida wan. Lê çaxê wana ew qanûnên rast û heq pişt guhê xweva davîtin, kul-derd dikişandin. Were şêwir kin du temiyên din ji Dehe Temiya.

13-14. Du qanûnên pêşin çi dewa dikirin, û çaxê Îsraêliya gura wan qanûna dikirin, çi kar distandin?

13 Tenê Yehowa bihebînin. Du qanûnên pêşin ji Dehe Temiya, ji Îsraêliya dewa dikir, wekî tenê Yehowa bihebînin û wanra pêşda got, wekî serê xwe ber tu pûta daneynin (Derk. 20:3-6). Lê ew temî ne ku bona kara Yehowa bûn, lê bona kara wan bû. Çaxê ewana Yehowara amin diman, hingê geş dibûn û bextewar dibûn. Lê gava çev didane miletên xerîb û xudanên qelp dihebandin, kul-derd dikişandin.

14 Bifikirin derheqa Kenaniya. Ewana dewsa ku Xwedayê rast û sax bihebandana, xudanên bêkêr û mirî dihebandin. Axiriya vê yekê ew bû, ku wana xwe herimand û îda tiştên bêxwedêtî dikirin (Zeb. 115:4-8). Wana nava hebandina xweda tiştên bênamûsî û mirdar dikirin, û bêremtî zar qurban dikirin. Îsraêliya jî çaxê qanûna Yehowa pişt guhê xweva davîtin û xudanên qelp dihebandin, xwe diherimandin û malbetên xwera derd-kul dianînin (2 Dîr. 28:1-4). Merivên xweyîhukum jî çaxê qanûnên Yehowa derheqa heqiyê nedianîne sêrî, hukumê xwe aliyê xirabda û bona kara xwe didane xebatê, îlahî ser merivên sist û bêxweyî (Hezql. 34:1-4). Yehowa pêşda gote Îsraêliya, wekî wê wana ceza ke, yên ku xirabî û neheqiyê bikin hindava jin û zarên ku xweyê wan tune (Qan. Dcr. 10:17, 18; 27:19). Lê çaxê cimeta Yehowa amin bû û hindava hevda heq û rem bûn, ewî ewana kerem dikirin (1 Padş. 10:4-9).

Yehowa me hiz dike, ew zane û divîne çaxê neheqiyê me dikin (Binihêre abzasa 15)

15. Em çi dersa hîn dibin derheqa Yehowa?

15 Ders: Yehowa neheq nîne, hergê kesek xwe hesab dike xizmetkarê wî, lê prînsîpên wî pişt guhê xweva davêje û ziyanê dide cimeta wî. Lê Yehowa me hiz dike û divîne çaxê himberî me neheqiyê dikin. Ew êşa me hê zêde texmîn dike, ne ku dê êşa zara xwe (Îşa. 49:15). Rast e dibeke Yehowa derbêra tiştekî neke, lê wê wededa ese dîwana wan xiraba bike, yên ku xirabiya xwe hindava meriva tobe nakin.

QANÛN ÇA GEREKÊ BIDANA XEBATÊ

16-18. Qanûna Mûsa derheqa kîjan dereca bûn, û em ji vê yekê çi dersê hîn dibin?

16 Qanûna Mûsa derheqa gelek derecên usa bû, ku jîyîna her rojîva girêdayî bûn. Lema jî gelek ferz bû, wekî mêrên emirda mezin, yên ku dîwana cimeta Yehowa dikirin, gerekê bi heqiyê bikirana. Ewana cabdar bûn, wekî ne tenê wan pirsa safî kin, kîjan ku hebandinêva girêdayî bûn, lê şer-dewa û qaçaxtiyê jî. Dîna xwe bidine çend meselên jêrê.

17 Hergê Îsraêlîkî kesek bikuşta, ew gerekê derbêra nehata kuştinê. Pêşiya ku rûspiyên şeher safî kirana, ku gerekê ew bê kuştinê yan na, ewana gerekê ew derece kûr lêkolîn kirana (Qan. Dcr. 19:2-7, 11-13). Rûspiya usa jî gelek çetinayên malbetada safî dikirin, mesele ji çetinayên hebûkêva girêdayî heta çetinayên orta jin-mêrada (Derk. 21:35; Qan. Dcr. 22:13-19). Çaxê rûspî heq bûn û Îsraêliya jî gura Qanûnê dikirin, her kes kar distand, û bi vê yekê cimetê Yehowa rûmet dikir (Qan. Kah. 20:7, 8; Îşa. 48:17, 18).

18 Ders: Emirê meda her derece bona Yehowa ferz e. Ew dixwaze wekî em hindava merivada bi heq û hizkirin bin. Û ew dîna xwe didê ku em çi dibêjin û çi dikin, hergê jî em tenê ne malda (Îbrn. 4:13).

19-21. a) Rûspî û hakim hindava cimeta Xwedê gerekê ça bûna? b) Qanûnê çi cûreyî meriv xwey dikir, û ji vê yekê em çi dersê hîn dibin?

19 Yehowa dixwest wekî cimeta wî çev nedine miletên ku nêzîkî wan dijîtin. Lema jî ewî ji rûspiya û hakima dewa dikir, wekî Qanûnê rast bidine xebatê, û firqiyê nekine orta meriva. Û ewana gerekê tevî cimeta wî tu car sert û bêrem nîbûna. Dewsê wana gerekê heqî hiz kira (Qan. Dcr. 1:13-17; 16:18-20).

20 Yehowa hindava cimeta xwe dilşewat e, û lema ew qanûna datîne seva hindava kesekî neheqî neyê kirinê. Mesele, Qanûnê nedihîşt wekî buxdana bavêjine meriva. Û îzina meriv hebû bizanibûya kê buxdan avîtiye wî (Qan. Dcr. 19:16-19; 25:1). Ese gerekê lap kêm du şede hebûna, wekî meriv bihata dîwankirinê (Qan. Dcr. 17:6; 19:15). Lê besa xeberê Îsraêlîkî xirabî kir, û tenê şedekî ew dît, hingê wê ça bûya? Ew tu car gerekê nefikiriya, ku wê bona kirê xwe neyê cezakirinê, çimkî Yehowa dîtibû ewî çi kir. Malbetêda, hukumê bava hebû, lê sînorên hukumê wan jî hebû. Hine derecada, çaxê malbetêda şer-dew hebûn, rûspiyên şeher cabdar bûn, wekî bikevine nava wî şixulî û safîkirina axiriyê bikin (Qan. Dcr. 21:18-21).

21 Ders: Yehowa pê mesela xwe nîşan dike, wekî ew timê heqiyê dike (Zeb. 9:7). Ew wana kerem dike yên ku bi aminî qanûn û prînsîpên wî tînin sêrî, lê yên ku hukumê xwe xirabiyêda û bona kara xwe didine xebatê, wana ceza dike (2 Sam. 22:21-23; Hezql. 9:9, 10). Hinek xirabiyê dikin, û usa tê kifşê ku ewana nayêne cezakirinê, lê çaxê Yehowa safî dike ku îda wede ye, ew ese dîwana wan dike (Metlk. 28:13). Û hergê ewana gunê xwe neynin rûyê xwe, wê zûtirekê fem bikin ku “tiştekî tirsehêz e ku meriv bikeve destê Xwedayê jîndar” (Îbrn. 10:30, 31, ÎM).

QANÛNÊ ÎLAHÎ KÊ XWEY DIKIR?

Çaxê rûspiya çetinayî safî dikirin, wana gerekê çev bidana hizkirin û heqiya Yehowa hindava merivada (Binihêre abzasa 22) *

22-24. a) Qanûnê îlahî kê xwey dikir, û em derheqa Yehowa çi pêdihesin? b) Kitêba Derketin 22:22-24-da, kîjan temî hene?

22 Qanûnê îlahî ew meriv xwey dikirin, xweyê kîjana tune bû, mesele, êtîma, jinebiya û xerîba. Hakimara qanûnêda hate gotinê: “Heqîya xerîb yan sêwî neteribîne û kinca jinebîyê kefîl hilnede” (Qan. Dcr. 24:17). Yehowa îlahî bona wan meriva xem dikir, yên ku nav cimetêda sist bûn û pişta wan tune bû. Û Yehowa ew merivên ku hindava wan sistada xirab bûn, ceza dikir. (Bixûne Derketin 22:22-24.)

23 Qanûnê usa jî neferên malbetê xwey dikir, çimkî qedexe dikir heleqetiya sêksûalî orta neferên malêda û merivên nêzîk (Qan. Kah. 18:6-30). Bona miletên xerîb ku dor berê Îsraêliya bûn, vê yekêda tiştekî xirab tune bû, lê bona cimeta Yehowa ew tiştekî mirdar û heram bû.

24 Ders: Yehowa dixwaze wekî ewên ku cabdariya wan heye, bi hizkirin bin hindava wan hemûyada, bona kîjana ewana cabdar in. Ber çevê Yehowa reş e zorbetiya sêksûalî, û ew dixwaze wekî îlahî hemû merivên bêpişt, bêne xweykirinê û hindava wanda heq bin.

QANÛN “SIYA WAN TIŞTÊD QENC E, KÎJANE KU TÊN”

25-26. a) Çira em dikarin bêjin wekî hizkirin û heqî mîna hewê û emir e? b) Gotara dinda ji vê rêza gotara, emê derheqa çi şêwir kin?

25 Hizkirin û heqî mîna hewayê û emir e, û ser erdê ew herdu tişt bêy hev nabin. Çaxê em dudilî nînin, wekî Yehowa hindava meda bi heqiyê ye, hizkirina me hindava wîda mezin dibe. Û hergê em Xwedê û prînsîpên wîyî rast hiz bikin, emê tevî meriva jî bi hizkirin û heq bin.

26 Qanûna Mûsa emir da heleqetiya orta Yehowa û Îsraêliya. Lê çaxê Îsa ew Qanûn anî sêrî, cimeta Xwedê îda gerekê bin vê Qanûnêda nîbûya. Û ev Qanûn dewsa tiştekî hê baş hate guhastinê (Rom. 10:4). Pawlosê şandî derheqa Qanûnê got, wekî ew “siya wan tiştêd qenc e, kîjane ku tên” (Îbrn. 10:1). Gotara dinda ku ji vê rêza gotara ye, emê şêwir kin derheqa hine ji wan tiştên qenc, û usa jî pêbihesin ku çira ferz e civata Mesîhîtîda hizkirin û heqî hebe.

KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin

^ abz. 5 Eva gotara pêşin e ji rêza gotara ya çar parî. Wan gotarada wê bê şêwirkirinê, ku çira em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa bona me xem dike. Sê gotarên din wê “Birca Qerewiliyêda” ya meha Gulanê, sala 2019-da derkevin. Navê wan gotara wê usa be: “Hizkirin û Heqî Civata Mesîhîtîda”, “Hizkirin û Heqî Çaxê Rastî Xirabiyê Tên”, û “Ber Dilê Wanda Werên, Hindava Kîjanada Xirabî Hatiye Kirinê”.

^ abz. 2 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Yehowa bi saya Mûsa 600 qanûna û temiya zêdetir da Îsraêliya, kîjan ku têne navkirinê “Qanûn”, “Qanûna Mûsa” û “temî”.

^ abz. 60 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Dayîkeke Îsraêlî xwarinê hazir dike û tevî qîzên xwe xweş xeber dide. Piştêva bav kurê xwe hîn dike, ku çawa miqatî pêz be.

^ abz. 64 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Rûspiyên şeher bi hizkirinê alî jinebiyê û zara wê dikin, hindava kîjanada bazirgan neheqî kiriye.