Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 12

Dilrehm Be!

Dilrehm Be!

“Dilbirehm ... bin” (1. PTR. 3:8).

KILAM 90 Hevdu Hêlan kin

PÊŞGOTIN *

1. Em çima ji hevaltiya kesên dilrehm û hevdil kêfê distînin?

HER KES ji hevaltiya kesên dilrehm û hevdil kêfê distîne. Kesên wisa xwe dixin şûna me û xîret dikin ku fikir û hîsên me fehm bikin. Ew hewcedariyên me dibînin û hazir in ku alî me bikin – carinan bêyî ku em alîkariya wan bixwazin. Belê, em qîmetê didin kesên ku ji me re “dilbirehm” * in (1. Petrûs 3:8 bixwîne).

2. Dibe ku li me çima zor bê ku em hevdil bin?

2 Lazim e ku şagirtên Îsa hevdil an dilrehm bin. Lê belê ev yek carinan li me zor tê, çimkî em biqisûr in (Rom. 3:23). Loma gerek em meyla xwe bindest bikin da ku em ne tenê li kara xwe binêrin. Wekî din, seba vê ku em çawa hatine mezin kirin û serpêhatiyên din, dibe ku li me zor bê ku em hevdil bibin. Ji xeynî vê, dibe ku em bikevin ber bayê mirovên li derdora me. Li van rojên dawîn, xema gelek mirovan nîne ku kesên din di çi halî de ne, çimkî ew “xwehez” in (2. Tîm. 3:1, 2). Em çawa dikarin serî bi van tengasiyan re derxînin û dilrehm bin?

3. (a) Em çawa dikarin ji aliyê dilrehmiyê ve bi pêş ve herin? (b) Li vê meqaleyê, emê çi bielimin?

3 Ji bo ku em ji aliyê dilrehmiyê ve bi pêş ve herin, gerek em Yehowa û Îsa Mesîh ji xwe re bikin nimûne. Xwedê hezkirin e, û ew her tim xema kesên din dixwe (1. Yûh. 4:8). Îsa Mesîh şexsiyeta Xwedê bi awayekî bêqisûr ji xwe re dikir nimûne (Yûh. 14:9). Gava Îsa li dinyayê bû, wî nîşan da ku mirov çawa dikare dilşewat be. Li vê meqaleyê, emê serê pêşîn bibînin ku Yehowa û Îsa dilrehmiya xwe çawa eyan kiriye. Paşê, emê bielimin ku em çawa dikarin wan ji xwe re bikin nimûne.

YEHOWA JI ALIYÊ DILREHMIYÊ VE JI ME RE EMSAL E

4. Îşaya 63:7-9 çawa nîşan dide ku Yehowa xema xizmetkarên xwe dixwe?

4 Kitêba Pîroz nîşan dide ku Yehowa xema xizmetkarên xwe dixwe. Mesela, bîne ber çavê xwe ku Yehowa çi qas xemgîn bû gava xizmetkarên wî yên berê rastî tengasiyan hatin: “Di tengasiya wan hemûyan de ew aciz bû” (Îşaya 63:7-9 bixwîne). Paşê, Yehowa bi navgîniya Zekerya pêxember ji xizmetkarên xwe re got ku gava kesek zerarê dide wan, ev yek dibe wekî ku vî kesî “li bîbokên çavên wî xistiye” (Zek. 2:8). Hevdiliya Yehowa çi qas mezin e!

Yehowa miletê Îsraêl bi dilrehmî ji koletiya Misrê filitand (Li paragrafa 5an binêre)

5. Li demên berê, Yehowa çawa alî xizmetkarên xwe dikir gava ew diketin tengasiyê?

5 Ji xeynî vê ku dilê Yehowa dişewite gava xizmetkarên wî dikevin tengasiyê, Yehowa alî wan dike. Mesela, gava miletê Îsraêl li Misrê kole bûn, Yehowa derdê wan didît û dixwest alî wan bike. Yehowa ji Mûsa re got ku wî tengasiya wan dîtiye û êşên wan dizane. Loma wî got ku ewê wan ji destê Misriyan xelas bike (2. Mû. 3:7, 8). Ji ber ku dilê Yehowa bi xizmetkarên xwe dişewitî, wî ew ji koletiyê azad kirin. Bi sedan salan bi şûn de, piştî ku ew ketin Welatê Sozdayî, dijmin hicûmî wan kir. Vê yekê li ser Yehowa çawa tesîr kir? Dilê Yehowa bi wan dişewitî ji ber ku ew ketibûn tengasiyê. Ji ber ku Yehowa hevdil e, wî bi destê hakiman alî wan kir û ew ji dijminan xelas kirin (Ser. 2:16, 18).

6. Gava fikrên xizmetkarên Yehowa nerast in, Yehowa çawa dîsa jî bi wan dilrehm e? Mîsalekê bide.

6 Gava fikrên xizmetkarên Yehowa nerast in, Yehowa dîsa jî ji wan re dilrehm e. Mesela, serpêhatiya Ûnis pêxember bîne ber çavê xwe. Wexta ku Ûnis fermana Xwedê ji xelkê Nînewê re îlan kir, wan tobe kir, û Xwedê ew helak nekirin. Lê belê Ûnis pir bi hêrs bû, çimkî pêxembertiya wî nehat cih. Dîsa jî, Yehowa bi sebir alî Ûnis kir ku ew fikrên xwe rast bike (Yns. 3:10 – 4:11). Ûnis bi zeman re fehm kir ku Yehowa dixwest ji wî re çi bigota. Bi ser de, Yehowa ev serpêhatî ji bo kara me bi destê Ûnis da nivîsandin (Rom. 15:4). *

7. Serpêhatiyên Kitêba Pîroz di heqê Yehowa de çi nîşan didin?

7 Serpêhatiyên Kitêba Pîroz nîşanî me didin ku Yehowa bi xizmetkarên xwe çi qas hevdil e. Ew kul û derdên her yek ji me dizane. Belê, Yehowa dilê mirovan rind dizane (2. Dîr. 6:30). Xwedê fikir, hîs û sînorên me fehm dike, û ew “destûrê nade ku [em] ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin” (1. Kor. 10:13). Ma ev soza Xwedê dilê me rihet nake?

ÎSA XEMA MIROVAN DIXWAR

8-10. Îsa bi saya çi dikaribû xema kesên din bixwara?

8 Gava Îsa li dinyayê bû, wî xema kesên din dixwar. Herî kêm sê sebebên vê hebûn. A yekê, wek me berê dîtibû, şexsiyeta Îsa wek şexsiyeta Xwedê bû. Wek Xwedê, Îsa ji mirovan hez dikir. Îsa helbet ji hemû tiştên afirandî kêf distend, lê wî herî zêde ji însanan hez dikir (Mtl. 8:31). Bi saya hezkirinê, Îsa xema kesên din dixwar.

9 A diduyan, Îsa didît ku di dilê mirovan de çi heye. Wî dizanibû ku niyet û fikrên mirovan çi ne (Met. 9:4; Yûh. 13:10, 11). Loma gava Îsa didît ku kesek dilşikestî ye, wî teselî dida vî kesî (Îşa. 61:1, 2; Lûqa 4:17-21).

10 A sisêyan, hin tengasiyên ku dihatin serê mirovan hatin serê Îsa jî. Mesela, xuya ye ku Îsa li malbateke feqîr mezin bû. Îsa tevî Ûsiv di îşekî giran de xebitîbû (Met. 13:55; Mar. 6:3). Wisa tê fehm kirin ku Ûsiv zû miribû. Ji ber vê yekê, Îsa bi îhtimaleke mezin êşa mirinê dizanibû. Wekî din, Îsa dizanibû ku muxalefeta dînî çi qas zor e (Yûh. 7:5). Ji ber ku tiştên wisa hatibûn serê Îsa, wî kul û derdên mirovan rind fehm dikirin.

Îsa zilamekî ker ji elaletê vediqetîne û qenc dike (Li paragrafa 11an binêre)

11. Dilrehmiya Îsa bi taybetî di çi de eyan dibû? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

11 Dilrehmiya Îsa bi taybetî ji mucîzeyên wî eyan dibû. Îsa ne ji mecbûriyetê, lê ji ber ku dilê wî bi mirovan dişewitî mucîze çêdikirin (Met. 20:29-34; Mar. 1:40-42). Mesela, bifikire ku Îsa çi hîs dikir gava wî zilamekî ker ji mirovên derdorê dûr xist û qenc kir an gava wî kurê yekta yê jinebiyekê ji mirinê rakir (Mar. 7:32-35; Lûqa 7:12-15). Dilê Îsa bi van mirovan dişewitî, û wî dixwest alî wan bike.

12. Li gor Yûhenna 11:32-35, Îsa dilrehmiya xwe çawa eyan kir?

12 Îsa bi Merta û Meryemê jî dilrehm bû. Gava wî dît ku ew seba mirina Lazar çi qas xemgîn in, “Îsa giriya” (Yûhenna 11:32-35 bixwîne). Ew negiriya ji ber ku wî hevalê xwe winda kir, çimkî wî dizanibû ku wiyê Lazar ji mirinê rakira. Bi eslê xwe, sebeba girîna Îsa ev bû ku ew ji ber dilêşa hevalên xwe xemgîn bû.

13. Dilrehmiya Îsa dilê me çawa rihet dike?

13 Dilrehmiya Îsa derseke muhîm nîşanî me dide. Em helbet wek Îsa bêqisûr nînin. Lê belê em heyrana dilrehmiya wî ne (1. Ptr. 1:8). Em dilşad in ku ew êdî bûye Padîşahê Padîşahiya Xwedê. Di demeke nêzik de, ewê hemû kul û derdan ji holê rake. Îsa hal û hewcedariyên însanan baş dizane, û ewê hemû zerara ku ji aliyê Îblîs ve hatiye dayîn, telafî bike. Belê, em bextewar in ku Hikumdarê me Îsa kêmasiyên me rind fehm dike (Îbr. 2:17, 18; 4:15, 16).

YEHOWA Û ÎSA MESÎH JI XWE RE BIKE NIMÛNE

14. Li gor Efesî 5:1, 2, gerek em çi bikin?

14 Emsala Yehowa û Îsa Mesîh alî me dike ku em jî zêdetir dilrehm bin (Efesî 5:1, 2 bixwîne). Em helbet nizanin ku di dilê mirovan de çi heye. Dîsa jî em dikarin xîret bikin ku hîs û hewcedariyên kesên din fehm bikin (2. Kor. 11:29). Mirovên vê dinyayê herî zêde ji xwe hez dikin, lê em “ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî” dinêrin (Flp. 2:4).

(Li paragrafên 15 heta 19an binêre) *

15. Bîlhesa lazim e ku kî dilrehm be?

15 Bîlhesa lazim e ku kalên civatê dilrehm bin. Ew dizanin ku ewê ji bo miyan hesab bidin (Îbr. 13:17). Ji bo ku ew alî xwişk û birayan bikin, gerek ew hevdil bin. Kalên civatê çawa dikarin dilrehm bin?

16. Kalekî hevdil wê çi bike, û ev yek çima muhîm e?

16 Kalekî hevdil wê tevî xwişk û birayên xwe zeman derbas bike. Ewê pirsan bipirse û paşê bi sebir guh bide. Ev yek pir muhîm e, çimkî li hinekan zor tê ku dilê xwe vekin û hîs û fikrên xwe bînin zimên (Mtl. 20:5). Gava kalekî civatê zemanê xwe bi dilxwazî feda dike, bawerî, hevaltî û hezkirina di nav wî û xwişk û birayan de zêde dibe (Kar. 20:37).

17. Gelek xwişk û bira herî zêde qîmetê didin kîjan sifata kalên civatê? Mîsalekê bide.

17 Gelek xwişk û bira dibêjin ku ji hemû sifatên kalên civatê, ew herî zêde qîmetê didin dilrehmiya wan. Çima? Xwişkeke bi navê Adelaide wisa dibêje: “Tu dikarî bi hêsanî bi wan re bipeyivî, çimkî tu dizanî ku ewê te fehm bikin. Gava tu bi wan re dipeyivî, tu dikarî dilrehmiya wan ji cewabên wan bibînî.” Birayek bi şikurdarî wisa tîne bîra xwe: “Gava kalekî civatê li ser halê min difikirî, çavên wî bi hêstiran ve tije bûn. Ez vêya tu caran ji bîr nakim” (Rom. 12:15).

18. Em çawa dikarin dilrehmiya xwe zêde bikin?

18 Helbet lazim e ku ne tenê kalên civatê, lê em gişt dilrehm bin. Her kes dikare dilrehmiya xwe zêde bike. Çawa? Bala xwe bide tengasiyên merivên xwe û xwişk û birayan. Di civatê de bi ciwanan, bi kesên nexweş an extiyar û bi kesên ku seba mirina hezkiriyekî xemgîn in eleqedar bibe. Ji wan bipirse ka çawa ne. Rind guh bide gava ew behsa problemên xwe dikin. Bila ew bibînin ku te derdê wan bi rastî fehm kiriye. Heta ku ji destê te tê alîkariyê pêşkêş bike. Bi vî awayî, tu dikarî hezkirina rastîn nîşan bidî (1. Yûh. 3:18).

19. Gava em alî kesên din dikin, gerek em çima maqûl bin?

19 Gava em dixwazin alî kesên din bikin, gerek em maqûl bin. Çima? Gava mirov rastî tengasiyan tên, hinek dixwazin dilê xwe vekin, lê hinek naxwazin behsa derdên xwe bikin. Loma gava em dixwazin alî wan bikin, gerek em meseleyên şexsî bi zêdeyî meraq nekin (1. Sel. 4:11). Gava kesek dilê xwe ji me re vedike, dibe ku hin nêrînên wî li me xweş neyên. Dîsa jî, gerek em qebûl bikin ku tiştên ku ew dibêje, nêrîna ye. Gerek em ‘di bihîstinê de bi lez û di peyivînê de giran bin’ (Met. 7:1; Aqûb 1:19).

20. Li meqaleya din, emê li ser çi bişêwirin?

20 Ji xeynî vê ku em li civatê dilrehm bin, em dixwazin li xizmetê jî dilrehm bin. Em çawa dikarin di îşê belavkirina mizgînê de dilrehm bin? Li meqaleya din, emê li ser vê mijarê bişêwirin.

KILAM 130 Hevdu Bibaxşînin

^ par. 5 Yehowa û Îsa xema kesên din dixwin. Li vê meqaleyê, emê bala xwe bidin emsalên wan. Wekî din, emê bibînin ku gerek em çima dilrehm bin û em çawa dikarin dilrehmiya xwe zêde bikin.

^ par. 1 NOT: Keseki “dilrehm” xîret dike ku hîsên kesên din fehm bike û hevdil be (Rom. 12:15). Li vê meqaleyê, peyvên “dilrehm” û “hevdil” wek hev tên bi kar anîn.

^ par. 6 Wekî din, dilê Yehowa bi xizmetkarên wî dişewitî gava ew dilteng dibûn. Mesela, serpêhatiya Hanna, Êlyas û Ebed-Melek bîne bîra xwe (1. Sam. 1:10-20; 1. Qra. 19:1-18; Yêr. 38:7-13; 39:15-18).

^ par. 65 RESIM: Li civînan, em dikarin ji xwe re hevalên baş bibînin. Li resiman, em dibînin ku (1) kalekî civatê bi awayekî nazik bi mizgînvanekî ciwan û diya wî re dipeyive, (2) birayekî me û qîza wî alî xwişkeke extiyar dikin ku ew li erebeyê sîwar bibe û (3) du kalên civatê rind guh didin xwişkeke ku rêberiyê dixwaze.