Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 12

Hindava Hevda Şewat bin

Hindava Hevda Şewat bin

“Hemû jî . . . ser hev şewat bin” (1 PET. 3:8).

KILAMA 90 Hevdu Hêlan kin

VÊ GOTARÊDA *

1. Li gora 1 Petrûs 3:8, çira em xwe baş texmîn dikin tevî merivên ku dilşewat in?

EM XWE baş texmîn dikin nava wan merivada, yên ku hindava meda şewat in û bona halxweşiya me xem dikin. Ewana xwe datînin dewsa me, seva fem bikin em çi texmîn dikin û çi difikirin. Ewana têderdixin çi mera lazim e û alî me dikin, cara hela hê hingê jî, gava me alîkarî ji wana nexwestiyê. Em merivên ku hindava meda şewat in, * gelek qîmet dikin. (Bixûne 1 Petrûs 3:8.)

2. Çira dibeke mera lazim be ser xwe bixebitin, wekî şewat bin?

2 Em hemû Mesîhî dixwazin dilşewat bin hindava meriva. Lê yeke hêsa nîne ewî hunurî bidine kifşê. Çira? Berê ewlin, çimkî em gunekar in (Rom. 3:23). Mera xeyset e xwehiz bin, lema em gerekê ser xwe bixebitin, wekî bona meriva xem kin. Usa jî bona me hineka çetin e şewat bin, çimkî em cûrekî mayîn hatine mezinkirinê, yan jî qewimandinên ku emirê meda qewimîne, ser me hukum bûne. Hin jî em rojên axiriyêda dijîn û merivên dorberê me jî ser me hukum dikin, çimkî xwehiz in û nakevine heyra meriva (2 Tîmt. 3:1, 2). Çi dikare alî me bike, wekî hindava meriva şewat bin?

3. a) Em ça dikarin diha şewat bin hindava merivada? b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Hergê em çev bidine Yehowa û Kurê wî Îsa Mesîh, emê diha şewat bin û bikevine heyra meriva. Yehowa Xwedêyê hizkirin e, lema ewî meseleke lape baş mera hîştiye, ku ça hindava merivada şewat bin (1 Yûhn. 4:8). Îsa her tiştîda çev dida Bavê xwe (Yûhn. 14:9). Ewî nîşan kir ku çawa meriv dikarin hindava hevda dilşewat bin. Vê gotarêda pêşiyê emê şêwir kin, ku çawa Yehowa û Îsa hindava merivada dilşewatiyê didine kifşê, û paşê emê pêbihesin ça em dikarin çev bidine wan.

MESELA YEHOWA DILŞEWATIYÊDA

4. Îşaya 63:7-9 ça dide kifşê, wekî Yehowa bona xizmetkarên xwe xem dike?

4 Kitêba Pîroz me hîn dike, wekî Yehowa xizmetkarên xwe fem dike û dikeve heyra wan. Mesele, dîna xwe bidinê Yehowa çi texmîn kir, gava cimeta wî Îsraêl telî-tengiyada bû. Xebera Xwedêda tê gotinê: “Di tengasiya wan hemûyada ew aciz bû”. (Bixûne Îşaya 63:7-9.) Wede şûnda Yehowa bi saya Zekerya pêxember elam kir, ku hergê kesek hindava cimeta wîda xirab be, ew hesab dike ku ewana hindava wîda xirab in. Yehowa xizmetkarên xwera got: “Yê destê xwe li we dixe, ew li bîboka çevê min dixe” (Zeker. 2:8, DT). Rastî jî ew gilî çiqas qewî ne û didine kifşê, wekî Yehowa ça bona cimeta xwe xem dike!

Yehowa ji dilşewatiya xwe cimeta Îsraêlî ji xulamtiya Misirê aza kir (Binihêre abzasa 5)

5. Meselê gilî kin ku Yehowa ça ji dilşewatiya xwe alî cimeta xwe dikir.

5 Dilê Yehowa dişewite çaxê xizmetkarên wî kul-derda dikişînin, û ew pê kirê xwe evê yekê dide kifşê, dêmek alî wan dike. Mesele, çaxê Îsraêlî Misirêda xulam bûn û diçerçirîn, Yehowa êşa dilê wan didît û xwest wana ji vê êşê aza ke. Yehowa gote Mûsa: “Belê min cefê cimeta xwe . . . dît û qare-qara wan . . . bihîst, . . . ez haş ji tengasîya wan heme. Ez peya bûm wana ji destê misirîya aza kim” (Derk. 3:7, 8). Yehowa gunê xwe cimeta xwe anî, lema ewî wana ji xulamtiyê aza kir. Qirne derbaz bûn, Îsraêlî Erdê Sozdayîda ketine destê dijminên xwe. Lê Yehowa çi kir? Dilê Yehowa şewitî ser cimeta wî, çimkî ewana dineliyan destê dijminada û destê wan merivada yên ku neheqî wan dikirin. Dîsa jî Yehowa ji dilşewatiya xwe alî cimeta xwe kir. Ewî hakim şandin, seva Îsraêliya ji destê dijminên wan xilaz ke (Hakim. 2:16, 18).

6. Meselê bînin ku çawa Yehowa dilşewatiya xwe da kifşê hindava wî kesî, kê nerast difikirî.

6 Yehowa hingê jî hindava cimeta xwe dilşewat e, hergê jî cara nihêrandina wan nerast e. Dîna xwe bidine mesela Ûnis. Xwedê ev pêxember şande bal cimeta Nînewayê, seva dîwana wî wanra elam ke. Çaxê wana gunê xwe da rûyê xwe, Xwedê safî kir qira wan neyne. Lê ew safîkirin dilê Ûnis nehat. Ew “hêrs ket”, çimkî pêxembertiya wî derheqa dîwanê nehate sêrî. Lê Yehowa bi sebir bû hindava Ûnis û alî wî kir, ku nihêrandina xwe biguhêze (Ûns. 3:10–4:11). Wede derbaz bû, Ûnis fem kir ku Yehowa çi dixwest wî hîn kira, û Yehowa hela hê jî bona kara me serhatiya wî daye nivîsarê (Rom. 15:4). *

7. Ew yek ku Yehowa hindava xizmetkarên xwe ça ne, çida dilê me rihet dike?

7 Yehowa pê kirên xwe cimeta xwera dide kifşê, wekî ew hindava xizmetkarên xweda dilşewat e. Ew haş êşa dilê me her kesî heye û derdê me jî zane. Tenê Yehowa “dilê meriva” zane (2 Dîr. 6:30). Ew fem dike her fikir, sînorên me û usa jî ku em kûraya dilê xweda çi texmîn dikin. Û “ew nahêle ku [em] ji qewata xwe der bêne cêribandinê” (1 Korn. 10:13). Ew soz rastî jî dilê me gelek hêsa û rihet dike.

MESELA DILŞEWATIYA ÎSA HINDAVA MERIVADA

8-10. Kîjan tiştên sereke alî Îsa kirin, ku bona meriva xem bike?

8 Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî gelek xem dikir bona meriva. Lape kêm sê tiştên ferz alî wî kirin, ku dilşewat be hindava merivada. Ya pêşin, çawa me jorê got, Îsa bi temamî çev dida xeyset-hunurên Bavê xweyî ezmana. Ew jî mîna Bavê xwe meriv hiz dikirin. Belê, ew her tiştîra şa dibû çi ku ewî tevî Yehowa efirand, lê îlahî eşqa wî “ewledêd însên bû” (Metlk. 8:31). Îsa ji hizkirinê dikete heyra meriva.

9 Ya duda, mîna Yehowa, Îsa dikaribû dilê meriva bidîta. Ewî nêt-merem û fikirên wan zanibû (Met. 9:4; Yûhn. 13:10, 11). Lema jî çaxê Îsa didît ku meriv dilşkestî ne, dilê wî dişewitî û ewî dilbînî dida wan (Îşa. 61:1, 2; Lûqa 4:17-21).

10 Ya sisiya, Îsa jî mîna merivên din rastî çetinaya dihat. Mesele, ça tê kifşê Îsa malbeteke nedewletîda mezin bû. Tevî bavê xwe Ûsiv, ew hîn bû ku xebata giran bike (Met. 13:55; Marq. 6:3). Usa jî, ça tê kifşê Ûsiv mir hine wede pêşiya destpêka xizmetkirina Îsa. Lema jî Îsa wê haş pê hebûya, ku derdê mirinê êşeke çiqas mezin tîne. Û Îsa zanibû ku çiqas çetin e çaxê baweriya nefera, ji baweriya te cude dibe (Yûhn. 7:5). Ew hemû derece alî Îsa kirin, wekî fem bike çetinayî û halê meriva.

Îsa merivê ker-lal ji elaletê başqe dike û bi dilşewatî wî qenc dike (Binihêrin abzasa 11)

11. Îlahî kengê dilşewatiya Îsa dihate kifşê? Şirovekin. (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

11 Dilşewatiya Îsa îlahî hingê eşkere dihate kifşê, çaxê ewî keremet dikirin. Îsa ew keremet dikirin ne seva vê yekê ku ew borcdar bû, lê çimkî ewî gunê xwe meriva dianî, yên ku kul-derd dikişandin (Met. 20:29-34; Marq. 1:40-42). Mesele, bidine ber çevê xwe, ku Îsa çi texmîn dikir çaxê ewî merivê ker-lal ji nav elaletê derxist û qenc kir, yan jî çaxê ewî kurê jinebîkê kîjan tayê tenê bû, ji mirinê rakir (Marq. 7:32-35; Lûqa 7:12-15). Dilê Îsa bona wan meriva dişewitî û lema ewî dixwest alî wan bike.

12. Yûhenna 11:32-35 ça dide kifşê, wekî dilê Îsa bona Meryem û Mertayê şewitî?

12 Dilê Îsa şewitî çaxê ewî dît, ku Merta û Meryemê derd dikişandin ji bo mirina birê xwe Lazar. Dilê Îsa usa êşiya, ku ew “giriya”. (Bixûne Yûhenna 11:32-35.) Îsa giriya ne bona wê yekê ku hevalê xweyî nêzîk unda kir, çimkî zanibû wekî wê wî ji mirinê rake. Bi rastî, Îsa giriya çimkî fem dikir û texmîn dikir êşa dilê hevalên xweyî delal.

13. Çira dilê me şa dibe, ku em zanin wekî Îsa dilşewat e?

13 Em dilbîniyê distînin ji vê yekê ku zanin, wekî Îsa hindava merivada dilşewat bû. Em wî hiz dikin, çimkî ewî bona meriva xem dikir (1 Pet. 1:8). Em zanin ku niha ew Padşatiya Xwedêda padşatiyê dike, û ew yek dilbîniyê dide me. Zûtirekê ew wê hemû kul-derda bide hildanê. Îsa xwexa ser erdê dijît ça merî û lema ew dikare diha baş alî însanetê bike û wana ji hemû zîyana ku serwêrtiya Şeytan aniye, xilaz ke. Bi rastî ew keremeke mezin e, ku Serwêrekî meyî usa heye, ku “tengasiyêd meda” dilê wî ser me dişewite (Îbrn. 2:17, 18; 4:15, 16).

ÇEV BIDINE YEHOWA Û ÎSA

14. Li gora Efesî 5:1, 2, em çida dixwazin çev bidine Yehowa û Îsa?

14 Çaxê em difikirin ser mesela Yehowa û Îsa, em dixwazin hê zêde dilşewatiyê nîşan kin. (Bixûne Efesî 5:1, 2.) Rast e em mîna wan nikarin dila bivînin, lê yeke em dikarin fem bikin, ku merî çi texmîn dikin û çida wanra alîkarî lazim e (2 Korn. 11:29). Ew dinya xwehiz e, lê em dixwazin ne ku “tenê li kara xwe” bigerin, lê “kara hevalê xwe” (Fîlî. 2:4).

(Binihêre abzasa 15-19) *

15. Îlahî kê gerekê dilşewatiyê bide kifşê?

15 Gelek ferz e wekî rûspiyên civatê dilşewat bin. Ewana zanin wekî cabdar in ku miqatî pezên Yehowa bin (Îbrn. 13:17). Rûspî seva ku alîkariyê bidine xûşk-bira, gerekê femkar bin. Lê ewana ça dikarin dilşewatiyê bidine kifşê?

16. Rûspiyê dilşewat çi dike, û çira ew yek gelek ferz e?

16 Rûspiyê dilşewat bona xûşk-birên xweye civatê wede divîne. Ew pirsa dide wan, paşê bi sebir guh dide wan. Ew yek îlahî ferz e, çaxê xûşk yan bira kela dilê xwe dixwaze birêje, lê nizane ça bêje (Metlk. 20:5). Çaxê rûspî bona xûşk-bira wede divîne, ew yek îtbarî, hevaltî û hizkirina wan hindava wîda hê qewî dike (Kar. Şand. 20:37).

17. Gelek xûşk-bira kîjan hunurî nav rûspiyada zef qîmet dikin? Meselê bînin.

17 Gelek xûşk-bira dibêjin, wekî nav rûspiyên civatêda hunureke lape qîmet, dilşewatî ye. Lê çira? Xûşkeke me Adêlayda dibêje: “Hêsa ye tevî wan rûspiya xeber dî, çimkî zanî wekî ewana wê te fem bikin. Çaxê tevî wan xeber didî, ji caba wan tu dikarî têderxî, wekî dilê wan bona te dişewite”. Birak bi razîbûnê tîne bîra xwe, ku rûspîkî hindava wîda xwe ça da kifşê: “Çaxê min jêra derheqa dereca xwe gilî kir, min dît wekî çevê wî tije hêsir bûn. Ez vê yekê tu car bîr nakim” (Rom. 12:15).

18. Çawa dilşewatiyê nav xweda pêşda bînin?

18 Femdarî ye, ne tenê rûspî gerekê dilşewat bin, lê her kes ji me gerekê ewî hunurî nav xweda pêşda bîne. Çawa? Kûr bifikirin seva fem kin, ku neferên we û xûşk-birên we rastî çi çetinaya tên. Civatêda bona cahila, nexweşa, merivên emirda mezin û yên ku merivên xwe unda kirine, wede bivînin û bipirsin hela ewana çawa nin. Çaxê ewana dilê xwe wera vekin, rind guh bidine wan. Bira ewana texmîn kin, ku hûn halê wana bi rastî fem dikin. Û çiqas destê we tê, alî wan bikin. Hergê em hemû jî usa bikin, emê hizkirina helal bidine kifşê (1 Yûhn. 3:18).

19. Çira çaxê em dixwazin alî kesekî bikin, gerekê fesal bin?

19 Çaxê dixwazin alî kesekî bikin, em gerekê fesal bin. Çira? Çimkî çetinayada hemû meriv mîna hev xwe nadine kifşê. Hinek dixwazin kula dilê xwe birêjin, hinek jî naxwazin derheqa çetinayên xwe xeber din. Lema jî çaxê em dixwazin alî wan bikin, gerekê pirsên gelek şexsî nedine wan (1 Têsln. 4:11). Hergê jî ewana dilê xwe mera vedikin, cara diqewime em giliyên wanra qayîl nîbin. Lê em gerekê fem bikin, ku ewana xwe usa texmîn dikin. Em gerekê bihîstinêda serxwe bin, lê xeberdanêda lez nekevin (Met. 7:1; Aqûb 1:19).

20. Gotara dinda emê çi şêwir kin?

20 Em gerekê dilşewatiyê bidine kifşê ne tenê civatêda, lê usa jî xizmetiyêda. Lê ça em dikarin xizmetiyêda dilşewat bin? Derheqa vê yekê emê gotara dinda şêwir kin.

KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin

^ abz. 5 Yehowa û Îsa xem dikin û şewat in hindava hemûyada. Vê gotarêda emê şêwir kin, ku ça em dikarin çev bidine wan. Emê usa jî şêwir kin çira em gerekê şewat bin û çawa pê kirê xwe evê yekê bidine kifşê.

^ abz. 1 GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ: “Şewat bin” tê hesabê fem kin halê meriva û xwe daynin dewsa wan, seva têderxin ewana çi texmîn dikin (Rom. 12:15). Vê gotarêda gilî “şewat bin” û “xem bikin” ça sînonîm têne xebitandinê.

^ abz. 6 Yehowa usa jî dilşewatî da kifşê hindava wan xizmetkarên aminda, yên ku dilşkestî bûn. Mesele, bifikirin derheqa serhatiya Hannayê (1 Sam. 1:10-20), Êlyas (1 Padş. 19:1-18), û Ebedmelek (Yêrem. 38:7-13; 39:15-18).

^ abz. 65 ŞIROVEKIRINA ŞIKLA: Civat gelek mecala dide me, ku bona hev xem bikin. Em divînin ku 1) rûspî bi dil xeber dide tevî birakî biçûk û diya wî, 2) bav û qîza wî alî xûşkeke emirda mezin dikin, ku wê dibine berbi erebê, û 3) du rûspî bi dil guh didine xûşkê, kîjan ku şîretê ji wan dixwaze.