Here Naverokê

Here naverokê

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 13

Li Xizmetê Dilrehm Be

Li Xizmetê Dilrehm Be

“Dilê wî bi wan şewitî .... Dest pê kir, gelek tişt hînî wan kir” (MAR. 6:34).

KILAM 70 Kesên Hêja Bigerin

PÊŞGOTIN *

1. Îsa yekî çawa ye?

EM PIR şa ne ku Îsa Mesîh tengasiyên me fehm dike. Gava Îsa li dinyayê bû, ew “bi yên ku şa dibin re” şa dibû û “bi yên ku digirîn re” digiriya (Rom. 12:15). Mesela, gava 70 şagirtên wî bi dilşadî ji xizmetê vegeriyan, Îsa jî “bi Ruhê Pîroz gelek şa bû”. Ji aliyê din ve, gava wî dît ku hezkiriyên Lazar seba mirina wî çi qas xemgîn bûn, Îsa “ji kûr ve naliya û kederê ruhê wî girt” (Yûh. 11:33).

2. Sebeba dilrehmiya Îsa çi bû?

2 Vî mirovê bêqisûr çawa dikaribû bi însanên gunehkar ew qas dilovan û dilrehm bibûya? A yekê, Îsa Mesîh ji însanan hez dikir. Wek me li meqaleya berê dîtibû, gava ew hê li ezmanan bû, wî ji însanan pir hez dikir (Mtl. 8:31). Seba vê hezkirinê, wî rind bala xwe dida fikir û hîsên însanan. Yûhennayê şandî wisa got: “Wî dizanibû ku çi di dilê mirovan de ye” (Yûh. 2:25). Dilê Îsa bi mirovan dişewitî. Mirovan hîs dikir ku Îsa ji wan hez dike, û bi saya vê, wan mizgîna Padîşahiyê qebûl dikir. Eger dilê me jî bi mirovan bişewite, emê jî li xizmetê hê tesîrdar bibin (2. Tîm. 4:5).

3-4. (a) Eger em dilrehm bin, emê li xizmetê çawa binêrin? (b) Li vê meqaleyê, emê çi bibînin?

3 Pawlosê şandî belavkirina mizgînê wek barê stûyê xwe didît, û em jî vî îşî wisa dibînin (1. Kor. 9:16). Lê belê eger em dilrehm bin, emê xizmeta xwe ne tenê wek mecbûriyetekê bibînin, lê emê ji însanan hez bikin û bixwazin alî wan bikin. Em rind dizanin ku “bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e” (Kar. 20:35). Eger em vêya her tim bînin bîra xwe gava em li xizmetê ne, emê zêdetir kêfê bistînin.

4 Li vê meqaleyê, emê bielimin ku em çawa dikarin di xizmetê de dilrehm bibin. A yekê, emê bibînin ku Îsa li însanan çawa dinêrî. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin Îsa ji xwe re bikin nimûne (1. Ptr. 2:21).

ÎSA LI XIZMETÊ DILREHM BÛ

Bi dilrehmî, Îsa xebereke teseliyê dida mirovan (Li paragrafên 5 û 6an binêre)

5-6. (a) Îsa bi kê dilrehm bû? (b) Wek li Îşaya 61:1, 2 ji berê de hatibû gotin, dilê Îsa çima bi însanan dişewitî?

5 Îsa bi rastî yekî dilrehm bû. Carekê, Îsa û şagirtên wî pir xizmet kiribû û êdî betilî bûn, û wan “fersend nedidît ku xwarinê jî bixwin”. Loma Îsa ew birin cihekî tenha ku ew “biçekî bîhna xwe bidin”. Lê belê, bi hezaran mirov berî Îsa û şagirtên wî çûn wê derê. Gava Îsa gihîşt wê derê û ew dîtin, wî çi kir? “Dilê wî bi wan şewitî *, çimkî mîna miyên bê şivan bûn. Dest pê kir, gelek tişt hînî wan kir” (Mar. 6:30-34).

6 Îsa bi însanan dilşewat an dilrehm bû, çimkî wî dît ku ew “mîna miyên bê şivan bûn”. Îsa belkî didît ku hin ji wan feqîr bûn û pir dixebitîn ku debar bikin. Hin ji wan belkî seba mirina hezkiriyekî xwe xemgîn bûn. Wek me li meqaleya berê dîtibû, tiştên wisa bi îhtimaleke mezin hatibûn serê Îsa jî, loma wî halê wan rind fehm dikir. Îsa xema kesên din dixwar, û wî dixwest teseliyê bide wan (Îşaya 61:1, 2 bixwîne).

7. Em çawa dikarin Îsa ji xwe re bikin nimûne?

7 Em ji Îsa çi dielimin? Wek li rojên Îsa, mirovên li derdora me jî wek “miyên bê şivan” in. Dermanê kul û derdên wan di destê me de heye – mizgîna Padîşahiyê! (Pey. 14:6). Wek Axayê me, em jî mizgînê belav dikin ji ber ku dilê me bi “belengaz û ketiyan” dişewite (Zeb. 72:13). Belê, em xema mirovan dixwin, û em dixwazin alî wan bikin.

EM ÇAWA DIKARIN DILREHMIYA XWE EYAN BIKIN?

Bala xwe bide hewcedariyên her kesî (Li paragrafên 8 û 9an binêre)

8. Em çawa dikarin li xizmetê dilrehm bin? Mîsalekê bide.

8 Em çawa dikarin li xizmetê dilrehm bin? Gerek em fehm bikin ku ew çi hîs dikin û çi difikirin. Îsa wisa got: “Her çi ku hûn dixwazin xelk ji we re bikin, hûn jî wusa ji wan re bikin” * (Met. 7:12). Niha emê bibînin ku em çawa dikarin vêya bi çar awayan bikin. A yekê, bala xwe bide hewcedariyên her kesî. Belavkirina mizgînê dişibe îşê hekîmekî. Hekîmekî baş li hewcedariyên mirovan dinêre. Gava kesekî nexweş tê ba wî, ew pirsan dipirse û rind guh dide gava kesê nexweş behsa derdê xwe dike. Li şûna ku ew zû bi zû dermanekî binivîse, hekîm rind lêkolîn dike ku fehm bike ku bi rastî çi cure tedawî lazim e. Mîna vê, wê baş be ku em jî pêşkêşiya xwe yek bi yek li gor hewcedarî û nêrînên mirovan eyar bikin.

9. Wê baş be ku em li xizmetê çi bikin?

9 Gava tu li xizmetê rastî kesekî têyî, nefikire ku tu rewş û baweriyên wî jixwe dizanî (Mtl. 18:13). Li şûna vê, pirsên nazik bipirse (Mtl. 20:5). Eger li gor kultura te normal e, tu dikarî li ser îş, malbat, jiyan û nêrînên wî pirsan bipirsî. Bi saya cewabên wî, tuyê fehm bikî ku ew çima hewceyî mizgînê ye. Ev yek wê fersendê bide ku tu – wek Îsa Mesîh – dilrehmiya xwe li gor hewcedariyên wî eyan bikî û alî wî bikî (li 1. Korîntî 9:19-23 binêre).

Gava tu behsa mizgînê dikî, texmîn bike ku rewş û halê mirovan çawa ye (Li paragrafên 10 û 11an binêre)

10-11. Li gor 2. Korîntî 4:7, 8, em çawa dikarin dilrehmiya xwe nîşan bidin? Mîsalekê bide.

10 A diduyan, texmîn bike ku rewş û halê mirovan çawa ye. Ji ber ku hemû însanên biqisûr rastî tengahiyan tên, dibe ku em halê wan rind fehm bikin, çimkî problemên me jî hene (1. Kor. 10:13). Em dizanin ku jiyana li vê dinyaya xerab carinan pir bizehmet e, û ji me re alîkariya Yehowa lazim e ku em karibin sebir bikin (2. Korîntî 4:7, 8 bixwîne). Bîne ber çavê xwe ku halê kesên ku ji Yehowa dûr in çi qas zor e. Wek Îsa Mesîh, dilê me bi wan dişewite, û em dixwazin mizgîna xêrê bidin wan (Îşa. 52:7).

11 Serpêhatiya Sergey bîne ber çavê xwe. Berî ku ew rastiya Kitêba Pîroz hîn bûbû, Sergey pir şermok bû, û lê zor dihat ku fikrên xwe bîne zimên. Bi zeman re, wî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Sergey wisa dibêje: “Ji Kitêba Pîroz, ez hîn bûm ku gerek şagirtên Îsa ji kesên din re behsa baweriya xwe bikin. Ez difikirîm ku ez nikarim vê yekê bikim.” Dîsa jî, wî kesên ku mizgîna Kitêba Pîroz hê nebihîstiye anîn ber çavê xwe, û wî fehm kir ku jiyaneke bê Yehowa çi qas bizehmet e. Sergey fikrên xwe wisa tîne zimên: “Tiştên ku ez nû hîn dibûm dilşadî û hizûr didan min. Min dizanibû ku kesên din jî hewceyî van rastiyan in.” Her ku dilrehmiya Sergey zêde dibû, cesareta wî jî mezin dibû ku ew mizgînê belav bike. Sergey wisa dibêje: “Gava min ji mirovan re behsa Kitêba Pîroz dikir, cesareta min zêde dibû û baweriya min xurttir dibû.” *

Ji hinekan re wext lazim e ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin (Li paragrafên 12 û 13an binêre)

12-13. Çima lazim e ku em sebir bikin gava em rastiyê dielimînin? Mîsalekê bide.

12 A sisêyan, bi xwendekarên xwe sebir bike. Ji bîr neke ku hin rastiyên Kitêba Pîroz ji bo wan bi temamî nû ne. Wekî din, dibe ku ew bi hêsanî nikarin baweriyên xwe ji dilê xwe derxînin. Belkî ew difikirin ku eger ew dev ji dînê xwe berdin, ewê yekîtiya malbatê û kultura xwe jî winda bikin. Em çawa dikarin alî wan bikin?

13 Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Pira li ser çemekî êdî kevn bûye, û lazim e ku ew bê guherandin. Heta ku pira nû bê ava kirin, pira kevn dîsa jî tê xebitandin. Wexta ku pira nû hazir e, pira kevn tê hilweşandin. Mîna vê, berî ku em ji mirovan bixwazin ku ew dev ji baweriyên “kevn” berdin, gerek em alî wan bikin ku ew qîmeta rastiyên “nû” bibînin, ên ku ew niha ji Kitêba Pîroz dielimin. Piştî vê, ewê hazir bibin ku nêrînên xwe yên berê bihêlin. Heta ku ew hazir bibin, dibe ku pir wext lazim bibe (Rom. 12:2).

14-15. Em çawa dikarin alî wan kesan bikin, ên ku qet nebihîstiye ku însan wê karibin heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn? Mîsalekê bide.

14 Eger em sebir bikin, emê nefikirin ku gerek mirov gotinên me zû fehm bikin an qebûl bikin gava em ji wan re cara pêşîn behsa Kitêba Pîroz dikin. Bi dilrehmî, emê alî wan bikin ku ew hêdî hêdî li ser Kitêba Pîroz muhakeme bikin. Mesela, em çawa dikarin nîşanî mirovan bidin ku însanên dilnizm wê karibin heta bi hetayê li rûyê erdê bijîn? Gelek kesan ev yek qet nebihîstiye. Ew belkî bawer dikin ku mirin dawiya her tiştî ye an ku hemû kesên baş wê herin ceneta li dinyaya din. Em çawa dikarin alî wan bikin?

15 Mesela, birayekî me vê metodê dixebitîne: A yekê, ew 1. Mûsa 1:28 dixwîne. Paşê, ew ji mirovan dipirse ku li gor ayetê, Xwedê dixwest ku însan li ku derê û çawa bijîn. Gelek kes wisa cewabê didin: “Li rûyê erdê, û bi dilşadiyê.” Paşê, birayê me Îşaya 55:11 dixwîne û dipirse ka Xwedê dev ji mexseda xwe berdaye an na. Gelek kes dibêjin “Na”. Di dawiyê de, birayê me Zebûr 37:10, 11 dixwîne û dipirse ku halê însanan wê çi bibe. Bi saya vê muhakemeya li gor Kitêba Pîroz, vî birayî alî çend kesan kiriye ku ew fehm bikin ku Xwedê hê jî dixwaze ku însanên baş heta bi hetayê li ceneta li rûyê erdê bijîn.

Tiştekî biçûk wek nameyeke teşwîqdar dikare pir bifeyde bibe (Li paragrafên 16 û 17an binêre)

16-17. Li gor Methelokên Silêman 3:27, em çawa dikarin dilrehmiya xwe nîşan bidin? Mîsalekê bide.

16 A çaran, eleqeya xwe nîşan bide. Mesela, dibe ku em li wexteke nemusaît hatine ba kesekî. Eger wisa be, wê baş be ku em efû bixwazin û li wexteke hê baş bên ba wî. An jî, em dikarin alî mirovan bikin eger îşê wan ê biçûk hebe an eger ew nikarin ji malê derkevin (Methelokên Silêman 3:27 bixwîne).

17 Qenciyên biçûk carinan netîceyên baş tînin meydanê. Mesela, malbatek seba mirina zarokê xwe pir xemgîn bû. Loma xwişkeke me bi destê nameyekê teselî da wan. Nameyê li ser wan çawa tesîr kir? Diya zarok wisa dibêje: “Do, rojeke pir xerab bû. Tu nikarî texmîn bikî ku nameya te dilê me çi qas rihet kiriye. Ez ji te re pir şikurdar im. Min nameya te herî kêm 20 caran xwend. Name gelek nazik, dilgerm û teselîdar bû. Em gelek spasdar in!” Eger em bi kesên ku kul û derdan dikişînin eleqedar bibin û alî wan bikin, em jî dikarin netîceyên baş bi dest bixin.

WEZÎFEYA XWE RIND FEHM BIKE

18. Li gor 1. Korîntî 3:6, 7, gerek em çi ji bîr nekin?

18 Helbet lazim e ku em rind fehm bikin ku li xizmetê, wezîfeya me çi ye. Em dikarin alî kesên din bikin ku ew Xwedê nas bikin, lê em nikarin wan bikin xizmetkarên Xwedê (1. Korîntî 3:6, 7 bixwîne). Tenê Yehowa dikare mirovan bikişîne ba xwe (Yûh. 6:44). Di netîceyê de, mirov wê li gor rewşa dilê xwe mizgînê an qebûl an jî red bikin (Met. 13:4-8). Ji bîr neke ku piraniya mirovan guh neda Mamosteyê mezin Îsa! Ji ber vê yekê, cesareta xwe winda neke eger gelek mirov mizgînê qebûl nekin.

19. Eger em li xizmetê dilrehm bin, emê çi feyde bibînin?

19 Eger em li xizmetê dilrehm bin, emê pir feyde bibînin. Mesela, emê ji belavkirina mizgînê zêdetir kêfê bistînin. Bi ser de, emê bextewariya dayînê bistînin. Wekî din, dilrehmiya me wê alî kesên ku “dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e bike ku ew mizgînê qebûl bikin (Kar. 13:48, WDN). Loma “heta ku fersenda me hebe, em ji hemûyan re ... qenciyê bikin” (Gal. 6:10). Bi vî awayî, emê Yehowa birûmet bikin (Met. 5:16).

KILAM 64 Eşq û Şa Karê Bikin Şixulê Nandirûnêda

^ par. 5 Gava em li xizmetê dilrehm in, dilşadiya me zêde dibe û em digihîjin netîceyên baş. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku em dikarin di vî warî de ji Îsa Mesîh çi bielimin. Wekî din, emê bibînin ku em çawa dikarin bi kesên ku em li xizmetê rast tên dilrehm bin.

^ par. 5 NOT: Li Kitêba Pîroz, maneya peyva dilşewatî ev e ku mirov bi belengaz an mezlûman dilrehm be. Eger dilê me bi însanan bişewite, emê bixwazin heta ku ji destê me tê alî wan bikin.

^ par. 8 Li meqaleya “Hizmetteyken Altın Kuralı Uygulayalım” binêre (Gözcü Kulesi, 15 Gulan 2014).

^ par. 11 Li kovara Gözcü Kulesi, 1 Tebax 2011, rûp. 21-22 binêre.