Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 13

Xizmetiya Xweda Dilşewatiyê Bidine Kifşê

Xizmetiya Xweda Dilşewatiyê Bidine Kifşê

“Gunê wî li wan hat . . . [û] destpêkir gelek tişt ew hîn kirin” (MARQ. 6:34).

KILAMA 70 Kesên Hêja Bigerin

VÊ GOTARÊDA *

1. Kîjan e hunurekî Îsayî baş, ku me dilgerm dike? Şirovekin.

GAVA em ji bo gunekariya xwe rastî çetinaya tên, em zanin wekî Îsa rind me fem dike û em gelek dilgerm dibin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ew “tevî yêd şa dibin” şa dibû û “tevî yêd digirîn” digiriya (Rom. 12:15). Mesele, çaxê 70 şagirt şa vegeriyan, çimkî xizmetiya wana rind derbaz bibû, hingê Îsa “bi ruhê pîroz şa bû” (Lûqa 10:17-21). Lê careke din çaxê Îsa dît ku mirina Lazar merivên wîyî nêzîkra derdekî çiqas mezin aniye, “kesera kûr hatê û dilê wî êşiya” (Yûhn. 11:33).

2. Çi alî Îsa kir wekî hindava meriva dilşewat be?

2 Lê çawa merivê bêqisûr, dikaribû hindava merivên gunekarda usa rem û dilşewat be? Berê ewlin, Îsa meriv hiz dikirin. Çawa me gotara pêşiya wêda got, eşqa Îsa “ewledêd însên bû” (Metlk. 8:31). Hizkirin hindava meriva wî hêlan dikir, wekî xeyset û fikirên meriva bizanibe. Yûhennayê şandî got, wekî Îsa “dilê meriva zanibû” (Yûhn. 2:25). Îsa hindava merivada gelek rem bû, lema jî wana hizkirina wî hindava xweda texmîn dikirin û guh didane mizgîniya Padşatiyê. Em jî çiqas hê zêde dilşewat bin, haqas hê zêde meriv wê guh bidine mizgîniya me (2 Tîmt. 4:5).

3-4. a) Hergê em dilşewat bin, emê ça ser xizmetiya xwe binihêrin? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

3 Pawlosê şandî zanibû ku ew borcdar e mizgîniyê bela ke, û ew borcdarî ser me ye jî (1 Korn. 9:16). Lê hergê em dilşewat in, emê xizmetiya xwe ne tenê ça borcdarî hesab kin, lê emê usa jî bona meriva xem bikin û bixwazin alî wan bikin. Em Kitêba Pîrozda dixûnin ku “xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Kar. Şand. 20:35). Hergê em xizmet dikin çimkî dixwazin alî meriva bikin, hingê emê ji xizmetiya xwe hê zêde şabûnê bistînin.

4 Vê gotarêda emê şêwir kin çawa xizmetiyêda dilşewatiyê bidine kifşê. Pêşiyê emê pêbihesin, wekî Îsa ça bû hindava meriva û em ji wî çi dikarin hîn bin. Paşê emê şêwir kin çar dereca, kîjanada em dikarin çev bidine Îsa (1 Pet. 2:21).

ÎSA XIZMETIYÊDA DILŞEWATÎ DIDA KIFŞÊ

Dilê Îsa dişewitî bona meriva, lema ewî bi saya mizgîniyê dilbînî dida wan (Binihêre abzasa 5-6)

5-6. a) Îsa hindava kêda dilşewat bû? b) Çawa Îşaya 61:1, 2-da hate pêxembertîkirinê, çira Îsa gunê xwe wan meriva dianî, kîjanara mizgînî gilî dikir?

5 Dîna xwe bidinê, Îsa ça şewat bû hindava meriva. Carekê, Îsa û şagirtên wî gelek westiyayî bûn, çimkî gelek xizmet kiribûn, lê qe hêsa nebibûn. Wana hela hê jî “mecal nedidît ku nanê xwe jî bixwarana”. Lema Îsa şagirtên xwe bire “cîkî xewle”, seva hinekî rihet bin. Lê elaleta mezin pêşiya Îsa û şagirtên wî çû wêderê. Gava Îsa ew elalet wêderê dît, gelo ewî ça xwe da kifşê? Hingê “gunê wî li wan hat, * çimkî ew mîna pezêd bê şivan bûn”. Û ewî “destpêkir gelek tişt ew hîn kirin” (Marq. 6:30-34).

6 Dîna xwe bidinê, menî çi bû ku gunê Îsa li wan meriva hat. Ewî dît wekî ew meriv “mîna pezêd bê şivan bûn”. Dibeke Îsa dît ku hinek ji wan kesîb in û xebata giran dikin seva ebûra neferên xwe bikin. Hinek jî dibeke dilşkestî bûn, çimkî merivên xweyî nêzîk unda kiribûn. Hergê bi rastî nava wan merivada yên usa hebûn, Îsa dikaribû wana rind fem kira, çimkî ça me gotara dinda got, ew xwexa rastî çetinayên usa dihat. Îsa bona wan meriva xem dikir, û ewî bi dil dixwest dilbîniyê bide wan. (Bixûne Îşaya 61:1, 2.)

7. Çawa em dikarin çev bidine Îsa?

7 Em ji mesela Îsa çi hîn dibin? Dor berê me jî meriv “mîna pezêd bê şivan” in û gelek problêmên wan hene. Wanra lazim e ew yek, çi ku bal me heye, dêmek mizgîniya Padşatiyê (Eyan. 14:6). Lema em çev didine Axayê xwe, ku em wanra mizgîniyê bela dikin, çimkî dilê me ser “bêtaqet û kesîba dişewite” (Zeb. 72:13). Gunê me wan meriva tê, û em dixwazin çiqas dikarin alî wan bikin.

ÇAWA PÊ KIRÊN XWE DILŞEWATIYÊ NÎŞAN KIN

Bifikirin derheqa hewcê her kesî başqe (Binihêre abzasa 8-9)

8. Çi cûreyî em dikarin xizmetiyêda şewat bin hindava merivada? Meselê bînin.

8 Çi dikare alî me bike, wekî hindava wan merivada dilşewat bin, yên ku xizmetiyêda rastî me tên? Em gerekê xwe daynin dewsa wan meriva û hindava wanda usa bin, çawa meyê bixwesta hindava meda bûna * (Met. 7:12). Dîna xwe bidinê, kîjan çar derecada em dikarin vê yekê bikin. Ya pêşin, dîna xwe bidine hewcê her kesî başqe. Çaxê em mizgîniyê bela dikin, şixulê me mîna şixulê hekîm e. Hekîm dîna xwe dide hewcê her kesî başqe. Ew pirsa dide yê nexweş û rind guh dide wî, çaxê ew derheqa sîmptomên sihet-qewata xwe gilî dike. Hekîm tu car derbêra jêra derman nanivîse, lê ew pêşiyê lêkolîn dike seva têderxe êşa wî çi ye, û tenê paşî vê yekê jêra wî dermanî dinivîse, ku jêra lazim e. Mîna vê yekê, em jî xizmetiyêda gerekê hindava hemûya mêtodekê nedine xebatê, lê dewsê hildin hesab derece û nihêrandinên her kesî başqe.

9. Çaxê xizmetiyêda rastî meriva tên, em gerekê çi nefikirin?

9 Çaxê hûn xizmetiyêda rastî kesekî tên, nefikirin wekî hûn dereca wî merivî yan jî baweriya wî zanin, û çira ew vê yekê bawer dike (Metlk. 18:13). Dewsa vê yekê, pirsa bidine wî seva derheqa wî û baweriya wî tiştekî pêbihesin (Metlk. 20:5). Mesele, pirsa bidine meriva derheqa xebat, malbet, emirê wan û nihêrandina wan, hergê ew yek nav miletê weda cayîz e. Çaxê em meriva didin xeberdanê, wî cûreyî em dihêlin, wekî ewana mera bêjin, ku çira ewana hewcê mizgîniyê ne. Çaxê em derheqa wana hinekî zanin, em îda hewcên wan fem dikin û dikarin alîkariyê bidine wan, çawa ku Îsa alî meriva dikir (Beramber kin 1 Korintî 9:19-23).

Bidine ber çevê xwe, ku emirê wî merivî kêra hûn dixwazin şedetiyê bidin, çi cûreyî ye (Binihêre abzasa 10-11)

10-11. Anegorî 2 Korintî 4:7, 8, dîsa ça em dikarin xizmetiyêda dilşewatiyê bidine kifşê? Meselê bînin.

10 Ya duda, bidine ber çevê xwe ku meriv ça dijî. Bi rastî em dikarin meriva gelek tiştada fem kin. Ne em jî mîna wan gunekar in û rastî çetinaya tên (1 Korn. 10:13). Em zanin ku jîyîn vê dinyayêda çiqas çetin e. Em tenê pê alîkariya Yehowa sebir dikin û qewî dimînin. (Bixûne 2 Korintî 4:7, 8.) Lê niha bifikirin wekî ew merivên ku Yehowa nas nakin, vê dinyayêda bêy alîkariya wî ça dijîn. Mîna Îsa, dilê me jî bona wan dişewite, û em dixwazin “mizgîniya qenciyê” wanra gilî kin (Îşa. 52:7).

11 Dîna xwe bidine mesela birakî, ku navê wî Sêrgêy ye. Pêşiya ku ew rastiyê pêbihesiya, gelek şermoke bû û hindik xeber dida. Jêra çetin bû tevî meriva xeber de û fikirên xwe bêje. Wede derbaz bû, Sêrgêy destpêkir Kitêba Pîroz hîn be. Ew dibêje: “Çaxê ez Kitêba Pîroz hîn dibûm, ez pêhesiyam ku Mesîhî borcdar in derheqa baweriya xwe merivara gilî kin. Helal bêjim ez ne jî difikirîm, wekî ezê bikaribin vê yekê bikim”. Lê ew difikirî derheqa wan meriva, yên ku derheqa rastiyê nebihîstibûn, û ewî dida ber çevê xwe, ku emirê wan bêy Yehowa çi cûreyî ye. Ew gilî dike: “Ez gelek bextewar bûm û dilê min rihet bû çaxê ez tiştên teze pêhesiyam. Min fem dikir ku merivên din jî gerekê ewan rastiya pêbihesin”. Sêrgêy nav xweda hê zêde dilşewatî pêşda anî, û ewî têderxist, wekî mêrxasiya wî hê zêde bû seva mizgîniyê bela ke. Sêrgêy dibêje: “Ez ne jî difikirîm, wekî çaxê merivara derheqa Kitêba Pîroz gilî kim, ezê hê zêde xweda bawer bim û mêrxas bim. Xêncî vê yekê, baweriya min jî hê zêde qewî bû”. *

Hinekara lazim e wede seva ruhanîda pêşda herin (Binihêre abzasa 12-13)

12-13. Çira em gerekê bi sebir bin hindava wanda, tevî kîjana em hînbûnê derbaz dikin? Meselê bînin.

12 Ya sisiya, hindava wanda bi sebir bin, tevî kîjana hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin. Bîr nekin, ku ew meriv dibeke hine rastiyên Kitêba Pîroz rind nizanin yan jî qe nizanin. Lê gelek meriv baweriya xwe hiz dikin û ew yek kûr nav wanda rûniştiye. Ewana hesab dikin, wekî baweriya wan yektiyê dike nava malbet, milet û merivên wan. Lê ça em dikarin alî wan bikin?

13 Bifikirin derheqa vê meselê: Çi diqewime çaxê pira kevin xirab dibe û gerekê bê guhastinê? Gelek car, heta ku ya teze bê avakirinê, ya kevin hela hê tê xebitandinê. Û gava îda ya teze ava dibe, ya kevin îda didin hildanê. Mîna vê yekê, em jî heta ku merivara bêjin, wekî baweriya xweye “kevin” ku gelek qîmet dikin, biterikînin, em pêşiyê gerekê alî wan bikin pêbihesin û hiz kin rastiyên “teze”, kîjan ku ewana nizanin. Tenê paşî vê yekê ewana wê hazir bin biterikînin baweriya xweye berê. Seva meriv wan guhastina bike, wede lazim e (Rom. 12:2).

14-15. Ça em dikarin alî wan meriva bikin, yên ku derheqa jîyîna heta-hetayê nizanin yan jî kêm zanin? Meselê bînin.

14 Hergê em xizmetiyêda tevî meriva bi sebir bin, emê hîviyê nîbin ku ewana hema ça rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin, derbêra fem bikin yan jî qebûl kin. Dewsa vê yekê, dilşewatî me hêlan dike, wekî pêşiyê alî wan bikin seva ewana bifikirin ku Kitêba Pîroz çi dibêje. Dîna xwe bidin meselê, ku çawa em dikarin tevî meriva şêwir kin derheqa jîyîna heta-hetayê cinetêda ser erdê. Gelek meriv derheqa vê yekê hindikî zanin yan jî qe tiştekî nizanin. Diqewime ewana bawer dikin, wekî mirin xilaziya her tiştî ye, yan jî difikirin wekî hemû merivên qenc diçin ser ezmana. Em ça dikarin alî wan meriva bikin?

15 Birak gilî dike ku ew ça derheqa vê yekê merivara şirovedike. Berê ewlin, ew wanra Destpêbûn 1:28 dixûne. Paşê ew ji xweyê malê dipirse, ku bi texmîna wî Xwedê dixwest wekî meriv kîderê û çawa bijîn. Gelek meriv caba xwe usa didin: “Ser erdê bextewariyêda bijîn”. Paşê, bira dixûne Îşaya 55:11, û dipirse ku gelo nêta Xwedê hatiye guhastinê yan na. Gelek car xweyê malê dibêjin na. Paşî vê yekê, ew bira wanra Zebûr 37:10, 11 dixûne û dipirse ku axiriya însanetê wê ça be. Bi saya şêwirkirina pê Kitêba Pîroz, ewî alî çend meriva kir fem bikin, ku Xwedê dixwaze wekî merivên qenc cinetêda heta-hetayê ser erdê bijîn.

Qencîke biçûk, mesele nemeke dildayînê, dikare gelek berê baş bîne (Binihêre abzasa 16-17)

16-17. Li gora Metelok 3:27, dîsa çi cûreyî em dikarin dilşewatiyê nîşan kin? Meselê bînin.

16 Ya çara, bifikirin ça merivara bidin kifşê, ku hûn bona wan xem dikin. Mesele, hergê em wedekî usa derê wan dixin, ku ewana betal nînin, wê baş be em baxşandinê bixwazin û bêjin, wekî kengê wedê wan hebe emê hingê bên. Yan jî, hergê xweyê malêra alîkariya biçûk lazim e, alî wî bikin. Yan hergê yên emirda mezinra yan jî seqetra lazim e herin dikanê, wan derecada em dikarin alî wan bikin. (Bixûne Metelok 3:27.)

17 Xûşkekê malbetekêra qencîke biçûk kir, çi ku berê baş anî. Vê malbetêda zara virnî mir, û dilê xûşkê gelek şewitî bona wan, lema ewê wanra neme nivîsî. Nemêda ewê rêzên ji Kitêba Pîroz nivîsî, ku dilbîniyê didin. Ewê malbetê ça xwe da kifşê, çaxê ew neme xwendin? Diya zara mirî xûşkêra nivîsî: “Duhu min xwe gelek xirab texmîn dikir. Lê tu nizanî ew nema te ça dilê me girt. Ez gelek ji te razî me. Ez pê giliya nikarim bêjim ewê nemê dilbînîke ça da me. Duhu, min ev neme weke 20 cara xwend. Ez ecêbmayî mam, ku ew neme çiqas nerm, bi dil û dilşewatiyê bû. Em bi temamiya dilê xwe ji te razî ne”. Bêşik, em dikarin berên baş bistînin, gava xwe datînin dewsa merivên ku tengasiyada nin, û paşê tiştekîda alî wan dikin.

JI XWE GELEK DEWA NEKIN

18. Anegorî 1 Korintî 3:6, 7, em ser xizmetiya xwe ça gerekê binihêrin?

18 Hilbet, em gerekê rast binihêrin ser xizmetiya xwe. Em meriva derheqa Xwedê hîn dikin, lê şixulê lape ferz em nakin, Xwedê dike. (Bixûne 1 Korintî 3:6, 7.) Tenê Yehowa meriva nêzîkî xwe dike (Yûhn. 6:44). Axiriyêda dilê merivava girêdayî ye, ku mizgîniyê qebûl kin yan na (Met. 13:4-8). Bîr nekin, Îsa dinyayêda Mamostayê lapî baş bû, lê yeke gelek meriva mizgîniya wî qebûl nekirin! Lema jî em gerekê berxwe nekevin, ku gelek meriv guh nadine me û mizgîniyê naxwazin.

19. Emê çi karê bistînin, hergê xizmetiyêda dilşewatiyê nîşan kin?

19 Emê berên baş bistînin, hergê xizmetiyêda dilşewatiyê nîşan kin. Emê ji xizmetiya xwe hê zêde şabûnê bistînin, çimkî merdaniyê didine kifşê. Û em alî merivên dilsax dikin, nihêrandina kîjana hindava jîyîna heta-hetayê rast e, seva wanra hêsa be mizgîniyê qebûl kin (Kar. Şand. 13:48). Lema jî were “heta ku wext destêd meda ye, hemûyara qenciyê bikin” (Galt. 6:10). Hingê emê şabûnê bistînin, çimkî rûmetê bidine Bavê xweyî ezmana (Met. 5:16).

KILAMA 64 Eşq û Şa Kar Bikin Şixulê Nandirûnêda

^ abz. 5 Çaxê em xizmetiyêda dilşewatiyê didine kifşê, şabûna me hê zêde dibe û meriv diha guh didine me. Çira em dikarin vê yekê bêjin? Vê gotarêda emê şêwir kin, ku em ji mesela Îsa çi dikarin hîn bin, û usa jî çawa çar derecada dikarin dilşewatiyê bidine kifşê wan merivara, kîjanara em mizgîniyê bela dikin.

^ abz. 5 GOTIN KU HATE ŞIROVEKIRINÊ: Gunê xwe li kesekî bînî, tê hesabê dilê te dişewite bona wî, çimkî ew kul-derda dikişîne, yan jî çimkî hindava wîda bêrem in. Çaxê gunê kesekî li meriva tê, ew kes dixwaze her tiştî aliyê xweda bike, seva alî meriva bike.

^ abz. 8 “Birca Qerewiliyêda” ya 15 Gulanê, sala 2014, binihêrin gotar bi navê “Xizmetiya Xweda Qanûna Zêrîn Bînin Sêrî”.