Here Naverokê

Here naverokê

Qencî – Sifateke ku Gerek Em Zêde Bikin

Qencî – Sifateke ku Gerek Em Zêde Bikin

EM GIŞT dixwazin ku kesên din ji bo me bibêjin “kesekî qenc”. Lê belê, îro mirovên qenc pir caran dikevin tengasiyê, çimkî gelek kes “neyarên qenciyê” ne (2. Tîm. 3:3). Dibe ku ew ji tiştên qenc re bibêjin xerab û ji tiştên xerab re bibêjin qenc (Îşa. 5:20). Wekî din, em gişt bi qisûrdariya xwe û bi bandora jiyana xwe ya berê micadele dikin. Dibe ku em jî wek xwişkeke me hîs bikin, a ku bi dehan salan ji Yehowa re xizmet kiribû û dîsa jî wisa got: “Li min zor tê ku ez xwe wek yeke qenc bibînim.”

Em gişt dikarin qenciya xwe zêde bikin. Qencî sifateke berê ruhê pîroz e, û ruhê pîroz ji hemu tengasiyan biqewettir e. Gelo qencî bi rastî çi ye û em çawa dikarin vê sifatê bi pêş bixin?

QENCÎ ÇI YE?

Qencî tê maneya başî, biexlaqî û dilpakî. Kesekî qenc xwe ji xerabiyê dûr digire û her tim ji bo xêra kesên din dixebite.

Gelek kes ji bo malbat û hevalên xwe qenciyê dikin. Ma ev bes e? Ji ber ku em biqisûr in, em helbet nikarin vê sifatê bi temamî pêk bînin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Li rûyê erdê zilamê salih tuneye ku, her tim qenciyê bike û qet guneh neke” (Waiz 7:20). Pawlosê şandî jî wisa got: “Ez dizanim ku di dilê min de, yanî di nefsa min de, tiştekî qenc nasekine” (Rom. 7:18). Loma ji bo ku em vê sifatê zêdetir pêk bînin, gerek em Çavkaniya qenciyê – yanî Xwedê – ji xwe re bikin nimûne.

“ÇI QENC E XUDAN”

Yehowa standardên qenciyê datîne. Kitêba Pîroz di heqê Yehowa de wisa dibêje: “Tu qenc î û qenciyê dikî; qanûnên xwe hînî min bike” (Zeb. 119:68). Li vê ayetê, di heqê qenciya Yehowa de 2 nuqte hene. Bila em li vana binêrin.

Yehowa qenc e. Qencî pareke şexsiyeta Yehowa ye. Bîne ber çavê xwe ku çi qewimî gava Yehowa ji Mûsa re wisa got: “Ez ê hemû qenciya xwe ji ber te derbas bikim.” Gava rûmeta Yehowa derbas bû, Mûsa ev gotin bihîstin: “XUDAN, XUDAN, Xwedayê ku zehf keremkar û dilovan e; yê ku dereng hêrs dibe, qencî û dilovaniya wî pirr e; yê ku ji hezaran re qenciyê dike, li neheqî, guneh û sûcê diborîne û yê bisûc tu carî bêsûc dernaxe” (2. Mû. 33:19; 34:6, 7). Xuya ye ku Yehowa ji her aliyî ve bi temamî qenc e. Îsa her çi qas însanê herî qenc bû jî, wî wisa got: “Çima tu ji min re qenc dibêjî? Ji Xwedê pê ve, tu kesê qenc tune” (Lûqa 18:19).

Em qenciya Yehowa ji tiştên afirandî dibînin

Îşên Yehowa qenc in. Qencî di hemû karen Xwedê de aşîkar e. “Xudan, ji bo her kesî qenc e, dilovaniya wî, di ser hemû karên wî re ye” (Zeb. 145:9). Qenciya Yehowa teref nagire. Wî jiyan daye mirovan û hewcedariyên jiyanê ji bo wan tedarek kiriye (Kar. 14:17). Gava ew me efû dike, ev yek qenciya wî nîşan dide. Zebûrbêj wisa got: “Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î” (Zeb. 86:5). Em dikarin bawer bin ku Yehowa “ji her kesê ku bi durustî dimeşe, tu qenciyê nadirixîne” (Zeb. 84:11).

“HÎNÎ QENCÎ KIRINÊ BIBIN”

Ji ber ku em di sûretê Xwedê de hatine afirandin, em dikarin bibin mirovên qenc, û em dikarin qenciyê bikin (1. Mû. 1:27). Dîsa jî, Peyva Xwedê me teşwîq dike ku em “hînî qencî kirinê bibin” (Îşa. 1:17). Lê em çawa dikarin hînî qencîkirinê bibin? Bila em bala xwe bidin 3 nuqteyan.

A yekê, em dikarin ji bo ruhê pîroz dua bikin ku em qenciya rastîn pêk bînin (Gal. 5:22). Belê, ruhê pîroz dikare alî me bike ku em ji qenciyê hez bikin û ji xerabiyê nefret bikin (Rom. 12:9). Bi eslê xwe, Kitêba Pîroz dibêje ku ruhê pîroz wê me “di hemû kirin û gotinên qenc de qayîm bike” (2. Sel. 2:16, 17).

A diduyan, gerek em Peyva Xwedê ya îlhamkirî bixwînin. Eger em wisa bikin, Yehowa dikare me “ji bo her karê qenc bêkêmahî û rapêçandî” bike û me ji bo “her rêya ku qenc e”, hazir bike (Mtl. 2:9; 2. Tîm. 3:17). Gava em Kitêba Pîroz dixwînin û li ser wê kûr difikirin, dilê me di heqê Xwedê û daxwaza wî de bi tiştên qenc ve tije dibe. Bi vî awayî, em tiştên qenc dixin “xezîna dilê xwe”. Paşê, em dikarin van tiştan bi kar bînin (Lûqa 6:45; Ef. 5:9).

A sisêyan, gerek mirov xîret bike ku “çavê xwe ... bide tiştê qenc” (3. Yûh. 11). Li Kitêba Pîroz, gelek emsalên baş hene. Helbet, Yehowa û Îsa ji bo me emsalên herî baş in. Ji xeynî wan, em dikarin li ser qenciya kesên din jî bifikirin. Mesela, Tabîta û Barnabas bîne bîra xwe (Kar. 9:36; 11:22-24). Eger em bala xwe bidin wan, emê bielimin ku wan çawa alî kesên din dikir. Bifikire ku tu çawa dikarî ji bo alîkariya meriv û hevalên xwe gava pêşîn bavêjî. Wekî din, ji bîr neke ku Tabîta û Barnabas ji qencîkirinê çi qas feyde dît. Tu jî dikarî wek wan feyde bibînî.

Ji xeynî vê, em dikarin bala xwe bidin xwişk û birayên ku qenciyê dikin. Mesela, kalên civatê, yên ku bi xîret dişixulin û “xêrxwaz” in, bîne ber çavê xwe. Wekî din, xwişkên dilsoz jî ji bîr neke, ên ku bi gotin û kirinên xwe ‘ya qenc hîn dikin’ (Tît. 1:8; 2:3). Xwişka me Roslyn wisa dibêje: “Hevala min bi xîret alîkariya xwişk û birayan dike û wan teşwîq dike. Ew li ser halê kesên din difikire û hediyeyên biçûk dide wan. Ez difikirim ku ew bi rastî însanekî qenc e.”

Yehowa dixwaze ku em “li qenciyê bigerin” (Amos 5:14). Bi vî awayî, emê ji standardên Yehowa hez bikin û xwesteka me wê zêde bibe ku em tiştên qenc bikin.

Em xîret dikin ku em qenc bibin û qenciyê bikin

Ji bo qencîkirinê, ne hewce ye ku em hedîyeyên biha bikirin an tiştên mezin feda bikin. Mesela, ma resam tenê bi yek-du firçeyên mezin resiman çêdike? Helbet na! Resam bi gelek firçeyên biçûk îşê xwe çêdike. Mîna vê, qenciya me carinan bi gelek tiştên biçûk xuyanî dibe.

Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em ji bo qencîkirinê “amade” bin (2. Tîm. 2:21; Tît. 3:1). Gerek em bala xwe baş bidin rewş û halên kesên din û ‘ji bo qenciya wan dilê wan xweş bikin’ (Rom. 15:2). Mesela, dibe ku gerek em ji tiştên xwe bidin wan (Mtl. 3:27). Em dikarin wan ji bo xwarineke sivik an ji bo sohbeteke germ dawet bikin. Eger em pê bihesin ku kesek nexweş e, em dikarin ji wî re mesajekê binivîsin, wî ziyaret bikin an telefon bikin. Belê, gelek fersend hene ku em hevdû teşwîq bikin û qenciyê bikin (Ef. 4:29).

Wek Yehowa, em dixwazin li her kesî qenciyê bikin. Ji ber vê yekê, em cihêtiyê naxin nav mirovan. Mesela, em mizgîna Padîşahiyê didin her kesî. Wek Îsa emir kiribû, em li kesên ku ji me nefret dikin jî qenciyê dikin (Lûqa 6:27). Nezaket û qencîkirin her daîm baş e, çimkî “li hember tiştên weha Şerîet tune” (Gal. 5:22, 23). Eger em li hemberî zilm û muxalefetê qenciyê bikin, dibe ku hin kes bên ser riya rastiyê û Xwedê birûmet bikin (1. Ptr. 3:16, 17).

XELATÊN QENCIYÊ

“Kesê qenc ... xelata kirinên xwe” distîne (Mtl. 14:14). Hin ji van xelatan çi ne? Eger em bi mirovan qenc bin, bi îhtimaleke mezin ewê jî bi me qenc bin (Mtl. 14:22). Hinek bi me qenc nebin jî, eger em dev ji qencîkirinê bernedin, di netîceyê de dibe ku dilê wan bi zeman re nermtir bibe (Rom. 12:20).

Gava mirov dev ji xerabiyê berdidin û tiştên qenc dikin, ew ji vêya pir feyde dibînin. Mesela, xwişkeke me wisa dibêje: “Ez yeke sert, bêexlaq û bêedeb bûm. Lê belê, gava ez standardên Yehowa elimîm û min jiyana xwe li gor van standardan serrast kir, dilşadî û xwegiraniya min zêde bûn.”

Eger em ji aliyê qenciyê ve bi pêş ve herin, dilê Yehowa wê şa bibe. Kes me nebîne jî, Yehowa me dibîne gava em tiştên qenc dikin û difikirin (Ef. 6:7, 8). Netîceya vê çi ye? Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Kesê qenc, digihêje xêra XUDAN” (Mtl. 12:2). Bila em sifata qenciyê her tim zêde bikin! Yehowa wisa soz dide: “Ji her kesê ku kare qenc dike re, rûmet, siyanet û aştî wê bê dayîn” (Rom 2:10).